Pêwendîyên Rûs û Kurdan, li gel zimanê Rûsî û Kurdî

Bi boneya...
BILA KONSPÎROLOGÎ JI KONSPÎROLOGÎYÊ R’A BIMÊNE,
LÊ DIVÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN, KU KESEKÎ ZANIST BETAL NEKIRYE![1]
JI ALÎYÊ R’ÊDAKTSÎONÊ VA. – Van demên dawîyê xwendevanên me jêderka (link) nivîseke di întêrnêtê da ji me r’a şandibûn û t’ika kiribûn, ku em wê şirove bikin, an jî, wê çêtir bibûya, ewana nivîsîbû, eger me ew li ser r’ûpelên r’ojnameya xwe biweşanda, helbet, eger em wê hêja bibînin.
Ew gotara K. Îsayêv bû, ya bi sernivîsa “Silavî û k’urd: gelên bi dîroka hevbeş û mak-zimannê giştî ne!
K’a, em binihêrin”.[2]
Piştî
ku endamên şêwra r’êdaktsîonê
ew nivîs xwendin, r’êzek
pirsan r’û dan, û dijwar bû, biryarekê bigirin, k’a ji wir û pêva çi bikin: ew tiştek e, dema mirov
bi xwesteka xwe di întêrnêtê da nivîsekê diweşîne, lê lap tiştekî dinê ye, eger
mirov heman nivîsê li ser r’ûp’elên r’ojnameyê
biweşîne. Lewra jî biryar hete dayîn, ku dê çêtir be, ji bo vê pirsê bi
pisporan bişêwirin. Ji bo wê em berbirî zimanzan Ezîz ê Cewo Mamoyan bûn, ku ew
nêrîna xwe ji bo wê nivîsê bide. Mamosta
Ezîz ê Cewo xudanê berhema znistî ya “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û
bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da”[3] ye. Û di vê p’irtûka mamosta da wisa
jî di derbarê vê mijarê da nirxandin hene .
R’êzdar Ezîz ê Cewo t’ikaya me p’ejirand,
û piştî demekê nirxandineke balk’êş
di derbarê vê mijarê da ji me r’a
şand, a ku me bi spasdarî wergirt û pêşkêşî bala xwendevanên xwe dikin.
“K’urdistana azad”
_______________
Di sêrî da divê bê gotin, ku îro p’eydabûna
nivîsên vî r’engî
di medya civakî da bûye tiştekî di r’êzê da. Heya mirov dikare bibêje,
ku, her çiqas ewana bi nak’okî ne, lê dîsa jî carana heya r’adeyekê
r’ola
tiştekî mîna katalîzatorê pêk tînin. Lewra jî, dibe ku, divê mirov wana bê
baldarî nehêle: ma ne, ew jî r’engekî helwestê ye li hember
pirsên heyî, bila ew li ser bingeha hîsên kesî an jî k’oç’ektîya
(fehlvekirina) konspîrologî bin.
Weha, derdorê
190 xwendevanan ji bo vê nivîsê şirove û nirxandinên xwe hiştine. Lê bi giştî çiqasan
ew xwendine? Ev di derbarê çi da dibêje? Dyar e, ku pirsa têk’ilîyên
çandî, zimanî û dîrokî yên k’urd û r’ûsan
ji bo p’ir’ek
xwendevanan balk’êş
e – ji bo hinekan her li ser asta
zanebûnê, ji bo yên dinê, li ser asta r’avekirina têgihîştina pirsê ji
hêla heşmendîya pêkhatina gelan ya dîrokî va, ango ji hêla zanista dîrokî va! Û
li vira girîng e, k’a pisporên zanistê dê çi helwestê
li hember daxwezên weha yên civakê bidin xuyan.
Lewra jî, hem helwest û dîtinên Îsayêv ên li hember
r’astîyên
dîrokî, hem jî şiroveyên xwendevanan ên ji bo wê nivîsa wî ji bo lêger’înên
pêşer’ojê
divê wek hinek qinyatên dinê yên pêvekî bên nirxandin.
Di jîyanê da carna wisa dibe, ku p’eydabûna
nirxandineke weha, ya ku li ser bingeha hîsên kesî an nihêr’andinên
k’oç’ekî
yên konspîrologî ava bûbe, dibe sedem,
ku lêger’îner
bala xwe bidin t’erefên
têgihîştina pirsê yên dinê yên derzanistî jî. Û lewra jî, ji vir û pêva ev t’erefên
dîtinê (aspêkt) jî dikarin bên nirxandin – ew çiqasî jî bi nak’okî
an jî konspîrologî bin.
