Lehengekî jibîrçûyî; Mîr Evdirezaq Bedirxan






Di dîroka kurdan a qedîm de, gelek leheng, têkoşer û welatparêzên dilsoz, bi mafdarî cihê xwe girtine. Gelê kurd û rewşenbîrên wê, anegorî hêjayîya wan dilsozan, rêz li wan girtine û di rûpelên dîroka xwe da bi şanazî û serbilindî wan welatparêzan tomar kirine.

Rewşenbîr û lêkolînerên kurd, ên ku dîroka xwe û qewimînên dîrokî ên giring kolane, wazîfa xwe jî bi qasî derfetên xwe bi cih anîne û wan agahî û lêgerînên xwe, bi gel re par ve kirine. Tevî ku vê kedkarî û xebatkarîya bê berjewendî, mixabin gelek bûyêr, qewimîn û kesayetî yên girîng û hewceyî lêkolînê, ji ber bêsazîbûn û tinebûna derfetên aborîyê, û her weha ji ber qedexebûna gelek arşîv û belgeyan, di tarîtîyê dîrokê de veşartî mane û ji ber van sedeman jî, gelek kesayetên welatparêz, weke ku ji hêla biyanîyan ve ji gelê kurd re hatine ravekirin, mixabin wiha jî hatine nasîn. Yek ji wan kesayet û mezinahîyên mezin û welatparêz, Evdirezaq Bedirxan e.

Jiyana welatparêz û neteweperwerê kurd Evdirezzaq Bedirxan, mixabin kêm tê zanîn û çalakîyên wî, ên ku ji bo rizgarîya gelê kurd meşandîye, bi heqî û hêjayî nehatine nirxandin û teqdîrkirin. Weke ku me li jor rave kirîye, gelek lêkolînerên kurd di hewla ronakkirina qewimîn û kesayetên dîrokî da bûne û hê jî diafirînin. Yek ji wan pispor û mamosteyên gewre jî, weke ku tê zanîn Mamoste Prof. Dr. Celîl ê Celîl e.

Mamoste Celîl ê Celîl, di der barê jiyana Evdirezzaq Bedirxan û pratîk û çalakîyên wî de, lêkolîneka hêja pêk anîye û ew lekolîn bi navê “ Autobîyografya; Ebdurrizaq Bedirxan”, di sala 1999-an da, li Berlînê, ji hêla weşanên kovara Havîbûn-ê, bi zimanê kurdî hatîye çapkirinê. Her wiha , li Stenbolê jî, bi navê “Autobîyografiya; Ebdurrezaq Bedirxan û Otobîyografya; Abdurrezak Bedirhan “, bi du zimanan (kurdî û tirkî, di heman pirtûkê de), ji hêla weşanên Pêrî, di sala 2000-an da hatîye çapkirin. Ev pirtûk, rûpeleka veşartî a gelê kurd û kesayetekî giring, ê ku bi hêjayîya xwe nayê zanîn û nirxandin, tîne ber çavan, û pêşkêşî xwendevanan dike.

Ji bo ravekirina wate û mabesta pirtûkê, her wiha ji bo hêjabûna wê baş bê têgihîştin, me pêşgotina pirtûkê, a ku ji hêla Mamoste Celîl ê Celîl ve hatîye nivîsandin, ji bo xwendevanan amade kir û li jêr jî pêşkêşî wan dikin;

(Xerzî Xerzan)
_________________________

Pêşgotina Mamoste Celîl ê Celîl, a ku di pirtûka wî a “Autobîyografya; Ebdurrizaq Bedirxan” da hatîye weşandinê (weke ku heye, wisa jî hatîye weşandin);


Celîl ê Celîl

Navê Ebdurrizaq Bedirxan ji dawya sedsalîya XIX û destpêka sedsalîya XX, ji ser rûpelên rojnama û raporên dîplomatên turka, farisa, rûsa, almana û yên mayîn kêm nebû ye.

