Rastîyên Konfederasyona Êlan a MED
LÊ K’A, ÊDÎ R’ASTÎ LI K’U MA?..
Divê mirov dîrokê, wek ku heye, wisa bixwîne!
Ezîz ê Cewo
Di hejmarê 3(117) û 4(118) ên r’ojnameya «Свободный
Курдистан» (“K’urdistana Azad”, a ku bi r’ûsî û kurdî di Moskovayê da dertê) ên
maha adar û nîsana 2013-an da p’arç’eyek ji p’irtûka r’ojhilatzanê navdar V. F.
Mînorskîy a “Yên k’urd” hatibû weşandin. Ev p’irtûka hê berî Şoreşa Oktobêrê ya
Mezin, sala 1915-an di bajarê Pêtrogradê (Sankt-Pêtêrbûrga îro) da hatibû
weşandin. Di r’ojnameyê da sernivîsa wî p’arç’eyî wek “Mînorskîy di
derbarê k’urdan da” danîbû. Gotar bi xwe bi r’ûsî bû (ew destxweda danîbûn ser
r’ûp’elên întêrnêtê jî: http://www.kurdishcenter.ru/index.
php?option=com_content&view=
article&id=4187:2011-11-02-11-44-11&catid=45&Itemid=78)
Bi r’astî, dema min ev sernvîs di r’ojnameyê da dît, min
got, dibe ku, ewê gotarek be, di derbarê p’irtûka r’ojhilatzanê navdar da. Lê,
dema min xwend û dît, ku ew her t’enê jibergirtina p’êrç’eyekî wê p’irtûkê ye,
ez mat’ma bûn...
Wek ku tê zanîn, r’ojnameya “K’urdistana azad” ne weşanek a
zanistî ye, yan jî, qe na, r’ojnameyek a zanistî-civakî jî nîne. Û, heya, eger
ew weşanek a wisa jî bûya, dîsa, ew p’arç’e wê bi şirove û nirxandinan va
bihata weşandin, ji ber ku, piştî derdorên 100 salan, di zanista
r’ojhilatzanîyê da (û ne t’enê di wî şaxê zanistê da!) ewqas agahîyên
dîrokî û vekirinên zanistî derk’etine holê! Konfêrans û sîmpozîûmên zanistî
pêkhatine. Axavtinên wan civînan, gotar û berhemên zanistî yên cuda, wek
p’irtûk, hatine weşandin. Û, eger Mînorskîy bi xwe zêndî bûya, dibe ku,
ewî gelek aspêktên t’êorîya xwe ya zanistî, yên ku wî di dema xwe
da pêşda k’işandibûne, jinûva li ber ç’avan r’a derbaz bikir.
Lê, dibe ku berpirsyarîya r’ojnameyê yan hewl daye r’ûp’elên
wê dagire-t’uje bike, an jî armancek a wan a din hebûye? An – na, mirov
weşandina vî p’arçeyî li ser r’ûpelên vê r’ojnameyê çawa dikare şirove bike?
R’ojname, ya ku p’eywira wê ya yekem ew e, ku ji xwendevanên xwe r’a t’enê
r’astîyê bibêje...
Lê, em armancan li alîyekî daynin, wê sûc be, her çiqas jî
bi derengî be, eger mirov wê nivîsê şirove û r’aveneke û r’astîyan dernexe
holê. Û ew çiqas jî dijwar be, ger mirov bixaze, û r’st lê biger’e, wê bikaribe
bibîne, û ewê bike destanîna civaka zanistî û r’aya giştî…
Hema em di sêrî da bibêjin, ku di vê nivîsê da, heya, eger
mirov bi ç’avê destanînên zanistê yên vê serdemê nenihêr’e jî, nak’okîyên
berbiç’av r’astî wî tên
Ji van nak’okîyan a yekem ew e, ku di vê nivîsê da tê gotin,
ku dema ermenî ji Frîgîyayê hatine Asîya Biç’ûk, xwedêgiravî, p’adşahtîya Ûrartû
dagerkirine. Lê bi agahêyên dîrokî, wê demê, çaxê ku ermenî hatine wê herêmê,
p’adişahtîya Ûrartû êdî nînbûye. Ew êdî ji hêla Medîyayê va htibûye dagerkirin,
û bûye p’arç’eyekî wê împêratorîyayê. Ji ber wê jî ewan nikaribûn wê
dagerbikin.