Ev, bi giştî, ji bo wê, k’a
mirov divê bi çi ç’avî li vê pirsê binihêre!
Lêbelê, ji bo r’ast
têgihîtina eyîtîya r’astîn a pirsê, divê ew aspêktana, yên ku di wê
nivîsa navborî da hene, di nava goveka zanistî da bên nirxînin, bi taybet jî,
dema pirs di derbarê têk’ilîyên zimanî da ye. Lewra ku, ziman bi xwe, bi wî şêwazê xwe yê
xwezayî va, sîstêmek e, û di wê da her tişt li ser asta heşmendîyê bi hev va
girêdayî ne, wek ku di mat’êmatîkê da. (Dibe ku lewra jî di
dîroka pêşveçûna zimanzanîyê da şaxekî wê yê “Zimanzanîya mat’êmatîkî” derk’etye holê).
Lewra jî, ji bo ku mirov di nivîsa navborî da ji bo
wan pirsan, ên ku dertên holê, bersîvên heşmendî bibîne, divê wan di nava
goveka wan prênsîp û kevneşopîyên zanistî da, û li ser bingeha destanînên
zanista di derbarê zimên da binirxîne, yên ku di encama pêşveçûna zamanzanîyê
ya sedê salan da pêk hatine…
Û ji bo ku hem lêytmotîva nivîsîna wê gotarê, hem
jî wat’eya
wê tê bigihîjin, divê mirov nêr’îna xudanê wê nivîsê bi xwe hilde
ber çavan, k’a
ew bi xwe helwesta xwe ya li hember vê mijarê çawa têdigihîje. Va ew: di destpêka
nivîsa xwe da Îsayêv li xwe mukur’ tê: “...Ez hez nakim, xwe konspîrolog hîs bikim, lê di
weşana îroyîn da nikarim wê erkê pêk neynim”. – Û di dawîyê da jî ew sedemên
ku ew berbi konspîrologîyê va def andine, weha r’avedike: “... Û bila delîlên ku min anîne
bingeheke xwe ya danayî nînbin jî–
ew hîskirina min a hindur’în
a sûbyêktîv e”. – Hema wisa!
Helbet, carna hîskirina hindur’în
a sûbyêktîv di k’arê
têgihîştin an wat’edarkirinaa
tiştekî da heya r’adeyekê
piç’ekî
r’ola
xwe heye, lêbelê, her t’enê piç’ekî û her t’enê
heya r’adeyekê.
Lê di heman demê da, ji bo wê, ji bo ku mirov
bikaribe r’astîya
pirsên dîroka hevbeş û mak-zimanê giştî yên slavîyan û k’urdan
ji bo xwe zelal bike, lêger’ênên zanistî yên dyar li hole hene,
û, wek ku ji nivîsê tê xuyan Îsayêv bi xwe jî bi wana r’a
ne t’enê
nas bûye.
Bala xwe bidinê, hê sala 2006-an li ser r’ûpelên
r’ojnameya
«Свободный Курдистан»//“K’urdistana azad” gotara zanîyar-dîrokzanê r’ûs
V. Makarênko ya di wê derbarê da, ku di zimanên r’ûsî
û k’urdî
da zêdetirî sê hezar p’eyvên hevlêzim (hevbeş) hene, hatye weşandin.[4]
Lê sala 2005-an p’irtûka heman zanîyarî ya «Откуда пошла Русь»// “Ji ku R’ûs destpê bûye” derk’etye r’onahîyê.[5] Û di beşê yekem ê vê p’irtûkê da
sernivîseke weha heye: «Поиск русских и славянских корней»//“Li
dû şopa r’ehên r’ûsan û slavîyan”, û di vê da jî jêrebeşek bi vî navî heye: «Курд = русский»//“Kurd=r’ûs” (r’û: 114
–117). Û li vira Makarênko li ser bingeha danayên dîrokî yên heyî dîtinên
zanistî yê p’ir’
balk’êş dide pêş. Mirov dikare bi xudanê wan dîtinan r’a ji bo hinek tiştan qaayîl be, yan na, mirov dikare li
ser hinek pirsan bi wî camêrî r’a bik’eve nava
gengeşîyan (û zaniest jî hema bi vê
yekê zaniest e!), lê nabe, ku mirov li rex wê
r’a derbaz bibe.
Lewra jî, bi wê hêvîyê, ku xwendevanê bi xwe ewê p’irtûka balk’êş bixwîne
(şêwazê wê yê êlêktronî – pdf di întêrnêtê da heye), em veger’in ser pirsa mak-zimanê hindewropî yê hevbeş – bêyî
t’exmîn û têderxistinên konspêrologî.
