Çalakîyên Şerîf Paşa li Konferansa Parîsê

                                                Şerîf Paşa yê Kurd - 1903/Stockholm

Wek tê zanîn, piştî şerê cîhanê yê yekem, tevlihevîyekê li Kurdistanê peyda bû. Dewletên dagirker û împeryalîst ên nû û kevn, ji bo bighîjine berjewendîyên xwe, xwestin ku gelê Kurd bi kar bînin û ji vê rewşê sûd werbigirin. Ji bo vê mabestê, peymanên nû anîn rojevê. Yek ji wan jî Konferansa Aştîyê a Parîs-ê bû. Li wê konferansê, nûnerên kurdan, Şerîf Paşa (Şerîf Paşa ê kurd) bû. Şerîf Paşa, bi piştgirîya serokeşîr, rûspî, rewşenbîr û şarezayên gelê kurd hatibû hilbijartin. Lê, li gel hîle û lêstikên birêvebirên dewletên împeryalîst, û her wiha çavbirçîtîya birêvebirên gelên cînar û xapandina bermayîyên Îttîhatçî û Osmanîyan, ew fersenda giranbuha, a ku gelê kurd bi sedhezaran kuştîyên xwe ve bi dest xistibû, mixabin nehate bikaranîn.

Nakokî û pevçûnên ku di navbera mezinahîyên kurdan de derketibû holê, nehişt ku gelê kurd bigîhîje mafên xwe ên xwezayî û mirovî. Di dawî de Şerîf Paşa, bi daxwaza piranîya rûspîyên kurdan, ji nûnerîya gelê kurd hate avêtin û temsîlîyeta wî nehate pejirandin. Di der barê vê mijarê de, gelek lêkolîn û gotar hatine weşandin. Gelek şadetî û saloxdayîn jî hene. Lê dîsa jî, ew dema nazik, bi hêjayî nayê zanîn û sedemên têkçûna gelê kurd jî, bi temamî nayê nirxandin.

Bûyêr û qewimînên wê demê, anku salên navbera 1918 û 1922-an, ji bo siberoja kurdan wek dersên bêhempa ne. Nakokîyên ku ketibû di navbera birêvebirên kurd û bawerkirina wan ji derew û fetlên biyanîyan, berê sed sal bû asteng ji bo mabesta mezin. Mabesta mezin û hevkar, serbixwebûna Kurdistanê bû. Hemû mezinahîyên kurd ên wê demê, bê guman kurdên dilsoz û welatparêz bûn. Lê ji ber nakokîyan û lihevnekirinan, ew fersend bi destê xwe xerc kirin, bi kar neanîn .

Gelek agahîyên balkêş û kêrhatî, ên ku di der barê qewimîn û nakokîyên wê demê de ne, li arşîvên Îngilîzan de veşartî ne. Ew belgeyên dîrokî jî, ji hêla dîrokzanê kurd ê navdar, Dr. Kemal Mezher Ehmed ve hatine tomarkirin û bi navê "Di Belgeyên Nehênî yên Brîtanyayê de Kurd û Kurdistan", wek pirtûk hatîye çapkirin. Wergera ji Soranî li Kurmancî a pirtûkê jî, ji hêla Zîya Avci ve hatîye amadekirin û ji alîyê weşanên Avesta ve hatîye çapkirin. Pirtûkeka hêja û kêrhatî ye. Beşê duduyan ê pirtûkê, di der barê mijarên ku me li jor rave kirîye de ne. Kesên ku dîroka kurdî ve eleqedar bin û bixwazin agahîyên belgeyî û dîrokî ên wê demê bi dest bixin, divê bi baldarî û zanyarî, gotara ku li jêr hatîye weşandin, bixwînin û sûdê jê bigrin. Lêkolînên mîna vê ên zanistî ji bo dîroka rast û her wiha ji bo siberoja aram û biserketî pêwîst e. Hem ji bo xwendina dîroka kurd a rast, hem jî, ji bo hişyarîya xetereya nakokîyan, ên ku bûne sedemên têkçûna gelê kurd, pêwîst û kêrhatî ye.

(X.Xerzan)

************************************************************************

PÊŞEROJA KURDAN LI BER DESTÊ KONFERANSA AŞTIYÊ YA PARÎSÊ, ÇALAKIYÊN ŞERÎF PAŞA Û NÛÇEYÊN WÎ


Dr. Kemal Mezher Ehmed  /(Wergera ji soranî Zîya Avci)



Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekê de, bi ketina Almanyayê û hevpeymanên wê, her wiha biserketina Şoreşa Oktobrê ya Sosyalîst li Rûsyayê, xerabûna desthilata Îttîhadiyan li Tirkiyê û jarbûna Qaçariyan li Îranê, qonaxeke dîrokê ya nû serî hilda û gelên bindest û perçiqandî yên wekî; kurd, ereb, azerî, ermenî, asûrî û kildanî bi hêvî bûn ku daxwazên wan yên neteweyî yên kevin bi cih bibin. Konferansa Aştiyê ya Parîsê, ku di roja 18yê kanuna paşî ya sala 1919an de dest bi karên xwe kirin, bû mizgînbexşê yekem ê wan daxwazan û hinek din hîsên wan ên neteweyî lepitandin.

Nûnerên kurd gelek bi çalakane daketin wê meydanê û bi awakî zanyarî di derbarê dîroka xwe ya borî de gavên baş ber bi pêşve avêtin, vê bala dîplomat û rojnamenivîsên biyanî ber bi xwe ve kêşane û ev gavên han ji destpêkî ve bûye mijareke tijî zanyarî ji bo wan belgeyên dîplomasiyê yên nehênî yên hikumeta Brîtanyayê, ku li Parîs, Enqere, Bexdad, Tehran, Washington û ciyên din yek li pey yekê ji dezgehên resmî yên Brîtanyayê yên li Londrayê re dişandin, pêşiya tevan jî ji beşa Rojhilatê ya Wezareta Derve re.


Bi vî awayî ji destpêkî ve kurd li ba hemiyan bûye xwediyê giraniyekê, heta kar digihîje wê dereceyê ingilîz di nîvê sala 1919an de pêşniyara tayînkirina waliyekî kurd li bajarê Wanê yan jî li bajarê Bedlîsê dikin û ev jî bûye navnîşana rûpela heştan a dosyaya hejmara 608/96/1an a Wezareta Derve. Rûpela yekê ya wê dosyaya mezin ku hejmara rûpelên wê 481 e û bi vê navûnîşanê dest pê dike: “Rewşa Wanê” û beşa herî zêde jî di derbarê kurd û ermeniyan de ne, ku di wê serdemê de gelek têkelhev e(1).


Her wiha bi vî awayî Wezareta Derve Ya Hikumeta Brîtanyayê ji bo çar raporên di derbarê Kurdistan, Iraq û Îranê de dosyake mezin a din amade kiriye û ev jî navûnîşana rapora duduyan e:


“2. Kurdistan di Sala 1919an de, Navdarên Kurdistanê -Nehênî”. Di vê raporê de navê 230 navdarên kurd, li gel 35 navdarên din ên di beşeke din a temamkerê eynî raporê de derbas bûye. Vê belgenameyê jiyana kesên wekî Şerîf Paşa, kesên dest û peywendên Şêx Mehmûd û Simko û ew awa rêberên kurd ku tiştek di barê wan de hebûye, ronî kiriye. Ew agahdarî tiştên wisan in ku kesek ji me heta niha qet seh nekiriye, ew wiha dibêje:


“1. Arif Paşa, endamê Komîteya Serbixwe ya Kurd a li Misrê ye. Di destpêkî de bi General Şerîf Paşa re hereket nekiriye, lê bi riya nameyên Mihemmed Salih Husnî re pê re peywendî danîye, ji ber vê sebebê heta derecekê navê wî ketiye nav navan”(2).



“2. Mihemmed Salih Husnî, nevsiyê General Şerîf Paşa ye û li Misrê kar û barên milkên şahzade yên Amînexana(*) maliya wî dimeşîne û bi xwe jî li Misrê û Besrayê milkên wî hene. Demekê di artêşa tirk de neqîb bûye û dibêjin di destpêka şer de (Şerê Cîhanê yê Yekem- K.M.) li Parîsê bi Şerîf Paşa yê zirbavê xwe re bûye û wî li wir tirkekî kuştiye, ku goya ji bo kuştina Şerîf Paşa şandibûn û ji ber vê jî tirkan hukmê sêdaredanê ji bo wî derxistine. Wisan dixuyê niha (yanî sala 1919- K.M.) li bajarê Îskenderiyê endamê Komîteya Serbixwe ya Kurd e. Di meha gulana sala 1919an de, di derbarê pirsa kurd de namekê ji General Şerîf Paşa re şandiye û pê daye ragihandin, ya baş ew e, ji bo berendamtiya mîrîtî ya Şerîf Paşa ku ji bo Kurdistanê bê nîşandan, gav bên avêtin. Di eynî wextê de peywendiyên wî yên nêzîk bi Arif Paşa re hene, ku ew jî li Misrê dimîne. Wisan dixuyê Mihemmed Salih Husnî biraziyê Xalib Begê be”(3).


“3. ‘Elî Xalib Beg, sekreterê şexsî yê Şerîf Paşa bû, îhtîmal e mamê Mihemmed Salih Husnî be. Şerîf Paşa hez dikir wî ji bo amadekirina eşîretan ji hevkariya hevpeymanan re, ku çawan pêwîst e bi wî awayî bi wan re hereket bê kirin, bi taybetî li gel Brîtanyaya Mezin, wekî rawêjkar bişîne Kurdistanê.


Pêşniyar jî kiriye ku ji bo dîtina Major Noel biçe Misrê û pê re biçe Helebê û Kurdistana rojavayê. Îhtîmal e vê jî kiribe li ser milê ‘Elî Xalib Beg, ku eşîretan han bide daxwaz bikin Şerîf Paşa bikin mîrê Kurdistanê”(4).