Weha, di derbarê wê da di wî p’arç’eyê pi’rtûka Mînorskî da
çi tê gotin: “... Em dizanin, ku, qe na, bi ziman, k’urd ne t’enê arî ne, lê
wsa jî ew dik’evin nav k’oma îranî, ya ku tê zanîn. Ji vê jî, welatê wan (an ê
zimanê wan) – bi dibeyek (îhtîmal) a meziт li R’ojhilatê ne...dema medan
bi hevpeymanên xwe r’a Asorêstan jihev balavkirin (sala 607-ay a berî Z.
Î.), beşekî k’urdan ê mezin berbi R’ojava va livya. Ji bo hemberhevkirinê divê
bê gotin, ku cînarên here nêzîk û yên sedê salan ên k’urdan – ermenî,
derdorê wan deman ji Frîgîayê hatin, p’adişahnîya Ûrartû dager kirin (gel, ê ku
bi t’emamî ji esilekî dinê bû), li derdorên Wanê binecîh bûn. Bi wî awahî, eger
r’eyên (k’ok) ermenîya li bakûr-r’ojava ne, lê r’eyên k’urdan li r’ojhilatê ne”
(cudakirin a me ye. – E. C.).
Em li vir bidin zanîn, ku naha ji hêla zaniztê va demek a
din a r’ûxandina dewleta Asorêstanê hatye zanîn, ew – sala 612-an a berî
B.Î. Û, ji bilî vê, eger tê gotin, ku ermenîyan di wan deman da p’adişahtîya
Ûrartû dagerkirine, divê ew p’adişahtîya hebûya? Û, eger, heya ew padişahtîya
hebûya jî, wê demê hêza wan p’enaberan divê ewqas gewre bûya, ji bo bikaribûna,
ew p’adişahtî r’ûxandina, û xaka wê dager bikira?!
Û, ji ber ku, wê demê p’adişahtîya Ûrartû êdî ji berê va
k’etibû nav sînirên Medîyayê, ya ku ji bona wê demê dewleteke gewre û bi hêz
bû, ji bo wê jî pirs dertê holê, k’a ermenîyan ew xakana çawa “dagerkirin”?!
Di derbarê vê da agahîyên balk’êş li bal lêger’înerê k’urd
Ek’rem Cemîl P’aşa hene. Weha, ew çi dinivîse: “...Ermenîyan di sala 600 B.Z.
da (ev hejmar, wek ku tê xuyanê, bi texmîn e.– E. C.) ji Tirakya hatin
Asyaya Biçûk. Di vê navê da, Key Aksar Nînwa vekirand, Sît ji Asîya Biçûk
qewirandin, Armenya, Pont û Kapadkiya bi welatê xwe va girê da. Ta windabûna
Şahînşahiya Kurdistanê bi destê Îskenderê Mezin, Ermenî 300 sal bûn berbendên
Xwehermenda Keyaiyan, ango berbendê Şahinşahiya Kurdan” (binihêre: Ekrem
Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi kurtebirî, Bruksel, 1995, r’û: 231 –
234).
Em li vir tiştekî bidin zanîn û paşe nirxandinên xwe
bidomînin: wê dema ku tê gotin, bi wî şêwazî, Ermenîstan hê t’unebû, û, dibe ku
mabesta xudanê vê p’irtûkê Ûrartû bûye.
Û, ya din, ji bo Ek’rem Cemîl P’aşa Medîya û dewleta
k’urdî heman tişt in. Û ew jî xwezayî ye, ji ber ku, k’urd bi xwe ne
t’enê xwe med dihejmêrin, lê, her weha, ew xwe wisa dizanin û hîs jî dikin. Û,
Mînorskî bi xwe jî bi bawerî di derbarê wê da dinivîse, ji ber ku, wek ku tê
xuyanê, agahîyên xwedî bawerî li ber destê wî hebûne. Di derbarê wê da wisa jî
cînarên k’urdan ên here nêzîk, ermenîyan jî ew dizanibûye. Ew ji bo ermenîyan
jî rêalîteyek bûye. Agahîyên dîrokî hene, ku heya sedasala XVI-an eremnîyan
gotine med, k’urd têgihîştine; gotine k’urd med têgihîştine.
