Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê



Ger bête fikirkirin ku pîramîdên Misirê çar hezar  û Stonehenge-yê Brîtanyayê  pênc hezar salî ne, divê bête pejirandin û li seranserê dinyayê jî divê wiha bête zanîn, ev kolan, kolana arkeolojîk a herî giring a dinyayê ye, a ku, heta îro hatîyê pêkanîn....


Mezopotamya: Bêgengeşî tê pejirandin ku dergûşa şaristaniyan e..  Û her wiha cihê axên taybet û pîroz ê şaristaniyan e, ê ku cara yekem mirov li vira dest bi çalakiyên xwe yên şarezahî kirine… Dibe ku, isbata herî giring a vê têzê jî perestgeha antîk a Xerabreşk be… 

Perestgeha Xerabreşk, berê deh sal,  ji hêla cotkarekî ve birasthatinî hatîye dîtin. Berhemeke bê hempa, keşfeke mazin û hêja… Xerabreşk a perestgeha herî mezin û kevnar a mirovahîyê, ji nav sinorên Rihayê bang li me dike û dibêje: “ Şaristanî li vira ye !“



Giringiya vê herêmê ku firehiya wî neh hektar e û di sala 1963-an de hatîye dîtin, berê 10 sal, bi saya cotkarekî ku zeviya xwe cot dikir ve hatîye fêhmkirin.


Tê de, bermahiyên mîmarî yên warên merasiman ji bo perêstinê, kêlan, kevirên çik ên  li ser rûyên wan  resmên ajal û nebatan hatine xêzkirin ku kevnariyên wan digihije B.Z. 11 hezar salan hene. Girîngîya herême jî ev e ku, ev herêm xwediyê warê perestinê yê herî mezin e.



Anegorî dîtinan û lêkolînên ku heta îro hatine kirin, pispor digotin ku mirovên dewra kevirê sîqalkirî nikaribûne ajalên hawirdora xwe kedî bikin. Girîngî û taybetîya Xerabreşk-ê ku perestgeha wê dewrê ye, jixwe li vira dertê meydanê û hêjabûna xwe wisa radigihîne …

Ji bo giringîya Xerabreşk-ê tam bê fêhm kirin, divê em guh bidine arkeologê Alman, Dr. Klaus Schmidt ê berpirsyarê vê lêkolînê:

“Bi saya keşfê destkeftîyên Xerabreşk ve, me berê de pê derxistibû ku, li seranserê dinyayê  yek ji wan perestgehên herî kevnar, di vê herêmê de ye. Lê bi lêkolînên dawî, me piştrast kir ku ev perestgeh, perestgeha herî mezin a dinyayê ye. Anegorî lêkolînên me, dîtin û nêrînên me yên di der barê resmên belkirî yên dewarê kûvî, dûpişk, rovî, mar, şêr, kerê kûvî, werdekê kûvî û nebatên kevnare, di encamê de em tê gihîştin ku, mirovên di dewra kevirê sîqalkirî da jiyîne, nikaribûne ajalên xwe kedî bikin. Ya din jî, resmên belkirî yên li ser rûyên stûn û kêlan (Stêl), di der barê hunerên mirovên di wê dewrê da jiyîne, fikir didine me. Ev perestgeh, taybetmendiya xwe ya  bûyîna perestgeha herî kevnar a dinyayê, di hebûna xwe de dihewîne “.



Xerabreşk, yek ji wan keşfên herî mezin a di warê arkeolojîyê de ye. Lewra, mînaka yekem a civakên komkar-nêçîrvanan e ku, ew kom di wê demê de hîn jî derbasê jiyana bajaran nebûne lê balkêş e perestgehan ava kirine… Û ev rastî  di warê dîroka şaristanî û bajariyê da keşfeka berê da nehatîye dîtin e. Heta, xwediyê lêkolînê, Dr. Klaus Schmidt gotîye; ”Pêşî  perestgeh hat, dû ra jî bajar hat“ û li gel vê hevokê xwe, di warê dîroka şaristaniya zû de, nêrîneka nûjen û balkêş afirandîye.

Xerabreşk, ji hêla gelek lêkolîneran ve weke “Zevîya Êden-ê ” tê qebûlkirin ku navê wê, di kitêbên pîroz de derbas dibe û bi vê taybetmendiya xwe ve, ev zevî  mijara lêkolînên cuda dibe. Bi rastî ne tiştkî pir balkêş e ku Zeviya Êden-ê ya Adem û Hewwa tê de jiyîne, di yek ji wan behiştên Mezopotamya-yê de cih bigire, lewra navê vê herêmê, Mezopotamya ye: Dergûşa Şaristaniyan…!




Keşfa herî giring ji bo peyitandina Xerabreşk ku perestgeha herî mezin û kevnarê dinyayê ye jî, peykerekê olî yê 11 hezar salî ye. Lebata nêrî di destên peykerê de ye û ev di dewra antîk de, nîşana berdarî û bereketê ye. Di stûyê peykerê de nîşana tîrê heye û tîpa yekem a alfabeyê “A” jî xwe xweş nîşan dide. Ev jî piştrast dike ku ev peyker wekî Xwedayê berdarîyê an jî bereketê hatîye pênasekirin. Lewra ev her sê nîşan jî , di dewrên antîk de weke îşaretên berdarî (bereketê) û hêzê tên zanîn.




Xerabreşk keşfeke gelek girîng û taybet e, bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê. Di van demên dawîn de, li gel keşfen weke Xerabreşk, Kerxê û Til-ê,  angaştên nû dertên holê û ew angaşt vê rastiyê diparêzin:

“ Şaristanî ji axa bakûrê Mezopotamyayê an ku ji Kurdistanê, li seranserê dinyayê belav bûye”


Û ev rastiyek e, a ku ti carî ti kes nikare betal bike… !

(Xerzi Xerzan-2010)


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)