Gelo Spartakus Kurd bû?
Di derheqa jiyan û serhildana Spartakus de bi hemû zimanên
cîhanê de gellek roman, pirtukên dîrokî hatin nivîsandin, film û balet hatin
çêkirin. Ji wan, romana "Spartakus" a Howart Fast gellek bi bavûdeng
e. Stanley Kubrick li sala 1960 ji vê romana navbirî filma Spartakus çêkir.
Aktorê serekî Kirk Douglas bû.. Li sala 2004 Robert Dornhelm dubare li ser hîmê
romana Howard filmek din çêkir. Wekî aktorê serekî jî Goran Visnjik lîst..
Aram Xaçaturyan jî li sala 1954 an baleta xwe a bi navê
Spartakus nivîsî û belavkir...
Ji antîkîtê vir de sedan dîroknas û nivîskaran li ser
Spartakusî nivîsin... Li gor hinek çavkanîyan nêzîki 20 nivîskarên Antîkîtê bi
şiklekî an şiklekî din qala Spartakus û serhildana wî kiriye... Ji wan em
dikarin Sallust, Florus û Plutarque htd... wekî nimûne bidin...
Ew kesên dîroka mirovayetîyê an jî li ser koledarîyê nivîsin
her behsa Spartakusî kirin...
Spartakus ev 300 salin wekî serok û rêberê serhildana
gladîyator û koleyan li dijî Imparatorîya Romîyan di dîroka tevgera çep de
cîhekî taybetî girtibû... Hemû teorîsyenên û beşdarên bizava çep û serhildanên
gelên bindest ew ji bo xwe wekî rêber û sembolê azadîyê dizanîn/dizanin...
Gellek partîyên sîyasî Navê Spartakus wekî navê hizba xwe (1919 li Almanyayê)
an rêkxistinên ciwanan an jî navê rojnameyê xwe karanîn...
Spartakus, ji bo herkesî sembola berxwedan û serhildanê bû.
Lê wê dema dîroknas û nivîskaran qala Spartakusî dikirin
hemû li ser wê yekê hemfikirbûn ku nijad an jî eslê Spartakusî ne zelal e...
Piranîya nivîskaran ew wekî yek ji xelkê Trakyayê destnîşandikirin. Ji bo
nimûne Appian jî Spartakus wekî "xelkê Trakyayê" dida xuyakirin. Di
gellek belgeyên Romîyan de jî ew wekî "Trakyayî" hatiye tomarkirin.
Trakyayîbûn tiştekî gellek giştî bû. Romîyan hemû koleyên
xwe kiribûn du beş. Beşê koleyan ê rojava wekî Galîyan, beşê Rojhilat jî wekî
Trakyayîyan tomarkiribûn. Ev Tirkîya îro, Asya piçûk û Kurdistan jî tê de hemû
wekî Trakyayî dihat qebulkirin. Ji ber vê yekê jî tespîtkirina nijad û eslê
Spartakusî gellek asan nebû.
Wekî tê zanîn ku Serhildana Spartakus li sala 73 pêş zayînê
(P.Z) destpêkir û 71 (P.Z) jî şikestin xwar.. Nivîskarê Yunanî Plutarch di
navbera 46-120 zayînê de jiyabû keleka çend pirtûkên li ser mijarên cûrbicûr,
Pirtûkek bi çend bergan bi navê “Jiyanên Parelel” jî nivîsibû.
Di vê pirtûka giranbiha de nijadê Spartakûsî bi avayekî
zelal û vekirî hatiye destnîşankirin.. Wisa tê zanîn ku wî ev pirtûk li der û
dora sala 100 piştî zayînê nivîsîye..Plutarch di vê pirtûka xwe a bîyografî de
li ser jiyana Crassus jî nivisîye.
Ev pirtûka Plutarch çend sed sal pêş niha hatiye
wergerandin li ser zimanên serekî ên cîhanê... Wergerên pirtûka Plutarch ên
Îngîlîzî û Almanî di wergera xwe de nijada Sparkus wekî “yekî Trakyayî ji
nomadan tê” didin nîşandan.
Hinek kes jî Spartakus wekî "yekî Trakyayî ji hovan
tê" destnîşandikin. Dîsan wergereke pirtûka Plutarch li ser zimanê frensî
heye ku li naverasta sedsala 19‘an hatiye kirin Spartakus “wekî yekî Trakyayî
ji nijada Nimûde” didin xuyakirin. Em dizanin, ku Nimûd jî hinek ji Avrupayî
bûn li Afrîkaya Bakur demekê desthilatê wan hebû.