Agahîyên weha îro jî di ç’avkanîyên kevnar ên ermenîyan da
hene. Li vir em her ji wan du belgeyan bînin:
“... Berbangê zû yên med hatin, ên ku ji wan r’a k’urd tê
gotin”. – Ev bûyer, a ku di derbarê wê da li vir tê gotin, ango hatina
k’urd-medan ber dêra ermenîyan a T’spinê, 19-ê gulana 1426-an pêk hatye
(binihêr’e: Արիստակես Տևկանց, Հայերգ, Թիֆլիս, 1882, էջ175- 180.//Arîstakês
Têvkants, Hayêrg, T’îflîs, 1882, r’û: 175 – 180. Bi zimanê ermenî).
Û:
“... K’urd, ên ku binecîyên wî welatî ne, ji wan r’a med tê
gotin” (binihêr’e: Հայաստանի Մատենադարան, XVI դարի ձեռագիր,
№ 1495, էջ.Էջ.
142ա
և
142բ.
//Matênadaranê Ermenîstanê, Înstîtûna destnivîsarên kevnar, destnivîsara
sedasala XVI №1495, r’ûpelên 142a û 142b, bi zimanê ermenî).
Agahîyên weha wisa jî li bal lêger’înerên ermenî yên demên
nêzîktirî me jî hene – ên destpêka sedsala XX.
Û, yek jî: wek ku heman Ek’rem Cemîl P’aşa dinivîse, dema
p’enaberên ermenî li wê herêmê xuyabûne, k’urdan erd dane wan, ji bo ku ew têda
bi cîh û war bibin (dîsa li heman cîhî da). Ya bêhtir nîzîkî heşan e, ew
e, ku desthilatdarîya Medyayê ji parç’eyê Ûrartûyê yê Başûrê Kafkasîyayê erd
dabe wan, lewra ku ewan erdanaa ne ewqasî bala wan k’işandibûye, ji ber ku
mirov têda pir’ kêm bûne, an jî, ji hêla kontrolkirinê va ew bi pirsgirêk bûne.
Ma ne, ew herêm, ên ku di bin destê Medyayê da bûne, bê ser û bin bûne!?
Di derbarê bûyerên wê demê da agahîyên balk’êş di dîrokên
Medîyayê û Ûrartû da hene. Van agahîyan îro mirov hêsan û azad dikare di
întêrnêtê da bibîne, û hîç pêwîst jî nake, ku her’e ber derê pirtûkxaneyan. Va,
hinek p’arç’e ji wan:
Di derbarê Medyayê da:
“... Zûtirekê (piştî salên 70-yan ên sedasala VII berî B. Î.
– E. C.)... Binemala binecî, ya dadger Dayûkû desthilatdarîya Medyayê dike.
...Dema nevîyê wî – Ûvaxşatr (bi yewnanî – Kîak’sar), med û babêlonîyan bi hev
r’a dewleta gewre ya Asorêstanê r’ûxandin. Piştî wê Mêzopotamîya Bakûrî
gihîştye Medyayê; pey wê r’a Ûvaxştra Ûrartû dager dike û êrîşê dibe ser
p’adşahtîyên hûrik ên r’ojhilatê Asîya Biç’ûk; piştî şer’ekî demdirêj ew bi
serk’evtinî Anatolîyayê bi Lîdîyayê r’a p’arvedike û çemê Galîsê (Kizin Irmak)
jî dibe sînorê di navbera wan da. Bi wî awahî, heya dawîya p’adişahtîya
Ûvaxştra Medya digihîji bilindaya bihêzbûna xwe ya here jorîn, û dibe xwedîya
hemû Îrana îroyîn, Çîyabilindîya ermenîyan, Bakûrê Mêzopotamîyayê û r’ojilatê
Asîya Biç’ûk” (http://ru.wikipedia.org
/wiki/%CC%E8%E4%E8%FF).
Û – di derbarê Ûrartû da:
“... Di encama têkçûnên ji Asorêstanê û serhildanên serokên
herêman, Ûrartû beşekî mezin ê xaka xwe winda dike. Di sedasala VII a berî B.Î.
di Başûrê Kafkasîyayê da Ûrartû hê asûnên (pozîsîon) xwe dip’arêze. R’ûsayê II
(685–645 berî B.Î.) li vir kelayan ava dike. P’adişahên Ûrartû ji bo têk’oşîna li
hemberî tor’inên (dewlemend) serhildêr destpêdikin, k’omên sît û k’îmêrîyan ên
bi k’irê tînin alîyê xwe. Bi alîk’arîya wan ew wisa jî sala 676-an berî B.Î.
p’adişahtîya Frîgîyayê diperçiqînin. Bi bihêzbûna P’adişahtîya Medyayê ra
Ûrartû û Asorêstanê nêzîkî hev dibin. Lêbelê di destpêka sedsala VI a berî B.Î.
dû Asorêstanê r’a Ûrartû jî tê dagerkirin û dik’eve nava sînorên Medîyayê” (http://dic.academic.ru/dic.nsf/bse/143132/%D0%A3%D1%80%D0%B0
%D1%80%D1 %82%D1%83).
