Dîroka Kurdistana Sor



Gotareka têr û tije, di der barê dîroka Kurdistana Sor de ji pênûsa Mamoste Mihemed, li gel çavkanîyên kêrhatî û balkêş... Ev gotar, divê ji hêla kesên ku agahîyên wan di der barê Kurdistana Sor de kêm bin û bixwazin dîroka wê baş bizanibin, weke belgeyeke dîrokî ye:

KURDISTANA SOR


Mamoste Mihemed
Guhertinên dîrokî çawa girîngiya xwe ya neteweyî hene wiha jî di çaroveya welatek de girîngiya xwe hene. Guhertinên dîrokî ew in, ku nexşeya (xerîte) cîhanê diguherînin û bandora xwe li ser paşeroja polîtîkaya navnetewî dikin. Di encama van guhertinan de hin dewlet têne herifandin û hinên din derdikevin holê. Bi gotineke din, sîstema pêwendiyan a li navbera dewletan tê guhertin. Guhertinên di çarçoveya welatek de bi tenê rola xwe di qedera wî miletî ku li ser xaka wî welatî dijî de dilîze.

Di vê nivîsê de em dê bi tenê li ser guhertinên dîrokî yên di sedsala bîstem de çêbûne rawestin. Êdî pirs ev e, ku gelo di vê sedsalê de çend guhertinên dîrokî pêk hatine?

Ji kêmbextiyariya vê qonaxê sê car şerên navnetewî çêbûn. Her şerek guhertinên navnetewî bi xwe re anîn. Ji ber vê çendê ew guhertin wek guhertinên navnetwî têne nîşandan.

Bi vê yekê re em dikarin bibêjin ku guhertinên dîrokî yên pêşî di sedsala 20an de, di navbera salên 1914 û 1918an de çê bûn. Ji ber encama vî şerî du împaratorî herifîn: Împaratoriya Osmanî û Rûsyaya Qeyserî. Û di nexşeya cîhanê de dewletên wek Polonya, Fînlandiya… peyda bûn. Helbet dabeşkirineke nuh pêk hat û welatê me jî duyemîn car hate parçekirin.

Bêguman di vê guhertinê de hin dewlet herifîn û hin jî hatin damezrandin, ji bilî parçebûna Kurdistanê, pahra me ji van guhertinên dîrokî çi bû? Berî her tiştî, pêkhatina peymana Sevrê û danîna Kurdistana Sor, du guhertinên girîng bûn di dîroka me kurdan de.

NEXŞEYA KURDISTANA SOR

Wek ku tê zanîn, li gor peymana Sevrê, li ser bingeha xalên 62. û 63. û 64. diviyabû ku di nav salekê de -ger kurdan bixwesta- ew dikarîbûn bi awayekî serbixwe bijîn. Li ser vî esasî Yekîtiya Netewan (Y.N) dê piştgiriya daxwazên wan bikirana û mafên wan biparastina. Û her wisa tê zanîn ku ev peyman (Sevr) piştî biencambûna peymana Lozanê têk çû. Lê heçî Kurdistana Sor e, em dê li dawiya vê nivîsê li ser rawestin.

Guhertina dîrokî ya din, di Şerê Cîhanê yê duyem de dest pê kir ku di navbera salên 1939 û 1945an de çê bûbû. Di encama vê guhertinê de jî împaratoriya Almanî herifî û dîsa nexşeya cîhanê hate guhertin û bi dehan dewletên nuh ên serbixwe hatin damezrandin.

Ji vê guhertinê pahra me kurdan Komara Mahabadê bû, ku di sala 1946an de hate damezrandin lê mixabin piştî salekê (11 meh) ev pahr jî ji destê me kurdan çû û em dîsa man bêdewlet.

Guhertina dîrokî ya sêyem jî di encama şerê sar de (1991) têkçûna Yekîtiya Sovyetan bû.

Di encama vî şerî de Împaratoriya Sovyetan herifî û nêzîkî 20 dewletên nuh hatin ser nexşeya cîhanê. Ji encama vî şerî pahra me kurdan aniha Kurdistana azad e ku îro li başûrê welatê me peyda bûye.

