ROLA KURDAN DI DÎROKA ŞARISTANÎYETÊ DE



Gotareka girîng û kêrhatî, di der barê sedem û metodên berovajîkirina dîroka gelê kurd de, ji qelema dîrokzanê kurd ê navdar, Kemal Mezher Ahmed;

ROLA KURDAN DI DÎROKA ŞARISTANÎYETÊ DE

Kemal Mezher Ahmed

Ger çiqas car caran di nav gotarek yan rûpelek de ev behsa han di nav çend perçe rêzek kêm de bê dîtin, lê ez dikarim bejim(*) kesek heta niha di warê şaristanîyetê de behsa dîroka Kurdan nekirîye.

Netewa Kurd, her di kevin de niştecîyê şûnewareke gelek girîng bûye. Bêguman Kurdistan wek piştmazî wisa ye ji bo Rojhilata Navîn.

Her ji ber vê yeke, ji bo van samanên (serwetên) bê ser û bin, hemû dewleten emperyalist çavên xwe kirinê û dixwezin bikin bingehên xwe.

Qet guman di wê de nîne ku, Kurdistan di kevin de jî her wiha girîng bûye, ji ber ku wî wextî jî ketibû nîverasta şaristanîyetên kevin ku piranîya wan li Rojhilata Nêzîk peyda bûn û ber bi firehbûnê de çûn, li ser hemûyan re jî şaristanîyeta Faris û ya Ereban ya Islamîyetê ku di lraqê de, dema hukmâ Ebbasîyan de, gihîşt bilindtirîn dereca peşkevtinê. Ger wiha be, em dikarin bejin rolek netewa Kurd di van şaristanîyetan de hebûye, yanî tesîrek wî, li ser çebûye, her wek çawan ewan jî tesîrê li ser ya Kurdan kirine. Eva han bi tevayî ji bo me ronî dibe eğer mimkun be em bizanîn, şaristanîyetê kevin û a nû di nav hev de helîna bîr û bawerî û berhemên gelek netewên cuda pêk hatîye, ji ber ku wek aşkera bûye têkelbûna bîr û bawerî û berhemên çend netewan, dibe sebebê peydabûna şaristanîyetê û encama têkelbûn û firehbûna sinorê bîrkirinê. Bêguman ev tekelbûnen han jî bi awakî gelemperî di navbera wan netewên ku nêzîkê hev in, dibin.

Ew qismê ji netewa Kurd ên li ser sinore Faris û Ereban jîyane, di dema şaristanîyeta herdu netewan de, her çawan bibe, kêm an zêde, tesîrê li ser wan herdu şaristanîyetan kirîye. Le belê, ewa ku bala mirov dikişine eva han e, gelek kes ne şareza ne li ser rola Kurdan, hinek jî dizanin, lê xwe bi zanetî jê dûr dikin.

Ji vê jî xirabtir eva han e ku, hinek dîroknivîsên şoven ên kilasîk, sebebe paşvemayîn û bêhêzbûna şaristanîyeta erebî, dikin ser milên hinek netewên din ên bihêz en civaka İslamê.
Bi kurtî şarezatîya gelek kesan bi awakî tevayî li ser rola Kurdan a dîroka şaristanîyeta nîne, bi taybetî ew xizmeta bi qîmet a wî netewî ku ji bo şaristanîyeta İslamê û zanyarîya erebî pêşkêş kirîye. Ji bo zanîna vê yekê, pêwistî bi lêkolîneke dûr-dirêj û gelek berfireh a derêxistina holê ya rola Kurdan li ser gelek milên şaristanîyeta Faris û Ereb jî nîne, bi taybetî di hêla bîr û bawerî, civakî, zanyarî û heta sîyasetê de jî ku wek îro ji me re ronî dibe.

ROLA KURDAN LI SER ŞARISTANÎYETA FARISAN

Netewa Kurd bi sebebê cîrantîyê ve, her wiha paşvemayînên dîrokî yên kevin nîşan didin , beşdarê damezirandin, pêgihandin û pêşxistina şaristanîyeta Farisan bûye. Lê belê, her çend hinek vê yeka han qebul nakin jî, em dikarin eva han bi riyek û bi şeweyek din îspat bikin ku Kurdan tesîrek li ser vê şaristanîyetê kirine. Veca em ê serê rîya diduyan bigrin û hinek li ser bimeşin heta encama ku em dixwazin jê bigrin.

Gelek dîroknivîsên bi nav û deng ve yeka han qebul kirine ku serokanîya netevva Kurd diçe digihîje Medan. Li ser vê de jî gelek belgên dîrokî yên wisa hene ku bi tevayî nîşan didin , Medî, bapîrên (kalên) mezin en netewê Kurd ê îro ne.

Medî jî bi kêmasî sêsed sal berê Farisan hatine İranê û dewlet û şaristanîyeta xwe durust kirine û peyvendîya wan bi şaristanîyetâ pêşkevtî ya lraqê re, bi taybetî bi ya Misrê re hebûye û li gel Kildanîyan (Keldanîyan) gelek rêk û pêk bûne, heta derecek vvisa, ji bo holê rakirina İmperatorîya Asurîyan alîkarîya hevûdu kirine.

