Kayıtlar

Nisan, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

Resim
  Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra   Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal   bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye;   - Ferîd Mîtan: Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan? Xerzî Xerzan: Di der barê dîroka Kurd û Kurdistanê de gelekî manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in.   Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka Kurdî bibe,pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir û pir baldar be û hay ji sedema nivîsandin an jî tomarîkirinên van çavkanîyan hebe. Ji lew re, Kurdistan û her weha gelê Kurd, ji destpêka dîrokê ve   di navenda Hîvika Zêrîn de cî digire û ev herêm an ku derguşa şaristanitîyê, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, qada şerên desthilatdarîyê û olî ye. Kes û dewletê ku li vir hikma xwe zexm nekiribe, nikaribûye xwedî temenekî dirêj bibe. Û ev rewş, îro jî didome…   Ji ber vê sedemê, hemû desthilatdar, ya rasttir hemû

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (V)

Resim
  BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (V) Xerzî Xerzan Weke ku tê gotin,   Bajarê Amedê her wiha wek “Diyarbekir”   jî tê zanîn. Ev nav an ku “Diyarbekir”, weke ku me beşên din ên vê rêzegotarê   de jî nivîsîye, berîya hatina artêşên ereb li Amedê, qet wek “Diyarbekir” nehatîye nivîsin, nehatîye tomarîkirin an ku nehatîye bilêvkirin. Ya rasttir, berê ereban, ev nav (Diyarbekir) li vê herêmê, li derdora Amedê nîn bûye. Helbet ev nav, an ku Diyarbekir li ser zimanê gelên hawirdora Amedê rûniştîye, di demajoyeka 1350 salî de, wek navê bajêr hatiye zanîn. Û ev dem, ne demeke kin e. Divê bê gotin ku, Diyar Bekir an ku Diyar el Bekir, pênaseyeka bi erebî ye. Diyar, ji koka DAR-ê tê, an ku wateya qad, welat, war, wargeh, cî, starî dide… Bekir jî (Bekr, Bakr) navekî bi zimanê erebî yê nêr e. An ku, Warê Bekr/Bakr, Welatê Bekr/Bakr dide. Bekr an jî Bakr, navekî nêr ê bi erebî ye û ev nav, di dîroka ereban hîn berê Îslamê de navê êl/eşîreke ere