Karê wî yê welatparêzîyê, zanîna wî li ser rê û dirbên dîplomatîyê, bernameyên wî yên çandî-rewşenbîrî, karê çivakî û sîyasî - ev hemû bi hevra bûne bingeh ji bona dengdayîna navê wî.

Her dewletek nav û karê Ebdurrizaq Bedirxan anegorî armanc û bernama întêrêsên xwe nirxand. Hezar nav û nûçika pê va girêdan. Lê xema wî nîbû. Ew ji rîya rast, ku bona azadîya welatê xwe û pêşxistina gelê xwe dabû pêşîya xwe qet deremekê jî, jê dûr neket . Ewî temamîya jîyana xwe dîyarî wê armancê kir û li ser rîya têkoşînê û berxudanê şehîd bû.



Jîyana Ebdurrizaq Bedirxan kurt bû. Kurt, lê bi mene kûr, hereket û bizava xwe va mezin. Belkî kar û jîyana tu kurdekî navdar di dema jîyana wî da awqas bi hûrgilî, yekbiyek nehatye mêyzandinê, çiqas jîyana wî dost û dijminê Ebdurrizaq Bedirxan li ser her gaveke wî, li ser her axaftineke wî nivîsîne, wî rexne kirine, nivîsarê xwe kirine dokûmênt, dest bi dest gerandine, paşê anîne kirine arşîva, parastine. Û ew hemû ji bona dîrokê mane çawa dengdana serbuhurîya kurdekî azadîxwaz.

Jîyan û karê Ebdurrizaq Bedirxan di xaçerêya peywendîyên dewletên Asyayê û Yêvropayê yên tûj da pêkhatin. Gêjgerîna dijatîya hêzên sîyasî, aborî û leşkerî,ev hemû bûn meydana jîyana vî xweşmêrî

Malbata Bedirxanîya bi navên navdara va, yên ku xizmeta geiê kurd kirine, dewlemend e. Hinek ji wana li ser rîya sîyasetê sekinîbûn, hinek li ser rîya serhildanê, hinek jî li ser rîya leşkerîyê deng dan û hinek jî li goveka rewşenbîryê û ronekbîrîyê ji xwe ra nav qazanc kirin.

Di nava rêza van steyrkên geş û bi ronak da şewq û şemala navê Ebdurrizaq Bediixan bi teybetî ye. Teybetîya wî ew e, ku jîyana wî bû hevgirtineke van hemû rê û meydanê xebatê. Di nava jîyana merivekî da kêmcar dibe, ku ev hemû xizmet û karên cûre-cûre wa bi hêz û alav cî bigrin û bi hevra bimeşin.

Ebdurrizaq Bedirxan him rewşenbîr bû, him dîplomat, him serokleşker bû, him şorişvan, him întêmasîyonalîst bû, him welatperwar, him zanyar bû, him rêkxirav. Di hemû meydana da jêhatî, bi şuret û rûspî. Her kes, kî pêra dibû nas, li ser kemal û merîfeta wî, li ser aqildarî û zanîna wî ya kûr heyrî dima, hurmet û dilgermîya xwe himberî wî û himberî giranîya bîr û bawarîya wî dida xuya kirin.

Ebdurrizaq Bedirxan zanibû dost û dijminê xweji hev bişkavta.

Zûbizû serwext dibû bingehên bûyeran çin e û ji ku tên. Şureta vebûna ser gilya, makkirina pirsa ne şana herkesî bû. Ew welatperwarekî pasîv nîbû, ku bêlay sekinîbû û li ser êş û nalîna gelê xwe mêze dikir. Na. Ew propagandîst bû, sohbetvanekî bi germ û perwazî bû. Ew rastîya doza gelê kurd, pîrozîya rîya azadîya gel, ku ji xwera kiribû navaroka jîyan û xebata xwe, li merivên dora xwe dida nasandin û bawarkirin. Ewana dibûn dost, hogir û alîkarê wî.