Û, ya dinê jî: hinek lêk’olîner dibêjin, ku dema kur’ê
Rûsayê II Sardûrê III (derdorê salên 639—625-an berî B. Î.), êdî Ûrartû bibû
wek tor’inîyek a vassal a bi Asorêstanê va girêdayî (http://ru.wikipedia.org/wiki/%D0%A3%D1%80%D0%
B0%D1%80% D1 %82%D1%83).
Binihêr’in, êne bersîva pirsa: “Gelo çima, jinişkêva,
ermenîyan Frîgîya terikandin? hema li vir e” – Va ye, ew: “P’adişahên
Ûrartû di têk’oşîna li hemberî t’or’inan destpêdikin, komên sît û k’îmêrîyan ên
bi k’irê tînin alîyê xwe. Bi alîk’arîya wan wisa jî sala 676-an berî B.Î. ew
p’adişahtîya Frîgîyayê dip’erç’iqînin”.
Helbet, dikare, wisa jî sedemên din hebûne.
Balk’êş e, ne? – P’adişahên Ûrartûyê p’adişahtîya Frîgîyayê
dip’erçiqînin, û, dibe ku, ew bû sedem, ku ermenî neç’ar bin, meskenê xwe
bit’erikînin. Û, heya ew li pey p’eydakirina warekî ji bo jîyanê li ser r’êyan
bûne, dewleta Ûrartû êdî ji hêla art’êşa medan va tê r’ûxandin, û hemû xakên wê
digihîjin Medyayê. Û paşê p’adişahê Medyayê beşekî ji xaka Ûrartûyê, yên ku ewî
bi xwe dagerkiribûn, dide wan ermenîyn, ên ku ji Frîgîyayê r’evîbûn!?..
Lê naha jî, nakokîya duyem: peyr’a di p’arç’eyê p’irtûka
Mînorskî da em dixwînin: “T’u guman nîne, ku k’urd jiberekêva p’arçeyekî
p’adişahtîya ermenîyan zevt dikin, ya ku di sedsala XI da bi dawî dibe, û di
gelek cîyan da ew ne li ser xaka xwe ya bingehîn r’ûniştine”.
Mirov dikaribû li vir bigota, ku li jorê êdî bersîva vê pirsê
hebû. Yan jî mirov dikaribû bigota, ku agahîyên dîrokî, ên ku li jorê hatine
dayîn, lap tiştekî din ji mirov r’a dibêjin. Lê dîsa jî, mirov divê wan
“têbînîyên” xudanê pirtûkê bi awayekî r’avebike bike, û wan hemûyan bi
belgeyên dîrokî şirove buke.
Ji bo ku ew bê têgihîştin, em ji wê destpê bikin, k’a ermenî
k’engê û li k’u bûne cînarên medan//k’urdan. Û, li vir çi balk’êş e, ku ji bo
r’avekirina pêvajoyên dîrokî zimanzanî tê alîk’arîya me. Pirs di wê da ye, ku
k’urd bi xwe ji xwe r’a dibêjin: med, gelên din ji medan r’a dibêjin: mēdoi,
maδ, māda, midi, ay, lê hema ermenî dibêjin mar//մար, û Medîyayê r’a jî dibêjin: Marastan//Մարաստան.
Li vir pirs dertê holê:
– Çima?
Demekê ji bo pirsek a dinê me hinek mînak anîbûn, k’a çawa
hinek gel xwe bi cûr’eyekî nav dikin, lê gelên cînar – bi cûr’eyekî din.
