Hewildanên zelalkirina mijara nav, herêm û dîroka Ezdahîyê (Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî û hwd.)
Hewildanên zelalkirina mijara nav, herêm û dîroka Ezdahîyê
(Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî û hwd.)
(Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî û hwd.)
Kemal TOLAN
Pêşî dixwazim bînime bîra xwendevan,
dema ku min di sala 2004 de ev lêkolîna (*1) û pirtûka 2006 xwe(-1a) belakir pê
ve, dûre lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar Xerzî Xerzan jî ev lêkolîna
xwe(*2) di 17. 06. 2013 de weşand. Min hingê ji xwe ra got, jixwe vaye di
piraniya naveroka van lêkolînan(*1 û 2) de xwanê dibe ku, Xaltî anjî Xaltanî navê “şaristanîye Padişahtîya
Xaltan e. Xwedîyê şaristaniyê, ji ber navê Xwedayê
xwe, şaristaniya xwe wek ya Xaltan bi nav kiriye, lê biyanî û cîranên wan ji
ber cih û erdnîgarîya wan ji wan ra gotine –Urartu- (*2)”. Her weha zelal
dibe ku êl, eşîr an jî qebîleyeke ku bi navê Xaltî, Xalta anjî Xaltanî tûne ye.
Vêca dema min dît, vaye lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar Xerzî Xerzan, di vê baldariya xwe(*3) de jî dêje, “di nav kurdên êzdî de êleke bi navê
"Xaltayî-Xaltî“„ heye (*3)",
min rabû ev name jê ra şand:
Peyva Xaltî anjî
Xaltanî ji navê împaratoriya Xaltiyan û Mîrgeha Xaltiyan
ketiye nav zargotina me û ne navekî „êlekê“
ye !
Li gorî ku min bi dehên cara gotiye,
kuraya dîroka me Ezdahî-Êzdiyan ne weke ya hinek ol û netewên din e. Ji xeynî
hinek zargotina me (Qewl, Dua û hwd.), ew di tu dokument û delîlên ku li
berdestan mane de baş ne hatiye nivîsandin û parastin…..
Min di lêkolîna xwe de jî daye xwanê
ku, “di
wextê salên nêzî 1500 B Z de, li derûdora çiyayê Araratê û ser erdê Kurdistana
îro împaratoriyeke xurt bi navê Xaltiyan hebûye. (*1b)“ û niha jî dîsa li gorî zanîna xwe
dibêjim:
Peyva Xaltî an jî Xaltanî ji wê wextê ku Ezdahî-Êzdiyan împaratoriya Xaltiyan bi rê ve dibir û bi
taybetî jî ji navê Mîrgeha Xaltan-Xaltî-yan(*1) hatiye ketiye nav zargotina me.
Dema meriv dêje Xaltî anjî Xaltanî, hingê ew devera ku cîh û
herêmên împaratorî/mîrgeha
Xaltiyan tê de lê desthilatdar bû/maye tê fahmkirin.
Lewma jî
dibêjim, dema hinek Êzdî dibêjin, ez an jî em Xaltî ne, ev hingê dibêjin, ez/em
ji wî cîh
û herêma ku împaratoriya
Xaltiyan tê de lê herî zêde desthilatdar mane –bûnê, ango Mîrgeha Xaltî-yan didine
kifşkirin.
Mînak:
Dema Êzdiyên
di nav û derdora herêma Sêrtê, Êlihê, Qubînê, Misirce, Heskîfê û hwd. de ji
hevûdinê dipirsîn, tu ji kurê yî? – Li virê, Êzdî li gorî mana ciyê êla xwe
digot: Ez Anqosî, Qizilî, Neqîbî, Xendeqî, Basî û hwd.me.
Lê gava ew ji
nav û derdora herêma xwe derdiketin, diçune devereke din-mînak, ku yekî li
herêma Rihayê ji wan bipirsiya tu ji kurê yî? – Hingê Êzdîyên ji êla Anqosî,
Qizilî, Neqîbî, Xendeqî, Basî û hwd. li virê digot: Ez / em Xaltî ango ji Mîrgeha
Xaltiya me/ne.