Dewleta Osmanîyê ji Ebdurrizaq Bedirxan gelekî tirsya. Hemû tişt kir, ku wî bigre, bikuje û navê wî ji meydana kurdatîyê rake. Her tişt soz da wî: mal, milk, karê berz...Lê bêfeyde. Çend cara fermana wî ya kuştinê beyan kir, çend cara baxşandina wî beyan kir, çend cara mêrkuj pey wî xist...

Belê, Ebdurrizaq Bedirxan kelemê çavê dijmin bû. Bi daxawa dem jê ra xayîn bû. Dem, ku heta naka jî, ji bona çaranûsa gelê kurd xayîn e. Dewleta rûsa sîyaseta xwe ya feydegerîyê pêra bi eşkere dimeşand. Dewleta farisa – ji tirsa xwe, ji bin va her tişt dikir, ku nav û dengê wî kêm be, bergeha karkirina wî teng be. Lê dewleta Osmanîyê, bi piştovanîya almana, navê Ebdurrizaq Bedirxan nava xelqê musulman bi her awayî xirab dikir. Her rê dan xebtandinê, ku li ber rûsa rastî û helalîya wî li bin şikê da bimîne.

Belê, gunehê demê mezin bû. Dem ku bi tûjî û bi sertî di navbera peywandîyê dewleta da li ser meydana Rojhilata Navîn dikelya.

Dem nek tenê milkê wan dewleta bû, dem usa jî jîyandarîya gel bû, gelê kurd, xelqê bindest û zêrandî, gelêku di meydana aborîyê da ji hev ketîbû, çivaka bêmoral û bêhîvî hîştibû. Serokeşîr, fyodal, pêşîkêşên dîyanetê, heryek bi serê xwe bû, her yek tenê êşa xwe zanibû. Ebdurrizaq kir, ku wana bighîne hev, bike hêzeke xurt himberî dijmin. Kir ku ewana bibin piştovanên armancên wî. Lê bi daxawa, ew hemû pisporîya wî kêmber bû, hevgirtina kurda jîyankurt bû, ne amin û bizîwan bû.

Dem çivaka kurda ne pijrandibû ji bona gêjgerînen diroke ew ranekiribû li ser rîya şerkarîya berfire, ku ewana bi hevra piştovanên armancên Ebdurrizaq Bedirxan deren. Jîyana Ebdurrizaq Bedirxan mînakeke mêrxasîya tragik bû. Hemû tişt, çi ku li ser bêdera dîrokê diqewimî, ewi baş têdigihîşt û ji wê bêderê rîya azadîya gele kurd bi zanetî dît û jê derxist. Lê hemû, him kurd bi xwe, him ji dewletên ku dijî hev sekinîbûn, li ser hewar û gazîyeEbdurrizaq bêdeng man…

Ebdurrizaq Bedirxan gava dîplomata ra rudinişt, bi wana ra her tenê li ser mafê gelê xwe diaxaft; gava tevî rewşenbîr û zanyara rûdinişt - pirsên ronakkirinn u pêşxistina çivaka gelê xwe şirove dikir; û pêşniyaren balkêş ra berîwana dikir; gava tevî serokleşker, generalen rûsara rûdinişt û pilan dadanî - bi zanîna xwe ya leşkeriyewana metal dihîşt. Di hemû meydana da ew ji wan karkira kêmtir zana nîbû.

Ebdurrizaq Bedirxan li sala I9I8-a kete deste leşkeren turka û bl destê dijmin hate dardakirin.

Plştî şerê clhanêyî pêşin, li ser Ebdurrezaq Bedirxan kesî îdî nenivîsî, kes besa wî nekir. Ew jibîr kirin.

Bûyerên dîrokê tên bîrkirin, lê nayên undakirin.

Di salên 60-da gava zanyarên sovêtê xwastin dîroka gelekurd ya nû binivisin, ji arşîvên rûsaye kevn, yên dîplomatîyê, leşkerî û yên herêmî, gele dokûmêntên bi tozgirtî vekirin û derxistin holê.

Çavkanîyên nû jîyan û karkirina Ebdurrizaq Bedirxan bi her alî didin xuyakirinê. Hine tişt ji wan bûyara hatine çapkirin. Lê belê jîyana wî, jîyana pîroz hîvya wê yekê ye, ku bi teybetî bê ronakkirin.