Demên cuda gelek şêwazên p’eyvî û t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş di
zimanê k’urdî û yên hindewropî yên
dinê da hatine dîtin û di derbarê wan da lêger’înên zanistî encam dane. Di vê derbarê da di
pirtûka min a navborî da (li nasîya 3. binihêr’in!) nirxandineke zimanzanî ya berfireh heye. Û
encamên van lêger’înên zanistî û yên dinê
dikarin paşer’oja me ya dîrokî ya
hemhindewropî r’onî bikin. Lê di nava wan
da hebûna p’ir’ek hemşêwazîyên p’eyvên r’ehî di zimanên k’urdî û r’ûsî da nirxekî berbiç’av ê zanistî ne.
Û dema mirov di
derbarê p’eyvên hevbeş ên di zimanên
k’urdî û r’ûsî da diaxive, divê bê
zanîn, ku herdû gelan dê nikaribûna wan p’eyvan ji hev bigirin, ji ber ku welatên wan herdu gelan
bi hezarê kîlomêtiran ji hev dûr in, û di derbarê pêwendîyên di navbera wan da agahî negihîştine me. Û, eger heya
sedsalaa XVIII çend caran nûnerên leşkerî yên p’adişahtîya R’ûsîyayê, an jî diplomat-lêger’îner û mîssîonêr çûne seredana k’urdan, ew nikaribûne bibin
bingeh, ku ewqas p’eyvên r’esen ji zimanekî derbazî
yekî dinê bibin. Ji bo wê p’êwendîyên p’ir’alî û cihêr’eng di demajoyeke dîrokî ya dirêj da dihatin xwestin.
Daneyên dîrokî
ne di derbarê cînartîya erdnîgarî ya di navbera gelên k’urd û r’ûs da, hene, ne jî di derbarê p’êwendîyên bê navber û aktiv ên
bazirganî-darayî, siyasî, çandî û yên dinê yên di nabera wan da.
Her t’enê dawîya sedsala XVIII û
detpêka ya XIX hinek aktîvî di p’êwendîyên navbera
herdu gelan da tên xuyan. Lê pêwendîyên wî r’engî nikaribûne bibin bingeh ji bo p’eydabûna ewqas
yekşêwazîyan di wan zimanan da.
Û li vira bi
xwezayî pirs dertê hole: ewqas yekşêwazîyên p’eyvan û t’aybetmendîyên r’êzimanî di wan zimanan da çawa p’eyda bûne?
Encamên lêger’înên
hemberhevkirinî-dîrokî yên di warê zimanên hindewropî da, yên ku heya îro pêk hatine,
her weha dîroka pêkhatin û belavbûna wan gelan di cîhanê da û hevbeşîya
bingehên zimanî yên destpêkî derfetan didin, ku zimanzanî bersîva van û pirsên
dinê bide.
Îro êdî mirov
dikare bi bawer bibêje, ku zimanên k’urdî û r’ûsî ne t’enê wek du zimanên
hindewropî xwedî bingeheke giştî ne. Û
hebûna gelek t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş di
herdu zimanan da, di wê derbarê da dibêje, ku di serdemeke dîrokî ya dirêj da
ew herdu ziman di nava malbeta zimanên hindewropî ya giştî da li ser bingeheke ji
bo wan herduyan hevbeş pêşk’etine.
Lê dîsa li vira
jî pirs dertên hole: ew bingeh yeke çawa bûye? Wê demê êdî li k’u dimîne, ku k’urdî zimanekî k’oma zimanên îranî ye,
lê r’ûsî ê k’oma zimanên slavî? Di k’îjan warên zimên da bingeha hevbeş a giştî
yek maye, lê li k’u jihevcudayî li ber ç’avan in? Ew şêwaz, ên ku
hê dereng p’eyda bûne, li ser çi
bingehê pêşketine? Eger ewqas gelek yekşêwazîyên bêjeyî û yên t’aybetmendîyên r’êzimanî di zimanê k’urdî da hene, yên ku di zimanên hindewropî yên ne
îranî da jî hene, gelo ew nayê wê wat’eyê, ku zanîyar-zimanzan divê hela hê cîyê
zimanê k’urdî di malbeta zimanên
hindewropî da zelal bikin? Ev hemû pirsana ji bo goveka pirsgirêkan a dinê
dimînin û pêdivîya xwe bi bersîvên bingehîn hene. Û, bi xwezayî, pêkanîna lêger’înên zanistî yên p’ir’alî ji bo vê pirsgirêkê bi serê xwe merckî
t’ekî t’enê ye.