Vêca dîsa dêjim, peyva Xaltî anjî Xaltanî ji wî wextê ku Ezdahî-Êzdiyan împaratoriya Xaltiyan(*1) bi rê ve dibir û bi taybetî jî ji navê Mîrgeha
Xaltan-Xaltî-yan(*1b) hatiye ketiye nav zargotina me û „di nav (me k.t.) kurdên êzdî de êleke bi navê
"Xaltayî-Xaltî(*3)" Xaltaniyê tûne ye.
Kekê rêzdar Xerzî Xerzan jî, di 12.03.2019 de ev bersiva ji min ra şand:
“Pêşî, dixwazim sipas bikim ji boyî
hewl û helwesta te ya ji ber xwestina zelalkirina mijarê.
Belê, çawa ku min gotîye û dîsa
dibêjim; “Di nav kurdên êzdî de êleke bi
navê Xaltayî
(Xaltî-Xaltanî) hebûye û îro jî heye û herêma wan jî (do û îro)
wek “Welatê
Xaltan" tê pênasekirin”. Helbet daneyên dîrokî hene ku mirov
bikaribe vê “rastîyê” pêşkêşî raya giştî bike.
Berî her tiştî, divê em pênaseya “netewa
kurd” xweş bikaribin rave bikin. Netewa kurd û bi wateya xwe ya
berfirehtir “Gelê kurd”, pêkhateyka êl û êşîr û kom û civakên erdnigarîya
kevnar a Kurdistanê ye. Ji destpêka dîrokê ve, ji hêla cînaran û her weha ji
hêla “kurdan” bixwe ve, bi dehan navan li vî “gelî” hatine kirin lê di bingehê
de, ev navana pekhateyek afirandîye û ew “pêkhate“ jî îro wek “Gelê kurd“ tê
zanîn û wisa jî tê pejirandin. Ji destpêkê heta dema me a îroyîn, ev gel bi
navên “Ko-tî, Xorr-î, Kur-tî ,Kar-da, Sûbarî, Mîtanî, Ûrartû-Xaldî, Med-Mad,
ûhwd. “ hatîye pênasekirin û em îro baş tê digîhîjin ku, ev navana tev de ji boyî proto-kurdan (pêşîyên kurdan)
hatine bikaranîn.
Daneyên zexm ên piştrastkirî jî ev
raman û rastî didin xuyan. Bi kurtî, em dikarin bibêjin ku, Gelê Kurd ê nûjen,
pêkhateyeke zengîn a êl, êşîr, kom û civakan e, ya ku xwedî dîrok û çandeke
kevnar û ya herî girîng xwedî zimanekî kevnar
e. Di hêlekê de çanda Xorrîyan, di hêlekê de çanda Arîyan ev zengînî
afirandîye. Û dîsa zimanê kurdî yê îroyîn jî, bermayîya zimanên van her du
çandên qedîm e. Ji lew re bi hinek taybetmedîyên xwe ve (mîna zayendî, ergatîvî
û hwd.), zimanê kurdî ji zimanên din ên Îranî cuda dibe û ev jî kevnarî û hevparîya
wî dide xuyan. Ev kom, êl û civakan bi hev ra di demajoyê dîrokê de çand û
dîrokeke hevpar û her weha zimanekî hevpar afirandine û “gelê kurd ê nûjen“ wisa pêk hatîye. Ev pêvajoyeke herî kêm 5 hezar
salî ye û zengînîyeke mirovahîyê û cîhanê ye.
Vêga em ê vegerin mijara xwe, bi
rastî ev mijar pir kûr û piralî ye û di nameyekê de bi qasî zanîn û lêkolînên
xwe ez ê hewl bidim mijar zelal bikim. Ji lew re, ev mijara girîng û
veşartîmayî, yek ji lêkolînên min ên sereke ye. Ez bawer im bi ronîkirina
mijara Xaltîyan, dîroka kurdî ya ku ji hêla biyanan ve pirecaran hatîye
serobinokirin, dê bigîhîje rastîya xwe ya ew hêjayî wê ye.
Em divê peyva XALDA pêşî analîz bikin.
