Rastîyên Şerê Melazgirê û ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansî ve pênasekirina Kurdên Merwanî wek MED




EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ


Xerzî Xerzan

Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka  gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna  me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa Kurdistanê, di hêla lêpkirin û manûpîlekirina dîroka rast de gelek hoste ne û veşartina wan a rastîyan , êdî  bi pêşketina lêkolînên di warê kurdnasî û dîroknûsîya kurdî de, yek bi yek tên betalkirin. Di vê nivîse de jî armanca me a sereke dîsa “ betalkirina derew û fetlên (qaşo) lêkolînerên biyanî û dagirkeran “ û her wiha “ derxistina rastîyên dîrokî li ronahîyê “ ye.  Ji ber vê yekê, di serî de  em ê li ser sedemên van çewtkirinan nesekinin û di dawî de em ê xwe bispêrin nêrin û şîroveyên kesayetî yên xwendevanan. Ew dê bi xwe biryara xwe bigrin û sedemên van “ derewan “ ji bo xwe binirxînin bê guman.

Belê, mijara me vêca ne yek e. Em ê du mijarên ku bi hev re girêdahî ne pêşkêşî xwendevanan bikin. Meseleya me dişibe meseleya camêrê ku zarê wî çênedibû û ji ber vê destên xwe ji Xwedê re vekiribû û xwestibû ku zarokek bide wî û hevjîna wî. Û ewî ew çend ji dil dia kiribû ku, îcar Xwedê şûna yekî de cêwîk  kiribû nesîbê wî û malbata wî. Belê;

Mijara yekan: Şerê Melazgir û rastîyên wê

Demek dûv û dirêj e hişê me li ser dîroka Merwanîyên kurd bu, ên ku di sedsalên 10 û 11-an de li beşek mezin a Kurdistanê desthilatdar bûn. Ji bo vê mijara giring, me berê xwe da çavkanîyên dîroknûs û bûyêrnûsên serdemên Îslamê. Lê mixabin, bi hêsanî tê fêhmkirin ku hema bibêjin tevahîya van zanyaran hev du dûbare kirine û carna jî anegorî desthilatdarên wê demê tomarîyan pêk anîne. Her çi qas hin ji wan xwestibin biehlaq tevbigerin jî, dîsa şert û mercên wê demê nehiştine ku rastîyên dîrokî  qeyd bikin. Ji nivîs û şîroveyên wan ev yek xweş xuya dibe. Bi zimanek şermoke carna rastîyên civak û demê nivsandibin jî, ew rastî di berhemên wan de wek krîpto (şifre) hatine veşartin û kesê ku ji bûyêr û qewimînên dîrokî yên kronolojîk ne serwext be,  ne pêkan e ku gotinên wan têbigîhe. Ya dilê mirov diêşîne ew e ku, dîsa mixabin gelek ji wan zanyarên navdar  esilkurd bûne ( weke Ibn’ul Ezrak û Ibn’Ul Esîr û hwd.), lê tevî vê rastîyê, dîsa anegorî  daxwaza desthilatdarîya demê û anegorî “ nêrîna fermî “ berheman afirandine, weke ku di dema me a nûjen de jî mixabin wisa ye.  Li qesra siltanan ev yek dibe normal bê xuyan, weke ku hin dengbêjên ku qesra mîr û axayên kurdan de dîsa ev pratîk nîşanê me dane. Ji ber vêyekê, di lêkolînan de pêwîst bû ku me berê xwe bida hin çavkanîyên din, da ku rastî bi zexmkirina wan berheman ronahî bibînin.

Mijara sereke ya têkilîya Merwanî  û Selçûqîyan, weke ku tê zanîn û pir tê niqaşkirin, şerê Melazgir e, a ku di navbera Bîzans û Selçûqîyan qewimîye an jî ji mêj ve wiha hatîye gotin û nivîsandin. Çawa em dizanin û ji hêla “ dîroka fermî a tirk “ ve wisa ji me re hatîye gotin, Selçûqîyên  “tirk“ di sala 1071-an de li gel Bîzansîyan li Melazgirê şer kirine û bi vî şerî derî û dergehên Anatolê ji tirkan re heta dawîyê hatine vekirin.

Dîroknûsên fermî qet qala beşdarbûna Merwanîyên kurd nekirine, nakin û bi ser de înkar jî dikin. Sedema vê înkarê xuya ye lê ji bo vêga ne mijara me ye.. Lê, rastîyên dîrokî nîşan didin ku, Merwanî ne ku tenê beşdar bûne, her wiha wek hêza sereke û herî pirjimar tevlî vî şerî bûne. Di serketina hezên Selçûqî û Merwanîyan de, para mezin ya Merwanîyên kurd e û weke ku me li jor nivîsandîye dîroknûs-bûyêrnûsên wê demê bi şêweyeke şermoke û bitirs  hin rastîyan nivsandibin jî (weke Sibt Ibnu’l Cewzî - 1186-1256), dîsa ji rastîyên dîrokê dûr mane. Sibt Ibnu’l Cewzî di pirtûka xwe a navdar de beşdarbûna kurdan li vî şerî wiha dinivsîne; “ … Di wî kêlî de 10 hezar kurd jî beşdarî Siltan bibûn.  Bi beşdarbûna wan re, Siltan ewlehîya xwe piştî  Xwedayê mezin, bi 4 hezar leşkerên xwe yên xas ên di bin fermana wî de bûn, tanî…” (1). Lê Sibt Ibn’ul Cewzî nabêje ka ew kurd kê bûne,  leşkerên kîjan dewletê bûne, ev yek ne xuya ye. Rewşeke ne dîyar pêşkêşî xwendevan kirîye…
İbn’ul Ezrak ê Fariqî -Silîvî (1117-1181) her çi qas xwestibe binvîse jî, ji ûslûba wî xweş xuya dibe ku ji desthilatdarên dema xwe (dema Artûqîyên tirkmen) newêribûye ku binvîse. Lewra, di beşek de behsa tevlîbûna Merwanîyan dike û dibêje; “ …. Piştî jî, li gel tekbîran êrîş birin. Xwedê jî serketin da wan û Qralê Romê têk çû, gelek leşkerên wî hatin kuştin. Misilman malên xwe wek xenîmet bi dest xistin. Xenîmet ew çend zehf bû ku, zêr û zîvan bi batmanan (batman: nêzî 7-8 kîloya îroyîn-X.X.) par ve kirin. Xelqê Xelat û Melazgirê  ji wan xenîmetan ew çend bi dest xistin ku, hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî li gêl artêşê derketin rê, şer kirin û JI HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin. Ji wê salê vir ve, xelqê Xelatê zengîn û xwedî pereyan bûn. Siltan vegerîya Adirbêcanê; ji Xelat û Melazgirê re walîyan tayîn kir. BI VÊ YEKÊ, EV HER DU BAJÊR JI DESTÊ DEWLETA MERWANÎ DERKETIN. Ev bajêrana hê jî destê Siltan de ne û wek begitî (Begîtîya Artûqî –X.X.) tên birêvebirin… “(2) (kevan yên me ne).



Li vira pirs dertê holê; “ Gelo Xelat û Melazgir wê demê destê kê de bûn, an jî xelqê wan deveran kê bûn ?“. Û bersiv jî amade ye, lewra Ibn’ul Ezrak jî, û berîya wî Nasirê Xusrev( di sala 1047-an de, ji rêwînameya wî a Sefername) jî eşkere nivîsîne ku ev bajêrana heta 1085-an di destê Merwanîyan de mane.  Gelo ew bajêr bê parastin bûne, an jî bê leşker û bê artêş bûne. Helbet ev yek anegorî şert û mercên wê demê ne mimkûn e. Lewra sinora Merwanî û Bîzansê yek e, cîranê hev du ne û dem bi dem şerên dijwar jî di nav bera wan de diqewime. Bîzansî beşek ji  axên Kurdistanê hê di sedsala yekem a berîya zayînê de dagir kirine û bi TEMA-YA ERMENÎ rêveberîyek saz kirine û heta 1071-an, anku heta Melazgirê ev rêveberî meşîyaye(3). 