4. Ji çaveriya xwendewaran zêdetir, belgename bi hişyarî evdalê xeberên Simaîl Axayê Şikakî (Simko) bûn, di vî warî de dibêjin ku (beriya Şerê Cîhanê yê Yekem- K.M.) wî dikarîbû nêzîkî du hezar çekdarên siwarî û peyade berhev bike, lê îhtîmal e niha (yanî piştî nêzîkî pênc salan –K.M.) hejmara mirovên wî nagihîje ji sedan dehê wê hejmarê...


Bi riya posteyê ji Simko re bombeyek hatiye şandin, qasî ku dibêjin, ev kar plana karbidestin hikumeta Îranê ye, di dema vekirinê de diteqe û 25 kes ji mirovên wî tên kuştin û hejmarek ji wê jî zêdetir birîndar dibin...


Simko, her wextê di gotinên xwe de xwe wekî layengirê brîtaniyan nîşan dide(5).



Piştî çend salan belgenameke nehênî ya din a hikumeta Brîtanyayê ya bi eynî destûrê, tê li ser behsa Simkoyê Şikakî û wiha dibêje: “Îsmaîl Axa (Simko) rêberê kurdan ê bi nav û deng e, sal û nîvek dibe navê wî gelek di nav navan de tune, lê her çi hal be, hemî wext ji wan e ku derkeve meydanê û qasî Şêx Mehmûd ku li Silêmaniyê û li başûr, girê û astengan ji bo hikumeta Îranê û heta Iraqê jî peyda bike”(6).

                                                Ismaîl Axa yê Şikak (SIMKO)

Ji bo ku Şêx Mehmûd hewil dabû peywendî bi Kongreya Aştiyê ya Parîsê re deyne, dibû brîtaniyan di vî warî de zêdetir qîmetê pê bidin. Di rapora sala 1919an de, ku ji bo navdarên kurd hatiye amadekirin, di derbarê Şêxê Berdeqareman de wiha dibêje:


“Seyîd Ehmedê Berzencî pismamê Şêx Mehmûd e, ji aliyê Şêx ve wekî heyeteke Kurdistana başûr, bi mebesta pêşkêşkirina nêrînên kurdên başûr ji bo Kongreya Aştiyê (li Parîsê- K.M.) hatiye şandin li ba General Şerîf Paşa. Lê li Misrê, ji ber serhildana Şêx Mehmûd, rê jê re nehatiye dayîn ku biçe Parîsê. Di wê seferê de Reşîd Zekî Beg bi Seyîd Ehmed re bûye”(7*).


Du rûpel beriya wê di derbarê Reşîd Zekî Beg de wiha hatiye gotin:

“Pismamê Şêx Mehmûd e. Ji aliyê Şêx ve wekî heyeteke Kurdistana başûr bi Seyîd Ehmed re ji bo daxwaza kurdên başûr bigihînin Konferansa Aştiyê, hatiye şandin li ba Şerîf Paşa. Li Misrê, ji ber serhildana Şêx Mehmûd rê jê re nehatiye dayîn biçe Parîsê”(8).


Bi eynî destûra di derbarê Simko de û piştî navê wî, belgenameyek nehênî ya din a hikumeta Brîtanyayê, piştî çend salan tê li ser navê Şêx Mehmûd û bi qîmeteke zêde, hetta ji ya wê demê zêdetir, di derbarê wî de wiha dibêje:


“Hikumeta Iraqê û Brîtanyayê bi berdewamî ji bo qayîlkirina hikumeta Îranê û xwediyê wê Riza Şah, hewil didin alîkariya wan bike, Şêx Mehmûd bidîl bê girtin, ku eşîretên kurdên Îranê wekî ji mîrê Qaçarî Salar El-Dewle(9) re kirine, alîkariya wî jî dikin... Firokevan û mekanîkekî ingilîz ji aliyê mirovên Şêx Mehmûd ve esîr hatine girtin û ew birine nav erdê    Îranê”(10).


Ji ber gelek sebeban dibû neviyê Şêx Ubeydullahê Nêhrî bi awakî taybetî bala nivîskarên wê demê yên raporên nehênî yên Brîtanyayê rakêşabe. Rapora sala 1919an di derbarê Şêx Ubeydulah bi xwe de wiha gotiye:


“Hejmara leşkerê Şêx Ubeydullah, di despêka salên heştiyî ya sedsala 19an de, digihîşt 30 hezar kesên çekdar. Piştî şikestina serhildanê ew hatiye dûrxistin û wî birine Stenbolê û heta koça xwe ya dawiyê bi kurê xwe Şêx Ebdulqadir re li wir maye(*). Ebdulqadir, piştî wefata bavê xwe, li Stenbolê maye û bûye endamê parlamentoya rejima nû ya wî welatî (mebest rejima Ittihadiyan e- K.M.). Niha jî (yanî sala 1919an- K.M.) endamekî naskirî yê Komeleya Kurdistanê ya Stenbolê ye, ku ji bo serxwebûna Kurdistanê têdikoşe. Peywendiyên wî bi Seyîd Taha re xerab in”(11).


Li vir belgename zanyariyeke bi qîmet di derbarê berhevbûna sermayedarî di Kurdistanê de weşandiye, berhevbûna sermayeyê jî diyardeke aborî-civakî-siyasî ya girîng e û yek ji netîceyên têkelbûna Kurdistanê bi bazara sermayedarî ya cîhanê ye. Belgename di vî warî de wiha dibêje:


“Şêx Siddîqê kurê biçûk ê Ubeydullah li Kurdistanê maye (yanî wekî Ebdulqadirê birayê xwe li Stenbolê bi bavê xwe re nebû- K.M.), ew li ciyê bavê xwe, ku dûr hatibû xistin, serokê eşîretan e. Wekî dibêjin mezintirîn qaçaxçiyê tutunê yê li seranserê cîhanê ye û hesaba wî ya bankayê (National and Provincial Bank) li Ingîltereyê heye, koşkek li Nêhriyê û yek jî li Kartonê ava kiriye. Di sala 1907an de koçê dawiyê kiriye”(12).


Eynî belgename zanyariyên ronî û nedîtî di derbarê Seyîd Taha de weşandine:


“Seyîd Taha, mirovekî gelek gir û qelew e, temenê wî nêzîkî 28 sal e, lê mezintir dixuyê. Kincên ewropî li xwe dike, wisan dixuyê mirovekî xweşmeşreb e û rûniştina pê re gelek xweş e. Beriya şer (Yekem ê Cîhanê- K.M.) peywendiyên wî yên gelek nêzîk bi rûsan re hebûn. Carekê mêvanê şerefê yê konsolosê Rûsyayê bû. Bi xwe jî dibêje, hê wan rojan jî her ji bo damezirandina hikumeta kurdî kar kiriye û hîs bi wê kiriye ku projeke wiha tenê dikare bi hîmayeya Rûsyayê bi ser bikeve. Çunkî rûsan îspat kirine ew dikarin gelek ji îraniyan zêdetir îranparêz bin. Van rojan deng û behsek heye goya Seyîd Taha bûye xeyrî mûslîm û ew di nêrîn û boçûnên xwe yên di warê ayînan de bi tu awayî ne hişk e, her çend ew bi xwe ne meşrubxwer e û ne jî cigare dikêşe.


Dema ku asêtî û gelşa Ûrmiyê dest pê kir, hemî almanên li wî bajarî bûn, xwe avêtin li ba Seyîd Taha, wî jî baş pêşwazî li wan kirin. Niha ku ew piştî dexmeke zêde ya dirêjkêşayî ya tirk û rûsan (Bolşevik- K.M.) çavkaniya jiyana wî bi carekê guheriye û hêz û desthilata wî heta derecekê gelek jar bûye. Koşka wî ya li Nêhriyê kavil kirine û Şemdînan jî ji aliyê rûsan (spî- K.M.) ve hatiye talankirin. Nîvê mirovên wî jî yan belav kirine yan jî kuştine. Li milekî din, ev bûyer li seranserê Kurdistanê girtiye, lê ew hejmara kêm niha pê re mane, ji berî baştir çekdar in. Beşek mirovên bavê wî jî di bin tesîra Şêx Ebdulqadir de ne (mamê wî- K.M.), ku peywendiyên wan ne xweş in. Li gel van tevan jî hê nifûza Seyîd Taha gelek mezin e û dikare navçeya ketiye di navbera Başqale, Rewandiz, Uşno (Şino- K.M.) û Ûrmiyê de aram bigre. Bi awakî gelemperî li Kurdistanê mirovekî rêzdar e û qedrê wî yê ayînî heye. Îsmaîl Axa (Simko) yê rêberê Şikakan bi riya zewacê re xizmekî nêzîk ê Seyîd Taha ye û di eynî wextî de du hevalên hev ên nêzîk in.


Milkekî Seyîd Taha yê gelek zêde li deşta Ûrmiyê heye û li gor adetê binemala xwe li dijî Îranê ye û berjewendiyên wî jî gelek bi tund û fireh bi kurdên Azerbaycanê ve girêdayî ne.


Gelek zehmet e mirov bikare bi ronî wêneyê hindurê wî (Seyîd Taha- K.M.) bikêşîne. Dr. Wigram(13), wî kesekî nizim ê kêmwêne daye nasandin. Her çi hal be, Wigram bi xwe Seyîd Taha nedîtiye û nêrîna wî li ser bingehekî gelek layengirî yê serpêhatiyên xeyrî muslîmekî hatiye avakirin.


Di gulana sala 1919an de, dema ku Seyîd Taha serdana Rewandizê û Bexdayê kir, qet nebe bi rûkaşî jî be xwe baş da nîşan, firset nedayê bi tu awayî jê guman bê kirin, bêyî îddîa û kibrî amadetiya xwe di derbarê alîkarî kirinê de (bi me re- K.M.) nîşan da. Eger ew rolek be, ew bêyî pîvan di domandina wê de gelek bi serkevtî bû. Bîr û baweriyeke wî ya zelal heye, xwendekarekî baş e, kurdî, erebî û hinek jî rûsî dizane. Li gor wî, her çi hal be, gelek zehmet e hîç fikreke zelal di derbarê siyaseta pêşerojê de bide xuyakirin. Îhtîmal e ew asteng e li pêşî, ku li Kurdistanê jê îstîfadekirinê, eger peywendiyên wî yên nêzîk bi tevgera li dijî farisan li Azerbaycanê hebe, bi serbarê wê de jî peywendiyên wî yên nêzîk li gel kurdên wê herêmê re jî hene”(14).