Mînak, alman, bi xwe, xwe Deutsche navdikin, lê welatê xwe– Deutschland,
r’ûs ji wan r’a wan nêmêt’s//немец, lê ji welatê wan r’a Gêrmanîya//Германия
dibêjin, hinek wan gêrman nav dikin, hinek din, alman, û welatê wan jî –
Almanîya. K’urd heya naha jî T’irkîyayê R’oma r’eş nav dikin, ji ber ku t’irk
hatine, Vîzans dagerkirine û di welatê wan da r’ûniştine. Kurdan jî ji Vîzansê
r’a gotine R’oma (ji navê Împêratorîya R’omayê ya R’ojhilatê), û makdêra “r’eş”
jî lê zêdekirine, ji ber ku k’urdan ji dûrva di derbarê zulm û zora wê
împêratorîyayê da nebihîstine. Ermenî ji xwe r’a hay//հայ dibêjin,
gurcîyên cînar wan wan somêx nav dikin, lê yên din– ermeni, yan
Armenians. Gurcî bi xwe ji xwe r’a kartvêlêbî//ქართველები dibêjin,
ermenîyên cînar wan viratsî//վրացի navdikin, r’ûs dibêjin
grûzîn//грузин, lê yên din– Georgians, yan jî gurji…
Pirs dertê holê: “Çima gelên cuda heman welatî bi şêwazên
cuda nav dikin?” – Pirs di wê da ye, ku gelên cuda ji t’erefên cuda va
cînartîya heman welatî kirine û bi berekên (qebîn//eşîr) wî welatî yên cuda r’a
p’êwendî danîne. Û di encamê da, her yek ji wan hemû gelê wî welatî bi r’êya
berekek a konkrêt naskirye û ew wek hemû gelê wî welatî p’ejirandine. Û li ser
wê bingehê jî, ewan gelê wî welatî bi navê wê berekê navkirine, û anegorî wê jî
nav li welatê wan danîne.
Lê naha, em veger’in ser nirxandina wê pirsê, k’a çima
ermenîyan med wek mar (մար) navkirine (û îro jî wisa
dibêjin), lê Medîyayê, wek – Marastan (Մարաստան). Di dema xwe da, dema ermenî ji
Frîgîyayê hatine vê herêmê, li navçeyên nêzîkî sînorên Medîyayê cî bûne (li
jorê binihêr’e), û, wek ku ji belgeyên dîrokî tê zanîn, ewan bi medan r’a ji wî
alîyî va p’êwendî danîne û ew naskirine, li k’u bereka mardan maye (li
xerîteyên Ûrartûyê binihêr’e!). Û, ji ber ku ermenîyan p’êwendî bi mardan r’a
danîne, ji bo wê jî hemû welat, ango, Medya Mardastan navkirine. Lê paşê, bi
r’êya pêvejoyên p’eyvguhêrîyê p’eyva mard bûye mar , lê peyva Mardastan -
Marastan.
Û, tiştekî din jî. Ew, ku ermenî paşê, hê dereng li Wanê
(Tûşpayê) dîyar bûne, ew fênomênek a dîyar e: ji demekê va (ji sedsalên navîn
va) ermenî ji bo k’arp’eydakirin û bazirganîyê, bi girseyî çûne bajarê
Bak’ûyê û Tîflîsê, û derdorê salên1920-an di wan bajaran da ewana di nav
niştecîyan da bibûn pir’anî. ...Û, eger ne ew guhartinên dîrokî yên wê demê
bûna, yên ku di jîyana Başûrê Kafkasîyaê da pêk hatin, ewan bajarana dikaribûn
bibana yên ermenîyan...
Naha em binihêr’in, k’a çêbûna peyva mar di nav wêjeya zanistî
ya r’ojhilatzanîyê da çawa tê şirovekirin. Li vir dû nêr’înên dijber û
hevr’edkir hene. Em bicêr’ibînin, r’avebikin, k’a ji wan k’îjan bi
zanistî tê piştrastkirin.
Di sêrî da em nêr’îna zanîyar-r’ojhilatzanê sovêtî Î.M. Diyakonov
r’avebikin. Em binihêr’in, k’a ew di p’irt’ûka xwe ya “Dîroka Medyayê” da çi
dinivîse: “Divê bê zanîn, ku şêwazê mar an mar-k’ ên li bal nivîsk’arên
ermenî tên bik’aranîn, divê mirov t’enê bigihîne navê medan, lê her ne navê
bereka mardan, her çiqas herdu bi şêwazê xwe va mînanî hev in: p’eyva mar, a ku
di zimanê ermenî yê kevnar da heye, ew ji p’eyva part’avî ya maδ ê, ya ku ji
hêla xwe va anegorî şêwazê māda –ê kevnar e; ji alîyê dinê va şêwazê med-aci di
zimanê ermenî da ji têrmîna yewnanî ya mēdoi tê, ya ku bi qanûnî digihîje
şêwazê *mādoi yê di zaravê îonî yê wêjeyî da, ev jî ji hêla xwe va anegorî
qanûnan şêwazê māda dide. Şêwazê r’ûsî yê «мидяне», ango, “yên
mîdî” digihîje bilêvkirina şêwazê mēdoi, wek midi di yewnanîya hê nêzîk da”
(binihêr’e: Дьяконов И. М., «История Мидии», Москва – Ленинград, 1956, стр.