Gelo çima kurd nikarîbûn di wan her du guhertinên pêşîn de mafên xwe biparêzin? Em dikarin bi kurtî bibêjin, ji ber ku vîyana (îrade) me di wan biryarên navnetewî de nîn bû!

Lê heçî Kurdistana azad e, ku di despêkê de em başdarî biryara damezrandina wê nebûn jî, lê ji ber gelek merc û hoyan ev sîwan hate parastin û niha jî em bi awayekî eşkere dikarin bibêjin ku qedera gelê me li başûrê welêt di destê me kurdan de ye. Bêyî beşdariya nûnertiya gelê kurd, çi herêmî û çi navnetewî, êdî tu hêz dê nikarîbe biryaran bistîne. Bi gotineke din, azadiya welatê me bi hêzên me yên sereke ve girêdayî ye û digel wan jî, dê vîyana gelê me di paşerojan de rê nede şerên birakujiyê!

Wek ku me di destpêkê de got, niha em dê hewl bidin xwe ku bi berfirehî li ser Kurdistana Sor rawestin.

Kurdên Rûsyayê û Sovyetan

Di sala 1966an de pirtûkek bi navê “Kurdên Li Pey Qafqasyayê” derketibû. Nivîskara vê pirtûkê kurdnasa (kurdolog) sovyetî T. A. Arîstova ye. Ew dinivîse:

“Li Azerbaycanê kurd li Zengîlan, Kelbajar, Kubatî û Laçînê kom dibin û her wiha, li herêma Îsmaîlîye jî hene.”

Di heman demê de Arîstova dibêje, ku di îstatîstîkên sala 1959an de li Azerbaycanê kurdan xwe wek azerî nîşan dane. Gelo çima van kurdan xwe ji neteweya xwe bêrî kirine, nivîskara kitêbê ji me re nade xuyakirin! Lê Arîstova rastiyeke din a ji rastiyên tal ji me re dibêje:

“Li Azerbaycanê naşiyên (ciwan) kurdan bes bi zimanê azerî dipeyivin, lê kesên navsere du zimanan dizanin.”

Divêt careke din bête pirsîn, gelo çima kurdên Ermenîstanê yên ku sînorên wan bi sînorê Azarbaycanê ve ye zimanê xwe parastin û her wiha bi pêş ve jî birin, lê li Azarbaycanê birayên wan dest ji zimanê xwe berdan? Li gor min ev diyardeyeke (fenomen) balkêş e, divêt diroknasên kurd mijûlî vê zuhura anormal bibin. Ne dereng, aniha, di vê heyam û serdema nuh de kurdnasên me divêt li pirêzeya xwe vegerin û gotina rast çi ye, bêtirs bînin ser zimên.

Ji bo ku dîsa em ji problema li ber xwe dûr nekevin, ez dê cardin vegerim ser rûpelên pirtûkên ku derheqê kurdên Azerbaycanê de ne. Arîstova, di pirtûka xwe de bi berfirehî li ser têkoşîna gelê kurd radiweste û vedigere ser mişextîbûna wan a ji Îranê û akincihbûna wan a li Azerbaycanê. Arîstova, mişextîbûna kurdan dibe sala 1807an û dinivîse, ku di vê salê de serokê malbatê Mihemed Sefî Soltan ji Îranê bi 600 malî ve derbasî sînorên Rûsyayê bûn û li Qerebaxê niştecih bûn. Jê pê ve jî, kurd di salên 1813, 1828 û 1914an de hatine Azerbaycanê.

Piştî Şoreşa Oktobrê û sazbûna Yekîtiya Sovyetan, Arîstova dibêje ku “Herêma Kurdan a li Azarbaycanê di salên 1920an de hate avakirin ku ev herêm ji van bajaran pêk dihat: Laçîn, Kelbajar, Kotulîn û Zengîlan.”