Lê ev rastî îro ji bo me zelal bûye ku, piranîya wergeran bi
armancekî nedîyar û an jî xirap ev beşê pirtûka Plutarch baş
wernegerandine li ser zimanê xwe.
Ji ber ku Plutarch di pirtûka xwe de ne qala
"barbarab", ne qala "koçeran" û ne jî qala
"Nimûdan" dike...
Plutarch, di bergê heftem û rûpela 213‘an a pirtûka xwe
navbirî de bi avayekî vekîrî dibêje ku "Spartakus yekî Trakyayî ji welatê
Medan dihat."
Ez ê niha bi kurtî gotinên Plutarch li ser Spartakus bidim.
Plutarch di pirtuka xwe de wê dema li ser jîyana Crassus radiweste, beşek jî li
ser "şerê Spartakus" dinivîse. Ew li ser vê mijarê wisa
dinivîse: "Ew tişta ku em bi giştî jê re dibêjin şerê Spartakus,
serhildana Gladyatoran û talankirina Îtalyayê ye."
Sedema destpêkirina vê yekê jî ev e: Kesekî bi navê lentulus
Batiatus li Capoue Gladîyatorên ku ji Trakyayê û Galyayê hatibûn perwerde û
xwedî dikir. Ev Gladîyatorên hatibûn hapîskirin, ne ku ji ber xiraptî kiribûn,
lê ji ber ku bi awayekî bêdadî firotin û di arenayê de bi zorê dijî hevdu
şerdikirin... 200 Gladîyatoran reva xwe ji zîndanê rêkxistin.. Ew hatin
îxbarkirin”... 80 kes piştî şer û pevçûn revîyan... Li ser rê çek jî ji bo xwe
peydakirin...
Plutarch nivîsa xwe wisa devam dike: "Gladîyatoran
ji bo xwe sê serok hilbijartin. Serokê yekem Spartakus bû. Ew yekî Trakyayî ji
welatê Medan dihat. Ew xwedanê cesaretekî mezin, zîrektîyek bi hêz, xwedanê
nermîyek bilind ji çarenivîsa xwe. Ew ji eslê xwe zêdetir yunanî bû. Tê gotin
ku wê dema ew anîn Romayê ji bo firotinê, wî di xewna xwe de dît ku marek li
ser rûyê digerîya. Hevala wî ku ew jî hevnijada wî bû hinek tişt pêşde didît û
majî dikir."
(Plutarque, Les Vies Parelelles, Tome 7, 213)
Min piştî ku romana Max Gallo a li ser Spartakus û pirtûka
Plutarque xwand, ji bo min dîyarbû, ku Spartakus "ji welatê Medan"
tê. Lê min eslê pirtûka Plutarch a bi zimanê yunanîya kevn peydakir û hevaleka
min a yunan ew beş ji bo min dubare wergerand. Dîyarbû ku "Spartakus"
û "jina" wî herdu ji MED bûn.
Pirsgireka here mezin ew e ku çi pêyvendîyen Med û Romîyan
hebû? Çawa dibe Plutarque 660 piştî rûxandina dewlata Medan dîsa qala Medan
dike. Pêwîste dîroknasên Kurd li ser vê mijarê rawestin.
Raste Dewleta Med li sala 560‘ên Pêş zayînê bi rêya Kureş ve
dikeve destên Farisan.
Kurdan dewleta xwe teslîmî Farisan kir. Dayika Kureş an jî
Key Xusrew keça Mîrê Med bû. Wî jî demeke dûr û dirêj ji bo xwe digot
"Mirê Medan" (Wergera Le Cocq binêrin) Rast e Medan dewleta
xwe winda kir. Lê ew hertim di nav desthilata Farsan de bi hêz bûn. Medan
desthilatê xwe ê eskerî, olî û rêvebirina karûbarên dewletê heta radeyekî di
nav hemû desthilatên farisan de parast. Wê dema Kurd kurdistan di navbera hêzên
Yunanî û Farisan de meydana şerî bûn. Heta radeyekê Kurdan serxwebûna xwe wekî
Mîrektîya diparast. Bi taybetî jî li deverên ku diketin li ser sînorên herdu
hêzan. Ev yeka hanê di dema Romîyan û Osmanîyan de jî her berdewam bû. Di dema
Ksenefon û Îskender de jî ev yeka hanê hebû.
Ji bo vê yekê jî gellek belge hene:
Nîzamî Gencewî jî di Îskendernameya xwe de dibêje:
"Di dema Îskender de Azerbeycan û Ermenistan ji alîyê Kurdekî nijad Med
dihat rêvebirin."