44.//Diyakonov Î. M., “Dîroka Medîyayê”, Moskova – Lênîngrad, 1956, r’û.
44).
Li vir, berî ku dest bi r’avekirina hemû têbînî û nêr’înan
bikin, em bidin zanîn, ku şêwazê med-aci,ya ku Diyakonov tîne, di zimanê ermenî
da wek mêdat’sî tê gotin, û tê wat’eya medyayî, ango, yê ji medyayê. Ev p’eyva
ji k’urdî hatye hildan: k’urd ji welatê medan r’a dibêjin Medya. Û ermenî
carana, şûna wê, ku bibêjin, an binivîsin, marastant’sî, ango, yê ji Marastanê,
bi heman wat’eyê gotine mêdat’sî. Bi r’astî jî, k’a, em binihêr’in,
p’eyva mêdat’sî bêht’ir sade ye, hêsantir tê gotin û xweş jî tê bihîstin.
Ne wisa ye?
Lê naha em binihêr’in, k’a di derbarê vê da yek ji zanyarê
navdar ê serdema Sovêtê N. Marr çi dibêje: “...navê māda bi ā –ê
dirêj digihîje p’eyva mard,wek arxîtîpekê (ango, wek tîpek a bingehîn. – E.
C.), lê ji hêla xwe va di zimanê ermenî da navê medan bi xwe, xût dibe mar ...
” (Марр Н. Я, Избранные работы, М – Л, 1935, том V, стр. 487//Marr. N. Ya.
Marr, Nivîsên bijare, M – L, 1935, cilda V, r’û. 487).
Li ber ç’avan e, ku nêr’îna N. Marr bêhtir anegorî qanûnên
zanistî yên r’avekirina (analîz) dengsazîyê û êtîmologîyê ye... Ango, r’êbaza
r’avekirina çêbûna p’eyvê anegorî qanûnên zimên ên hindur’în e. Ma ne,
p’eyvandina zimêm a zêndî matêrîalî ye û, ji ber wê jî, t’aybetîyên guhar’tinên
di wî da jî matêrîalî ne. Ango, ziman ji sazîya sîstêmî pêk tê, û di hundir’ê
wê da jî guhar’tinên wê t’enê anegorî qanûnên wê yên hindur’în pêk tên.
Û, lewra jî, heya, eger miro wan t’enê bîne r’ex hev, tê xuyanê, ku p’eyvên
mard û mar bi sazîyên xwe yên dengan va bêht’ir nêzîkî hev in. Lê, eger,
em bibêjin, şêwazên p’eyvan ên mēdoi, maδ, māda, midi ên“bi zaravê wêjeyî yê
îonî”, ku Diyakonov dibêje, wê t’ucar nikaribin şêwazên bi dengdêrê –r
bisêwirînin, her çiqasî jî em wê bixwazin! Ew jî ji ber wê sedema sade
ye, ku di şêwazên wan p’eyvên jorê da dengdêrê –r nine. Û, bi
xwezayî, şêwazê mar dikaribû t’enê ji p’eyva mard çêbibûya, ew jî di encama
pêvajoyên p’eyvguhartinê da, bi asîmîlebûna dengdêrê –d ê dawîyê.
Û ev dîtina ji alîyekî dinê va jî, ne bi r’astedêrî me tîne
ser heman nêr’înê: binihêr’in, ermenîyan divê çima cînarên xwe bi hinek p’eyvên
yewnanî navbikirana, dema ku ew bi xwe bi wan r’a di nava p’êwendîyan da
bûne û bêyî navbeynk’arîya hinekan ew bi nêzîk va naskirine. Û, heya, eger em
bibêjin, ku ew şêwazên p’eyvên yewnanî yên li jorê ji wan r’a nas bûne, lê wê
demê çima wana, li şûna ku bi p’eyvên yewnanî yên jorê medan nav
bikin, ji wan r’a gotine mar. Ji bilî wê, hê ne dîyare jî, k’a gelo, ew
şêwazên wan p’eyvên “bi zaravê wêjeyî yê îonî” çiqasî ji ermenîyan r’a nas
bûne. An jî, ji bo cînarên xwe navbikin, hîç pêwîst jî nedikir, ku ermenî
r’abûna-biçûna Yewnanistanê (bi siyarî an peya), ji bo ku pê bihesin, k’a
yewnanîyan ji med r’a çi gotine. Ji bo çi? Anegorî k’îjan heş û
aqilan? Ma ne, ermenî êdî bibûne cînarên medan li wî alîyî va, li ku mard mane
– li alîyê Mardastanê va.