Yekşêwazîyên
p’eyvên r’ehî yên di zimanên k’urdî û r’ûsî da dikaribûn bibûna
beşekî mijara lêger’înên pêşer’ojê yên zimanzanîyê,
yên ku ez li vira pêşk’êşî bala
pisporan dikim.
yên k’urdî yên r’ûsî
bav батя
bê без
beran баран
ber(- av) берег
bilqîn бульканье/вулкан
bira брат
birû брови
bit (bibitin) быть
çar четыре
çax час
çima почему
çors черствый
ç’êlek теленок
dar дерево
deh десять
derî/çvêr (в диалекте
заза) дверь
diryayî дранный
dot дочь
dotin доить
du два
ez (личное м -
имение I лица) аз
(личное местоимение
I лица в древнеславянском)
ga говядина
gotin (govtin) говорить
jin жена/женщина
ji nûva снова
jîyan жизнь
kat
час
kevir камень
kit кот
kuloç кулич
K’awa ковать
k’urdi-kî (в диалекте
заза) курдский
lîqîn ликовать
mak мать
meh (mange) месяц
mêş, moz муха
mêş (a tiştekî/kesekî girtin)------Ø
(mirov ê) mêşindar ---------------Ò мишень
mêşingeh --------------------------Ö
mişk мышь
na нет
ne не
nig нога
nizm/nimiz низкий
nû/nuh новый
petin печь
pênc пять
qalbûn закаляться
qas
час
qasik каска
qaz гусь
qul укол, уколоть, колоть
r’azan
рожать
r’iz рис
se(g) собака
sê три
sêlav (<sêl + av) сель
sol(в диалекте
заза) соль
-stan (Kurdistan, gulistan) стан (станица)
şeş шесть
şêst шестьдесят
tenik тонкий
tirs трус
tîr (û kevan) тир
toraq творог
verg (в диалекте
заза) волк
vir’ врать
vînîten (в диалекте
заза) видеть
westyan уставать
xaşîl каша
zanîn знание
zewal(a darê) завалить/завал
zirîçk (a çavan) зрение, зрачок
zivistan зима
Evê navnîşê mirov dikare hê jî bidomîne.
Lêbelê, hebûna yekşêwazîyan di zimanên k’urdî û r’ûsî da t’enê bi p’eyvên r’ehî yên hevbeş bi sînor nabe.
Di p’irtûka min a navborî da wisa jî di derbarê pirsa yekşêwazîyên zimanê k’urdî û yên zimanên dinê yên hindewropî da nirxandineke zanistî ya berfireh heye. Û hemû mînak û nimûne di goveka wî beşî da ji hêla dîrokî-hemberhevkirinî va hatine hûrbijartin (analîzkirin). Li wira cîyekî t’aybet ji bo yekşêwazîyên k’urdî-r’ûsî hatye veqetandin. Û xwendevanê bersîvên gelek pirsan bibînin, ên ku dibe ku di jîyana r’ojane da li ber heşê wan r’a jî derbaz nebûna. Mînak, di herdu zimanan da ne t’enê gelek p’eyvên r’ehî yên hevbeş, lê wisa jî, t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş hene. Wisa jî di wê derbarê da, k’a bi r’êzimanî çiqasî r’ast e (an jî, çiqasî dikare bê efû kirin, – eger bi dilê we be!), ku peyvşêwazên zimanên rûsî yên wek: красный, красная и красное (krasnîy, krasnaya û krasnoê) r’engdêr bên hejmartin? …Û ew sînor li k’u r’a derbaz dibe, yê ku k’urdî, wek zimanekî îranî ji r’ûsî cuda dike, yê ku zimanekî slavî ye? Di vê derbarê û di derbarê gelek pirsên dinê da xwendevan dikrin di p’irtûka navborî da bixwînin.[6]
Lê ezê li vira hewl bidim, di nava goveka derfetên heyî da bersîva van û pirsên dinê bidim.
Îro hatye p’ejirandin, ku t’enê di derbarê p’eyvên r’ehî yên hevbeş ên zimanên k’urdî û r’ûsî da diaxivin. Lêbelê, lêger’înên me dyar kirin, ku hem jî sîstêmên r’engdêran û t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêran di herdu zimanan da mînanî hev in.