Helbet dibû rojavayiyan, di serê hemiyan de jî ingilîzan, ji ber dîroka wan a kevin a di xebata kurdewariyê de û çalakiyên kesên wekî Sureyya Alî Bedirxan, Celadet Bedirxan, Dr. Kamuran Alî Bedirxan ên fireh û awa awa qîmeteke taybetî bi Bedirxaniyan bidana ku di wan rojan de di riya pêşeroja neteweyê xwe de didomandin.


Vêca bi rastî di wê qonaxa nazik û gelek guherbar de kêm kurd hebûn ew zimanê hevdem yê wan birayan biaxivin û wekî wan hîs bi destebijêra rewşenbîrên kurd bînin ziman û bêyî pîvan qîmet bidin rêxistinên siyasî û çapemeniya kurdî. Ji ber vê jî kurdek tune ku qasî wan di weşanên belgenameyên nehênî de û li ser rûpelên rojnameyên rojava û rojhilatê û di warê behsa dîroka rêxistênên siyasî yên kurd ên wî wextî de navê wan wekî van û bi dereceya van dubare bûbe.


Ji bo îspata van nêrînan em pêwîst dizanin li vir çend nimûneyan ji belgenameyan bi xwe rayêxin li ber çav. Nimûneya yekê nirxandineke M. Noel e ku ez bawer nakim kesek ji zabitên wî wextê yên ingilîz, M. Soane jî tê de, qasî wî agahdarê kurdan, ûrf û adetên wan bûbe û wekî wî hez kiribe ingilîz destê alîkariyê ji bo wan dirêj bikin. Ya li xwarê teksa wan gotinan in ku Admiral Calthrope di roja 10yê tîrmeha sala 1919an de ji Stenbolê ji Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê ya li Londrayê re şandiye:


“Nîşana bi brûska hejmara 1430î min û bi brûska hejmara 53an a roja 12yê gulanê ya Mendubê Samî yê Brîtanyayê yê li Bexdayê re û ew nameya we ku hejmara 77676an a roja 29yê gulanê Wezareta Derve re şandiye. Li gor Major Noel, di hemî warekî de dikare îstîfadeke gelek mezin ji rêberên kurdan ên li navçeyên çiyayî yên bakur, ku dikevin ser sinorê Mezopotamyayê, bên wergirtin. Yên ku niha li Stenbolê ne, ji van kesan pêk tên:


1. Seyîd Ebdulqadir, herêma (nifûza wî- K.M.) dikeve li navçeya rojhilatê.


2. Bedirxanî(15), bi nav û dengtirîn û rêzdartirîn malbata Kurdistanê ne”(16).



Di eynî dosyayê de ev belgenameya han heye û dibêje: “Roja 21yê tîrmehê heyeta kurd ji bo dîtina M. Noel bi trênê ji Stenbolê çû Helebê. Heyet ji Kamuran Alî Bedirxan û Celadet Alî Bedirxan(17) û ... pêk hatiye”(18).


Di dema M. Noel bi xwe de, gelek caran navê Celadet Alî Bedirxan û Kamuran Alî Bedirxan dubare dibin. Di wan rojan de, ku me dahatiya mijara vê berhemê jê re amade kiriye, M. Noel gelek wêneyên degmen û sipehî belav kirine. Wêneya yekê ya Celadet û Dr. Kamuran Emîn Alî Beg Bedirxan e, wêneya duduyan jî ya Ekrem Begê Cemîl Paşa ye, ku li ser wiha hatiye nivîsandin:


“Ekrem Begê Cemîlpaşazade yê xelkê Diyarbekrê, tirkan fermana girtina wî derxistin, çunkî bi navê Yaneya Kurdan hatibû raspardin, ku di dema gihîştina min li Diyarbekrê ya di meha hezîranê de pêşwazî li min bike”(19).


Di dosyake din a eynî salê de, Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê(20), cardin di belgenameke serbixwe de, navê rêberên herî çalak ên wî wextî yên kurdan û Komeleya Pêşkevtin a Kurdistanê bi vî awayî dike:


“Ev gruba han ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe ya di bin hîmayeya Brîtanyayê de dixebitin. Propagandeya vê partiya han li ser rûpelên rojnameya Serbestî(*) tê ragihandin. Hejmara endamên Komeleya Pêşkevtin a Kurdistanê di nav kurdên Stenbolê de digihîje deh hezar kesan ku ev dibe nîvê kurdên vî bajarî. Merkeza serekî ya vê partiyê li Stenbolê ye, şubeyên wê li Diyarbekrê, Dêrsimê, Sêrtê, Xerpûtê û Meletyê hatine vekirin.



Seyîd Ebdulqadir ê serokê meclisa dewletê, di eynî wextî de serokê vê partiyê jî ye. Endamên wê yên naskirî jî yên li xwarê ne:


1. Bedirxanzade Mistefa Zîhnî, waliyê berê yê Hîcazê.


2. Bedirxan Emîn Alî Begê kurê navê wî derbas bû û midurê adliyê yê Aderyanopelê.


3. Seyîd Mihemmed Efendiyê kurê Seyîd Ebdulqadir.


4. Seyîd Ebdullah Efendiyê kurê Seyîd Ebdulqadir.


5. Mihemmed Elî Begê Bedirxanzade.


6. Seyîd Şefîq (Sheflick)(?) Efendî ku niha li Bedlîsê ye (Şefîq Arvasîzade- ‘E. Zengene).


7. Hemzî (Hemdî) Begê muteserrifê berê yê Muntefikê(21).


8. Micer (raid) Silêman Nurî Beg, Meletye.


9. Micer (raid) Emîn Beg.


10. Hembî(?)zade, ji eşrafan.


11. Dr. Mihemmed Şukrî Beg(22)


12. Hacî Elî Riza Efendî.


13. Elîşan Beg, ji eşrafê Koçgîriyê.


14. Elî Heyder Beg, Kurê Mistefa Paşayê Begzade.


15. Ehmed Arif Efendî, biraziyê kiyaheya(?) Ehmed.


16. Mihemmed Nurî Efendî, profesorê Lahutê.


17. General Hemdî Paşa.


18. General Mistefa Paşa, endamê Meclisa Orfî(23).


19. Mewlanzade Ref’et Beg, xwediyê rojnameya Serbestî(24).


Teksta programa kar a Komeleya Pêşkevtin a Kurdistanê, piştî çar rûpelên din eynî di vê dosyayê de weşandiye ku ji sîûsê maddeyan pêk hatiye(25*). Em ê niha teksta wergera maddeya yekê wekî ku hatiye biweşînin ku ronahiyek dike li ser hemî maddeyên din ên vê programê:


“Maddeya yekê: Komeleyek bi navê ‘Komeleya Pêşkevtin a Kurdistanê’ ji bo parastina berjendiyên serekî yên kurd û heta tê digihe meseleya neteweyî, hatiye damezirandin. Bingehê serekî (komeleyê- K. M.) li Stenbolê û şubeyên wê jî li Kurdistanê û eger pêwîst bû li ciyên din jî tên damezirandin. Ev komele alîkariya wan komele û rêxistinan dike ku ji bo bicihkirina eynî armancê dixebitin”(26).


Vêca ka em bên li ser teksta wan raporên serbixwe ku xwediyê taybetmendiyên pirsa kurd a li ber destê Konferansa Aştiyê ya Parîsê, Şerîf Paşa û nûçeyên wan in. Heta niha girîngtirîn dosyaya ku min di Arşîva Neteweyî de ya di derbarê vê mijarê de dîtiye, dosyaya hejmara 371/5068an e ku ev navûnîşana han jê re hatiye nivîsandin: “Siyasî, Rojhilata Tirkiyê, Dosyaya 11an, 1920”. Ev dosyaya han 250 rûpel e û beşa wê ya herî mezin di derbarê kurd û ermeniyan de ne. Rojaneya ji 76 rûpelan pêkhatî ya Major Noel a di derbarê kurdan de, wekî îlaweke serbixwe di nav vê dosyayê de hatiye danîn.


Yekem belgenameya di nav vê dosyayê de bi vê navûnîşanê ye: “Pêşeroja Kurdistanê. Yadaştê (Memorandum) Komîteya Serbixwe Ya Kurdistanê Di Derbarê Daxwazên Kurdan de”. Ev yadaşta han heft rûpel e, bi fransizî hatiye nivîsandin û roja 14yê adara sala 1920an Sureyya Bedirxan wekî “Sekreterê Giştî Yê Komîteya Serbixwe ya Kurdistanê” li Qahîreyê pêşkêşî sefaretxaneya hikumeta Brîtanyayê kiriye, ku ew ji serokwezîrê wî welatî re bişîne(27).


Roja 16yê adara eynî salê, sefîrê hikumeta Brîtanyayê yê li Misrê, yadaşta Sureyya Bedirxan ji Londrayê Beşa Rojhilatê ya Wezareta Derve re şandiye(28).


Di rûpela 12an a eynî dosyayê de ev belgenameya han tê xwendin:


“Pêşeroja Kurdistanê. Nîşana Brûskê Ya Wezareta Derve (Hejmar 254, 26ê Adara 1919an E 1776/11/44). Gumaneke zêde ji wê tê kirin ku qet tiştek di derbarê serbixwe yan xwedmuxtariya Kurdistanê di orteyê de be, bi herhalê rayeke giştî ya yekgirtî di nav Kurdistanê bi xwe de jî nîne. Piraniya kurdan çaverê dikin ku ji aliyê desthilateke jor ve li wan hikum bê kirin(29). Ew hejmara kêm a kurdan ku li derveyî Kurdistanê dijîn, bîrûbaweriya wan a cudaxwaziyê heye û di derbarê nifûza xwe de mubalexe dikin. Herçî Şerîf Paşa jî ye, ji ber sebebê meyla niha li hemberî tirkan gelek şayîsteyî qîmetpêdanê nîne, li gel vê jî ez pêşniyar dikim di derbarê nûnerê Yaneya Kurdan de îstîfsar bikin, ez wisan baş jî dizanim hikumeta xwedan şukir bi fransizan re di derbarê vê mijarê de hevkarî (ya rawêjî- K.M.) bike”(30).