Û ji bilî van hemûyan, wisa jî bi xwe xerîteyên
dewleta Ûrartû hene: ya salên 713 – 715-an, berî B. Î.(dema serdarîya R’usayê
I) û ya salên 680 – 610-an, berî B. Î. (dema serdarîya R’usayê II û Sardûrê
III). K’a, em li wan xerîteyan binihêr’in.
Li vir dîmenekî balk’êş dertê holê: xût li r’ex Tûşpayê bi
tîpên mezin hatye nivîsandin Mardastan. Lê piştî ku medan dewleta
Ûrartûyê dagerkirine (wê demê, dibe ku ermenî hê li Frîgîyayê, yan
jî, di r’ê da), Mardastan bi herêmên din ên Ûrartûyê va dik’eve nav sînorên
Medyayê (em li xerîta Medyayê binihêr’in). Û, bi xwezayî, dema ermenî ji
Firîgîyayê hatine-gihîştine wan navçeyan, ew li ser wan erdan bi cîh û war
bûne, yên ku medan dane wan, ew jî erdên Urartû yên li Başûrê Kafkasîyayê bûne,
yên ku nêzîkî Mardastanê bûn (welatê mardan, di nav sînorên Înpêratorîha
Medayayê da). Û ji ber wê jî ermenîyan ew welat (Medya) di destpêkê da bi
Mardastan navkirin, lê med jî – mar. Hê dereng ji p’eyva mard di zimanê
ermenî da, wek ku êdî li jorê jî hatye gotin, dengdêrê dawîyê jê – d diwere, û
ew p’eyva wek mar tê bilêvkirin. Li vir ji bo guhartinek a wisa, dibê ku
sedemên p’sîkologî jî hebûne: ma ne, p’eyva mard di zimanê ermenî da dihat (û
îro jî) tê wat’eya merî//mirov, her weha, dibe ku wê yekê jî r’ola xwe lîstye,
ku zimanê ermenî bi sazîya xwe ya r’êzimanî ya hundur’în va ji zimanên din ên
hindewropî coda dibe, di nav wan da, her weja, ji zimanê k’urdî jî...
U, bûyerek a dinê jî, ya ku ji wan kêmtir balk’êş nîne.
Medan ne t’enê xak dane p’enabern ermenîyan, lê, her weha, ji bo wan dewlet jî
avakirine, ango bûne damezirenêrên dewleta yekem ya ermenîyan.
K’a, em binihêr’in, di derbarê wê da bavê dîroka ermenîyan
Movsês Xorênat’sî çi dinivîse (sedasala V a piştî B.Î.):
“Û, weha, dilê min ne bi kêmanî şad e û ez şahnaz im, ku ez gihîştime wê demê, dema ku peyhatîyên pêşîyê me yê bingehîn digîjin şan û
r’ûmeta p’adişahtîyê.
Varbakêsê ji nivşên medan, ... wisa jî t’or’inê me yê mêrxas
Parûyr digihîne xwe, û soza r’êz û nîşanên p’adişahtîyê didê”. –
Li vir divê bê gotin, p’adişahê Medyayê, yê ku t’or’inê yekem ê ermenî ji bo textê p’adişahtîyê t’acîdar dike, navê wî ne Varbakês bûye, ew Kîyaksar bûye; ev nava Xorênat’sî ji hinek ç’avkanîyan hildaye, yên ku ji hêla me va nayên zanîn. – E. C.).
Li vir divê bê gotin, p’adişahê Medyayê, yê ku t’or’inê yekem ê ermenî ji bo textê p’adişahtîyê t’acîdar dike, navê wî ne Varbakês bûye, ew Kîyaksar bûye; ev nava Xorênat’sî ji hinek ç’avkanîyan hildaye, yên ku ji hêla me va nayên zanîn. – E. C.).