Lêger’înên zimanzanî didin xuyan, ku di r’êzimanên herdu zimanan da p’eyvşêwazên wek: красный, красная и красное (kurd. ya sor, yê sor, yên/yêd sor), yên ku wek r’engdêr hatine p’ejirandin, ne ewqasî jî (an jî, hîç ne) anegorî qanûnên zimên ên hindurî ne. Ku gotinên di wê derbarê da, xwedêgiravî, r’engdêr zayend. jimar û t’ewanga xwe hene, û di vê derbarê da di r’êzimanên k’urdî û r’ûsî da tê gotin, dûrî r’astîyê ye. Ku ew p’arînk (p’irtik), ên ku di rêzimana r’ûsî da affîksên r’engdêran (affîksên r’engdêrsaz) tên navkirin, hêç jî ne wisan e…
Wek mînak, em p’eyvebenda makdêrî ya красная роза (krasnaya roza – gula sor) a zimanê r’ûsî hûrvebijêrin. Eger li vira em r’engdêr, wek ku ew heye, bihêlin (красная// krasnaya –ya sor), lê navdêr-makber bi yeke dine biguhêr’in, wê demê emê bibînin, ku dawîng, rasttir, ew, çi ku dawîng tê hejmartin, anegorî wê navdêrê tê guhar’tin, a ku bi r’engdêrê r’a tê danîn: красная роза//krasnaya roza; красный флаг//krasniy flag; красное яблоко//krasnoe yabloko; красные розы//krasniye rozi. Eger bi şêweyekî dinê bê gotin, bingeha r’engdêr wek xwe dimîne, lê “dawîng” anegorî zayend û jimara navdêran tên guhartin û zayend û jimara wan
navdêran didin zanîn, ne ya r’engdêr (-ая//-aya – zayenda mêza, jimara yekane; -ый//-iy – zayenda nêrza, jimara yekane; -ое//-oe – zayenda navîn, jimara yekane û –ые//ie – jimara p’ir’ane). Di r’êzimana r’ûsî da ev p’arînkana affîk’sên r’engdêr tên navkirin, ên ku zayend û jimarê didin zanîn (?!). Ji bilî vê, anegorî qanûnên r’êzimana r’ûsî tewanga r’engdêr jî heye. Li vira destxweda pirs dertê hole: çi têk’ilîya zayend, û jimarê bi r’engdêr r’a heye? Ma ne, zayend û jimar, wek t’aybetmendîyên r’êzimanî, bi xwezayî yên navdêr in. Heman tiştî mirov dikare di derbarê tewangê da jî bibêje, wek t’aybetmendîya r’êzimanî! Eger zayend, jimar û tewang t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr in, wê demê r’engdêr çawa dikarin bên tewngdin û zayend û jimara xwe hebin? Ma, gelo, ev ne li dijî
heşmendîya bingehîn a r’êzimana zanistî ye?
Çi dertê hole,
di zimanê r’ûsî da r’engdêr jî, mînanî navdêran,
tên tewangdin û zayend û jimara xwe hene?
Eger mirov anegorî qanûnên hindur’în ên zimên nêzîkî pirsê bibe, divê wisa nînbe.
Eger ew wisa tê p’ejirandin, wê demê li
vira tiştek ne wisa ye! Her zimanek qanûnên xwe yên hindur’în hene, û mirov divê anegorî wan qanûnan
li t’aybetîyên her yekî ji
wan ên sîstêmî binihêr’in, wan
binirxînin û derxin zanebûnê.
Têgihîştina heman şêwazî ya ne r’ast a t’aybetmendîyên r’êzimanî yên r’engdeêr di nava lêger’înerên zimanê k’urdî da jî heye. Û bi dîtina
wana, di zimanê k’urdî da r’engdêr zayend, jimar û
tewanga xwe hene. Û ev dîtina îro di wîjeya k’urdzanîyê da serdest e.
Bingeha vê
nêr’îna çewt ji ku tê?
Dema r’engdêra konkrêt (sor) ji p’eyvebendeke konkrêt tê deranîn (gul a sor// красная роза) û ew jî bi zêdera
makdêrî ya a r’a tevayî (a sor) tê bik’aranîn, ya ku zayend û
jimarê dide zanên, ew êdî wek navdêra konkrêt dertê pêş, ne wek r’engdêr. Ji wê demê û pêva, dema r’engdêr
bi zêderên makdêrî r’a tên bik’aranîn, ew di zimên da erka navdêran pêk
tînin, ango, wek navdêr tên bik’aranîn.
Pêvejoyeke
heman şêwazî di zimanê r’ûsî da jî derbaz bûye. Her çiqas li vira,
di p’eyvebendên makdêrî (attribute
word combination) da makdêr pêşdanî ye (prepositive), dîsa ew
pêvajo, ya ku li jorê di derbarê wê da hate gotin, di zimanê r’ûsî da jî bi heman
şêweyî, lê bi şêwazekî xwe yê xweser derbaz bûye.
