Kayıtlar

Şubat, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

XALTÎ - ÛRARTÛ; "Efendiyên Welatê Jor"

Resim
Efendiyên Welatê Jor Egîd Yazar Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya. Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û xwediyên nirxên bilind nehatiye dîtin. Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên jiyana xweşguzarî bide jî, dîsa meriv dibêje qey têra ciwanmerdiya wan nake. Ûrartûyan, ti carî ji bo desthilatdariyê bi hev re şer nekirine. Qralên Ûrartûyan, wexta qala îcraetên xwe kirine, ewil navê xwe û paşê jî navê bavê xwe hildane. Çaxa derketine cengê jî, dia ji xwedayê xwe re kirine. Herdem xwe ji xwedayê xwe re nizm kirine. Peyker û kêlberên (rulyef) xwedayên xwe çikandine, lê peyker û kêlberên şexsên xwe nedane çêkirin û neçikandin. Ûrartûyî, xwediyê baweriyeke pirr-xwedayî bûne. Navê serxwedayê Ûrartûyan, Yezan Xaldî ye. Di heman demê de Yezdan Xaldî, yezdanê