Kevintirîn gotara ku li ser kurdên Azerbaycanê ew e, ku di sala 1925an de li bultena Akademiya Zanistî ya komara Gurcistanê hatiye weşandin. Lêkolîna ku di vê bultenê de bi navê “Kurdên Azerbaycanê” li ser kurdan hatiye weşandin, di bin vî sernavî de, di nava du kevanên mezin de nivîskar babeta lêkolîna xwe wiha rave kiriye: “Çend Peyvên Etnografî”. Li gor ku xwediyê vê nivîsê G. Çûrsîn dinivisîne, “Kurdistankî Ûyêzd” ango Herêma Kurdistanê wek herêmeke îdarî di sala 1923an de li devera ku pirraniya rûştivanan kurd bûn, hatiye avakirin. Rûbera cografyaya Kurdistankî Uyêzd 3.105 fersex e. Lê rûnişvanên wê 44 hezar kes in. Ji sedî 80 (% 80) kurd û ji sedî 20 (% 20) azerî ne.”

Ji materyalên heyî tê xuyakirin ku Herêma Kurdistanê di nav şêngeha Azerbaycanê de bi hêsanî nehatiye avakirin, berovajiya vê yekê, di nav deh salan de xirecireke mezin li ser forma avakirna wê çê bûye. Ji ber vê yekê, di navbera du demên cihê de komîsyon û heyetên têkel hatine herêma kurdan û raporên xwe li gor dîtin û baweriyên xwe şandine cihên fermî yên ji xwe bilindtir. Komîsyona ku di bin serokatiya A. Bûkşpan de li sala 1930 hatiye şandin yek ji van komîsyonan e. Dû re, rapora komîsyona A. Bûkşpan wek pirtûkek bi navê “Kurdên Azerbaycanê” di sala 1932an de li Bakuyê tê belavkirin. Niha em dê bi firehî li ser vê pirtûkê rawestin.

“Şoreşa Oktobrê zincîrên kevin qetand û hin ji gelên windabûyî derxist meydanê, jiyan û pêşketineke nuh bexşî wan kir.(Stalîn)”

Nivîskarê pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” A. Bûkşpan bi van peyvên Stalîn rûpelên pêşîn ên rapora xwe dixemilîne. Jê pê ve jî di şûna ku Gelên Windabûyî mafên xwe li ser rûpelên pirtûka A. Bûkşpan cihê xwe bigirin, ditemisin û winda dibin!

Rapora Bûkşpan di despêka salên 1930an de, ne di berjewendiyên kurdan de bû. Lê niha ev materyal giranbiha ye. Çunke ew mafên herî hindik ku hukumeta Azerbaycanê di wê heyamê de tesbît kiribûn di roja îro de ew maf jî tune ne! Ji bilî viya, em bi saya vê pirtûkê li ser materyalên din ên derheqê herêma Kurdistanê de agahdar dibin. Di vî warî de numûne pirr in û em dê pêşkêşî xwendevanên xwe bikin.

Wek mînak, di havîna sala 1929an de heyeteke pispor di bin serokatiya Prf. B. A. Gurke-Kryajîn de diçe Kurdistana Azerbaycanê (Diyar e ku di wê heyamê de ev terîm bikar dihat. Lê heçî Bukşpan e, navê “Kurdistana Azerbaycanê” bi gotina qaşo! bikar tîne.). Mixabin, materyalên vê heyetê nehatine belavkirin. Bes bi alîkariya du gotarên serokê vê heyetê Gurke-Kryajîn, ku li rojnameyeka gurcî ya bi navê “Zariya Votoska (Elinda Rojhilatê)” di 12ê Tebaxa sala 1929an (no: 186/2154) û di 18ê Tebaxa heman salê de (no: 188/2156) hatiye weşandin, ku ew ligel firehkirina statuya Herêma Kurdî bûye. Lêbelê, A. Bûkşpan li dijî vê nihêrînê bûye û li gor baweriya wî ev yeka han di pirsa netewî de rasterast li dijî nihêrînên Marksîzm-Lenînîzmî ye. Û di warê siyasî de jî pirr kêmasî têde hene! Ne dûrî aqil e ku ji ber van kêmasiyên siyasî rapora Prf. Gurke-Kryjîn nehatiye qebûlkirin û her wisa jî nehatiye belavkirin. Her wiha jî dê ne dûrî aqil be, ew komîsyona ku di bin serokatiya A. Bûkşpan de hatiye şandin da ku wan çewtiyan li ser bingehê rastiya hebûna kurdan a li vê herêmê bide xuyakirin! Loma jî, ew muhawele dike ku hejmara kurdan li wir kêm bike. Li gor nihêrîna A. Bûkşpan gelek tirkên Azerbaycanî li ser nufûsa kurdan hatine qeydkirin!