Û pirsa dawîn; ” Heger xelqê Xelat û Melazgirê di artêşa hevkar a Selçûqî û Merwanîyan de cih girtibûn, ji aqilê pir dûr e gelo  Merwanîyên ku xwedî wan bajêran in,  bi artêşa xwe ( piranî siwarî bûne)  beşdar nebûbin, an jî xelqê wan bajêran bê fermana Merwanîyan dikarin tiştek wiha bikin ? Helbet Merwanî bi artêşa xwe beşdar bûne lewra xetereya mezin ji bo Dewleta Merwanî peyda bibû, çi ku sinorê dewleta wan û Bîzans yek bû. Bîzans, li gel “Tema-ya Ermenî (şêweyek rêvebirinê ya Bizans, weke walîtî-xweserî)“ cîranê Merwanîyan bû û dem bi dem şerê wan û Merwanîyan diqewimîya. Anku erdên ku Bîzans dixwest dagir bike erd û axa Merwanîyên kurd bûn. Bîzans dixwest Merwanî û Selçûqîyan ji Rojhilata Nêz dûr bike û ew erd û axana bispêre “ Tema-ya Ermenî “. Li vir biratîya dînî ji bo her du alî jî faktorek giring e. Merwanî ne ji bo ti kesî lê ji bo parastina xwe û axa xwe şer kirine, bi ser ketine  û di vî şerî de hêza sereke bûne. Weke ku Ibnu’l Ezrak dinvîse; Xelqê Xelat û Melazgirê  ji wan xenîmetan ew çend bi dest xistin ku, hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî li gêl artêşê derketin rê, şer kirin û JI HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin “, wiha; di wê demê de dema serketinek peyda dibûhêza sereke ya ku ji herkesî bêtir têdikoşîya û di serketinê de xwedî rola mezin bû, xenîmeta mezin jî bi dest dixist an jî xenîmeta mezin para wê hêzê diket.Merwanîyên kurd mecbûrî û ji ber bêgavî li ber xwe dane. Axa xwe parastine, ne ji bo ti kesî lê ji bo rûmeta xwe şer kirine. Û ya xwezayî ev yek e. Bersiva pirsê di vir de veşartî ye.

Kesê ku bixwaze fêhm bike rastî li meydanê ye lê dîsa jî me hewl da ku em bikaribin vê rastîya dîrokî li gel çavkanîyên Bîzansî yên wê demê piştrast bikin. Dema mirov lêkolînek pêk bîne divê çahvê xwe li çavkanîyên hemû alîyan bigerîne, bêalî û objektîv tevbigere. Ka em binêrîn dîroknûs û bûyêrnûsên Bîzansî  yên wê demê bûyeran çawa qeyd kirine. Rastî wiha dertên holê. Weke ku tê gotin; “ Rastî wek rastî….”



Çavkanîya me, berhemeke navdar a wê demê ye. Navê orjînal ê berhemê Chronographia ( Kronografya) ye. Em dikarin wek “ Wakayîname “ an jî bi kurdî wek “ Bûyêrname “ jî biwergerînin. Nivîskarê wî Michael Psellus e. Psellus zanyar, teolog, nivîskar, fîlozof, dîroknûs-bûyêrnûs û her wiha siyasetmedarekî Yewnanî- Bîzansî ye.  Di nav bera salên 1018 û 1078-an de jiyaye. Hin lêkolîner sala mirina wî wek 1096 jî nivîsandine lê ji bo mijara me sala mirina wî ne giring e. Lewra ewî dema Şerê Melazgir de jiyaye û ew bi xwe zindî  di qada şer de bûye û qewimînan yek bi yek di berhema xwe de tomar kirîye. Ji bo ku giringîya wî û berhema wî baş bê fêhmkirin, divê bê gotin ku ew ne yek ji rêzê bûye. Li qesrê mamostetîya împeretorên Bîzansî  kirîye, peywirên fermî li ser milê xwe girtîye û weke şêwirmendek tim xwedî cihek taybet bûye. Dem bi dem, di guherîna desthilatdarîyê de jî aktorek bihêz û giring bûye. Di vê berhema wî a binavûdeng de jiyan û bîyografîyên 14 împeretorên Bîzansî yên ku di nav bera salên 976 û 1078-an de desthilatdar bûne cihên xwe girtine  û her wiha bûyêrên dema wan yek bi yek  hatine nivîsandin û qeydkirin. Ev berhema bêhempa ji hêla zanyarê inglîs Edgar Robert Ashton Sewter ve, di sala 1953-an de, ji yewnanî li inglîsî hatîye wergerandin û weşandin. Ji bo me û mijara me, nirxandin û tomarkirinên dema Romanos Diogenes (Romen Dîyojen) pêwîst e , lewra Dîyojen ji 1068-an heta şerê Melazgirê anku heta 1071-an împeretorê Bîzansê bûye.  Di lêkolîna me de em ê wergera wê berhemê a inglîsî bi kar bînin.

Psellus ne tenê bûyeran, her wiha derûnîya kesayetên navdar jî dinirxîne û Dîyojenî jî wek kesekî çavbirçî û çavsor pênase dike. Sedema derketina sefera wî a rojhilatê jî, weke “ ji ber çahvsorîya wî“ dinvîse. Li vira em ê beşek biçûk a berhema wî pêşkêşî xwendevanan bikin û rastîyên dîrokî ji çahv û pênûsa zanyarekî Bizansî a wê demê bixwînin û binirxînin.

Psellus di şerê Melazgirê de cihê xwe digre û li baregeha Bîzansê bûyêran qeyd dike. Dema ku her du artêş amadehîya şer dikin ew bi xwe jî li qadê ye; hê di destpêka şer de, tevger û helwesta Romen Dîyojenî û rewşa wî a dawîn analîz dike û ji bo Romen Diyojen wiha dinvîse;

“ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew  na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “ (4).

Li vira gotin ne hewce ne lewra her tişt eşkere hatîye nivîsandin û qeydkirin, lê dîsa jî em ê binirxînin. Psellus behsa Dîyojenî dike, ew rexne dike û wek peşnebîn nîşan dide. Lê pesnê Siltanê arteşa li hemberî xwe dide û ew wek “ Siltanê faris û kurdan “ pênase dike. Ne wek Siltanê tirk, tirkmen an oxuzan… Divê bê gotin ku Psellus bi gotina “ Siltan ”, dixwaze Alpaslan ê Selçûqî destnîşan bike. Lê navê wî nabêje. Bi tenê wergêrê berhemê, a ku ji Yewnanî wergerandîye li inglîsî, di notên xwe de navê Alpaslan  û her wiha peyva tirk nivîsîye. Psellus qet van peyvan nenivîsandîye.


Ji van gotinan jî xweş xuya dibe ku artêşa hevkar a Selçûqî û Merwanîyan ji faris û kurdan pêk tê. Ev gotin, ji ber ku gotina zanyar-dîroknûsekî Bîzansî ye,  û ti têkilîya wî bi alîgirî tine bûye, wek kesekî bêteref peywira xwe a zanyarî pêk anîye, divê wek rastîyek dîrokî bê pejirandin. Û pirs…  Ew “kurd” kê bûne? Ev jî pirsek e. Pirsek mafdar e jî. Ew kurd, kurdên siwarî yên artêşa Merwanî  ne, lewra herêma ku şer li wir qewimîye, herêm û dewleta Merwanî ye û  Merwanî wê demê li Kurdistanê hêzek li ber çahv bûne. Ev agahî jî di gelek çavkanîyan de nivîsandî ye. Û peyva “farisan”… Ew jî giring e. Weke ku em dizanin, Selçûqî di rastîya xwe de ji hêla Îranê ber bi Kurdistan û Anatolê ve hatine û pêşî li herêma farisan desthilatdar bûne. Piştî şerê Dandanakan (sala1040-an), Xazneyiyan têk birine û li derûdora Hemedanê(rojhilatê Kurdistanê) û Îrana îroyîn bûne hêzek mezin. Piştî jî ber bi Kurdistanê û hê dereng ber bi Anatolê ve herikîne.  

Weke Xazneyîyan ew jî li ser çand û rêxistina farisan runiştine ( weke ku farisan li medan kiribûn) û heta têkçûna wan jî (sala 1092-an) zimanê wan ê qesrê û her wiha zimanê wan ê fermî farisî bûye. Artêşa wan jî, ji êl û eşîrên kurdan, ji  êlên oxuzan, ji bermahîyên Xazneyîyan pêk dihat lewra ketibûne şûna Xazneyîyan. Û dema berê xwe didin Kurdistanê, li gel Şeddadî û Merwanîyan îttîfaqekî dînî pêk tînin (an jî bi kar tînin lewra 10-12 sal piştî şerê Melazgirê vêca Dewleta Merwanî ji holê radikin ) û Bîzans têk dibin. Mesele ew çend hêsan e. Ji bo ku kesên bixwazin têbigîhin…  Û pirsek din; gelo Psellus çima behsa tirk an tirkmenan nekirîye, an jî çima qet qala navê Alpaslan û  nijada wî nekirîye?