Ji bo ku di wê
da bi bawer bibin, em mînaka li jorê ya красная роза (gula
sor) hûrvebijêrin.
Di vê p’eyvebdendê da p’arînka -ая (-aya) p’abendî navdêrê ye (роза//gul) û zayend û jimara wê dide zanîn. Xwendevanê bipirsin:
eger wisa ye, wê demê çima ew p’arînkana bi r’engêran va tên gotin
(dengkirin) û nivîsîn û wek dawînkên wan p’eyvan tên p’ejirandin? – Pirs di wê
da ye, ku di p’eyvebendên makdêrî da p’eyvên li ser bingeha
makdêrî bi hev va girêdayî ne û wek t’oreke p’eyvan a yekgirtî (r’êza p’eyvan a yekgirtî), wek yekîneyeke yekgirtî tên p’ejirandin (têgihîştin).
Û di wê t’ora p’eyvan da werguhar’tin bi bingehîn di dawîya
p’eyvan da pêk tên, lewra
ku ew bi hev r’a tên gotin (p’eyvandin, lêvkirin), û
dûraya di navbera p’eyvên wê t’or’e da, bi demê r’a, her ku diçe, tê kutkirin… Pêvajoyeke weha
di zimanên dinê yên hindewropî da jî pêk hatye û îro jî pêk tê.
Ev pêvejoyeke dengawazî (fonêtîkî) ya giştî
ye, û nimûneyên heman şêwazî mirov dikare di her zimanekî da bibîne. Mînakek a
vê pêvejoyê jî pêkhatina şêwazên îroyîn ên r’engdêran in di zimanê r’ûsî da, yên ku piştî bik’aranînan wan a di p’eyvebendên makdêrî da pêk hatine. Di p’eyvebenda makdêrî da r’engdêr bi navdêrên cuda
r’a hatine bik’aranîn, û zayend û
jimara wan navdêran jî bi wan p’eyv-p’arînkan (ая//aya, ий//iy, ое//oê, ые//ie) tên zanîn,
ên ku bi wan r’a tên bik’aranîn (красн ая роза//krasn aya roza, зелен ое поле//zelyon oe pole, велик ий писатель// velik iy pisatel,
добр ые отношения//dobr ie otnoşeniya). Di axavtina zarkî da (û axavtina zarkî jî berî
ya nivîskî hebûye û bêhtir dînamîk e) ew p’arînkana gav bigav bi r’engdêran r’a bêhtir nêzîk hatine
dengkirin, ne ku bi navdêran r’a, yên ku ew bi xwe p’abendî wana ne. Û bi demê r’a ev parînkên zimanê r’ûsî wek p’arînkên p’eyvsaz ên r’engdêran (affix) hatine
têgihîştin, her çiqas, t’u pêwendîya wana bi wan r’a nînin jî.
Piştî
nirxandina wan mînakên li jorê, mirov dikare bi bawer bibêje, ku ew p’arînk, ên ku di zimanê
r’ûsî da wek p’arînkên peyvsaz ên r’engdêran hatine
hejmartin, zêderên makdêrî ne, lewra ku:
a)
ev p’arînkana, her çiqas li dawîya r’engdêran va dibin,
zayend û jimara navdêran didin zanîn, û kevnemayên (arxaîzmên) zêderên makdêrî
yên r’ûsîya kevnar in;
b)
dema bi r’engdêr r’a tên bik’araanîn, ew wana werguhêr’î navdêran dikin, û dema xwendinê xendevan êdî ji kontêk’stê têdigihîje, k’a ew r’engdêra konkrêt, a ku p’arînk li dawîya wê va
bûye, şûna (û wek) k’îjan navdêrê
tê bikaranîn, an jî bendê dimîne, heta navdêr jî tê gotin;
c)
di zimanê r’ûsî da dema r’engdêr, wek beşê navî, k’irdeyê saz dike, ew li
wira bêyî wan “affîksan” (parînkên p’eyvsaz) tê bik’aranîn (-ая//-aya, -ый//-iy, -ое//oe, -ые//ie): Он был чист и невинен.//Ew paqij
û bê guneh bû. Наг и бос, пойдешь в царстве небес. // Tuyê tazî
û p’êxas her’î p’adişahtîya asîmanan.