Ji rûpela 50an heta rûpela 57an, belgenameyên di nav vê dosyayê de tên ser behsa peymana bi nav û deng a di navbera Şerîf Paşa ya li ser navê kurdan û Boxos Nobar Paşa ya li ser navê ermeniyan de, ku dengekî zêde bi du awayên cihê hatiye dayîn -li dij an li gel. “Nêrîna Raya Giştî Li Tirkiyê Di Derbarê Peymana Kurd-Ermeniyan de” navnîşana yekem belgenameya vê dosyayê ya di derbarê wê mijarê de ye ku teksta wê ya wergerandî wiha dibêje:

Şerîf Paşa



“Nêrîna Raya Giştî Li Tirkiyê Di Derbarê Peymana Kurd-Ermeniyan de. Ji Admiral de Robeck(31) ve, Stenbol, hejmar 379, 15yê adara 1920an, nîşane bi nameya nehênî û bi lez, Stenbol hejmar 306ê roja 2yê adarê (E 1776/11/44).


Rapor di derbarê peymana di navbera Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa de wisan radigihînin ku bûye sebebê durustbûna du nêrînên gelek cihê.


Li gel vê nameyê (wekî îlawe- K.M.) ez ew beşa rojnameya Bosforê (Bosphore) ji te re dişînim ku temamê rexneya gumanlênekirî ya ermeniyan dide xuyakirin.


Herçî kurdên cudaxwaz yên Stenbolê ne, bi peymanê dilxweş in. Ew kurdên (Stenbolê- K.M.) ku li dij in piraniya wan ji endamên malbata Baban in(32). Munaqeşeya (kurdên Stenbolê ya di vî warî de- K.M.) di derbarê Şerîf Paşa de ye. Va ez ê di îlaweya vê nameyê de lîsteya îmzayên wan brûskên ku li dijî Şerîf Paşa hatine dayîn ji te re bişînim”(33).


Di eynî dosyayê de, piştî vê nameya han, yekser îlaweyên nameyê tên. Ya yekê ji şeş xalan pêk hatiye û xala yekê, duduyan û pêncan dubarekirina teksta axaftina Admiral De Robeck a di derbarê helwêstê ermeniyan a li hemberê peymana Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa de ye. Lê hersê xalên din zanyariyên zêdetir di derbarê helwêstê kurdan de tê de heye. Ji ber vê em ê bi kurtî teksta wê li jêrê pêşkêş bikin:


“3. Serokên kurdên cudaxwaz yên li vir bi peymanê dilxweş in. Lê (di eynî wextê de- K.M.) hewil tê dayîn di nav kurdên din de hestê dijayetî jê re bê durustkirin. Li Stenbolê dijîtîkirina peymanê bi navê hejmarek endamên binemala Baban ve girgdayî ye, bi taybetî Mistefa Paşayê Babanzade û Ne’îm Paşayê Babanzade. Dişê yê yekem (yanî Mistefa Paşayê Baban- K.M.) ji bo nimûneya piraniya ew tebeqeya xwendekarên kurd ên li vir bê nîşandan ku demeke dûrûdirêj karmendên fermî yên Tirkiyê bûn, ji ber vê bi rastî bûne cudaxwazên dilsoz(34). Yên duduyan jî (yanî Ne’îm Begê Baban- K.M.) nûnerê wê tebeqeyê ye (kurd- K.M.) ku li ba wan Îslam bi ser hemî tiştekî din re ye.


4. Li gel vê, hejmarek ji rêberên (van cure- K.M.) cudaxwaz, helwêstê Şerîf Paşa yê giştî yê vê dawiyê, ne bi dilê wan e, di eynî wextê de min ji xwediyê wan sehkiriye ku Şerîf Paşa ji bo xizmeta tirkan kar dike, wan ew guman di dilê min de daçikandin ku bi min bi xwe re jî hebû(35). Min bi vê jî zanî ku ne zehmet e Şerîf Paşa bibe serokê liqa Parîsê ya Komeleya Îslamê ku derket gelek nêzîkî Komeleya Îslamê Ya Navendî ye û di xaniyê hejmara 156an a li ser caddeya Fleet Streetê ye(36).


6. Ez bi vê nameya xwe re lîsteya wan navan, îmza û melbendên wan şexsiyetan ji te re dişînim ku li dijî helwêstê Şerîf Paşa yê ji bo muhurkirina peymana di navbera ermenî û kurdan de ne ku nûsxek jê ji min re şandine”(37).


Piştî vê belgenameya han, di rûpela 53an a dosyayê de, ew gotara 5ê adara sala 1920an a rojnameya Bosporê (Le Bosphore) ya fransizî tê de ye ku li Parîsê derdikeve û Admiral de Robeck di nameke xwe ya pêşî de bi taybetî îşaretê wê kiriye. Çar rûpelên pişt re yên eynî dosyayê, ji bo nav, cih û rojên wan brûskan amade kirine ku xwediyê wan li dijî peymana Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa ne, ji Adiral de Robeck ê Mendubê Samî yê Brîtanyayê yê Tirkiyê re şandine. Hejmara wan kesên brûsk şandine, nêzîkî 140 kesan e. Li dora 110ê wan serokê eşîretan in û mirovên bi nav û deng ên wekî Mehmûd Paşayê kurê Îbrahîm Paşazadeyê Milî tê de hene ku 27ê sibata sala 1920an bi navê Komîteya Parastina Maf-Wêranşehr, brûskek şandiye.


Li gel vê, pênc “Komîteya Parastina Maf”, duduyên wan ji Diyarbekrê û hersêyên din jî, ji Sîweregê, Silîvan û Midyatê brûsk şandine. Ji bilî vê, deh serokên şaredariyê yên bajarên Erzîncan, Midyat, Niseybîn, Erxenî, Sîwereg, Dêrik, Silîvan û cardin Midyat, Dêrsim û Mêrdînê, brûsk şandine. Sê pêşkneran (mufetiş) jî, yê Şêrnex, Sîwereg û Midyatê brûsk şandine.


Bi eynî destûrê kesên navên wan li jêrê ye jî brûskan şandine.


Her yek ji wan bi awakî bal dikêşînin:


1. Huseyn û Yusif li ser navê rûniştiyên Quretçayê.
2. Huseynê serokê “Komeleya Pêşkevtin a Kurdî” ji Elezîzê.
3. Lîwa Rûkin Begzade Kerîm, xelkê Bayezîdê.
4. Micer (raid) Îbrahîm serokê eşîreta Celalî ji Bayezîdê, ku dixuyê ew ji zabitê Alayên Hemîdiyye yên dema Sultan Ebdulhemîdê Duduyan be.
5. Osman, serokê hêzên niştimanî yên Midyatê(38).


Rûpela 206an a eynî dosyayê, cardin ji bo çend milên din ên dijîtiya di navbera rêberên kurd ên wî wextî û devjêberdana Şerîf Paşa ya ji nûnertiya kurdan a di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hatiye amadekirin. Li wir sefaretxaneya Brîtanyayê ya Parîsê, bilindtrîn dezgeha hikumeta Brîtanyayê, ji milên cihê yên van bûyeran agahdar dike(39). Di wê rûpelê de wiha hatiye nivîsandin:


“Naverok: General Şerîf Paşa. Roja 7ê nîsana 1920an.


Mijar: Devjêberdana ji serokatiya heyeta kurd a di Konferansa Aştiyê de û ji serokatiya bûroya ragihandina Îslamî li Parîsê”


Di rûpelên piştî vê de teksta îstîfaya Şerîf Paşa heye ku bi fransizî û di roja 27ê nîsana sala 1920an de pêşkêş kiriye(40).


Hemî ev bûyerên han li Stanbolê deng didin, Admiral Webb roja 3yê gulana eynî salê ji Stenbolê vê rapora han ji Londrayê Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê re dişîne:


“Dubendî Di Navbera Civaka Kurdî Ya Stenbolê de.


Nîşana brûska hejmara 401an a Stenbolê, roja 16yê nîsana 1920an (çapa E 401/11/44), li gor raporan, piştî mercên di peymana navbera Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa de hat zanîn, dijîtî dest pê kirin. Seyîd Ebdulqadir rizamendiya xwe ya xwedmuxtariya Kurdistanê ya di bin siya Tirkiyê de ragihand, Bedirxaniyan jî (li ser wê- K.M.) Seyîd Ebdulqadir ji serokatiya Yaneya Kurdan hildan, Ebdulqadir jî li hemberî vê, biryara hilweşandina komîteyê (birêvebiriya yaneyê- K.M.) ragihand.


Li gor raporan jî Şerîf Paşa di eynî demê de dev ji nûnertiya (kurd di Kongeraya Aştiyê de- K.M.) Parîsê berda...”(41).


Di rûpelên piştî vê de tekstên dirêj ên van xeberan tê de ne ku Mendubê Samî yê Brîtanyayê ji Stenbolê ji wezîrê derve Lord Curzon(42) re şandine, ya jêrê jî teksta wergera wê ye:


“Mendubiyeta Samî Ya Brîtanyayê,
Stenbol,
3yê gulana 1920an,
Hejmar: 1743.M/620,


Mezinê Min,


1. Ez bi danexuyakirina brûska hejmara 401an a roja 16yê nîsanê şerefmend dibim, ez li xwarê yên di derbarê ew dijîtiya di navbera civaka kurdewarî ya li vir (li Stenbolê- K.M.) de rû daye, pêşkêşî xizmeta we bikim.