Hêjayî gotinê ye ku, di tevahîya berhema wî de peyvên “ tirk, tirkmen, oxuz “ tine nin. Ji Alpaslan re jî tenê weke “Siltan” an “Siltanê faris û kurdan” xitap kirîye. Ew wiha nas kirîye û wek peywirdarek û zanyarekî qesra Bîzans van nivîsîye, ne ku wek yek ji rêze, ku ji rastîyên demê xwe ne serwext be….  An jî ne yekî wiha ye ky rastîyan nizanibe. Helbet dijminên xwe yên li hemberî xwe û gelê xwe baş nas dike. Ev tev hêjayî lêkolînek berfireh in û ev gotar di demajoyê de helbet dê bê berfirehkirin.

Piştî diyarkirina van daneyan û çavkanîyan, pêdivîya xwedîderketina  “ ehlaqê zanistî “ dertê meydanê. Çavkanîyên kevin wek zêr û zîv in, bi taybetî yên bêalî hatibin nivîsandin. Divê lêkolîner an jî nivîskar-wergêr, daneyan û tekstan weke ku hene, wiha jî binvîse, biwergerîne. Ev yek zarûrî ye, helbet ji bo kesên xwedîehlaq.  Me jî, weke ku ji çand, dîrok û mamosteyên xwe fêr bûne, tekst û daneyan li gel destnedanê, ji inglîsî û tirkî wergerandin li kurdî û piştî çawa ku mafê me ye, wiha jî li ser wan nirxandin û şîroveyên xwe bi çavkanî û zanîneyên xwe xwest ku piştrast bikin û helbet  teqdîr jî ya xwendevan e. Rêya rast a zanistê ev e û kesên xwedî ehlaqê zanistê ne, divê wiha tevbigerin. Lê;

Dema me lêkolîna xwe qedand, me xwest ku em vêca berê xwe bidin hin çavkanî û wergerên din ku em xeletî nekin û xwendevan jî şaş agahdar nekin.  Me dît ku hê di sala 1926-an de yekem car ev berhem ji hêla zanyarê frensî  M. Emile Renauld ve,  ji yewnanî  li frensî hatîye wergerandin û piştî di sala 1992-an de, ev çavkanîya bêhempa ya Michael Psellus a bi navê Chronographia, vêca ji inglîsî li tirkî jî hatîye wergerandin(5).

Navê wergêr Prof.Dr. Işın Demirkent (1938-2006)  e û ev werger ji çavkanîya ku me di vê gotarê de bi kar anîye, anku ji wergera inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter – 1953, li tirkî hatîye wergerandin û me xwest ku çavek jî lê bigerînin û jê jî, dibe ku sûd bê wergirtin. Heta vira her tişt normal e. Lê dema ku me beşa Romen Diyojen, a ku me  ji inglîsî wergerandibû li kurdî û ew beş bi kar anîbû xwend, çavê me beloq bûn û vêca em tiştekî sosret û mixabin careka din “ bêhlaqîya dagirkerîyê ” re rûbirû man. Wiha;

Prof.Dr. Işın Demirkent di wergera xwe de ew beş wiha wergerandîye, em ê jî kurdîya wê beşa ku di wergera Demirkent de cih girtîye bê destnedanê li jêr dinvîsin;

 “Împeretor (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê serwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan(Alp Arslan)  (di tekstê de : “ên faris”), bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û piranîya serketinên wî bi saya pêşengîya wî pêk dihat…”  (6).

 Ji bo ku nirxandinek teqez em pêk bînin,  rastî û fetlan ji hev hilbijêrin, divê em teksta orjînal û tekstên wergeran ( ya me û ya Prof.Dr. Işın Demîrkent) li jêr bi rêz û li hember hev bikin. Divê neyê jibîrkirin ku, me û Prof.Dr. a tirk, beşa heman berhemê (wergera inglîsî ya E.R.A.Sewter) wergerandîye;

Teksta orîjînal a inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter – 1953:

Now I was aware (though he was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and Kurds, was present in person with his army, and most of their victories were due to his leadership…”

Teksta wergera tirkî ya Prof.Dr. Işın Demîrkent:

“Împeretor (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê serwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan (di tekstê de : “ên faris”), (Alp Arslan)  bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û piranîya serketinên wî bi saya pêşengîya wî pêk dihat…”
Teksta wergera kurdî ya me:

“ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew  na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “

Di wergera orîjînal de peyva Selçûqî û Alp Arslan tine nin. Lê mirov dikare wek nêrin an jî şîrove (lê di nav kevanan de û bi destnîşankirinê) pê ve bike. Ev xeletî be jî mafê wergêr e, lewra xwendevan jixwe dê binirxîne û rastîyê bibîne. Nivsandina peyva Selçûqîyan ne di nav kevanan de  û nivîsandina peyva  “ farisan  “  lê derxistina peyva “ kurdan “ ji teksta orîjînal bi serê xwe bêehlaqîyek e. Bêehlaqîyeke zanistê û mêtîngerî ye û  hewla bi zanebûn bêrovajîkirina rastîyan e…

Bila xwendevan van her sê wergeran bide hemberî hev û biryara xwe bi xwe bigre û dema biryara xwe girt, careka din ehlaqê zanistê û bêehlaqîya dagirkerî bi pîvanên xwe û mirovahîyê binirxîne û bibîne ku bişaftin ji ku û çawa dest pê dike… Belê;

Me mijara xwe a yekem temam kir û di gotara li pey vê bê weşandin de, em ê dîsa berhema Psellus wek çavkanî bi kar bînin û wek hemwate bikaranîna wî a peyvên “ MED û KURD “, bi daneyên berhema wî binirxînin. Li wira jî em ê bibînin ku, Bîzans kurdan wek Med û Medan jî wek kurd dizanin û wiha jî qeyd dikin. Li bendê bin…

Mijara duduyan; Ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansî ve binavkirina kurdên Merwanî wek MED

Beşa yekem a vê gotarê de, li gel çavkanîyên Bîzansî û Îslamî yên wê demê,  me piştrast kir ku artêşa li hember Bîzansîyan, artêşa hevkar a Merwanî û Selçûqîyan bû û sedema mezin a têkçûna Romîyan  û dîlgirtina  împeretorê wan Romen Dîyojenî jî , ji ber beşdarbûna siwarîyên Merwanîyan a li şer bû. Di vê gotarê de jî em ê mijara “ ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansî ve binavkirina kurdên Merwanî  wek MED “ binirxînin û bi çavkanîyên din ên alîkar, em ê ev mijara ku heta vêga nehatîye nivîsandin  û tomarîkirin, hewl bidin ku bikin hebûna xwendevanan. Belê;

Wekê ku di beşa yekem de hate danasîn, Michael Psellus (Mîkhaîl Psellûs), yek ji navdartirîn bûyernîvîsên Bizansî ê sedsala 11-an e û di berhema xwe a binavûdeng de peyva “kurd” eşkere nivîsîye û bi ser de wan wek “ leşkerên artêşa Siltan” (7) tomar kirîye. Dema vê rastîyê dinvîse, mijara wî şerê Melazgir e. Di qewimînên şerê Melazgirê de, ji pênûsa wî  em ji rol û faktorên kurdan  haydar dibin. Lê berîya şerê Melazgirê, dema  serdema Romen Dîyojenî a derengtir ( salên 1068 û 69) dinvîse, ji bo dîroka gelê kurd gotinên balkêş û nû jî diyar dike. Ji bo me ya giring ew e ku, di nav notekê xwe de behsa MEDAN dike û bi ya me, divê  ev gotin bi baldarî bête nirxandin, lewra dema ev dinvîse sedsala 11-an e û weke em dizanin Med berîya zayînê sedsala 7-an de rexistinek mezin di nav gelên Arî de saz kirine. Di nav bera  Psellus û desthilatdarîya Medan de 1600 salên dirêj hene û ev tomarî ji bo piştrastkirina rastîya “ Med pêşîyên gelê kurd in “, tomarîyek giring e.  Di hêla ziman, demografî, erdnigarî, bawerî û kevneşopîyan de baş tê zanîn ku di nav bera Medan û neteweya kurd a modern de têkilîyên sexlem hene, ji ber van faktoran  gelê kurd a nûjen dûhatîya Medan e û li seranserê dinyayê jî ev rastî ji hêla zanyarên xwedîehlaq û bêalî ve wiha tê pejirandin. Ji bo mijar bêkêmasî bê têgîhiştin, di serî de em ê hin agahîyên dîrokî û rewşên wê demê yên li Anatol û Kurdistanê pêşkêşî xwendevan bikin;

Weke ku tê zanîn, Romen Dîyojên di navbera salên  1068 û 1071-an de li ser textê Bîzansê ye û hemû dîrokzanên wê demê ew wek “ împeretorê fermandar” pênase dikin (8)  Lewra bêrîya ku bibe împeretor, di artêşa Romîyan de xwedî peywir û rûtbeyên mezin û giring e. Di artêşê de serketinên wî ên mezin hene û hêjayî gotinê ye ku, di wan sê-çar salên ku hikimdarî kirîye de (heta şerê Melazgirê), gelek serketinan (lê demî) li hember dijminên xwe bi dest xistîye û bûyêrnivîsên wê demê vê taybetmendîya wî carna bi rexnegirî carna jî bi pesindarî nivîsandine. Anku heta dawîya temênê xwe, û bi taybetî di dema desthilatdarîya xwe de, ne wek împeretor tenê, her wiha wek fermandarek çahvsor û bêtirs hatîye qeydkirin.  Her tim li gel artêşa xwe derketîya seferan û li gel leşkêrên xwe şer kirîye. Û ev helwesta wî, di dawîn de bûye sedema wî a dîlgirtinê û di encama dîlgirtinê de kuştina wî a trajîk jî….