Di nava arşîvên Rûsyayê da bi zimanê rûsî du dokûmênt têne parastin, ku wergerên destnivîsarên Ebdurrizaq Bedirxan in. Ewana kurtejîyana Ebdurrizaq in, ku xudan ji bona karmendên dîplomatîya Rûsyayê ra nivîsî bû. Eslê van nivîsara nehatine dîtin. Wergera van nivîsara ji me ra bûne bingeha çapkirina vêpirtûkê.

1. Dokûmênta pêşin Ebdurrizaq Bedirxan di 14 îyûlê sala I910-a ji baylozê Rûsyayê ra li Konstantînopolê(Stambûl) hêja N. V. Çarîkov ra nivîsîye.

Mena nivîsara vê dokûmêntê çi bû?

Pey sala I908-a, gava fermandarî li împêratorya Osmanîyê kete destê cuwanturka, fermandarên nû hemû girtîyên sîyasî, yên ji dema sultan Ebdul Hemîdê xunxur ketibûn hebs û zîndana, azad berdan û ji cîyê sirgûnê şûnda vegerandin.

Lê belê, pirsa azadkirina endamên malbata Bedirxan begê demeke dirêj, heta sala 1910-a domand. Piştî ku li ser derengîxistina azadkirina girtîyên vê malbatê li parlamêntê bi tûjayî hate rexnekirin û di rojnameyên cûrecûre da ev pirs deng da, cuwanturk mecbûr bûn li sergirtîyên malbata Bedirxan-begê rawastin û bi fermana teybetî destûra azadbûnê bidin beyankirinê û wana ji sirgûnê vegerînin.

Ebdurrizaq Bedirxan ji roja ku ji sirgûnê vegeriya Stambûlê, himberî xwe, himberi endamên malbata xwe û gelê xwe bi giştî, dijminatîya fermandarên nû texmîn kir. Ji ber vê jî biryar girt, Turkyayê bihêle û jê derkeve, here Rûsyayê, cîkî li Kavkasê bihêwire, da ku bikaribe jî nêzîkayê xizmeta gelê xwe bike.

Bona ku destûra dewleta rûsa bistîne, ewî kurteçîroka jîyana xwe nivîsî û da destê baylozê Rûsyayê li Stambûlê. Eslê vê nivîsarê, wek ji rûyê dokûmêntêyî pêşin tê agahdarkirln, bi zimanê turkî bû.

Di vê dokûmêntê da Ebdurrizaq dîroka xwe, serbuhurîya malbata xwe, bîrûbawarîya xwe ser dewleta cuwanturka himberî kurda, bi kurtî daye nasandinê. Ser bingeha vênivîsarê bayloz ber Wezîreta Rûsya ya Karê Der gerya, ku destûra Ebdurrizaq bidin, bê Rûsyayê bihêwire. Ebdurrlzaq Bedirxan destûr stand, hate Kavkasê , paşê çû li Îranê û li ser xalîyê nêzîkî sînorê turka û farisa, ku li wê demê bin bandûra rûsada bû, cîwar bû.

2. Dokûmênta duda dîsa kurteejîyana Ebdurrizaq Bedirxan e. Tê da bi giranî ser karkirina wî ya salên piştî hatina wî di bin bandûra rûsa (s. 1910-1916) bi fireyî hatye nivîsandin. Ev dokûmênt ser hev 45 rûye û li ser daktîlyo hatye çapkirin. Eslê wê bi çi zimanî hatye nîvîsarê, nebêlûye? Ser rûpela wergerê ya pêşin nîvîsîne „Wergerandin". Bi bawarîya min, eslê wê bi zimanê firansî bûye. Ev bawarî ji wê tê, ku di arşîvên cûre-cûre da name-nlvlsarên Ebdurrizaq Bedirxan, piştî ku ew hat û bin bandûra rûsa hêwirî, hemû ji alîyê wî bi zinanê firansî dihatin nivîsandmin. Tu cîya belgek tune, wekî wî bi turkî yan jî bi zimanekî dinê nivîsarek hiştîbe.