2. Hinek dijîtî di nav rêzên wan (Yaneya Kurdan- K.M.) de, ji roja damezirandinê ve, raste rast piştî mutarekeyê durust bûne, lê her çi hal be ew dijîtî heta sibata îsal negihîştibû dereceya pevçûna eşkere, yanî heta xelkê li vir bi mercên peymana Şerîf Paşa-Boxos Nobar hesiyan.


Belavkirina wê peymanê rewşeke dijwar ji Yaneyê re (Kurd- K.M.) afirand. Çunkî beriya hemî tiştî (terefan- K.M.) xwe ji daxwaza serxwebûna temamê Kurdistanê dûr dixistin. Heta ew endamên (Yaneyê jî- K.M.) ku bi rastî bi fikra wê serxwebûnê re bûn, her wextê wan bi eşkere nedidan diyarkirin ku heta ji wê dilniya bin, Kongreya Aştiyê, Kurdistanê ji bin hikmu tirkan rizgar dike.


3. Piştî belavbûna peymana Şerîf Paşa-Nobar, Seyîd Ebdulqadir wekî serokê Yaneya Kurdan di hevdîtineke xwe de, ku rojnameya Îqdamê ya tirkî pê re kiribû, qîmeta peymanê gelek kêm kiribû û îtîrafê bi wê nekir ku kurd bi tu awayî dijmintiyek wan bi tirkan re hebe û got, xwedmuxtarî daxwaza gelê kurd e. Wê navê re di Meclisa Pîran a Tirkiyê de hinek gotûbêj di derbarê eynî mijarê de hatin kirin Di netîceya wê de hejmarek ji endaman, ku beşek jê ji binemala Baban bûn, ji Yaneya Kurdan vekêşiyan û bi serbarê vê de jî di nav Yaneyê bi xwe de Bedirxanî û endamên rewşenbîr ketin xebata dijî Seyîd Ebdulqadir Efendî. Ev desteyê han, Ebdulqadir Efendî bi wê tawanbar dikirin, ku pişta xwe daye pirsa kurdî û daxwaza xwedmuxtariyeke teng a di bin siya tirkan de dike, di eynî wextî de nêrînên wan ew bû, ku ya daxwaza kurdan bi cih dike tenê serbixwetiya temame. Wan (yanî Bedirxanî û hevbîrên wan- K.M.) her wextê vê didan rûyê Ebdulqadir, ku goya bi eşkere gotibû, kurd hez nakin bi tu awayî “ji nav çarçoveya Osmaniyan derkevin”(43).


4. Di destpêka nîsanê de Seyîd Ebdulqadir Efendî, di derbarê ku ew take kes e bikare li ser navê kurdan biaxive, ragihandinekê ji sendîkayên kurd ên Stenbolê wergirtibû, ku ew nûnerên hejmarek zêde ji kurdên bi ser çîna feqîr bûn. Beriya yek-du hefteyek niha, gruba Bedirxaniyên rewşenbîr ên di Yaneyê de, Seyîd Ebdulqadir ji serokatî û endamtiya Yaneyê derxistin, Ebdulqadir jî biryara hilweşandina komîteya yaneyê û biryara hilbijartineke nû ragihand.


5. Mil bi milê hemî van helwêstên dawiyê, Şerîf Paşa li Parîsê gelek bala navenda kurdên li vir rakêşaye. Di eynî wextî de li gel hewlê derkirina Seyîd Ebdulqadir, desteyê Bedirxanî û rewşenbîran ragihandin ku Şerîf Paşa êdî li Parîsê ne nûnerê Yaneya Kurdan e. Di vî warî de bûyera dawiyê, ew brûska Şerîf Paşa ya devjêberdana ji serokatiya heyeta kurd ya di Konferansa Aştî ya Parîsê de bû.


6. Bi vê nameyê re ez wergera gotara Akşamê ya roja 27ê sibatê, ku helwêstê Seyîd Ebdulqadir Efendî nîşan dide, bi wêneyên wan herdu nameyên Yaneya Kurdan ku li jorê me îşaret kirin û wêneya brûska Şerîf Paşa ji we re dişînim.


7. Min nekarî ez bikevim bin bingeh û xîmê hemî dijîtiyan, lê nêrîna min a giştî ew e ku nahezên Seyîd Ebdulqadir Efendî ji desteyek gelek lihevûdu nekirî ne ku heta yên wisan tê de hene, gelek ji serxwebûna kurdan hez nakin û çi wextê li vir Ebdulqadir riyek bijartibe ku bi wan re be, wan ji wî zêdetir bi tirkan re hereket kirine. Mirov dikare ev dijîtiyên di navbera rêzên kurdên li vir de, tenê bi qazanca tirkan bihesibîne, ku tirkan bi dûrketina Şerîf Paşa ji pirsa kurd, bidest xistine.


8. Her çawan di brûska navê wê derbasbû de min da nîşan, Ebdulqadir Efendî, xwediyê wênekî bilindtir ji yê piraniya nehezên xwe ye û li Kurdistanê ji aliyê gelek kesan ve, ji yên milê din zêdetir hesêba wî tê kirin. Helwêstê îro ku di guftûgoyên nêzîkî yên din in de didin xuyakirin, ji bin çavdêriya Brîtanyayê pêk tê, eger ev jî bi cih bû, wî wextê cihêbûn ji Tirkiyê pêwist e. Çi wextê hikumeta Brîtanyayê gihîşt daxwaza xwe û desthilata biryardanê ji bo pêşeroja Kurdistanê hebû, wî wextê çi çaxê bixwaze dikare serxwebûnî bidetê. Ew bi tu awa û bi riya tu tiştekî re ne amade ye misawemeyê bike, bêguman xelîfeyê (misilmanan jî- K.M.) ji ber vî karê mezin duayê xêrê jê re dike(44).


9. Hejmarek zêde ji beşdarên vê dubendiyê, yên li jorê ji min re neqil kirin. Min her wextê hewil daye (di peywendiyên xwe de- K.M.) ez xwe ji her tiştek di her riyekê de dûr bêxim, tenê ew nebe ku bi awakî ne raste rast min gotiye ji aliyê Kongreya Aştiyê ve qîmeteke gelek zêde bi pirsa kurd hatiye dayîn, li gor min daxwaza kurdan bi heder naçe. Min îşaretê vê yekê jî kiriye ku çi karê bi vê radeyê pêş bikeve, helbete ewçax hezar deriyên rehmetê lê vedibin, ji bo xelaskirina vê dubendiya di navbera rêzên rêberên kurd de, li vir durust bûye. Ev awa axaftinên min alîkariya wê dikin ku ji bo durustbûna bizavek di riya nêzikkirina grubên dubendiyan de. Dema ku ez bi amadebûna nivîsandina vê nameyê mijûl bûm, bi rizamendiya hemî aliyan hilbijartina ji bo komîteke nû dest pê kir. Mezinê min, ez her wextê bextewer im di bin xizmeta we ya dilsoz de bim.


Imza
Cîgirê Mendubê Samî”(45).



Di rûpelên pişt re yên di eynî dosyayê de (yanî rûpela 223an de), wergera wê gotarê tê de ye ku roja 27ê  sibata sala 1920an rojnameya Îqdam a tirkî di derbarê dijîtiyên di navbera deste û grubên kurd ên li Stenbolê de weşandiye, ev jî wergera wê gotarê ye:

“Kurd û Osmanîzm, Ragihandinên Endamê Meclisa Pîran Seyîd Ebdulqadir Efendî.


Bîr û bawerî û nêrînên karmend û komelgaha kurdî di derbarê peymana navbe Şerîf Paşa-Nobar de ku li Parîsê muhur kirin, bi riya wê ragihandinnameyê re hat zanîn ku li ser rûpelên rojnameyan deng dabû.


Rêxistina Serkevtina Kurdistanê(46(*) beyannameyek di dema ragihandina nûçeyên peymanê de belav kiriye ku hêviya xwe dabû xuyakirin û armanca xwe ya serekî (peyman- K.M.) ya li ser pirsa cihêbûnê (kurd û ermenî ji hikumeta Osmanî- K.M.) bi cih bîne.


Bi mebesta zanîna bîr û baweriya Seyîd Ebdulqadir Efendî, ku endamekî kurd ê Meclisa Pîran û serokê Meclisa Dewletê (Counsil of State) di wezareta Ferîd Paşa de, yanî fermanberekî Osmanî ye, me yek ji peyamnêran şand li balê ku ew bibîne.


Ebdulqadir Efendî di eynî wextî de piştgir û parastvanê Yaneya Kurdan e. Her çend ew awa heyeta Şerîf Paşa bi dilê wî ye(47), lê ne bi hemî ew daxwazên peywendîdar ên bi (pirsa- K.M.) serxwebûna Kurdistanê re ye, ku bi ew awayê di wê peymana Şerîf Paşa (li gel Boxos Nobar Paşa- K.M.) girê daye de, derbas bûye. Ebdulqadir tenê daxwaza otonomiyê dike. Yanî diyar e take mebesta peymanê diyarkirina sinorên di navbera Kurdistanê û Ermenîstanê de ye.


Her çend Ebdullah Cewdet Beg(48), ku yek ji endamên Yaneya Kurdan e, li gor wî yekgirtina kurd û ermeniyan karekî gelek pêwîst e, lê li gor Ebdulqadir Efendî ku ew jî terefdarê armancên eynî yaneyê ye, yekgirtineke bi vî awayî ya di navbera kurd û ermeniyan de, ne mimkun e.


Li gel vê jî, ku Şerîf Paşa û Ebdullah Cewdet Beg, berdevkên Yaneya Kurdan in, hez bi serxwebûna yekcarî (Kurdistanê- K.M.) dikin û ji bo cîbicîkirina wê kar dikin, lê Ebdulqadir Efendî her çend xwe partîzanê (pêşmerge- K.M.) Yaneya Kurdan hesêb dike, li gel vê jî gelek lîberal e û tenê daxwaza otonomiyê dike.


