Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PÎRÊ ŞALYAR

Resim
PÎRÊ ŞALYAR Yaqûb Kurmanc Pîrê Şalyar kurê yek ji rêber û muxên Zerdeştiyan bû ku li gor baweriya xelkê Hewramanê, gihiştibû radeya bilind ya manewiyet û arîşenê û hin mûcizeyên wî jî hebûn. Hin zanistvan dibêjin ew di salên dawî yên imrê xwe de ,Dînê Îslamê pejirandiye û tevahiya hewl û xebata wî ew bûye ku Îslamiyetê bi gel bide nasandin. Hin kesan wî re digotin hekîm ji ber ku Pîrê Şalyar bi giyadermankan kesên nexweş derman dikir û gelek kesan jî ew wek helbestvan nas dikirin. "Guhişt ce wateyî Pîrê Şalyar bû Huşt ce kiyasteyî zanayê sîmiyar bû" Yanî "guh bide gotinên Pîrê Şalyar,ji bo têgihiştina nivîsarên Zerdeşt,zana û hişmend be" Yek ji rêûresmên kevnar ku li Hewraman tê lidarxistin,rêûresma" Daweta Pîrê Şalyar e" Xelkê Hewramanê çendîn û çend sal in ku vê rêûresma dîrokî nifş bi nifş bibîrtînin.ev rêûresm her sal di 4 sibatê de di salvegera daweta Pîrê Şalyar de tê lidarxistin. Keça Şahê Bîxarayê ,Şabihar Xatûn

Hewildanên zelalkirina mijara nav, herêm û dîroka Ezdahîyê (Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî û hwd.)

Resim
Hewildanên zelalkirina mijara nav, herêm û dîroka Ezdahîyê  (Êzdî-Xaltî, Xaldî, Xaltanî û hwd.) Kemal TOLAN Pêşî dixwazim bînime bîra xwendevan, dema ku min di sala 2004 de ev lêkolîna (*1) û pirtûka 2006 xwe(-1a) belakir pê ve, dûre lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar Xerzî Xerzan jî ev lêkolîna xwe(*2) di 17. 06. 2013 de weşand. Min hingê ji xwe ra got, jixwe vaye di piraniya naveroka van lêkolînan(*1 û 2) de xwanê dibe ku, Xaltî anjî Xaltanî navê “ şaristanîye  Padişahtîya Xaltan  e. Xwedîyê şaristaniyê, ji ber navê Xwedayê xwe, şaristaniya xwe wek ya Xaltan bi nav kiriye, lê biyanî û cîranên wan ji ber cih û erdnîgarîya wan ji wan ra gotine –Urartu- (*2) ”. Her weha zelal dibe ku êl, eşîr an jî qebîleyeke ku bi navê Xaltî, Xalta anjî Xaltanî tûne ye. Vêca dema min dît, vaye   lêkolîner, nivîskar û mamoste rêzdar Xerzî Xerzan, di vê baldariya xwe(*3) de jî dêje, “ di nav kurdên êzdî de êleke bi navê "Xaltayî-Xaltî“„ heye (*3)", min rabû ev name jê

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr

Resim
Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr Ephrem-Isa YOUSIF* Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê. Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî)   de, herêma berfireh a Diyar Bekr bi rê ve dibir. Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan,   ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak,   dema   xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir.   Cizîrê Diyar Bekr (peytexta wê Amedê ye, îro bi fermî Diyarbakır), yek ji her sê herêmên Cizîrê bû, a ku ji hêla zan