Weke ku tê zanîn û hemû dîroknas di vê de hemfikir in, ev peyv (XALDA), ji hêla
gelê ÛRARTÛ
ve ji boyî pênasekirina Xwedayê xwe, hatîye bikaranîn. Û li vir xala girîng jî
eve ku, peyva ÛRARTÛ ji hêla gelên cinar (Asûr, Babilî, Cihû û hwd.) ve ji boyî
wan hatîye gotin, bi wateya “cîyê bilind, welatê bilind, ne ku gelê “Ûrartû“
xwe wisa bi nav kirîye. Ew ji Xwedayê xwe re gotine “XALDA“, ji xwe re gotine “XALDA-YÎ, XALD-Γ (ev peyvsazî di peyva
“ÊZ-DA-YÎ, ÊZ-DΓ de jî, bi heman
formê xwe dide xuyan). An ku kesê ji Xalda hatibe, kes-gelê ji hêla Xalda ve
hatibe afirandin, an ku GELÊ XALDA…. Li vir taybetmendîyeka
kevnar a zimanê kurdî jî li ber çavan e. Ji lew re, dîroknasên biyan (bi
zanebûn an na), sedema bikaranîna pêveka
–(î)yê
qet nefikîrîye, li ser wê nesekinîye. Ev jî bi serê xwe pirsek e…! Dîsa
têkilîya nav bera beşepeyvên “XWE-DA, ÊZ-DA û XAL-DA“ balkêş e û
bi taybetî peyva dawîyê… Tevan de peyva dawîyê DA ye. Û tev de gotinên
pîroz û bawerîyê ne. Û dîsa wekhevîya dengê gotinên XALDA û XWEDA
jî bi serê xwe pirsek e. Gelo peyva
“Xweda“ ne forma nûjen a peyva “XALDA“ ye…? Ne dûrî aqilan e lê em vê mijarê ji
zimanzanan re bihêlin…..
Gelê ku Dewleta Xaldîyan
(Ûrartû) ava kiribû, Xaldî bixwe ne.
Xaldî jî nevî-dûhatîyên Xorrî-Mîtanîyan û her weha weke ku
Asûr digotin yên “Naîrîyan (gelê robaran)“ bûn. Beşekji wan, ji ber zilma
Aramîyan xwe ber bi jor, ber bi çîyayan ve kişandibûn û li wira an ku li “Ûrartû
(welatê bilind)“ bi cî bibûn. Li gel hemnijadên xwe yên ji berê de li
wir bicî bûn (Xorrîyan), dewleteke bihêz ava kirin û bûne sedema tirsa
Asûran. Asûrî, gelek car êrîşî wan kir lê bi ser neket. Di dawîyê de bi êrîşên
Skîtan ji hal ketin, hew xwe li ber wan girtin û di vê valahîyê de
desthilatdarî gihîşte yek ji êlên hemnijadên wan, an ku MAD-MEDAN.
Ji boyî wan ev rewş ne pir xerab bû,
ji lew re weke Medan ew jî kurd bûn, çand û dîrok û zimanê wan yek bû û ev rewş
(bivênevê) qebûl kirin. Û bi hev re ber bi rojavayê ve jî meşîyan. An ku Xaldayî, hebûna xwe parastin.
Ev parastin di berhema Ksenefon (Vegera Dehhezaran-Anabasîs)
de xweş xuya dibe. Ji lew re, piştî 200 sal, sala 401-an a berîya zayînê,
Ksenefon dema li Kurdistanê ye, li welatê Kardûxan derbas dibe, rastî Xaldîyan
tê û navê wan, taybetmendîyên wan weke ku hene , wisa jî dibêje. Dema ku ji
Çemê Botan derbas dibe, di artêşa Satrab Orantes ê Persî de sê“êl“ dibîne û
wana tomar dike. Yek ji wan êlan “XALDΓ ye. Yên dinê, Ermen
û Mard in. Mard jî yek ji êlên Medan e. Hin dîroknas dibêjin (û
bi min jî wisa ye), nevîyên Medan bixwe ne, Med bixwe ne, ji lew re Mard û Mad
heman peyv in û tene di hêla dengsazîyê de ketina tîpa “r“yê cudahîyeke biçûk
diafirîne. Devera ku Ksenefon pênase dike, îro jîi li nav kurdan wek “Welatê
Xaltan“ tê zanîn û çand û zargotina kurdên êzdî yên Xaltayî de, ev dever dîsa
herêma Xaltan ên kurd e. Dîsa em baş dizanin, Şeref Xan ê Bedlîsî jî di berhema
xwe de pirecaran navê “eşîra Xaltan“ hil dide û wan di nav êl û eşîrên Xerzan û
Botan de dihejmêre. Dever dîsa heman dever e, başûrê Gola Wanê, Xerzan, Botan û
weke em dizanin û zargotin û çanda me ya kevnar jî piştrast dike; “WELATÊ
XALTAN….“
Divê em ji bîra nekin ku, di çand û
dîroka kevnar a kurdan de, carna êl û eşîr navê xwe dide herêman, carna jî
herêm navê xwe dide êl û eşîran… Carna
jî mirov nikare bibijêre ka navê eşîr e an jî navê herêm… Mînak;
Hekarîyan-Hekarî, Botan-Botî, Xerzan-Xerzî, Silîvan-Silîvî, Reşkotan-Reşkotî,
Alikan-Alikî, Şêrwan-Şêrwî ûhwd…
Navê Xaltan-Xaltî jî bi min wisa ye.