Diyar e, ji ber van pirsên bi nakokî dê ji xwendevanan re ravekirina naveroka pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” bi firehî pêwîst be. Her wiha jî, dê nasandina formata wê jî pêwîst be. Ji ber vê yekê em dê li vir hin pêzanînan raxin ber çavan:

Pirtûk ji 92 rûpelan pêk hatiye, ji qalibê orte ye û 8 beş e. Ew jî ev in:

1.Pêşgotin.

2.Kurdên Azerbaycanê.

3.Erd û Sînorên Kurdistanê (Mebest, Kurdistana azerbaycanê ye - Nivîskar.)

4.Rewşa aborî li Kurdistanê.

5.Pêwendiyên civakî û aborî di nav kurdan de.

6.Berdewamiya avakirina êlî (eşîrkî) û avakirina sosyalîzmê.

7.Terkîba netewî.

8.Problema kurdî li Azerbaycanê.

9.Xerîteya cihên ku kurd têde dijîn.

Di beşa “Problema kurdî li Azerbaycanê” de nivîskarê pirtûkê vedigere ser materyalên arşîva navendî ya Azerbaycanê. Jixwe, ji vana jî tê xuyakirin ku pirsa wek herêmeke îdarî cudakirina Kurdistana Azerbaycanê gelek caran di nav endamên komîsyona hukumetê (ewên ku mijûlî vê pirsê dibûn) de û her wiha jî di rêxistina partiyê de bûye meydana munaqeşeyan. Pirsa kurdî wisa serê xwe radike ku heya di komîteya navendî ya Partiya Komînîst a Azerbaycanê de dibe sedemê stendina biryara şandina komîsyonê ya ji bo tesbîtkirina sînor û forma îdarî ya Nagornîy-Qerebax û Kurdistanê.

Di nihêrîna A. Bûşkpan de ev hebû, ku “Di nav endamên komîsyonê de tu şik ji bo dayîna Nagornîy-Qerebaxê nîn bû, lêbelê, ji bo Kurdistanê ev pêwîstî tune bû.”

Di wê qonaxê de pirsa kurdî li Azerbaycanê di hundirê çend mehan de tê nîqaşkirin. Meclisa Bilind a Azerbaycanê sê biryaran distîne. Ev biryar çi ne, nivîskarê vê kitêbê ji me re nade xuyakirin lê bes dîroka wan ji me re dibêje.

Li gor ku ew dibêje, biryara pêşî ya 21. 10. 1922an e. Biryara duyem, ya 20. 11. 1922an e. Û biryara sêyem jî, ya 30. 12. 1922an e.

Lêbelê digel viya jî di 13ê Kanûna 1923an de pirsa Kurdistanê dîsa tê nîqaşkirin. Du protokolên vê komîsyonê di arşîva Estîtuya Dîroka Partiyê de, bi navê “Stîpan Şaûmyan” hatine parastin. Ji têksta protokola pêşîn tê xuyakirin ku nêhêrînên endamên komîsyonan li ser pirsa Kurdistanê ne wek hev in. Ev tiştên han di nav biryar û pêşniyarên têkel de xuyanî dibin.

Têksta Protokola Pêşî

Du pêşniyar hene:

1.Cudakirina Kurdistanê wek herêmeke îdarî ya taybet, ku li ser bingeha mafên statuya herêmî ya ku pêwîst e ew bi desthilatiya navendî ve girêdayî be.

Kurdistan ji Cewanasîn, Şûngîn, û Kubatlî pêk tê. Sebeb (di têksta orîjînal de wisa hatiye gotin û mebest jê ev e, ku wek herêmeke îdarî sebeba cudakirina Kurdistanê): Dûrbûna Kurdistanê ji navenda Baku û veqetandina wê ji Qerebaxê û pirrbûna rûniştvanên wê ku 40 hezar kes in.

2.Kurdistan wek herêmek bi ser Qerebaxê ve girêdayî bimîne.