Em dizanin ku demeke dûr û dirêj ji bo axa Medan digotin
welatê Medan. Di dema Sasanîyan de jî di nav desthilat de kargerîyek Medan a
berçav hebû. Yek ji 7 eşîrên Dewleta Med sazkiribûn Magî bûn (hinek jî ji wan
re dibêjin Mag, Maguş, Mecus an jî Magyan) Vê grubê hem di dema Medan de, hem
di dema farsan de hem jî qebulkirina ola Zerdeştî ji alîyê Sasanîyan ve dewrek
serekî listibû. Car û bar hinek şahên Farisan bi eşkere digotin ew “bûne dîlê
Magîyên Medan.”
"Magîyan „hem xewn ravedikirin, hem jî sîhîr û cadîtî
jî dikirin û hem jî stêrnasbûn." (Rehim Sabîr, Diroka Medan, r. 14)
Magiyan zanayên ol jî bûn. Ji ber vê yekê jî desthilatekî
wan ê sîyasî û giraniyek wan ya aborî jî hebû. Em dizanin ku “Medîya piçûk”
demeke dûr û dirêj ji alîyên Mîrên Medan ve dihat rêvebirin.
Li sala 36‘ê pêş zayînê Mîrê Med bi hevpeymantîya fermandarê
Romîyan Antonios serxwebûna xwe rageyand. Lê 30‘ê P.Z. ji alîyê
Parteyan ve Medî Piçûk hate dagirkirin. Mîrê Med revî û çû cem împaratorê Romê
Augustis. Wî jî ew kir fermandarê Erzincan û Meletîyê. Aryobarî, Newîyê Mîrê
Med jî ji alîyê Romîyan ve wekî paşayê Ermenîstanê tête destnîşan kirin (2-4
zayînî) (Aram Davud, Dîroka Kilîseyên Kurd li Serdema Sasanîyan, r. 16)
Wê dema mirov dibîne ku wê demê Kurd hem peywendîyên wan
ligel Romîyan hebû, hem jî li dijî wan jî şer dabûn.. Beşekî Kurdan ligel
Farisan bû, beşektir ligel Romîyan bû... Di van şer û pevçûnan deSpartakus tê
girtin û wekî kole tê firotin.
Wê dema Plutarque qala jina Spartakusî dike û dibêje ew jî
ji welatê Medan tê û xewna dixwine û tiştan pêşde dibîne. Dibe ku jina
Spartakus jî ji Magîyan tê. Magîyan xewn ravedikirin, sîhîr û cadîtî dikirin.
Aram Davud di pirtûka xwe a navbirî de li gor
çavkanîyên olî û Încilê li ser ew 12 Magîyên ku piştî ji dayîkbûna Îsa li dema
Desthilatê Romîyan çûbûn Qudisê dike û navên wan 12 kesan belavkiriye. Hemû jî
navê Kurdan e. Ew jî dibêje hemû Kurd in. Dibe ku Spartakus Mîrekî Kurdan bû.
Jina wî jî Magîyan bû. Wê demê desthilatekî mezin ê Magîyan hebû.
Em dizanin gellek peywendî di navbera Kurdan û Romîyan de
hebûn. Heke îro henek hevok hêj jî di nav Kurdan de belavin û Kurd hêj jî
kartînin. Ev hevok ji dîroka tal ya ligel Romîyan tê. Wekî nimûne "Roma Reş
xayîne," "Bextê Romê tune..."
Romîyan şikestin xwarin û çûn... Tirk hatin û dewsa wan
girt... Vê carê jî Kurdan ev hevokana dijî Tirkan karanîn.
Ji ber ku herdu jî dagirkerbûn, herdu jî hêzên lêşkerî ve
dihatin...
Pêwîste vê derê de vê yekê jî bêjim, Crassus ew ê
ku Serhildana Spartakus şikand, li Kurdistana Bakur di şerê li gel Parteyan de
hate kuştin.. Spartakus dixwast hertim vegere ji bo welatê xwe...
Hemû dîroknivîs qala vê yekê dikin. Crassus rê neda... Ew li Romayê hate kuştin... Crassus jî li Kurdistanê hate kuştin.
Hemû dîroknivîs qala vê yekê dikin. Crassus rê neda... Ew li Romayê hate kuştin... Crassus jî li Kurdistanê hate kuştin.
(Kamûran Melîkendî – 2006)
Yorumlar
Yorum Gönder