Lê daneyên dîrokî û her weha daneyên bawerîyên kevnar ên gelê kurd (Êzdîtî û
navên Xweda û Xalda) baş xuya dikin ku, Xaldîyên kevnar, bav û kalên Xaltîyên
îroyîn in.
Mîna Sûbarîyan çawa navê xwe ji
dûhatîyên xwe “ZEBARÎYAN“ re hiştibin. Weke ku, “ZÎLANÎYÊN“ kevnar çawa navê
xwe ji Zîlan re hiştibin û hwd..
Hem ji alîyê dîrokê ve, hem ji alîyê
ziman û erdnigarîyê ve û ya herî girîng ji alîyê bawerîyê ve, ev têz bi hemû
hêlan ve tê piştrastkirin. Ew eşîrên ku we gotara xwe de nivîsîne, tev de
dibêjin “ Em Xaltanî ne, em Xaltî ne“. Û
dîsa dibêjin “Em ji welatê Xaltan in“. An ku, hem êl e hem jî welat e…. Welatê
Xaltan, ax û herêma XALTÎYAN e. Kî ji wan navê xwe dabe ew çend ne girîng e, ya
girîng dîroka wan a herî kêm 3500 salî û her weha hebûna wan a îroyîn e. Heger
pirsa we ew be, bi min ; erê navê ÊLA XALTAN (nevîyên û dûhatîyên Xaldîyên
kevnar) navê xwe dayê vê herêmê. Û ev êl ya rasttir konfederasyona eşîran a
Xaltan, weke ku welatê xwe (Welatê Xaltan), weke ku bawerîya xwe (Êzdîtî)û navê
xwe parastine, hebûna xwe jîparastine. Hem jî bi heman navî, bi heman bawerîyê
û di heman welatê (herêmê) de… Rastî ev çend hêsan e.
Û rastîyeke din jî heye, berê 150-200
sal ev herêm an ku welatê Xaltan, ji hêla kurdên misilman ve jî bi heman navî
dihat pênasekirin lê mixabin îro ev nav nayê bikaranîn. Sedema vê rewşê pir
hêsan e. Jibîrkirina dîroka xwe ye,qebûlnekirina çanda xwe ye kevnar e û
rewşeke pir û pir dilêş e. Îro li herêma Xerzan, gelek eşîr hene ku dibêjin ew
jî Xaltî ne lê bi dengekî nizm dibêjin.
Ev jî pirseke derûnî ye…. Hêvîdar im, demên peş de hemû kurd xwe ji vê
derûnîya şermoke û tirsek xelas bikin û rastîyên xwe weke hemû kurdên
serbilind, ji hev re bi dengekî bilind biqîrin…
Li gel silav û rêz. (*5)„
Bersiva min a li ser vê nama birêz Xerzî Xerzan - MIJARA WELATÊ XALTAN
Û HER WEHA YA ÊL Û EŞÎRA WAN… 12.03.2019.:
Raste birêz ez jî dêjim, gelên cînar
(Asûr, Babilî, Cihû, Zerdeştî, Bisilman, Farizî, Ereb, Tirk û hwd.) çi navî li me
Ezdayî an(Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî, Elewî, Yarsanî, Alê Heq û hwd.) û peyva
„EZDA ku navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên
pîroz e(*4)“ kiribin jî, mîna te gotiye raste ku „daneyên dîrokî û her weha
daneyên bawerîyên kevnar ên gelê kurd (Êzdîtî û navên Xweda û Xalda) baş xuya
dikin ku, Xaldîyên kevnar, bav û kalên Xaltîyên îroyîn in.