Romen Dîyojen, di sala 1068-an de bi hewlên Eudocia (Eûdokia – xwedîya texta Bîzansê a wê demê) li ser texta Bîzansê rûdine û dibe împeretor û her wiha Eudocia re dizewice. Wê serdemê de, xetereya mezin ji bo Bîzansê, êrîş û talanên tirkmen û şaxên oxuzan e. Di destpêka  sedsala 11-an de, ji Asyaya navîn û Îrana îroyîn, ber bi Rojhilatê Nêzîk ve êrîşên tirkmen û oxuzan zêde bibûn û her diçû ev êrîş dijwartir dibûn. Bîzans gelek hewl dida lê baregeh, qereqol û garnîsonên wê yên li sinor û navendan, qewet nedigîhandin van êrîşan. Bîzans dixwest ku rê li ber wan êrîşên dijwar û talanker bigire lê hêza wê têr nedikir. Ji ber vê yekê, siyasetmedarên pispor xwestin ku çareyan bigerin û di dawîn de biryar hate girtin ku, dewletên li ber sinorên Rojhilatê Bîzansê ne, wek herêmên  tampon(bend) bêtin bikaranîn û ew dewlet bêtin destekkirin(9).  Lewra carcarna şerê temayên Bîzans (weke Temaya Ermenî, Mesopotamîa û Kapadokîa)  û wan dewletan peyda dibû û ji ber van şeran ew dewletên ku di xwezayîyên xwe  û  hêla stratejîk de peywira tamponbûnê (bendbûnê) di nav bera Bîzans û êrîşkaran de pêk tanîn, lewaz dibûn û rê li ber êrîş û koçbûnên ji Asyaya navîn û îranê ber bi Anatolê ve diherikîn, nikaribûn bigirtana. Heta dema Romen Dîyojenî ev siyaseta aştîyane, a ku wek “ siyaseta defansîv dihat zanîn, di gel wan “dewletên tampon”  hate meşandin û encamên erênî jî hatin bidestxistin(10).  Vêca em analîza wan rêyên ku tirkmen û oxuzên êrîşkar bi kar tanîn û ew dewletên ku ji hêla Bîzansê ve wek “tampon” dihatin binavkirin, bikin;

Di rojhilatê de sinorên Bîzansê digîhîjtin Qersê, Erzorom, Dersim, Melazgir û Sêweregê. Û di başûr de jî digîhîjtin Helebê û Minbicê.  Riha jî, ji sala 1031-an wir ve di destê Bîzansîyan de bû û gelek deverên Bîzansê yên li sinor ji hêla Tema-yan (walîtî – mînak Temaya Ermenî, Kapadokya, Anatolê, Mezopotamya û hwd. Weke satrabîyên Persan…) dihatin birêvebirin.  Û ji van sinoran, tatar û tirkmen berdewamî derbas dibûn, talanên gund û  bajarên Bîzans dibirin û ev rewş bi deha salan bû ku didomîya. Du rêyên sereke hebûn ku ev êrîşkar ji wira derbas dibûn û bi hêsanî talanên xwe dibirin û pişt re jî vedigerîyan axa xwe a li alîyê Îranê û Adirbêcanê ve. Ev rêyana  ji axa Kurdistanê derbas dibûn û êrîşkar van rêyan wek korîdor bi kar tanîn û çawa ku me li jor destnîşan kir, heta 1068-an Bîzans bi wan sê dewletên li ser sinor bûn, peymanan çê kiribû ku, ew dewletan rê li ber wan derbasbûnan bigirin û nehêlin ew hêz êrîş bibin li ser axên Bîzansê. Di hemberî vê de, Bîzans jî serxwebûna wan nas dikir û bi wan re şer nedikir, û nedihişt ku temayên wê êrîş bibin li ser wan, anku aştîyek di nav bera wan de pêk dihat. Birêvebirên temayan ji vê rewşê neqayîl bûn û ne bi dilê wan bû, sedemên vê rewşê jî hene lê ji bo vêga ne mijara me ye. Tiştê balkêş ew bû ku, hem xanedan hem jî piranîya hemwelatîyên ew her sê dewletên ku wek “ dewletên tampon” dihatin binavkirin, bi nijad kurd bûn û dîrokzanên bi ehlaq ên wê demê (çi mesîhî çi misilman) ew dewletan wek dewletên kurd nivîsîne.

Ew her sê dewletên kurd ev bûn;

Merwanî :  Silîvan (navend), Amed,  Mûşê,  Xelat, Bedlîs, Xerzan, Botan û Mêrdîn û derûdor heta Hekarî  (beşek ji Bakûrê Kurdistanê)

Şeddadî: Divîn(navend), Gence, ,Qers, Anî, Naxciwan, Laçîn û Arran û derûdor heta Tebrîzê (beşek ji Bakûrê Kurdistanê)

Mirdêsî:  Heleb (navend), herêma Şehba,  Efrîn, Ezez, Cerablûs,, Çiyayên Kurmênc, Minbîc û derûdor heta Antaqîa û Rihayê (beşek ji Rojavayê Kurdistanê)

Her du xet û rêyên sereke yên tirkmen û şaxên oxuzan bi kar tanîn  jî ev bûn:

Rêya yekem: ji bakûrê Gola Wanê; ji herêma Şeddadîyan dest pê dikir, ji Erdîşê, Xelatê û Melazgirê derbas dibû û ber bi axa Bîzansê ve dirêj dibû.

Rêya duyem: ji başûrê Gola Wanê; ji Isfehan dest pê dikir, ji Cizîrê, Botan, Xerzan, Silîvan û ji Amedê, ber bi Rihayê û Helebê û axa Bîzansê ve dirêj dibû.

*****

Ev peyman carna  “veşartî” û carna jî “eşkere” bû lewra tirkmen di destpêka sedsala 11-an girseyî misilman dibûn û xwe bi sîwana Xelîfetîya Abbasîyan ve girê didan, lewra têgeha “cîhadê” pir kêrî wan dihat û her wiha piştgirî û rêvekirina dewletên herêmî  li ber wan, ji bo ku ji axa wan derbas bibin û zengînîyên Anatolê talan bikin, pêwîst bû. Xelîfeyên Ebasî jî, van hêzên nû ji bo domandina desthilatdarîya xwe bi kar tanî, lewra Xîlafet lewaz bibû û êdî nema dikaribû desthilatdarîya xwe li ser dewlet û xanedanên misilman ên li ser axa Xîlafetê hatibûn damezirandin, bidomîne. Gelek xanedan serxwebûnên xwe ragihandibûn û ji bo “darizandina” wan û her wiha ji bo beremberîya Bîzansê ev hêzên nû û çahvsor gelek kêrî  Xalîfeyan dihatin. Û berê de jî me destnîşan kir ku, Xelîfeyê Ebasî, Selçûqîyan wek “ parêzvan” ê Xîlafetê ragihandibû. Ji ber van faktorên leşkerî û siyasî, peymana ku di nav bera van dewletên kurd  û Bîzansê, ên ku di nav bera Bîzans û Xîlafetê de mabûn, divîyabû ku veşartî mabûya. Lewra ji bo seferan bikaranîna peyva“cîhadê” zarûrî bû û lidijderketina “cîhadê” sedema ruxandina wan ji hêla Xîlafet û xanedanên din ên herêmê bû. Û her wiha ji hêla van “misilmanên nû”, yên ku ji Asyayê ber bi Kurdistanê ve hatibûn ve jî….  