Têksta Protokola Duyem

Protokola duyem li ser rojeva civîna 7ê Temûza sala 1923an bi vî rengî hatiye:

Me bihîst (Birûsk).

2.Li ser Kurdistanê.

Me biryar stend:

Ji bo avakirina Otonomiya Kurdistanê dê navend û sînorê wê bête danîn. Piştî sînordanînê dê ji Otonomîya Nagornîy-Qerebax bête veqetandin.

Çi bi serê vê biryarê de hat û çima neçû serî? Em pê nizanin. A. Bûşkpan wiha rave dike:

“Dîroka pêşketina vê pirsê di pêş de ji me ve nexuyaye, lê ji biryara ku li dû wê hatiye stendin, wisa dixuye ku meqamên bilind miwafeqa xwe nedan û ji ber vê çendê ev biryar têk çû. Lêbelê di heman wextê de Kurdistan wek formek îdarî di forma “Îdareyê” de hate avakirin û di Tebaxa sala 1923an de Gûsî Haciyev (dibe ku ev nav bi awayekî din bête xwendin, lê ji ber ku bi zimanê rûsî wiha hatiye loma me jî li gor wî nivîsad) bû serokê komîta karger.”

A. Bûkşpan di nav pirsa kurdî ya li Azerbaycanê de hinek jî vedigere ser dîroka her çar perçeyên Kurdistanê û li ser vê pirsê radiweste da ku ji me re bibêje, “Tiştê ku me li azerbaycanê daye wan, zêdeyî serê wan e!” Ji bilî vî tiştî gelek çewtî di nihêrîna Bûkşpan a li ser dîroka gelê kurd de hene. Wek mînak, Bûkşpan serhildana Şêx Seîd ne tenê kevneperest dihesibîne, her wiha ew kesên ku beşdarî serhildanê bûne jî wek ajanên îngilîzan dibîne.

Li gor tê dîtin kurdên Azerbaycanê wisa bi hêsanî negihîştibûn mafên xwe ku di formek herî piçûk ji formên mafê netewî ye. Her wiha jî, em pê dizanin ku ew li ser bingeha hejmara xwe ya pirr gîhane vî mafî. Loma jî şovenên Azerbaycanî bi her awayî xwestine ku hejmara wan kêmtir bikin. Di vî warî de em dê bi tenê numûneyek ji pirtûka A. Bûkşpan bidin, ku dibêje:

“Di civîneke giştî de bi riya axiftina bi xelkê Çêraxê re me fam kir ku ji şeş malbatan;

1.Wavîlî

2.Kezaxlî

3.Fatiklî

4.Xelefî

5.Çûrûllo

6.Tomisto

Bes malabata “Çûrûllo” ya ku bi eslê xwe ji Mîrekê ye kurd e. Û ji vê malbatê bi tenê 20 kes dikarin bi zimanê kurdî bipeyivin! Heçî malbatên din in, bi kurdî nizanin û xwe tirk dihesibînin.”

Ger xwendevan dêna xwe bide, navê pênc malbatên ku A. Bûkşpan wan dike tirk, dê bi hêsanî bibîne ku ev nav bi qertafa ‘lî’ bûne tirk!

Pirsa ku bête kirin ev e, ku çima di civîna giştî de wan xwe kirine tirk? Em bi xwe pê nizanin lê tiştê ku em pê dizanin, ew malbatên ku di sala 1931ê de xwe kurd didîtin, pirraniya wan di roja îro de li ser dokumantên fermî bûne tirkên Azerbaycanê. Û tiştên din ên ku ji çavên kor jî nayêne veşartin jî ev in: Di sala 1923an de biryara Otonomiya Kurdistanê hebû. Wisa diyar e ku ev biryar ne li gor dilê hukumeta Azerbaycanê bûye. Ji ber vê çendê, bi lez û bez Îdareya Kurdî saz kirin û dû re jî ev mafê wan ê herî piçûk jî daqurtandin! Lê tiştê ku em niha dikarin bibêjin ev e, neheqiya ku li kurdên Azerbaycanê hatiye kirin ji ber çavan nayête veşartin.