Он очень красив.//Ew p’ir’ bedew e. Флаг так красен, что!..//Al wisa
sor e, ku!.. û yên dine; di van hevokan da t’aybetmendîyên r’engdêran (yên dazanîna t’aybetî û çawanîya navdêr)
hîç kêmekê jî lewaz nabe;
d)
dertê, ku di zimanê r’ûsî da ev p’eyv-p’arînkana di pêvajoya pêşvaçûna zimên a dîrokî
da wek p’arînkên p’eyvsaz hatine têgihîştin,
lê di r’astîya xwe da ew zêderên
makdêrî bûne (article
indikatif), yên ku bi şêwazên xwe yên awazî va, bi wat’e û bingeha xwe ya bêjeyî (sêmantîkî) va digihîjin
zêderên makdêrî yên zimanê k’urdî.
Fermo, bi xwe hemberî
hev bikin:
Zêderên makdêrî
yên Zêderên makdêrî yên
zimanê k’urdî
zimanê r’ûsî
ya -ая
yê
-ый/ий
*(î) -ое
yên/yêd
-ые
Eva her t’enê t’aybetmendîyeke r’êzimanî ye! Lê îjar çiqas
t’aybetmendî û p’eyvên dinê yekşêwazîyên
xwe di zimanên hindewropî yên dinê da jî hene û benda lêger’înerên xwe ne?! Û ew jî
p’ir’ê caran p’eyvên wisa ne, yên ku zimanê k’urdî nikaribûye ji
zimanên hindewropî yên dinê wergirtibin, an berovajî wê.
Û ev ne hemû
ye, ev her t’enê destpêk e.
Min li viraa
dîtinên xwe yên di derbarê lêger’înên bingehên destpêkî yên hevbeş ên zimanên
hindewropî dan zanîn û r’êze yekşêwazîyên zop’eyvên r’ehî yên zimanên k’urdî û r’ûsî jî wek mînak anîn. Mînakên weha di zimanên
hindewropî yên dinê da jî hene, yên ku pêdivîya xwe bi lêger’înên zanistî hene! Ez hêvîdar
im, ku ev pirsgirêk, a ku min destnîşan kiriye,
dê hêjayî bala wan zimanzan-lêger’îneran bibe, yên ku pirsên zimanzanîya hindewropî
ya giştî va mijûl dibin, û dê bibe bingeh ji bo govtûgoya zanistî û hevk’arîya pisporan a berhemdar
di vî warî da.
LI ŞÛNA PAŞGOTINÊ
Di cîhanê da
gelên cuda hene, yên ku bi hezarsalan di heman herêmê da dijîn, cînarên hev ên nêzîk
in, heya di hinek deveran da nûnerên wana di nava hev da dijîn. Di dîrokê da efrandidinê
gelêrî yên hevbeş ên wan gelan tên zanîn, lê yekşêwazîyên t’aybetmendîyên r’êzimanî yan ên p’eyvên r’ehî di zimanên wan gelan
da nayên zanîn. Û, heya eger hinek p’eyvên hevbeş di zimanên wan da hebin jî, ewana
di nava demê da ji zimanekî derbazî yê dine bûne. Lê gelên r’ûs û k’urd, her çiqas bi hezaran
kîlomêtran ji hev dûr dijîn, di zimanên wana da p’ir’ek hemjêwazîyên t’aybetmendîyên r’êzimanî û yên p’eyvên r’ehî hene. Wek ku li jorê jî hatye gotin, zanîyarê
r’ûs ê serdema me V. Makarênko dinivîse, ku di zimanên k’urdî û r’ûsî da zêdetirî sê hezar
p’eyvên r’ehî yên hevbeş hene.[7]
Û tiştekî dinê
yê balk’êş jî: r’onaydarê ermenî yê mezin Xaçatûr Abovyan dema di derbarê govenda
k’urdî da dinivîse, dide xuyan,
ku ew mîna xorovod (govend) a r’ûsan e.
Balk’êş e, ne?! K’urd ji bo ermenîyan ne net’eweke nenas in, ewana hezarê
salan cînarên hev ên nêzîk bûne, lê nivîsk’arê ermenî govenda k’urdan mîna xorovoda gelekî dinê (ê r’ûs) dike, yê ku bi hezar
kîlomêtran ji wan dûr dijî!
Û ev jî aspêkteke
dinê ye ji bo lêger’înên bingehên
destpêkî yên hevbeş ên zimanên hindewropî.
Ji bilî vê, zimanê
k’urdî û K’urdistanê r’êzek navên net’ewan û yên warên erdnîgarî
p’arastine, û lêger’îna wan jî dê ji bo zanebûna paşer’oja me ya hemhindewropî derfetên nû derxe hole. Weha:
–Di K’urdistanê da berek (eşîr) a
kurdan a tîrahî heye. – Di
Afxanistanê da zimanê tîrahî
heye, yê ku yek ji zimanên k’oma
zimanan a hind-îranî (zimanên dargî)
ye, ya ku digihîje şaxê zimanên hindî
(hindarîyî).