Vaye em ê li xwarê ew axaftina Seyîd Ebdulqadir ku bi peyamnêrê me re kiriye, wekî xwe bêje bi bêje biweşînin:


Pirs: Gelo hûn dikarin nêrîna xwe di derbarê wê peymanê de ji me re bêjin, ku Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa li Parîsê muhur kirine?


Bersîv: Me nêrîna xwe ya di derbarê vê mijara peymanê de belav kiriye. Di bersîva wê de em dibêjin, di warê mafê ermeniyên di van şeş wilayetan de, me bal kêşand ku piraniya rûniştiyên van şeş wilayetan kurd in û navçe jî ji hemî aliyê ve bi temamî kurd e. Me daxwaz kir ev meseleya han bi riya komîteke meşterek ve bê çareserkirin, bi mercek ku pirsa ji rûniştiyan (wan şeş wilayetan- K.M.) li ber çav bê girtin. Boxos Nobar Paşa jî ev pêşniyar qebul kirin. Ev jî (kurtiya- K.M.) peymanê ye ku li ser tê axaftin. Boxos Nobar, bi wê qayîl bû ku komîteyek biçe wan wilayetên li jorê me behs kirin, serjimêra rûniştiyan bike û nîşan bike kê piranî ye, her wiha em dilniya jî kirin ku ji vir şûn ve dijîtiya kurdan neke.


Pirs: Gelo rast e, kurd û ermenî li ser eslê Arî ne û herdu teref bi ser yek liqê ne?


Bersîv: Di derbarê vê nêrînê de gelek bîr û bawerî hene, hinek îddîa dikin ku goya kurd ereb an faris in. Li gor min bi xwe kurd ji resenê Pehlewî ne, madem wiha ye bi tu awayê peywendiya wan bi ermeniyan ve tune.

Seyid Evdilqadir


Pirs: Gelo ew yekîtiya di navbera kurd û ermeniyan de ku behsa wê tê kirin, karekî mimkun e?


Bersîv: Bi tu awayê bingehekî vê yekîtiya han tune, ji ber vê ne qabilê rûdanê ye. Em hez dikin sinorê di navbera me de bi awakî adilane bê destnîşankirin. Di bin xaneya yekîtiyeke bi vî awayî de (di peymana Şerîf Paşa û Boxos Nobar Paşa de ku hatiye- K.M.) ne ji wan e bi awakî siruştî durust bibe.




Pirs: Gelo Şerîf Paşa nunerê neteweyê kurd e?


Bersîv: Şerîf Paşa ji aliyê Tealî (Yaneya Kurdan- K.M.) ve hatiye şandin li Parîsê, li gor baweriya bende jî Tealî (Yaneya Kurdan) nunerê neteweyê kurd e.


Pirs: Bîr û baweriya we ya di derbarê peywendiyên di navbera kurd û tirkan de çi ye?


Bersîv: Tirk birayên me yên xwoşewîst yên hevayînê me ne, ji ber vê jî ku herdu teref ji ummeta Mihemmed in, dubendiya di navbera me de ne mimkun e. Take daxwaza me ew e ku mafê berbipêşveçûna azadiya me bê dayîn. Ew deng û behsên di derbarê peymana li dijî Tirkiyê ya di navbera Şerîf Paşa û Boxos Nobar de hatiye muhurkirin, ne rast in. Em tenê guftûgo di derbarê mijara tiştekî wiha de nakin. Hemî ew deng û behs ji wan propagandeyan neberî ye ku ji bo mebesta diyar tê kirin.


Pirs: Gelo daxwazên rasteqînî yên kurdan çi ne?


Bersîv: Îro penc şeş wilayetên kurdnişîn hene, bila hikumet otonomî bide wan wilayetan û dev ji me berde, em di riya pêşkevtina xwe de ji xwe re karmendên xwe ji kesên dadwer û şerefmend hilbijêrin. Wekî min li jorê gotin, bi tu awayî hîsê dijmintiya me li hemberî tirkan tune, bila ew jî di birêvebirina vê hikumeta me ya otonomiyê de ku dê bê damezirandin, beşdarî bikin”(49).


Piştî vê hevdîtina rojnameya Îqdamê ya bi Seyîd Ebdulqadir Efendî re, di eynî dosyayê de, sê belgenameyên bi fransizî yên di derbarê eynî mijarê de hene. Belgenameya yekê: Îmzayê cîgirê serokê Yaneya Kurdan ê Stenbolê Emîn Alî Bedirxan e û îmzayê duduyan jî yê sekreterê giştî yê wê yaneyê Hemdî ye, ku ne dûr e ew Hemdî Begê Baban be, ku di roja 14yê nîsana sala 1920an de, di derbarê fesla Seyîd Ebdulqadir Efendî ya derxistina ji serokatiya yaneyê ye.


Belgenameya duduya jî, tarîxa di roja 12-14yê nîsana sala 1920an de li ser e û cardin bi îmzayê Emîn Alî Bedirxan û Hemdî ye û ji bo piştgiriya gavên Şerîf Paşa yê li Parîsê avêtine, hatiye amadekirin.

Belgenameya sisiyan jî, brûskek Şerîf Paşa ye ku roja 23yê nîsana sala 1920an şandiye û tê de rêzê xwe ji bo xelîfeyê misilmanan, sultanê Osmanî, dide diyarkirin. Çunkî wisan dixuyê, peymana bi Boxos Nobar Paşa re, wisan hatiye şirovekirin ku karek li dijî berjewendiyên Îslamê be(50).


Di rûpela 208ê eynî dosyayê de, belgenameyek di bin navûnîşana “Pêşeroja Kurdistinê” de heye ku behsa yadaşteke roja 20ê adara sala 1920an a birêvebiriyên Yaneya Navenda Kurdistanê dike ku tê de bi navê endamên yaneyê daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike û neraziya xwe ya di derbarê pêşniyara berfirehkirina sinorê Ermenîstanê dide nîşan(51).


Di rûpela 209ê eynî dosyayê de, Mendubiyeta Samî ya Brîtanyayê ya li Stenbolê, nameyek di derbarê eynî mijarê de ji bo Curzon ê wezîrê derve yê hikumeta Brîtanyayê ya Londrayê re dişîne, ku ya xwarê teksta wergera wê ye:


“Mendubiyeta Samî Ya Brîtanyayê
Stenbol,
20ê Nîsana 1920an,
Hejmar 559/M.2575.


Mezinê Min,


1- Ez şerefmend dibim ku we bi wêneya yadaştekê agahdar bikim, ku roja 20ê adarê ji aliyê Yaneya Navendî Ya Kurdistanê gihîştiye destê min. Yadaşta navê wê derbas dibe, daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike û neraziya xwe di derbarê pêşniyara berfirehkirina sinorê Ermenîstanê de nîşan dide.


2- Ez wêneke vê nameyê ji bo nunerê medenî yê xwediyê şukir li Mezopotomyayê re dişînim.


Lordê min ê mezin, ez bi vê şerefmend dibim.

Imza
Cîgirê Mendubê Samî”(52).



Teksta yadaştê ya Yaneya Navendî Ya Kurdistanê, ku bi fransizi ye, heft rûpelên mezin a bi nexşeke mezin a Kurdistanê re, di eynî dosyayê de hatiye bicihkirin.(53).


Bêguman hemî ew kurdên rojên Konferansa Aştiyê ya Parîsê, bi awakî dilsozî hewil dane bi riya wê konferansê re tiştekî ji bo neteweyê xwe bikin, di serê hemiyan de jî Bedirxaniyan û Şerîf Paşayê Xendan, bi şiyayê navê xwe ketine nav çapemeniya kurdan û wisan lê hatiye di wê sayeyê de li ba dost û dijminên kurdan jî giraniya wan hebe û di hemî derfeteke dahatî de hewil bidin eynî riyê bidin li ber xwe. Em vê rastiyê gelek bi hêsanî di wan bûyeran de hîs dikin ku bi nêzîkbûna temambûna Şerê Cîhanê yê Duduyan re, bi taybetî di rojên serhildana Komara Mehabadê (Kurdistanê) de, bi gelemperî bûne yek ji wan diyardeyên girîng ên Rojhilata Nêzîk û Navîn, bi taybetî yên Kurdistanê(54).


Beriya em dawî bi vê mijara xwe ya niha bînin, ez pêwîst dizanim bi kurtî jî be îşaretê helwêsteke gelek ecêb a hikumeta Qaçar a Îranê ya di eynî warî de bikim. Li gor belgenameyên dîplomasiyê yên nehênî yên hikumeta Brîtanyayê, Tehranê hewil daye ji wendakirina Osmaniyan a di Şerê Cîhanê yê Yekê de feyde werbigre û daxaz ji Konferansa Aştiyê ya Parîsê bike, hemî ew perçeyên Kurdistanê, ku di nav sinorê Împaratoriya Osmanî de bûn, têke ser Îranê, ji bo ronîkirina vê mijara kêm hatiye zanîn, em ê di vî warî de serî li kurtiya wan belgenameyan bidin.


Yek ji wan dosyayên mezin ên din ên Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê, ku ji bo Konferansa Aştiyê ya Parîsê amade kiriye, ji 595 rûpelên mezin pêk hatiye. Lê beşa herî zêde ya belgenameyên di derbarê qedera Filistînê û çalakiyên bêhed û bêhesab û rengîn ên sîyonîstan de ne. Bi taybetî yên Wazman, ku li gor qeneeta min dibê kurd gelek tişt jê hîn bibin. Di dawiyê de belgenameyên di nav eynî dosyayê de behsa rola Îrana Qaçar di Konferansa Aştiyê de dikin û bi taybetî îşaretê bi wê dikin ku Şah daxwaz kiriye hemî perçeyên Kurdistanê yên di bin destê Osmaniyan de têkin ser welatê wî(55). Hêjayî gotinê ye Tehranê, ji bo li ser navê Îranê beşdarê konferansê bibe, heyeteke taybetî şandiye Parîsê. Heyeta navê wê derbas bû, di roja 24ê kanuna paşî ya sala 1919an de, ji bo vê mebestê gihîştiye Parîsê(56).