Gelo ev yek çi tiştî bi pêş me kurdên Kurdistanê dike? Xwendevan dikare bi dehan pirsên din bike lêbelê tiştê ku divêt em ji bîr ve nekin ev e, mirovê bêxwedî kes lê nabe xwedî û ew neteweya ku xwe neparêze dê di ber lingan de here!…

Li gor ku tê gotin, di wê heyamê de ji bo bidestxistina kar û xwendina di zanîngehan de desthilata azerî kurdan tengav dikir; ger mirovek xwe wek kurd didît, riya pêşketinê li ber dihate girtin. Loma jî di dema jimartina akincihan de mirovên kurd ji tirsa windakirina karê xwe, di nasnemyan de li xaneya netew de kurdan “Azerî” dinivîsand. Û li gundan jî dema ku memûrên azerî ji wan dipirsî ku netewa te çi ye? Ger bersiv wek “Ez kurd im” bûya, hingê ewê memûr lê vedigerand û digot, “Ma tu ne musluman î?” Dema ku ewê kurd bigotana, “Belê” ewê memûr dîsa digot, “Em hemû musluman in, em hemû azerî ne. Ma çi ferq têde heye?!” Û bi vî awayî mirovên kurd bêyî zanebûn û îradeya xwe dibûn azerî!

Ji ber encama vê siyasetê hejmara kurdan ku di sala 1916an de nêzîkî 30 hezarî bû lê di hejmartina sala 1970an de dadikeve 250 kesî.

Lêbelê desthilata Sovyetan qet nepirsî, bê ev çawa bû ku ew civaka kurdî ya xwedî pirrzarok di hundirê 50 salan de di şûna ku ew zêde bibin de, ber bi tunebûnê ve çûn?! Lêbelê xêrnexwazên kurdan baş dizanîbûn ku çi dikin, bi tunekirina kurdan re dê îdareya wan jî nas nekin. Her bi vî awayî di salên 1930an de Kurdistana Sor wek realîteyek li ser cografyayeke îdarî û siyasî rabûbû û ji bo xapandinê be jî di çapemeniyê (rojname) de bi navê “Kurdistan” heya sala 1964an jiyana xwe berdewam kir.

Dijminên kurdan xebata xwe kirin û gihaştin armanca xwe. Gelo kurdan çi dikir? Bi vê pirsê em derbasî xala duyemîn a ji sedemên têkçûna Kurdistana Sor bibin.

Gelo me kurdan çima nekarî van kêmtirîn mafan biparastana? Ev gunehkarî ya kê ye? Beriya her tiştî divêt bête gotin ku di wê qonaxê de Kurdistan di rewşeke dijwar re derbas dibû. Li Tirkiyê kemalîstan bi her awayî gelê me bêçare kiribûn, û li başûr jî îngilîzan bi ereban re şerê kurdan dikir da ku ew bêmaf bimînin. Û li rojhilatê jî, şahînşahiyê bêhn li kurdan çikandibû. Bi gotineke din, kurdistan di nava dijwariyeke wisa de bû ku ew bi xwe pêwîstî bi alîkariyê hebû. Loma jî kurdên li welêt qet nikarîbûn ji birayên xwe yên li Sovyetan re bibine alîkar.

Lêbelê, heçî kurdên Sovyetê ne, yên ku xwediyê mafên bidestxistî bûn, bi her awayî li hember Kurdistana Sor xemsar man. Gelo çima? Pêwîst e ku li vir bête îşaretkirin ku civaka kurdî ji bilî belavbûna di nav Sovyetan de, belavbûneke wan a giyanî jî hebû! Belavbûna giyanî, ji tunebûna hestên netewî bû. Kurdên musluman ên nezan bêhtir ji pirsa netewayetiyê girîngî didan olê (ayîn, dîn). Kurdên yezîdî jî nasnameya xwe wek “Yezîdîtîyê” nîşan didan; ew jî dûrî hesta netewî bûn. Û zanayên civaka kurdî xwe wek komunîst nîşan didan ku enternasyonalîzm li ber wan ji netewayetiyê girîngtir bû. Ev herêm bi vî awayî ma li erdê û barê wê ketibû. Û tu dibêjî qey tunebûna Kurdistana Sor ji bo kurdan ji hebûna wê çêtir bûye!