Ji ber van dubendîyan, ev her sê dewletên kurd, di nav bera her du hêzan de mabûn û heta derûdora sala 1055-an siyasetek aqilane dimeşandin. Û di encama vê siyasetê de jî aramîyek li ber çahv ( bi taybetî herêma di Merwanî de – dema Nasiruddewle a 53 salî) dihate dîtin. Anegorî rewşa demê tevdigerîyan lê piştî 1055-an koçên ji Asyayê û Îranê êdî gelek dijwar bibûn û carna jî tirkmen û oxuzan  şûna derbasî “dar’ul herb (herêmên nemislman)” bibin, berê xwe didan zengînîyên van xanedanan û ew talan dikirin. Bi taybetî Mirdêsî û Merwanî gelek caran êrîş û talanên hovane re rûbirû diman û ji ber vê yekê peymana ku bi Bîzansê re çê kiribûn xera dikirin û êdî nema dikaribûn rê li ber van koçberên talanker bigirtana. Jixwe Şeddadî berîya van her du dewletan (Merwanî û Mirdêsî) îtifaqek li gel Selçûqîyan pêk anîbû û peymana Bîzansîyan bi cih nedîanî.  Piştî guherîna pêvajoyê û balansa hêzan, ev her du dewlet dîsa siyaseteke aqilane bi kar anîn û vêca meyla xwe dan alîyê tirkmen û oxuzan anku desthilatdarê wan Selçûqîyan, û li gel ragihandina “biratîya Îslamê û cîhadê “ û helbet ji ber parastina ax û welatê xwe û hemwelatîyên xwe, rêyên ku ber bi Bîzansê ve diçûn  nema girtin û rê li ber êrîşên tirkmen û oxuzan vekirin. Ev helwest divê wek “ dehfa belayê “ bê xwendin bê guman…. Pirsek li vira tê hişê mirov; gelo ev her sê dewlet û rêxistinên gewre yên kurd, di wê demê de şuna Selçûqîyan, di nav bera xwe de yekîtîyek saz kiribûna, dîrok dê çawa bihata nivîsandin?... Ev jî dimîne ji şîroveyên xwendevanan re... Belê;

Lê vêca hêza din anku Bîzans vê rewşê qebûl nekir û dema ku Romen Dîyojen ê fermandar bû împeretor, ji ber ku peymana wan û xanedanên kurd êdî betal bibû, amadehîya seferên ber bi rojhilatê û Kurdistanê ve kir û li gel artêşên nû û zexm, berê xwe da van dewletên li ser sinor, da ku bikaribe wan darizîne û tirkmen û oxuzan jî ber bi Asyayê ve biajo.

Seferên Romen Diyojen yên di salên 1068 û 1069-an

Romen Diyojen berîya ku bibe împeretor, bi van qewimînên li rojhilatê serxwext bû. Di destpêka desthilatdarîya wî de du nêrîn derketibûne pêş û di sazîyên Bîzansê de dihatin niqaşkirin. Yekem nêrîn meşandina siyaseteke nerm û aştîyane li gel “dewletên tampon”  û her wiha li gel Selçûqî û Xîlafetê bû û heta dema Diyojên jî ev rewş li dar bû. Nêrîna duyem jî qewitandina hemû şaxên tirkmen û oxuzan ji axa Bîzansê û her wiha jiholêrakirina ew “dewletên tampon” û şûna wan de sazkirina “temayên kevn (weke temaya ermenî – Mezopotamya û hwd.)” bû.   Diyojen jî tevî mixelefetan, rêya duyem hilbijart û dest bi seferên xwe kirin. Di kronîkên Bîzansîyan de xweş xuya dibe ku ev biryar gelek hatîye rexnekirin û Diyojen hatîye hişyarkirin lê Diyojen ji hespê xwe nehatîye xwarê  û ber bi Kurdistan, Sûrî û Îranê ve meşîyaye (11). Sefera wî a yekem ber bi başûrê ve ye. Sal 1068 e.Armanc rêlibergirtina tirkmenan û dûrkirina wan ji axa Bîzansê ye. Weke me li jor nivîsandîye, du reyên sereke ji bo derbasbûna tirkmen û tataran hene û rêya ku kêm tê bikaranîn rêya duyem e, anku rêya ku ji Cizîrê, Botan, Xerzan, Silîvan û ji Amedê, Rihayê û Helebê ve tê û ber bi axa Bîzansê ve dirêj dibe ye. Riha di destê Bîzans de ye, li wê herêmê garnîsonek (leşkergeh) bi serê xwe ye û ji ber vê jî lewaz e, parastina wê zor e. Gelek caran bi êrîşan rûbirû dimîne.

Diyojen di serî de xwest ku ev rêya ku ji hêla tirkmenan ve kêm tê bikaranîn bigre û pişta xwe zexm bike û piştî berê xwe bide rêya ku ji bakûrê Gola Wanê derbas dibe û digîhîje axa Bîzansê, Anatolê.  Lewra li bakûr êrîş dijwartir bûn û divîya bû ku pêşî pirsa rêya başûr çareser bike.  Di vê sefera xwe a yekem de li gel Mirdêsîyan şer dike, derbek mezin li wan dixe û Minbicê ( bi zimanê Romî Hîerapolîs) dagir dike û piştî di nav bera Minbîc û Antakîa de garnîsonek mezin li Artahê ava dike.  Lê berê xwe nade Helebê lewra vêca hin şaxên tirkmenan êrîş dibin Kapadokyayê û heta Konyayê. Konya û Nîksar  talan dikin û dema pê dihesin ku Diyojen ser wan ve tê, berê xwe didin Torosan û ji Torosan derbasî Helebê dibin. Ev sefera yekem ji bo Diyojen wek “ serketin “ tê qeydkirin lewra rêya başûr hatîye girtin, tirkmen ji ber wî revîyane.  Lê serketineke demî û derewîn e bêguman. Ji Diyojen kirî, rêya başûr êdî ewle ye û vêca dema girtina rêya bakûr e(12) .

Divê bê gotin ku wê demê (1069 û 1070-an), Melazgir Û Xelat di destê Merwanîyan de ne (13) lê pênaseya   “ Siltan “ ji hêla Xilafeta Ebasîyan li Selçûqîyan ( di sala 1055-an de li Tuxrul ê mamê Alpaslan)hatîye dayîn û ji ber vê û ji ber êrîşên dijwar yên tirkmenan, Şeddadî û Merwanî  siyasetek nerm li hember Alpaslan ê siltanê Selçûqî dimeşînin û carîna jî hevkarîya parastinê dikin. Anku îtîfaqek di nav bera wan de jî heye. Lewra “biryardarê “ mezin Xelîfe ye (14) û dîsa divê bê gotin jê jî giringtir hêza leşkerî a dijwar e. Û hêza Selçûqîyan li gel di nav xwe de hewandina tirkmen, tatar û oxuzan û roj bi roj zêdetir  tevlîbûna wan a li artêşa Selçûqî, hêza xwe her diçe zêde dike. Peymana “dewletên tampon”  a berê, a ku li gel Bîzansê hatîbû avakirin ji ber şert û mercên demê êdî nema dimeşe. Faktora dînî jî di vê betalkirinê de yek ji  rolên sereke dilîze…. 

Ev rol ji bo Bîzans û ermenîyan jî her wiha faktoreke giring e. Li derveyî mijarê divê bê gotin ku, beşek mezin a ermenîyan ji hêla Bîzansê ve hê di destpêka sedsala 11-an, ji bakûrê Kurdistanê hatin hilanîn û Kapadokîayê hatin bicihkirin. Ev yek ji bo parastina axa Bîzansê û xwedîderketina li ermenîyan li dij êrîşên tirkmenan bûye. Lewra prensîyên ermenî, hê di wê demê de nikaribûn axa Bîzansê biparêzin.