Bi vî awayî Medîyan gelek feyde ji we şaristanîyeta kevin wergirtin û qet guman di wê de nîne her piştê wê, Farisan êrîş birin ser wan û wan jî her ji bo rizgarbûna bindestîya ji destâ kevnebindestên xwe, xwe dan ber bi çîyayê Zagrosê û şaristanîyeta xwe di welatâ xwe ye kevnare de bi cî hiştin. Yanî bê ku mirov bi ser de zêde bike, em dikarin bêjin; kakilê şaristanîyeta Farisan ya pêşkevtî ji wê şaristanîyeta bapîrên kevin ên Kurdan ku damezirandin û bi cî de hiştin, pêkhatîye.

Ji derveyê vê em dikarin bêjin, rol û tesîra Kurdan li ser şaristanîyeta Farisan di vî radeyî de nesekinî, ji ber ku bê rawestandin û serîtewandin, bi Farisan cîranên xwe re di nav hewildana guherîn û peşxistina vê şaristanîyeta de bûn. Hêvîyek me ya gelek zede ji wê heye ku lêkolînân di van waran de yên arkeolojik van xalên han ji bo dîwarojan ronî bike û navê wan zanayên Kurd en ku xizmeta şaristanîyeta Farisan kirine ji me re aşkera bike, da ku em wan zanayên Kurd ên Musilman dinasin û dizanin kî ne, e wan jî binasin.

Bi vî awayî derdikeve ku netewa Kurd tesîrekê kirîye li ser şaristanîyeta Farisan. Lê ger em van hemûyan jî deynin milek, di milek din de em dikarin tesîr û rola Kurdan a li ser vê şaristanîyetê derêxin holê. Zanayên dîrokê dibêjin; şaristanîyeta kevin a lraqê karekî gelek mezin kirîye ser şaristanîyeta Farisan. Li vir de pirsek girîng tê pêşîya me; li ku û kîjan riyê de şaristanîyeta lraqê li ser şaristanîyeta Farisan tesîr kiriye?.

Tenâ yek bersîv heye ji bo vê pirsa han, ew jî eva han e ku, ev karê han di riya Kurdistanê ve gihîştîye welatê Farisan. Ji ber ku dema em li nexşê(xerîte) binêrin, em dibînin; Kurdistan û zincîrên çîyayên wî ne ku Îran û Îraqê ji hev cîhê dike. Ji derveyê vê, qet ne mimkun e Kurdan wek muhafizên ser sinoren xwe, xwe ji şaristanîyeta Farisan parastibe, ji ber ku bi gelemperî wiha ye; tiştên nû daye û her weko je jî wergirtîye. Ji ber ku karaktera (tebîet,siruşt) şaristanîyetê, li ser feyde bexşîn û feyde wergirtinê hatîye danîn.

Dûr nîne kes hebin wiha bizanin ku gelê Kurd gelekî paşvemayî bûye, ji ber vê, di hêla şaristanîyetê de bê ku tesîr kiribe li ser qet tu şaristanîyetê, bi her awayî tesîr li ser hatîye kirin. Lê belê ji bo wan em vê bersîvê didin û dibêjin ku du gelên cîran, herdu jî bi her awayî tesîrê li ser yek û du dikin, her çendîn yek ji wan paşvemayî din jî pêşkevtî be. Baştirîn belge ji bo vê yekê İndîanên Sor (Kizilderîlî) ên Amerîkayê ne ku li gel wan hemû paşvemayînên xwe jî, mezintirîn tesîrê kirine ser muzîk û stranên Amerîkayê. Madem wiha ye, ji me re bi aşkera derdikeve ku netewê Kurd ger çiqas pâşkevtî jî be, her çendîn wiha jî nebûye, ji ber ku damezrênerê şaristanîyeta Medîyan ew e, her tesîrê xwe ser şaristanîyeta Faris kirîye, ji ber ku, her wekî me got; şaristanîyetek a tik û tenê ya netewek nîne, belko di nav hev de helîna bîr û bawerî û berhemên çend netewan e.
_________________________

(*) Sala 1959'an, yanî wê sala min Unîversîta Bexda xelas kir, ev gotara han di hejmara 5 û 6'ê kovara "Balêse" de hat belav kirin. Di vir de cîyen pewîst nebe, destkarîyek kem li naverok û awayê nivîsandina we nehatîye kirin.

********
Çavkanî: Pirtûka Kemal Mezher Ahmed a bi navê; “ ÇEND RÛPEL JI DÎROKA GELÊ KURD “, Wergera ji soranî: ELÎŞÊR

Wêne: Leşkerên Medî û yên Persî, sedsala 6-an a berîya zayînê - Leşkerên Medî, yên xwedî serpûşên gilover in...


(Amadekar: Xerzî Xerzan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)