Êdî di cîyekî din da Xorênatsî ne r’astedêr piştrast dike,
ku padişahê Medyayê soza xwe pêk anye, û t’or’inê ermenî t’acîdar kirye, û li
wir jî lîsteya serdarên ermenîyan, li r’ax wan jî navên p’adişahên
Medyayê, yên hemdemên wan tîne. Weha, Xorênat’sî p’adişahê ermenî yê yekem çawa
dide nasîn: “... em lîsteya p’adişahên me sererast bikin, li r’ex wan wisa jî
navên p’adişahên Medyayê binivîsin. ...lê padişahê me yê yekem, yê ku ji hêla
Varbakêsê (bixwîne Kîaksar. – E. C.) medyayî va hatibû t’acîdarkirin, Parûyrê
kur’ê Skayordî bû ” (bi hûrbînî binihêre: Մովսես Խորենացի, Հայոց
պատմություն,
Երևան,
1991, էջ
123–131//Movsês Xorênatsî, Dîroka Ermenîstanê, Yêrêvan, 1991, rû. 123–131).
Û naha bila xwendevan bi xwe ji bo xwe dîyar bike, k’a
k’urdan çawa “dikaribûn” jiberekêva beşekî p’adişahtîya ermenîyan zevtbikin”
... û, ku ew li k’îjan deveran “ne li ser erdên xwe yên r’esen
r’ûniştine”.
Ma çawa dibe? Ma ne, ç’avkanîyên dîrokî di derbarê tiştekî
dinê da dibêjin: k’urdan bi xwe xak dane ermenîyan, ji bo wan dewlet sazkirine,
p’adişahê wan ê yeken t’acîdar kirine... û îro jî, bi r’ayê çarenûsê (qeder)
bûne gunehbar û hinekan berê xwe jê veger’andine?!
Lê ew, ku piştî çend sedsalan beşek ji xaka k’urdan ji hêla
Tîgranê mezin va hatibye dagerkirin (demek a kurt bûye), ew jî, bi serê
xwe, dîrokek a din e...
Eger mirov wisa nêzîkî pirsê bibe, wê demê, r’ûs îro bêht’ir
mafdar in, hesabê xakên Qazaxisatanê, Qirqizisatnê, T’ûrkmênistanê,
Tacîkistanê, Ûkraînayê, Polonîyayê, Fînlandîyayê, Bêlor’ûsîyayê, K’omarên
R’exbaltîkayê, Gurcistanê, Adirbêcanê û Ermenîstanê bikin, ...ji
ber ku ew hemû di paşerojek a ne zêde dûr da di nav sînorê Împêratorîya
R’ûssîyayê da bûne. Lê r’ûs wê yekê nakin, ji ber ku ew dizanin, ew tiştekî
bêwat’e ye û hema ji hêla berjewendîyên wan ên net’ewî va bi dîrokî jî ne
tiştekî r’ast e. Û, ji bilî wê, îro êdî demne dinê ne...
Di vî p’arçeyê p’irtûka Mînorskî da her weha di derbarê
bûyerên melûl û xemdar da tê gotin, ên ku salên 90-an ên sedsala XIX di
Împêratorîya Osmanî da pêk hatibûne. Di derbarê van bûyeran û yên dinê da bi
boneyek a din me êdî gotar-r’êplîkek bi ser nivîsa “Divê mirov r’astîyê bibîne”
nivîsye (binihêre: http://www.mezopotamya.gen.
tr/srove-yorum/kurt-ermeni-iliskilerine-tarihsel-bir-bakis-h1711.html ; http://www.gelawej.net/
index.php/konuk-yazarlar/9070-2013-03-08-20-12-12.html ; http://www.serbesti.net/
?id=2731). Ji ber wê jî emê t’enê li vir bang li wan bikin, ên ku dem bi
dem bi şêwazne dinê, bi binîva, weşandina tiştên weha organîze
bikin:
– Heyfa xwe li gel bînin, ji boy navê Xwedê! Ma gelo ewqas
dibe, ku mirov wî gelî t’enê bi r’astîyên xarovajî û xiyalan t’êr bike? Ma ne,
talî-tengî û bedbextî li kesekî jî pêwîst nînin!?
Ezîz ê Cewo
Lêger’îner, nivîsk’ar û r’ojnameger
Endamê Yekîtîya R’ojnamegerên R’ûsîyayê û PEN-a Navnet’ewî
Yorumlar
Yorum Gönder