Kayıtlar

Mayıs, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PÊWENDÎYÊN BAWERÎYÊN ÊZDÎTÎ Û YEZDANÎ-YÊ

Resim
ÊZDÎYETÎ; REHÊN DÎROKÎ Tosinê Reşîd Salên dirêj, piranîya zanyarên bi ola êzdîyan ve dibûn gîro, dîroka wê olê ji Şêx Adî dest pê dikirin. Lê van 20-30 salên dawî, bi serî lêkolînên Kryenbroek Ph., Şêx Xelîlê Cindî Reşow, Bruinessen M., Alison Christine, Xana Omerxalî û çendekên mayîn, gelek pirsên ola êzdîya û dîroka wê olê, hatine zelal kirin.  Em dixwazin li vir, gor karibûna xwe, bingehê wê bawarîyê bigerin. Îro piranîya kurdan ser wê bawarîyê ne, wekî berî pejirandina ola îslamê, kurd zerdeştî bûne. Ew bawarî salên dirêj ji alîyê ronakbirên kurd ve hatîye belav kirin û hê jî tê belav kirin. Bingehê vê bawarîyê ew e, wekî zerdeştî oleke îranî ye, kurd jî gelekî îranî ne, lema jî ola kurda, ya berî îslamê divêt zerdeştî be.  Ji alîkî mayîn ve, ji alîyê gelê bi piranîya xwe ve misilman, pejirandina bawarîya ku berî îslamê zerdeştî bûne hê hêsa ye, ne ku bêjî, wekî kurd berî ola îslamê bipejirînin, êzdî bûne. Ola îslamê anegor şertên olên xweyî kitêb, êzdîy

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Resim
NE DEM E, GELO, MIROV JI HEV R’A R’ASTÎYÊ  BIBÊJE, EW ÇIQASÎ TAL DIBE, BILA BIBE? Ezîz ê Cewo … Ez dizanim, îro di r ’ ojevê da pirsne wisa hene, yên ku ji bo gelê me ç ’ arenûsî ne û p ’ ir ’ girîng in: îro di Bakûrê K ’ urdistanê da pirsgirêka faşîzma dir ’ inde û har heye, îrodi Başûrê Welêtê me da pirsgirêka hêvîyên gelên bi xayînane firotî heye, îro di R ’ ojhilatê Welatê me û t ’ evahîyan Îrana îslamî da hişyarbûna girseyên gel heye, û di Rojava da jî pirsgirêka p ’ arastina zîlên azadîyê û xweserîyê heye ! Lê ji bilî van t ’ evan pirsgirêkek jî heye, ya ku ji wan hemûyan kêmtir girîng nine: ew jî pirsgirêka îslamîkirina sergirtîya êzdîyan û êzdîtîyê ye, ya ku ji bo ç ’ arenûsa wan p ’ ir ’ t ’ ehlûke û girîng e. Pêşîyên êzdîyan, wek ku karibûne, ola xwe ya kevnar ji êrîşên îslamê yên ji dema Umer bên Xettab va heya bê-derê van êrîşên vê dawîyê yên DAÎŞê p ’ arastine. Lê ewana îro dibin gorîyên kirên sergirtî û veşartî yên “şengesîyarên” ( “şovelye” ) t’evkujîya sipî...

KURTEJIYANA MESTÛRE ERDALANÎ-KURDISTANÎ

Resim
KURTEJIYANA MESTÛRE ERDALANÎ-KURDISTANÎ Muhsin Ozdemîr îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e meyê bide, nefikire ku meh remezan e Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re, ne qurîşek du sê, ev fetwaya min ji pîrê magan e (Mestûre Erdelanî/ Dîwana Mestûre/Ji Farsî:Muhsîn Ozdemîr) “Mah Şeref Xanim” a ku bi navê Mestûre Kurdistanî tê naskirin jineke şa’ir, dîroknivîs û nivîskar e. Li gor çavkaniyên nivîskarê kurd Doktor Soran Kurdistanî Mestûre; di sala 1805an de ji dayîk bûye. Disala 1804an de li bajarê Sine ya rojhilatê kurdistanê ji dayîk bûye. Sine di wê demê de paytexta mîrektiya “Erdelan” bû. “Mah Şeref Xanim” (…. ) di sala 1848an de hê di 44saliya xwe de li Sineyê çûye ser dilovaniya xwe û li wir jî spartin axê. Lê li gor: Li gor çavkaniyên nivîskarê kurd Doktor Soran Kurdistanî: Mestûre di sala 1848 Sine, di temenê 44 salî de çûye ser dilovaniya xwe û di goristana giştî ya Silêmaniyê ya Girdê Seywan/ Başûrê kurdistanê de spartine axê. (Li gor hin ç

Banga Dr. Nûrî Dersimî ji boyî ciwanên kurd

Resim
MIZGOTINA NÛRÎ DERSIMÎ Ey xortê Kurd, ey jêvemayê Miletê ciwanmerd yê ku sîtema sedsalan ji bo xwe kiriye kozik û çeper, guhdariya min bike. Li serdema spîbûna elenda mêjûya mirovatiyê ku ji derava Hindê berew Qefqasan, ji piyakên Asyaya biçûk ku xwe dirêjî heta bi Asyaya Navîn dike, li van çiyayên bilind û li van zozanên têrhetav, evê ronahiyê tîrojên xwe yekemîncar li eniya Nîjada te ya payebilind daye. Mêjûya te mêjûya şûnwarên lehengiya bênavebirr û berdewam e. Ji ber ku tu, paşmayê miletekî wusayî ku ji serê çel sedsalan e ji bo hebûneke aza û bi rûmet dicenge û îro bi xwe jî ji vê cengê nereviyaye. Lêgerîna reh û egerên rûbirûmana azarkêşî û kambaxiyên jiyana kurdewarî ya duhî û ya îroyîn ku ji bahoz û bagêran dagirtiye, vekolîna yariyên dîrokê bi çavekî hişyar erk û barê me hemiyan e. Ji bo hebûn û kesatiya xwe hîç miletek wekî me bi cengên dûr û dirêj ve ranebûye. Bi dirêjahiya dîroka me ya kûr û dûr, hîç hêzekê nekariye herêkirina têkçûnê bi me bide