Kî ji wan navê xwe dabe ew çend ne
girîng e, ya girîng dîroka wan a herî kêm 3500 salî û her weha hebûna wan a
îroyîn e. Û ya rasttir konfederasyona eşîran a Xaltan, weke ku welatê xwe
(Welatê Xaltan), weke ku bawerîya xwe (Êzdîtî)û navê xwe parastine, hebûna xwe
jîparastine.
Rastîyeke din jî heye, berê 150-200
sal ev herêm an ku welatê Xaltan, ji hêla kurdên misilman ve jî bi heman navî
dihat pênasekirin lê mixabin îro ev nav nayê bikaranîn. Sedema vê rewşê pir
hêsan e. Jibîrkirina dîroka xwe ye,qebûlnekirina çanda xwe ye kevnar e û
rewşeke pir û pir dilêş e. Îro li herêma Xerzan, gelek eşîr hene ku dibêjin ew
jî Xaltî ne lê bi dengekî nizm dibêjin.
Ev jî pirseke derûnî ye…. Hêvîdar im, demên peş de hemû kurd xwe ji vê
derûnîya şermoke û tirsek xelas bikin û rastîyên xwe weke hemû kurdên
serbilind, ji hev re bi dengekî bilind biqîrin… (*5)“
Ez di dawiyê de
dîsa “ wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin bawer dikim û dibêjim; Heta Êzîdiyatî neyê
şîrove û nas kirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be. Di
qewl û duayên me de xweş xwe ya ye, ku Êzîdiyatî ne tenê di wexta Uratuyan de hebuye,
Êzîdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê ye. Hinga ku dîroknas û
lêkolînvan karibin van qewl û duayên me Êzîdiyan baş şîrove bikin û ev ewrê reşî tarî li
ser dîroka ola Êzîdî rabin, dê ev kevnariya ola Êzîditiyê, ku haveynê mirovatiya Mezopotamiya yê û bi taybetî jî ku
xizna nasnama gelên Kurd e zelal bibe.(*1)”
Belê weke ku hûn dibînin, herçiqas ez û lêkolîner, nivîskar
û mamoste me yê rêzdar di hinek nêrîn û nirxandinên xwe de ne tam fikir bin jî,
ez bi vê welatperwerî, dilgermî û zanîna kekê Xerzî Xerzan gelekî serbilind im.
Lewma jî dêjim, sipasî ji bo van hewl û helwestên ku mamoste me yê rêzdar, bi
me ra dostane parvedike hindik e. Xwedê bi saxî-serketina nivîskar û mamoste me
yê rêzdar re be!
Hêvîdar im ev berhevkirina min jî, bi dilê we xwandevanên
hêja be û hinek ji we jî bikaribin rexne, nêrîn û nirxandinên xwe , yên li ser
vê mijarê bi me ra parve bikin!
(Kemal Tolan-Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên
Êzdîtiyê)
____________________
*Çavkanî:
1 Kemal Tolan - ÊZÎDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ
JÎ GENCÎNEYA NASNAMEYA GELÊ KURD E. http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyn.html
1a K-emal Tolan, https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998089982530&set=picfp.100006170713219&type=3&theater Rûp.: 282-292.
*1 b Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan
Tev Romanên Zindî ne https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theater
Rûp.: 27-70.
2 Xerzî Xerzan - Mîrza
Beg (Mîrzikê Zaza) ê Ridwanê (II) -Dîroka Êla Xaltiyan- 17. Juni 2013 um
23:57
3 Xerzî
Xerzan- Nexşeya Xwedayê Padşahîya Urartu; Xalda... https://www.facebook.com/dirokkurd/photos/a.703161426740232/1030909573965414/?type=3&theater
4 EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û
pirtûkên pîroz e
5 Nama Xerzî Xerzan
- MIJARA WELATÊ XALTAN Û HER WEHA YA ÊL Û EŞÎRA WAN… 12.03.19.
Yorumlar
Yorum Gönder