Hewcetîya nivîsara vê serbuhurîyê çi bû?

Di salên 19I0-19I6-da, dema Ebdurrizaq Bedirxan di bin bandûra rûsa da ji bona azadîya gelê kurd dijî împêratorya Osmanîyê xizmeta Rûsyayê dikir, dijminê wî her awayî dikirin, ku bawarîya rûsa li ser şexsê wî tunebe.Didan xuyakirin, xwedêgiravî, Ebdurrizaq cesûsê wan e,agêntê alman e û h. W..

Di salên şerê cihanê yê pêşin da, hine hêzên ermenîya yên sîyasî û leşkeri, ji bona ku otoritê û hêza Ebdurrizaq a leşkeri zêde nebe, hemû cûreyî astanga pêşîya wî çêdikirin û navê wî ber rûsa xirab dikirin.

Du-sê dîplomatên rûsa jî hebûn, ku bi dostanî li Ebdurrizaq nedinhêrîn û dijminatîya wî dikirin.

Ebdurrizaq mecbûr bû bê Tilbîsê û hemû tişt, çiku di wans alan da serê wî va buhurîbû, yek bi yek bi kurtî binivîse û nivîsara xwe bide destê karmendên rûsa yên dîplomatîyê li Kavkasê.

Çapkirina vê dokûmêntê gelekî bi nirx e, ji ber ku tevî kurtejîyana Ebdurrizaq Bedirxan, em bersiva gelek pirsên dinê jî tê da dibînin, yên ku heta naka di dîrokê da yekalî hatine nîşandan. Yek ji wana pirsa peywandîya navbera kurda û ermenîyan e. Ronakirina vê peywandîyê hên jî hîvya lêkolîna objêktîv maye. Ev dokûmênt alî dike, ku hinek zelalbûn di vê pirsê da cî bigre.

Pirsa balkêş ew e, ku Ebdurrizaq Bedirxan di vê dokûmêntê da kêmzanîna Rûsyayê li ser kurd û Kurdistanê û dilsariya wî li ser çareserkirina pirsa kurda dide kivşê. Em dibînin, ku kurd ji alîyê rûsa ji bona întêrêsên wê yên rojane hatine bi kar anîn.

Ji van herdu nivîsarên Ebdurrizaq Bedirxan, ku li jêr têne weşandin û her weha ji dokûmêntên mayîn jî, yên ku hên çap nebûne, em dibînin ku Ebdurrizaq baş ji hev cuda dikir Rûsya dêmokrat, pêşverû ji Rûsya dagirker û paşwerû.

Ev herdu dokûmênt, ku kurtejîyana Ebdurrizaq Bedirxan in, bingehekî biçûk in, lê pir hêja ne, ji bona ku tevî bi sedan dokûmêntên mayîn, yên di gelek arşîva da têne parastin, meriv karibe jîyana vî rewşenbîrî, şorişvanî û welatparêzî bi fireyî û kûr bikole û ronak ke.

Wextê wergerandina van dokûmênta li ser zimanêkurdî, me di hine rêza da peyvên ku mena rêzê çêtir dikin, zêde kirine û hildane di nava benda bi niçik da.

Ji bona hine gotinên nenas, têrmînologî, me nivîsarnasîke biçûk jî di dawîya pirtûkê daye.

Me bi zanetî pêşgotina berfire ji bona vê çapkirinê nenivîsîye, wekî pêşgotina fire balkêşîya navaroka van her du dokûmênta kêm neke, her weha, wekî hewcetîya nivîsandina pirtûkeke teybetî jî li ser jîyan û karkirina Ebdurrizaq Bedirxan ji bona xwendevana aktûalîtêt û balkêşîya xwe unda neke. Nivîsara vê pirtûkê li ser pişta me dimîne wek bar.
___________________________

(Amadekar: Xerzî Xerzan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)