Û heya bi zanayên kurd ên Sovyetan jî ne dûrî vê xemsariyê bûn. Rojek ji rojan ji van zanayan tu kesek derheqê babeta hebûn û tunebûna Kurdistana Sor de tu lêkolînek nenivîsand. Zanayên dîroknas ên kurd li ser hemû qonaxên dîroka Kurdistanê deqên xwe nivîsandin, bi saya vê yekê bûn lêkolîner, doktor û profesor, lêbelê kesek jî ji wan xwe bi nêzî babeta Kurdistana Sor nekir.

Ji bilî van sedemên li jor, sedemeke din jî ya olî (dîn) ye, ku hişt Kurdistana Sor winda bibe. Kurdên musluman ên ku xwedîyê “Îdareya Kurdî” bûn, desthilata Sovyetan gelek ji wan surgunê komarên Asyaya Navîn kir, ku mafê vegerê jî ji bo wan tunebû. Ewên mayî jî, ji ber vê tirsa surgunkirinê, desthilatiyê çi bigota, wan nedigot “Na!” Û azeriyan heta dawiyê vê yekê li hember kurdan wek suîstîmalek bi kar anî. Ne dûrî aqil e ku ji ber vê yekê kurdan di bin sîwana olî de bi hêsanî xwe wek azerî qebûl kirin…

Lê heçî kurdên yezîdî ne, wan bi çavên dijminatiyê li birayên xwe kurdên musluman dinihêrî. Birîna yezîdiyan a ji ber qirkirin û talankirinê hîn necebirî bû. Ji ber vê çendê, ew jî xwedî li Kurdistana Sor derneketin… Ev jî ne bêyî alîkariya Ermenîstanê bû; ger azeriyan bi asîmilekirina kurdên li cem xwe, kurdên Krdistana Sor tune kirin, hingê ermenan jî bi riya xwedîlêderketina li kurdên li “Cem” xwe hiştin ku ew jî bi dûr bikevin.

Lîstika van her du komaran (Ermenîstan û Azerbaycan) piştî herifîna Yekîtiya Sovyetan jî berdewam bû. Di qonaxa şerê li ser Qerebaxê yê di navbera Ermanîstan û Azerbaycanê de ev lîstik bi şêweyeke vekirî hate lîstin. Dema ku Ermenîstanê di encama şer de Qerebax û herêma Kurdistana Sor xistin bin destê xwe, hingê ji kurdan xwestin ku ew vegerin herêma xwe û bi xwe jî îdareya xwe bikin. Tiştê ku girî û ken bi xwe re dianî, danîna Hukumeta Kurdî li Erîwanê, ku wek ordiyeke bêleşker bû! Û dema ermenan dîtin ku kurd bi ya hukumetê nakin û venagerin ciyê xwe, çawa ku wê hukumetê bi destê xwe çêkiribûn, her wiha bi destê xwe xira jî kirin û pirsa Kurdistana Sor ji holê rakirin.

Ev dibe ji dehsalan zêdetir ku Qerebax û pê re jî herêma Kurdistana Sor di bin kontrola artêşa (ordu) Ermenîstanê de ne. Îcar pirsa Kurdistana Sor ji aliyê Ermenîstanê ve hîç nayête ser zimên. Kurd, çawa ku berê jî ne di bala kesî de bûn, niha jî her wisa ye. Lê tiştê balkêş ev e, êdî azerî kurdan didehfînin (teşwîk dikin) ji bo doza mafê xwe yê herêma Kurdistana Sor ji Ermenîstanê bikin.

Kurdên nuh jî, çawa ku li heyamên berê xwedî li herêma xwe derneketibûn, niha jî her wisa dernakevin. Û birîna Kurdistanê ji mêj ve bûye pênc birîn.

**********

Ev gotar, ji Kovara NÛBÛN, hejmara 57-58, Çiriya Pêş în, Çiriya Paş în, 2004, Hewlêr-Kurdistan hatiyê wergirtin, lê ji bo Kovara BÎR bi tenê ji aliyê rêzimanî ve hatiye redaktekirin (R. Lezgîn)


(Çavkanî: Kovara BÎR, Hejmara duduyan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)