Diyojen li vira dibîne ku ji bo parastina sinorên Bîzansê û ji bo derbasbûna tirkmen û oxuzên ku serbixwe tevdigerin û bi tenê talanê ve mijûl in, rêya bakûrê Gola Wanê ji rêya başûr gelek xetertir e. Û di sala 1069-an de berê xwe dide Bakûrê Kurdistanê û ji Erzorom ber bi Melazgirê ve artêşa xwe diajo Ji Erzorom heta Melazgirê şaxên tirkmenan re şer dike û wan têk dibe. Gelekên wan ber bi Melazgir û Xelatê ve û ber bi hindûrîna Îranê ve diajo lê dest nade Melazgir û Xelatê û van bajêran dagir û talan nake(15) . Sedema vê yekê jî ew e ku, hin dijminên wî ên mixelif li qesra Bîzansê ji bo têkbirina wî û destjêberdana wî ji text xebatan dikin û Diyojen bi vê xetereyê dihese û dest ji şer berdide û ber bi Stenbolê ve bi rê ve dikeve. Tevî ku aqilmend, şêwirmend û fermandarên wî ên jîr şîretan lê dikin ku venegere peytext û bi taybetî  Xelatê, a ku bi anegorî jeostratejîya xwe di navenda rêya derbasbûnê de dimîne û wek baregehek ji hêla Selçûqîyan ve tê bikaranîn, dagir û talan bike û dîsa berê xwe bide rojhilatê û li pey wan tirkmenên ku direvin bikeve, û heta Isfehanê (navenda Îranê – peytexta Selçûqî)here û Selçûqîyan bi têvahî têk bibe û dawî li dewleta wan bîne. Lewra tirkmen ji hev belav bûne û her şaxek deverek ve revîyaye. Ev fersenda mezin divê ku nêye herckirin lewra ji Selçûqîyan re vêca çep hatîye(16). Tevî hemû şîret, şêwir û civînan Diyojen xebera wan nake û vedigere Stenbolê û li ser rêya xwe komên tirkmenan re şer dike lewra dixwaze Anatolê ji wan paqij bike û bi vî navî (xwedîserketin) here peytext.  Wê demê fersendek giranbuha ketibû destê Bîzans ku êdî ji belayê êrîşkaran bifilite û sinorên xwe bigîhîne ewlehîyê lê entrîqayên qesra Bîzansê û her wiha şerên desthilatdarîya navxweyî wiha dike ku şerê li hember dijiminê wan ê mezintirîn betal bibe û Diyojen wek xwedî serketineke mezin diçe peytexta xwe, da ku hemû dijminên xwe yên mixelif bêdeng bike û desthilatdarîya xwe zexmtir bike. Lê ev serketina derewîn û demî zêde najo û piştî salekê, dîsa êrîşên tirkmen û oxuzan, û vêca dijwartir û organîzetir, bi ser Bîzansê ve tê. Lê vêca Alpaslan artêşa xwe daye hev û li gel Şeddadî, Merwanî, Mirdêsî îtifaqek mezin û xurt pêk anîye û piştgirîya Xelîfeyê Ebasî jî dîsa li gel fitûyên Xîlafetê wergirtîye. Diyojen vêca di sala 1071-an de dîsa berê xwe dide Melazgirê û ew şerê binavûdeng, a ku me beşa yekem de behsa wî kir, diqewime. Li vira divê bê gotin ku, Diyojên têkçûna xwe bi destê xwe amade kirîye û anegorî rexneyên ku dîroknûsên Bîzansî yên wê demê lê kirine, em têdigîhin ku nerazîbûnek mezin li hember Diyojen heye û sedema sereke jî nedomandina seferê, neajotina tirkmenan ber bi kûrahîyên Asyayê ve  û  bidestnexistina talan û xenîmetên şer e. Vêga jî em ê ev rewş li gel çavkanîyên wan binirxînin û di wir de em ê bibînin ku dîrokzanên Bîzansê hê di sala 11-an de KURDAN wek MED û MEDAN jî wek KURD dizanin û wisa jî qeyd dikin;     

Di tomarîyên bûyernameyên Bîzansê de peyva MED û hemwateya wê KURD

Ji bo mijara me a bingehîn, anku bikaranîna pênaseya “ MEDAN “ ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansê ve, divê em berê xwe pêşî bidin beşa tomarîyên  seferên Diyojen, ên ku di sala 1068 û 1069-an de ber bi Bakûrê Kurdistanê ve qewimîne. Wiha;

Michael Psellus di bûyername a xwe a Chronographia (Kronografya) de, dema Diyojenî berfirehî dinvîse, şert û mercên hatina wî a li ser text rave dike û pratîkên Dîyojen bi tundî rexne dike û piştî jî seferên wî  û encamên wan wiha dinirxîne.;

 “….  Piştî hemû bûyeran, li gel tevahîya artêşa xwe ji peytext derket û bê zanîna ka kû ve diçe û dê çi bike, bi ser barbaran ve çû.  Li çolan gerîya, bi pîlana derbasbûna ji rêyek ber bi rêyeka din ve meşîya, bi awayekî çepûrast ber bi Sûrî û her wiha Persîa ve çû – û serketina tenê ku bi dest xist jî; pêşengîkirina wî a li artêşa xwe  bû û bicihkirina leşkerên xwe li ser çiyayên bilind û dîsa daxistina wan li jêr  û şikestina wan li derbendan (newalên teng) û dayîna windahîyên mezin ji ber çûnûhatinên (manewrayên)wî bû. Lê belê, ew dîsa vegerîya xuyabûna xwe a serketî. Ne ji MEDAN, ne  jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî. Tenê ji tiştek dilê wî xweş dibû; ew bi ser dijminên xwe ve girtibû….”(17) (kevan yên me ne) .

Ji gotinê Psellus xweş xuya ye ku, Diyojen yekî qure û çahvsor bûye û ji bo ku navê xwe belav bike ti tişt hesab nake û bêhizir tevdigere. Rexneya Psellus a sereke jî “ bidestnexistina ti xenîmetên şer û nebirina talanan ji MEDAN û farisan e..” Ji bo ku em mijarê berfirehtir bikin û em têbigêhin ku ka peyva MEDAN ji bo kê hatîye bikar anîn, “û xenîmetên ku nehatine bidestxistin” yên kê ne, divê em ji çavkanîyeke din jî sûd werbigrin, da ku em kêmasî pêk neyînin.

Nivîskarê vê çavkanîya me  Michael Attaleiates ( 1022 – 1080) e. Em dikarin wek Mikhaîl ê Antalîayî bixwînin. Zanyar, hiqûqnas û bûyêrnivîsekê qesra Bîzansê ye û hemdem û xwendevanê (şagirdê) Michael Psellûs ê ku me çavkanîya wî, di vê gotarê de wek ya sereke bi kar anîye ye. Ew jî weke mamosteyê xwe Psellus, di qesra Bîzansê de peywirên giring girtîye û bi taybetî hêla hiqûqnasîyê de gelek serketî ye. Nav bera Psellus û Diyojen ne pir baş e û ev nebaşî, ji tomarîyên Psellus xwe dide der lê têkilîyên Michael Attaleiates û Romen Diyojenî gelek baş in. Michael Attaleiates di gelek tomarîyên xwe de pesnê Diyojenî dide û ew wek “ lehengek li pêşîya artêşa xwe “ bi nav dike. Di hemû seferên wî de li ba wî wek heval û şêwirmendekî baş cihê xwe digre û qewimînan ew jî weke mamosteyê xwe Psellus yek bi yek tomar dike. Berhemek bi navê HISTORÎA (DÎROK), a ku ji bûyêrên  di nav bera salên 1034 û 1079-an de qewimîne pêk tê, amade dike.
 Dikare bê gotin ku, carna ew jî ji helwestên Diyojen aciz dibe û ew rexne jî dike. Di yek ji wan rexneyên wî de, em dibînin ku weke Psellus ew jî pratîkên Diyojen naecibîne û mîna Psellus difikire. Ew rexne ji bo me rêyek nû vedike û ji bo têgîhiştina peyva “ MEDAN” ji hêla Psellus ve ka çima û ji bo kê hatîye bi kar anîn,  agahîyên bêhempa dide. Di van agahîyan de ew jî weke Psellus bûyêrên salên 1068 û 69-an dinvîse. Beşa ku me wergerandîye li kurdî, qewimînên sala 1069-an in û di wê salê de Diyojen li gel artêşa xwe tirkmenan têk birîye û hatîye li ber derîyen Melazgir û Xelatê. Û tirkmenên ku ji ber artêşa Bîzans revîyane xwe avêtina çiyayên li pişta Melazgir û Xelatê û ji wir jî di hewla  derbasbûna Îranê de ne. Li vira divê neyê jibîrkirin ku Melazgir he di sala 1069-an de qada şer e û Xelat û derûdora wî bi tevahî di destê kurdên Merwanî de ye. Attaleiates di bêşa têkildar de ji bo vê qewimînê şîretên xwe  li Diyojen dike û van notan di berhema xwe a Historia de wiha dinvîse;

“ Û her wiha min gotê “  Împeretor,  hiştina dijmin li ser axa pişt Romê di vê demê de ku dawîya havînê ye, destûrdayîna jiyîna wan di aramî û bextewarî de ye (tiştê ku ew dixwazin em dikin), û  heger îro em çahvên xwe bigrin , gelo em ê bikaribin di pêşerojê de bi ser bikevin? Em çima bajarê Xelatê û navçeyên wê ên dorpêçkirî bi dest naxin û bi vî awayî leşker jî dikarin dilê xwe bi xenîmetan xweş bikin û wêrektir bibin û dilê dijmin de tirs belav bikin, di ser de jî ev bajêrana şûna dijmin d,e dê Împerertorîya Romê zengîn bikin, hêzên dijmin dê paş ve bêtin qewirandin, hatina tirkan dê bê sekinandin, û ew li wir xwedî baregehek û qereqoleka amadehîyê nabin, lê hemberî vê, dê bibe kelehek (ji bo me) û weke rêyek (ji bo wan)ber bi Mezopotamyayê ve ku  nikaribin derbas bibin….” (18) (kevan yên me ne).

