Kayıtlar

Eylül, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

RASTIYA “FARAVAHAR”Ê

Resim
RASTIYA “FARAVAHAR”Ê Fergîn Melîk Aykoç Hima bigire di destpêka her nivîsê de mijara belovajîkirin û rastiyên xwe wek rastiyên me bin, bi me dane ezberkirinê, ez tînim rojevê. Mixabin ku rastî ev e, lema serê we xwînêran bi van gotinan diêşînim. Ev belovajîkirin di mijara faravaharê de hê bi awayekî konetir hatiye bikaranîn. Em îro hinek vê mijarê ravekin. Faravahar îro remza baweriya Zerdeştî ya herî girîng û bi wate ye. Hemû rêbaz û bingehên baweriya Zerdeştî sembolîze dike. Faravahar bi awayê Farohar, Forouhar, Firavarti, Fravahar û Farvahar jî tê zanîn. Lê rastiya wê “Fira – vartî” ye. “fara/fira” tê wateya firînê, yan jî yê difire. “Vahar /Vartî” jî tê wateya hilbijartina başiyê û giyana azad. Zedeştiyên îro Faravaharê wiha şirove dikin: Li ser perê Faravaharê sê rêz hene, ev rêzana ramana baş, gotina baş û karê baş sembolîze dikin. Perên jêr yên boçikê jî sê rêz in, ew jî remzên ramana xirab, gotina xirab û karê xirab in. Herdu kulabeyên li aliyê rast û çepê