– Di K’urdistanê da bereka (eşîr) a
k’urdan a sindî heye. – Di qeza Sîndh a Pakîstanê û herêmên
Hindistanê yên Maharaştra, Gûcarat û
Racasthan da gelê sîndh (sînd)
dijî, û
zimanê wan jî sîndhî ye.
.
– Di K’urdistanê da bereka (eşîr) a
k’urdan a alan heye. – Di Osêtîyayê da berek (eşr) a alan
heye. (Osêtîn jî, mîna k’urdan, gelekî
îranî
ne).
– Di bakûrê K’urdistanê da navçeya
bi navê Dîgor heye. – Di heman Osêtîyayê da berek
(eşîra) a dîgor heye.
Û di dawîyê da – bi vê boneyê.
Dibêjin, ku Navç’emk (Mêzopoamya) dergûşa pêkhatina gelên hindewropî
û şaristanîya hindewropî ye. Îro k’urd û K’urdistan, hebûna zimanê k’urdî, çanda net’ewî ya gelê k’urd û p’arastina bingehên destpêkî (sûbstrat) yên mak-zimanê
hindewropî di zimanê k’urdî da di wê derbarê da govenyê didin. Her
çiqas gelên hindewropî di t’evahîya cîhanê da belav bûne, di gelek destpêk û nirxên hevbeş da, yên ku
wana bi xwe r’a birine, guhartinên
cuda pêk hatine, lê di welatê wan ê dîrokî da gelek şopên bingehên destpêkî yên
hindewropî hatine p’arastin.
Û divê di nava k’urdan di K’urdistanê da li hemû şopên wan bingehan biger’in.
Jixwe ev jî di warê hindewropîzanîya giştî da bi serê xwe aspêkteke girîng
e ji bo lêger’înên zanistî yên ji vir û pêva.
Piştî vê nirxandina li jorê em pirsa di wê derbarê da, k’a gelo mirov dikare van hemûyen di govek konspîrologîyê
da r’avebike, ji xwendevan r’a bihêlin.
A. Mamoyam (Ezîz ê Cewo)
R’ezbera s. 2021.
[1] Ev gotara di hejmara r’ojnameya «Свободный
Курдистан»// “K’urdistana azad” a 10 (215)-an da hatye weşandin (r’ojname di Moskovayê da bi zimanên
r’ûsî û k’urdî r’onahî dibîne), û, ji ber ku hem nivîsa mijara gotinê, hem jî berhemên
zanistî bi r’ûsî bûne, gotar jî bi r’ûsî hatibûye nivîsîn.
Wergera k’urdî – ya “K’urdistana azad”.
[2] https://zen.yandex.ru/media/id/601ea9f49c16c14bc7a2920d/slaviane-i-kurdy-narody-s-obscei-istoriei-i-obscim-praiazykom-razbiraemsia-60cf581daa9d6d211632639e
[3] А. Д. Мамояян, Грамматические
категории существительного и основы индоевропейского праязыка в курдском.
Издательство Санкт-Петербургского университета – 2007 г.// A. Mamoyan, T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û
bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da. Weşangeha
zanîngeha Sankt-Pêtêrbûrgê – s. 2007.
[4] Макаренко В. В., У русского и курдского народов более трёх
тысяч родственных слов. Газета «Свободный Курдистан». 2006, № 6 (39)//Makarênko V. V., Gelên rûs û kurd xwedî zêdetirî sê hezar peyvê hevlêzim in. Rojnameya «Свободный Курдистан»//“Kurdistana azad”. S.
2006, № 6 (39).
[5] Макаренко В. В., Откуда пошла Русь. М. 2005 г.//Makarênko V. V., Ji ku Rûs destpê
bûye. Moskova – s. 2005.
[6] Li nasîya 2. binihêre, rû. 77 – 103. Pdf a pirtûkê hûn
dikarin bi vê jêderkê bar bikin: https:/
/www.academia.edu/38273718/ ГРАММАТИЧЕСКИЕ_КАТЕГОРИИ_ СУЩЕСТВИТЕЛЬНОГО_И_ОСНОВЫ_ИНДОЕВРОПЕЙСКОГО_ПРАЯЗЫКА_В_КУРДСКУОМ_pdf , an jî navê pirtûkê di
cîyê lêgerînê da binivîsin.
Pirtûk bi xwe bi zimanê r’ûsî ye, lê di wê da kurtenaver’ok (t’omerîkirin)
û pêvek bi ziamnên k’urdî û înglîzî hene.
[7]. Li nasîya 3. binihêrin.
Yorumlar
Yorum Gönder