 Lê gotinên Attaleiates weke gotinên pisporên din ên Romî li ba Diyojen pere nakin û Diyojen lez dike ku bigihîje peytexta xwe, Stenbolê.

NIRXANDIN Û ENCAM

Piştî diyarkirina van her du çavkanîyên hêja û bi hev re têkildar, li vira em ê li ser du xalên giring bisekinin; Ya yekem, gelo çima Attaleiates ew çend şîretan li Diyojen dike ku Xelatê û derûdora wê talan û dagir bike?. Ev pirsek e û bersiv amade ye. Xelatê û derûdora wê, weke ku Ibn’ûl Ezrak jî dibêje heta dawîya şerê Melazgirê di destê kurdên Merwanî de ye. Tevî ku di nav bera tirkmenan û Bîzansê de maye, dîsa jî li gel siyaseta bilind a qesra Merwanî û bi taybetî ya Nasiruddewle (19), salên dûvûdirêj nebûye qada şer û ti carî nehatîye talan an jî dagirkirin. Di vê rewşê de hêza Merwanîyan a leşkerî jî divê ji çahvan neyê dûrgirtin. Merwanî heta 1060-an di Kurdistanê de hêzek berbiçahv û navendî bûne û di hemû qewimînên dema xwe de rolên sereke girtine. Heta, di sala 1026-an de Riha  ji destê ereban deranîne û demek kin be jî tev li axa xwe kirine. Peymanên giring li gel Bîzans û cîranên xwe ên din re girê dane û Xelîfeyê Ebasî jî serxwebûn û desthilatdarîya wan pejirandîye.

Û ya din, herêma wan li ser rêyên bazirganî yên dîrokî bûye û bi vê zengîn bûne, û gelê xwe jî di rewşeka aramî de bi rê ve birine. Di encama hemû  van faktoran de, di welatê xwe de huner, wêje, sazîyên leşkerî, bazirganî, avasazî (bi taybetî pirên bêhempa weke pira Malabadî, pira Dehderî û hwd.) û bi taybetî çandinî pêş ve birine. Mixabin hemû ev dewlemendîyên wan bûne sedema ruxandina dewleta wan, kavilkirina bajêrên wan û di dawîn de jî xelasbûna desthilatdarîya wan ji hêla “mitefîqên “ wan ên Selçûqî. Ev mijar ew çend fireh e ku, em ê di gotareke din de bi taybetî li ser dawîbûna desthilatdarîya Merwanî bisekinin. Vêga  em vegerin mijara xwe; ji ber van dewlemendîyên Merwanî û bi taybetî pêşketina çandinî ya li Xelatê û derûdora wê ( ya sereke deştên  ku di nav bera Melazgir û Xelatê û Tetwanê de dimînin û deşta Rehwayê ya Bedlîsê),  dibe sedema peşnîyara Attaleiates li Diyojen. Lewra Attaleiates baş dizane ku dewlemendîyên Merwanî pir in û di wê dewrê de ji wan aramtir û zengîntir dewletek an jî gelek nîn e. Her wiha axên di nav bera Qers, Erzorom û Melazgirê ji hêla tirkmenan bi deha caran hatibûn talankirin û ji bo talana artêşa Bîzansî ti tişt nemabû. Ev ax û bajêrana hatibûn kavilkirin û gelek caran jî hatibûn şewitandin. Heger talan tine be, ti wateya seferan jî namîne di wê demê de. Û siyasetmedar û fermandarên payebilind jî, dê destevale vegerin welatê xwe Stenbolê. Û divê bê zanîn ku, di wê serdemê de krîs û alozîyeka mezin a aborî jî li Bîzansê rû daye. Ji ber vê,  Attaleiates peşnîyara talanê û dagirê dike û weke ku destnîşan dike, dixwaze bi wan xenîmetan leşkêrên Bîzansî jî dilxweş û kêfxweş bibin, da ku bi dilekî rehet û bicoş êrîşa xwe a li dû tirkmenan bidomînin. Bi vê yekê hem dê zengîntir bibin, hem jî li gel bidestxistana Xelatê  li wir baregehek ava bikin û rê li ber êrîşên tirkmenan bigrin. Li vir divê bê fêhmkirin ku Attaleiates,  ji bo zengînbûna xwe jî hewl dide. Bi ked û zengînîyên “ barbaran” dewlemendbûn karê wan ê sereke ye. Siyasetmedarên Bîzansî di vê hêlê de jî binavûdeng in…! Heman helwest di tevger û nivîsên Psellus de jî xwe didine der.

Û vêca, piştî berfirehkirin û ravekirina beşên çavkanîyên ku me wergerandîye li kurdî û sedemên gotinên bûyêrnivîsên Bîzansî,   em vegerin mijara xwe a bingehîn, mijara sedema nivsandina “MEDAN” ji hêla Psellus ve. Weke ku di rastîyên dîrokî de piştrastkirî ye Psellus û Attaleiates  hemdemên hev du ne û Psellus mamosteyê Attaleiates e jî. Piştî diyarkirina sedemên gotin û tevgeran xweş xuya ye ku; Psellus di gotina xwe a ji bo Diyojenî ya 1069-an a “Ne ji MEDAN, ne  jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî. Tenê ji tiştek dilê wî xweş dibû; ew bi ser dijminên xwe ve girtibû….” de, bêniqaş dema mijara xenîmetên ku Diyojen ji wan re neanîye dinvîse, dixwaze behsa talan û xenîmetên kurdên Merwanî bike, ên ku Diyojen talana wan nebirîye û negihandîye Bîzans û siyasetmedar û fermandarên wê. Ev rastî, li gel zexmkirina têza me bi kronîkên Attaleiates ve bêniqaş û bêguman tê fêhmkirin. Psellus dema behsa Medan dike dixwaze behsa kurdên Merwanî bike. Lewra Xelat di wê demê de bi tevahî heta Melazgirê jî di destê kurdên Merwanî de ye û heyfa xwe li wan zengînîyên Merwanîyan tîne ku “mixabin” neketîye destê wan û  sedem jî wek nezanîya Diyojen nîşan dide.

 Weke me di beşa yekem nivîsîbû, Psellus di warê zanist û dîrokê de yekî ne ji rêzê ye, zanyarek  jehatî ye û dizane çi dinvîse. Di qesra Bizans de demek dirêj cihên giring girtîye û em dîsa bş dizanin ku pêwendîyên Bîzans û Merwanî her tim hebûne û heta peymanan jî di nav bera xwe de girê dane. Helbet Psellus dewleta Merwanî û her wiha xwedîyên desthilatdarîyê anku kurdan baş nas dike.  Ji ber ku zanyarek jêhatî ye; Ew baş dizane ku MED pêşîyên gelê kurd in û kurdên Merwanî yên ku xwedî Xelatê ne, dûhatûyên anku nevîyên Medan in. Ne ku agahîyek vale nivîsandîye, anegorî pisporîya xwe a di warê zanistê de û girêdahîya xwendinên xwe ên klasîk û çavdêrîyên xwe ên li qadê gihîştîye vê rastîyê û tomar kirîye. Îsbateka me ya din a vê nêrîna me  em dixwazin diyar bikin. Psellus, weke ku me piştrast kirîye  di berhema xwe de gotina “.. Ne ji MEDAN, ne  jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî…”, ji bo seferên Diyojen ên di sala 1068 û 69-an bi kar anîye, weke ku Attaleiates jî di heman sal û seferê de heman tiştî nivîsîye. Di Kronografyayê Psellus de ev hevok di beşa “ Desthilatdarîya Romen Diyojen” de cih digre û di paragrafa 13-emîn de ye. Anku di beşa sala 1069-an de.

 Vêca piştî heft paragrafan,  di paragrafa bîstan de hevokên ku me di beşa yekem a vê gotarê de bi kar anîbû dinvîse, wiha : ““ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew -Diyojen- na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “
Li vira her tişt li gel rastîyan dertê meydanê. Di paragrafa 13-em de dibêje “Ne ji MEDAN, ne  jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî…” û piştî, di paragrafa 20-em de dibêje “Siltanê faris û kurdan”, û ev her du qewm an jî nijadî wek dijminê xwe dihesbîne ûxweş xuya ye ku di her du hevokan de jî dixwaze behsa her du qewman bike; Medan û Farisan û dîsa Kurdan û Farisan…. Her du hevokan de jî peyva “ farisan” heye û ew pênaseya “farisan“ naguhere lê pênaseya “ Medan “ a ku di hevoka yekem de ye, di  hevoka duyem de diguhere penaseya “kurdan“ .