Dawî gotinên min ên di derbarê pirsa kurdî di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de di çarçoveya duduyan a di vê kitêbê de, ji wan zanyariyan pêk hatiye ku di derbarê mezintirîn dosyaya Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê ye ku min heta niha di warê vî karî de ye dîtiye. Hejmara vê dosyaya han 608/95 e ku ji 673 rûpelên mezin pêk hatiye û ji rêza yekê ya rûpela yekê heta rêza dawiyê ya rûpela dawî ji bo pirsa kurdî ya di konferansa navê wê derbasbûyî de hatiye amadekirin. Ji ber vê, bi dehan û dehan belgenameyên tê de, di derbarê Şerîf Paşa, Bedirxaniyan û Seyîd Ebdulqadir Efendî, li gel hejmarek zêde yadaştên awa awa, ku cardin wan bi ingilîzî û fransizî pêşkêşî Konferansa Aştiyê ya Parîsê, yan bi Wezareta Derve ya Hikumeta Brîtanyayê ya Londrayê kirine, tê de hene. Ew cardin li gel teksteke girîng a hevdîtina rojnameya Le Moniteur Orental a fransizî ya li ser rûpela wê ya yekê ya di roja 17yê gulana sala 1919an de bi Seyîd Ebdulqadir Efendî re kiriye, heye.


Ez ê li vir îşaretê belgenamekê bikim, ku Mendubê Samî yê Brîtanyayê ji Stenbolê di roja 22yê nîsana sala 1919an de ji Wezareta Derve ya hikumeta xwe ya li Londrayê re şandiye. Ew ji du rûpelên balkêşî yên hişyariya di derbarê pirsa kurd a di wê roja nazik de pêk tê. Di yek xalên wê belgenameyê de Admiral Calthrope, bêje bi bêje wiha dibêje:


“Ez niha bi temamî dilniya me ku Ebdullah Cewdet di eynî keştiya Ebdulqadir de ye”(57).


Helbet Calthrope karbidestekî şareza û lêhatî nebûya, di wê dema herî nazik de, hemî pevpeyman qayîl nedibûn ew post ji wî re bê dayîn(58).


Piştî van tevan, ez di wê qeneetê de me, zêde nabe ku ez bêjim, belgenameyên di nav vê dosyayê de, bi serê xwe dikarin bibin mijara nameyên doktorayê yên hêja û bêemsal.
________________________________________________

ÇAVKANÎ

(1) N.A., F.O., 608/96/1, Peace Conference, British Delegation, Files 365/1/5 to 371/1/7, PP. 1,8.

(2) N.A., F.O.,251/93, Maclean Report, 1919, Secret, Personalities in Kurdistan, June 1919, Published by Civil Commissioner’s Office, Baghdad, 1919, P.107.

(*) Di hinek çavkaniyan de “Amîne” derbas bûye. Ya hêjayî gotinê ye, Şerîf Paşa di sala 1865an de li taxeke Uskûdara Stenbolê ji dayîk bûye û di bin destê Seît Paşayê bavê xwe de mezin bûye. Di dibistana Galatasarayê de xwendiye ku beriya wê bavê wî jî tê de xwendibû... Ew dibistan bi taybetî ciyê zarokên mîr û paşayên Osmanî bûye. Şerîf Paşa xwendina xwe ya leşkerî li Fransayê kiriye. Demekê rojnameya Meşrutiyetê derxistiye. Şerîf Paşa bi maliya xwe Amînexanê hê zêdetir nav û dengê wî belav bûye. Çunkî ew keça Ebbas Hilmî Paşa yê Xidîwê Misrê (1848-1854) û neviya Mehmed Eliyê Mezin ê waliyê Misrê bûye. Maliya wî, ji bilî vê, keça xanedaneke paye bilind a civakê bûye. Bi xwe jî lêhatî û rewşenbîr bûye. Çend zimanan zaniye. Di wan komeleyan de kar kiriye ku li Swêdê parêzgeriya mafê jinan kirine. Heta Rohat Alakom dibêje: Di sala 1919an de bûye endama fexrî ya Komeleya Pêşkevtin a Jinên Kurdan a li Stenbolê.

Şerîf Paşa ji Amînexanê sê keç hebûne, mezintirîna wan Şerîfe bûye ku di sala 1893an de li Stenbolê ji dayîk bûye û pişt re bi Salih Beg re zewiciye ku di vê kitêbê de behsa wî hatiye kirin û sekreter û pasewanê Şerîf Paşa bi xwe bûye. Ya duduyan navê wê Seîde bûye û di sala 1899an de li Swêdê ji dayîk bûye. Ya sisiyan jî cardin di sala 1902an li Swêdê ji dayîk bûye. Ya hêjayî gotinê ye, “Jiyana Şerîf Paşa û Rola Wî Ya Siyasî” ji aliyê Salih Mihemmed Badî ve, bi zimanê erebî wekî nameya doktorayê pêşkêşî Zanîngeha Duhokê hatiye kirin. Qasî ku em pê agahdar in, pişt re ji aliyê dezgeha Spîrêz ve hatiye çap û belav kirin- ‘E. Zengene.

(3) Ibid, P. 130.

(4) Ibîd, P. 113.

(5) Ibid, P. 118.

(6) N.A., F.O., 251/93, G. Jebb Report, l l th July, 1926, Part IV, Memorandum on Iraq-Persian Border, PP. 3,234.

(7) N.A., F.O., 251/93, Maclean Report, 1919, Secret, Personalities in Kurdistan.., PP. 39, 140.

(8) Ibid, PP. 37, 138.

(9) Di teksta belgenameyê de wiha hatiye: mad Qajar Prince Salar-ed-Dowleh, hêjayî gotinê ye, Salar El-Dewleyê Qaçar, ji aliyê dayîkê ve kurd bû, çavên xwe kiribûn textê paşatiya Qaçarî û Kurdistana Îranê jî kiribû yek ji bingehê xebata ji bo cîbicîkirina wê daxwaza xwe. Hejmarek serokeşîretên kurd jî di vî warî de alîkariya wî dikirin.

(10) N.A., F.O., 251/93, G. Jebb Report, l l th July, Part IV, Memorandum on Iraq-Persian Border, PP.5, 235.

(*) Ji bo vê pirsa han me di Mijara Çaran de jêrnotek nivîsandiye- ‘E. Zengene.

(11) N.A., F.O., 251/93, Maclean Report, 1919, Secret, Personalities in Kurdistan, PP. 40, 141.

(12) Ibid.

(13) Kitêba Wigram û birayê wî bi vê navnîşanê ye:

W. E. Wigram and Edgar T. E. Wigram, The Cradle of Mankind (Life in East Kurdistan). Mamoste Cercis Fetullah ew kiriye erebî û di sala 1971an de li Bexdayê bi navûnîşana “Kurdistan Mehed El-Beşeriyye” hatiye weşandin.

(14) N.A., F.O., 251/93, Maclean Report, 1919, Secret, Personalities in Kurdistan, PP. 40, 141.

(15) Hêjayî gotinê ye, demeke di nêzîk de peywendiyên min bi Sînemxana keça -Xwedê jê razî be- Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan ve heye. Min ji sala 1972an ve ji nêzîk ve Rewşen Xanim nas kiriye, li Şamê ew û birêz Memduh Selîm, Qedrî Cemîl Paşa, Qedrîcanê şair û gelek kurdên din ên Tirkiyê û Sûriyê ez dam nasandin. Li gel van tevan jî Sînemxan hevsera hevalê min ê nêzîk Selah Se’dullah e, ji ber vê em bi hev re bîranîna jidayîkbûna Sînemxan pîroz bikin ku roja Newrozê ye. Yanî 21ê adarê ye. Îsal wisan çêbû ku em ji hevûdu dûr bikevin, ji ber vê serê beyana 21yê adara 2007an, min naveroka van belgenameyan kirin qevdek gulên sipehî yên Şehlawa xwe ji bo wê birêzê. Ez dilniya me hemî diyariyên wê rojê zêdetir dilê wê bi naveroka wê brûskê ronî bûbe


(16) N.A., F.O., 608/95, Peace Conference 1919, British Deligation, Files 365/1-1 to 365/1-4, P.604.

(17) Li gor belgenameyê, heyet ji sê kesan pêk hatiye, navê kesê sisiyan bi vî awayî weşandiye: Seid Moins. Min nekarî ez bizanim ev kes kî ye.

(18) N.A., F.O., 608/95, Peace Conference 1919, British Deligation, Filles 365/1-1 to 365/1-4, P.618.

(19) Diary of Major E.M. Noel, C.I.E., D.S.O., on special duty in Kurdistan, from June 14th, to September 21st, 1919, PP.4-5.

(20) Yek ji wan dosyayên mezin e, 481 rûpel e, ji rûpela yekê heta ya 472an ji bo dagîrkirina Smêrnawê ya ji aliyê grekiyan ve hatiye amadekirin, ku ew jî yek ji wan pirsên aloz ên piştî Şerê Cîhanê yê Yekê bûye. Heşt rûpelên dawiyê yên vê dosyaya han ji bo pirsa kurd hatiye amadekirin. Li gor bayeriya min, ev jî belgeya wê ye û îspat dike, karkirina di nav belgeyên nehênî yên hikumeta Brîtanyayê de ne tiştekî hêsan e.

(*) Tu peywendiya vê rojnameyê bi vê rêxistinê ve tunebû. Xwedî û sernivîskarê wê Mewlanzade Rifet bûye, lê rojname wekî rojnameke kurdî di dîroka rojnamegeriya kurdî de nehatiye weşandin. Xwediyê wê yek ji wan 150 kesan bûye, ku Mistefa Kemal Ataturk ew ji welat dûr xistiye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê beşdariyeke gelek zêde di çalakiyên kurdayetiyê de kiriye- ‘E. Zengene

(*) Li gor min ew zat, eynî ew kes e ku wêneke wî li jorê hatiye danîn, yanî Babanzade bûye, ne Bedirxanzade- ‘E. Zengene.

(21) Ne dûr e mebesta wî Hemdî Begê Baban be.

(22) Mebest Dr. Mehmed Şukrî Sekban e, ku wî wextê kurdîtiyê dikir û pişt re bû kemalîst.

(23) Diyar e mebest Mistefa Paşayê Yamûlkî be, ku serokê wê dadgeha leşkerî bû ku biryara hikmê sêdaredana Mistefa Kemal Ataturk derxist, jê re “Nemrud” jî dihat gotin.

(24) N.A., F.O., 608/104, Peace Conference, Brithish Deligation, 1919, P.477.

(25) Ibid, PP.477-480.

(*) Temamê teksta orîjînal a wê program û destûra hindur a vê komeleyê, di kitêba “El-Ehzab we El-Munezzemat” ya Ebdulsettar Tahir Şerîf de hatiye weşandin. Ecêbî ew e ku ew herdu tekstên programa herdu komeleyan cihê ne, Komeleya Pêşkevtin a Kurdistanê û Komeleya Kurdistanê, weşandiye. Di wextê xwe de di hejmara 6-7an a kovara Rojnamevaniyê de me hemî wan şaşiyan rast kirin, her wiha diyar e herdu tekstên ew program û destûrê ku li ba Dr. Ebdulsettar bûn, di wextê xwe de bi tirkiya osmanî wekî kitêbok hatiye weşandin. Piştî pêkanîna kongreya Cem’iyeta Tealî ya Kurdistanê ya di sala 1919an de, nusxeyek tekûzkirî, li milê hindur yê herdu bergên hejmara 7an a wê kovara Kurdistanê re hatiye weşandin, ku Mihemed Mîhrî, di sala 1919-1920an de li Stenbolê derdixist. Me di wextê xwe de di kovara navê wê derbas bûyî de li ser tekstê wê kar kiribû- ‘E.Zengene.
(26) Ibîd, P.477.

(27) N.A., F.O., 371/5068, Future of Kurdistan, Memorandum by the Kurdish Independence Committee setting forth claims of the Kurds, PP.1-8.

(28) Ibîd, P.10.

(29) Ev teksta wê nirxandinê ya bi ingilîzî ye û bi vî awayî di belgenameyê de hatiye:

“Great majority of Kurds expect to be ruled from above”.

(30) N.A., F.O., 371/5068, Future of Kurdistan, Memorandum by the Kurdish Independence Committee setting forth claims of the Kurds, P.12.

(31) Ew Mendubê Samî yê hikumeta Brîtanyayê ya Tirkiyê ye.

(32) Li vir gelek mixabin mîkroba necinsê derdê kurd liviyaye.

(33) N.A., F.O., 371/5068, Public opinion in Turkey in regard to Kurdish-Armenian Agreement, From Admiral de Robeck, Constantinople, Registry Number E.2786/11/44, March 15th, 1920,P.50.

(34) Di teksta belgenameyê de wiha dibêje: become really sincere Separatist, ku mebesta wê ew e: em bûn nîvtirk û ji civaka kurdewarî hatim cihêkirin.

(35) Di teksta belgenameyê ya ingilîzî de wiha derbasbûye:
“and what I hear from them confirms my imperession that Cherif Pasha has been won over the Turkish interest”.

(36) Fleet Street, yek ji caddeya naskirî ya Londrayê ye.
(37) N.A., F.O., 271/5068, British High Commission, Contantinople, 15th March, 1920, No.379/M. 1743/4, PP.51-52.

(38) Ibid, PP.54-57.

(39) Ibid, British Embassy, Paris, may 3th, 1920, P.206.

(40) Ibid, P.207, Villa Keifim 24, Boulevard de L’Ouest, Monte-Carlo, Le 27 avril 1920, Signe Cherif.

(41) Ibid, From Admiral Webb, Contantinople 620, Registery Number E5063/11/44, 3rd May, 1920, P.218.

(42)George Asanil Curzon: Roja 11yê kanuna paşî ya sala 1859an de hatiye dinê, ji yanzdeh zarokên aîleyê yê duduyan bûye, diya wî di temenê xwe yê 37 salî de koçî dawî kiriye. Curzon, Zanîngeha Oxfordê temam kiriye. Yek ji dîplomatên herî bi nav û deng ê ingilîzan û cîhanê yê dawiya sedsala 19an heta koça xwe ya dawiyê ya roja 20ê adara sala 1925an bûye. Ji ber sebebê temen û zehmetiya karên wî meşandine, di sala 1919n de bûye wezîrê derve yê welatê xwe û di kabîneya Lord George de, yek ji wan karên zehmet, ku deng daye, peymana tebaxa sala 1919an a bi Îranê re bûye. Di derbarê jiyan û karên wî de, binêre:

“Oxford Dictionary of National Biography”, Vol. 14, Oxford University Press, 2004. PP. 792-802.

(43) Di teksta belgenameyê de wiha derbas bûye:
“Kurds not wish to leave the one fold of Ottomanism” (Kurd naxwazin ji nav çarçoveya Osmaniyan derkevin)

N.A., F.O., 371/5068, British High Commission, Constantinople, 3rd may, 1920, No. 260/M. 1743/5, PP. 220-221.

(44) Di teksta belgenameyê de wiha derbas bûye:

“Meanwhile he does not wish to compcomise himself unduly and he is undoubtedly actuated a great deal by veneration for the Caliphate.

(45) N.A., F.O., 371/5068, British High Commission, Constantinople, 3rd May, 1920, No, 620 /M. 1743/5, PP.219-222.

(46) Diyar e dibê mebest “Yaneya Kurdan” be.

(*) Di sala 1988an de Dr. ‘Ebdulsettar Tahir Şerîf ku kitêba “El-Cem’iye We El-Minezzemat We El-Ehzaz El-Kurdiyye Fî Nisf Qern 1908-1958” li Bexdayê weşandiye. Komelek bi navê Cem’iyeta Kurdistanê û Cem’iyeta Tealî ya Kurdistanê tê de daye xuyakirin û navê her yekê ji bo komelek serbixwe bikar aniye. Heta du destûrên hindurî yên her yek ji van komeleyan ku ji xwe re qebul kiribûn weşandiye. Demek bû lêkolîner li ser vê şaşiyê dimeşiyan. Pişt re me bi belgeyên rast û durust îspat kir ku ew herdu destûrên ‘Ebdulsettar ên di rûpelên “23-29” û “30-35” ên kitêba wî de wekî du destûrên hindur hatine weşandin, ew herdu destûrên hindurî yên aîdê Cem’iyeta Tealî ya Kurdistanê bûn. Her wiha di gelek belgenameyan de, heta di kovara Jînê ya Stenbolê de jî hinek car navê wê “Nadî Kurdî” derbas dibe. Ji bo van zanyariyan û komek zanyariyên din ên di vî warî de, binêre: Kovara Jîn û Ciyê Wê Di Rojnamegeriya Kurdî de, Rojnamevanî, hejmar: 6-7 û rûpel: 177-209 ya bi îmzayê nivîskarê van rêzan- ‘E. Zengene.

(47) Di teksta hevdîtinê de wiha derbas bûye:
Although he admits the quality of Kurdish delegate of Sherif Pasha.

(48) Ebdullah Cewdet: Kurdê Erebgiriyê ye. Yek ji wan pênc xwendekarê fakulteya bizişkî ya Stenbolê ku di wextê fermanrewatiya Sultan Ebdulhemîdê Duduyan de bi nehênî Komeleya Îttîhad û Terakkiyê damezirandiye. Piştî ku rûyê şovenîst yê îttîhadiyan derket, çi ew çi Ishaq Sikûtî yê xelkê Diyarbekrê, ku ew jî yek ji wan damezrênerê Ittîhad Terakkiyê bû, dest bi kurdîtiyê kirin.

(49) N.A., F.O., 371/5068, Translation of an article published in the Turkish newspaper ((Ikdam)) on 27th February 1920, PP. 223-225.

(50) Ibid, PP. 226-228.

(51) Ibid, PP. 208.

(52) Ibid, British High Commission, Constantinople, 20th April, 1920, No. 559/M. 2570, The Earl Curzon of Kedleston, P. 209.

(53) Ibid, PP. 210-217.

(54) Di mijara heftan a vê berhemê de, em ê bên ser vê behsê û hewil bidin, li gor karîna xwe û di bin ronahiya hejmarek din belgenameyên dîplomatîk ên nehênî yên hikumeta Brîtanyayê de, ew ronî bikin.

(55) N.A., F.O., 608/100/11, Peace Conference, British Deligation, 1919, PP. 499-500. 534.

(56) Ibid, P. 578.

(57) Di teksta belgenameyê de dibêje:
((I am now fairly satisfied that Abdulla Jevdet is in same boat as Abdulkadir)).

Binêre:
N.A., F.O., 608/95, Peace Conference, British Deligation, Turkey, Political, Admiral Calthrope, Constantinople, April 22nd, 1919, No.832, P.88.

(58) Calthrope: 23yê kanuna paşî ya sala1864an de li Londrayê hatiye dinê û bavê wî ji malbateke leşkerî ya naskirî bûye. Beşa deryavanî ya fakulteya leşkerî xelas kiriye. Pişt re di sala 1902an de bûye capiten û di muddetê sê salan de terfî kiriye û bûye mulheqê deryavanî yên wekî Rûsyayê, Norveçê û Swêdê. Yek ji wan zabitên serekî yê Brîtanyayê yê di Şerê Cîhanê yê Yekê de bûye. Piştî temambûna şer bûye Mendubê Samî yê Brîtayayê yê Stenbolê. Xwediyê rutbeya admiralî û naznavê “Sir” bû. Roja 27ê tîrmeha sala 1937an bi ocaxkorî koçê dawiyê kiriye, binêre:

((Oxford Dictionary of National Biography)), Vol. 9, Oxford University Press, 2004, PP. 563-565.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)