Anku Psellus kurdan wek Med û Medan jî wek Kurd dizane, pênase dike û weke ku dizane û pênase dike  wiha jî dinvîse. Dema behsa Medan dike xuya dibe ku dixwaze behsa kurdên Merwanî bike lewra pênaseya Medan ji bo talan û xenîmetên wan bi kar tîne,  talan û xenîmeta Xelatê û derûdora wê di rojevê de ye, ên ku negihîştine destê wan û dema ku behsa talan û xenîmetên farisan jî dike, divê mirov baş têbigêhe ku vêca behsa talan û xenîmetên navenda Îranê (Isfehan a ku navenda dewleta Selçûqî ye) dike û Diyojen rexne dike, û gilî – gazin dike ku çima pêşî talan û xenîmeta Medan-kurdan ( ên ku li ser axa Xelatê û derûdora wê bûn) nebirîye û piştî vê talanbirinê çima berê xwe nedaye Îranê û vêca talana farisan ji bo Bîzans neanîye? Gilî û gazina wî ev e. Ew baş dizane ku kê li Xelatê desthilatdar e. Û bi zanyarî behsa Medan dike.

Divê neyê jibîrkirin ku axa ku Selçûqî hê nû desthilatdar dibûn, bi demografî û girseyî ji kurd û farisan an jî bi gotineka rasttir ji mêj ve ji Med û Farisan, ên ku du şaxên sereke yên gelên Arî bûn, pêk dihat û ji mêj ve heta dema me a îroyîn jî ev rewş neguherîye. Ji demên nayên zanîn heta dema me rewş ev e. Med li Rojava û Faris jî li Rojhilatê wek cînardijîyan û hê jî dijîn. Demografîya Arîa tim ev e. Ber bi rojava ve herikîn hebe jî ev demî ye û di dawîn de makewelatê van her du qewman hezare salan e ev deveran in. Jixwe Romê rojhilat anegorî erdnigarîya xwe tesnif kirîye û rojhilatê xwe kirîye sê beş; Rojhilatê Nêz, Rojhilatê Navîn, Rojhilatê Dûr. Û dîsa anegorî erdnîgarîya Romê û anegorî rêzê, vêca Psellus gelên li rojhilatê hejmartîye, pêşî peyva Medan û piştî Ya Farisan nivîsîye. Lewra Med anku kurdji Romê re anegorî erdnigarîyê cîran in û cîranên nêziktir ên Rojhilatê nein. Faris piştî axa Medan anku ber bi rojhilatê Medan de bi cih bûne. Anku pêşî behsa talana Medan, piştî jî ya Farisan dike. Bi rêzê û yek bi yek…  Weke ku dibêje;.. Ne ji MEDAN, ne  jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî…”.  Mesele, ji hêla Psellus ve  eşkere û vekirî hatîye qeydkirin û nirxandina me jî temam bû.

Ne mimkûn e ku yekî mîna Psellus  bi van agahîyan ne serxwext be û xuya dibe ku ji ber ku bi wan serwext e, wiha jî qeyd kirîye an jî dîsa bi gotina rasttir ehlaqê zanîstê pêk anîye û xwe ji bêehlaqîya mêtîngerî dûr hiştîye. Her çi qas di dewletek mêtînger de peywir girtibe jî, ax û hebûna gelên din jî nivîsîye, gelên ku Bîzans xwestiye welatê wan dagir bike înkar nekirîye û ew welat weke ku heye, dîsa wisa wek yê wan e nivîsandîye. Heqê Sezar daye Sezar bi kurtasî.  Helwesta wî helwestek zanistî û zanyarî ye. Bi ya me rêya rast şopandîye û em jî bi van agahdarîyan hesandîye, piştî 950 salan. Lê heman xweşgotin ji bo Michael Attaleiates dikare bê gotin, ne diyar e. Dibe ku zanyarîya wî ne weke ya Psellus astek bilind de ye. Ewî ji zanînên dîrokî weke Psellus bipar nebûye, tiştê ku tê fêhmkirin ev yek e. Mijara me a duyem jî qedîya, belê;

 Rastîyên dîrokî weke zêr û zîv in, çi qas jî li bin erdê bimînin, helbet dê rojek ronahî bibînin. Bi hêvîya ronîkirina beşên din ên dîroka birûmet lê mixabin “binaxbûyî” …..
__________________________

ÇAVKANÎ:

 (1)- Mir’atû’z-Zaman, Sibt Ibn’ul-Cewzî  (1186-1256) “… Biraz önce 10 000 Kürt Sultan’a katılmıştı. Bununla birlikte Sultan, ulu tanrıdan sonra buyruğundaki dört bin kişilik hassa askerine güveniyordu…” 

(2)- Dîroka Kurdên  Merwanî, İbn’ul Ezrak ê Fariqî (1117-1181)

(3)- Chronographia,  Michael Psellus 1018 – 1078,)

(4)- Chronographia,  Pirtûka 7-em, beşa  ROMANUS IV 1068-1071, nivîskar: Michael Psellus, 1018 – 1078), wergera ji yewnanî li inglîsî Edgar Robert Ashton Sewter – 1953 Orîjînala wê beşê: “ Now I was aware (though he was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and Kurds, was present in person with his army, and most of their victories were due to his leadership…”

 (5)- Mikhail Psellos’un Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr. Işın Demirkent, (1938 – 2006)  .

(6) Mikhail Psellos’un Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr. Işın Demirkent, (1938 – 2006) / Beşa têkildar: “İmparator (Romanos Diogenes) farkında değildi ama ben Selçukluların (metinde: “Perslerin”) hükümdarı sultanın (Alp Arslan) bizzat ordusunun başında bulunduğundan haberdardım ve zaferlerinin çoğu, onun liderlik vasıflarından kaynaklanıyordu “.

(7) Li vira peyva Siltan ji bo pênaseya hikimdarên Selçûqî  tê bikaranîn lewra damezrenerê Selçûqîyan Tuxrul, di sala 1055-an de bi bangawazîya Xelîfeya Ebasî Qaîm dikeve Bexdayê, bajêr  ji destê Buyîdan (Biweyhîyan) derdixe , wan têk dibe û dawî li serdestîya Bûyîdan tîne.  Bi vê yekê Xelîfeyê Îslamê Qaîm, Tuxrul wek “Siltanê alema Îslamê“ bi nav dike û li ser navê wî hemû mizgeftan de xutbe tên xwendin. Piştî vê pênaseyê, Tuxrul û her wiha Selçûqî dibin “ parezvan û Siltan “ ê hemû dewletên misilman ên girêdahîyê Xîlefeta Ebasî û dikevin bin fermana wî. 

(8) Kronîkên Psellus, Attaleiates ûhwd. .  

(9) Merwanîyên Amedê, Thomas Ripper

(10) Merwanîyên Amedê, Thomas Ripper

(11) Chronographia - Michael Psellus, Historia - Michael Attaleiates , Merwanîyên Amedê - Thomas Ripper.

(12) Historia - Michael Attaleiates

(13) Dîroka Kurdên Merwanî  - Ibn’ul Ezrak

(14) Dîroka Kurdên Merwanî  - Ibn’ul Ezrak

(15)Historia - Michael Attaleiates

 (16)Historia - Michael Attaleiates  .

(17)Chronographia, Michael Psellus / Beşa têkildar: “  At all events, he left the city with all his army and advanced against the barbarians, not knowing where he was marching, nor what he was going to do. He wandered over the countryside, planning to go one way, marching by another, traversing Syria, as well as Persia -- and all the success he met with was to lead his army into the interior, establish his men on some high hills, bring them down again, cut them off in narrow passes, and suffer heavy casualties through his manoeuvring. However, he returned, still to all appearances victorious. Neither from the Medes nor from the Persians did he bring us any spoils of war. One thing alone satisfied him: that he had marched against his foes…”

(18) Hıstoria, Michael Attaleiates  - Wergera li înglîsî: Anthony Kaldellis û Dimitris Krallis 2012 /
Beşa tekîldar: “….And at the same time," I said, "O Emperor, to leave the enemy behind on Roman land while it is near the end of summer, would be to permit them the luxury and pleasure [to do as they wish], and though we might not suffer now, would we be able to prosper in the future? Why don’t we take the city of Chliat and the towns beneath by siege so that the soldiers can satisfy their want of plunder and take heart and instill the enemy with fear, while in addition these cities will enrich the Roman Empire instead of the enemy, the forces of the enemy will be mightily beaten back, the coming of Turks from distances will be halted, and they will find not a base there and provisioning station, but a fortress and as such the road through Mesopotamia become impassable for them."

 (19) Hikimdarê herî temendirêj û serketî yê Merwanîyan. Di dewra wî de Merwanî asta xwe a herî bilind û rewşa xwe a herî aram û bihêz dijîn.

(Ev gotar bi dû beşan, li malpera Amîdakurd-ê hatîye weşandin-2016)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)