Kayıtlar

Nisan, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Di şerê cîhanê yê yekem de mihacirbûna kurdan

Resim
Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem de Seîd Veroj Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem de Ji berîya Şerê Giştî û ji wê şûn ve, tehcîra di nav sînorên Dewleta Osmanî de, koçberîya mecbûrî, “mubadele” yan jî koçberkirina komeyên dînî û neteweyî, hemû bi siyaset, biryar û rêxistinên legal û îlegal ên bi dewletê ve girêdayî çêbûne. Divê rol, hewldan û tevgerên rêvebir û aktorên herêmî jî di nav vê çarçoveyê de bêtin nirixandin. Lewra ji bo pêkanîna îskanê, ji alîyê hikûmet û desthilatdarîyên wê demê ve qanûn hatine çêkirin û bi hikûmetê ve girêdayî teşkîlatên nû hatine damezirandin. “Di serê sala 1914 de bi Wezareta Daxilî ve girêdayî, Îskan-î Eşaîr û Mudurîyeta Mihaciran tête damezirandin. Di nîzamnameya vê teşkîlata bi girêdayî Wezareta Daxilî de, wezîfeyên vê mudurîyetê weha hatine nivîsandin: Lêkolîna li ser rewşa giştî û taybetî ya eşîretan û bicîkirina wan; sewq û îskan û pêkanîna îaşeya mihacirên ku ji der ve b

ROJA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ PÎROZ BE

Resim
Îro di dîroka çapemenîya kurdî de, rojeke pir girîng e. Îro roja rojnamegeriya kurdî ye. Berê 120 sal îro, di 22 Nîsana 1898-an da, rojnameya pêşî ya bi kurdî,   bi navê “Kurdistan“  ,,li Qahîreya Misirê, ji hêla kurê Mîr Bedirxan ê Mîrê Botan,  Mîqdat Midhat Bedirxan  ve hate weşandin. Tiştê balkêş ew e ku, ew karê pîroz, derxistina rojnameya pêşî ya kurdan, li sirgûnê pêk hatibû.  Mîqdat Midhat Bedirxan Beg, di nivîsa xwe a yekem de, sedema weşandina wê rojnameyê û wazîfa wê wiha rave dikir:   “ Dema me a îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurdên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…” Pêşî de biryara derxistina ev rojnameyê wek du mehan carek ha

NETEWNAVÊ ‘KURD’ Û NAVÊ WELATÊ WAN DI ÇAVKANÎYÊN DÎROKÎ YÊN DEMÊN CUDA DE

Resim
PÊŞGOTİN Xwendevanên hêja; Weke ku tê bîra we, demeke berê gotara min a “Navê kurd û Kurdistanê di dîrokê de”, bi du beşan li Kovara Sormey-ê û li Dîrokurd-ê hatibû weşandin. Ew gotar, bala gelek hezkir û baldarên çand û dîroka kurdî, bala gelek   rewşenbîran û bi taybetî jî, ya pisporan kişandibû. Piştî xwendina wê, mamosta Ezîz ê Cewo jî, ê ku pisporekî kurdzanîyê ye û bi pirsên ziman û zimanzanîya kurdî û dîroka kevnar ve mijûl e, pêşniyar kir, ku ew gotar wergerîne li   rûsî... Ji boyî min ev peşnîyar û qedirdayîn cihê kêfxweşîyê bû û min bi erênî wê pirsê nihêrî. Û dema mamosta dest bi wergerê kir, di wê pêvajoyê de gelek pirsên wî jî çê bûn, wek ku ewî bi xwe digot, di sêrî de, “wek xwendevanekî gotarê”, paşê jî wek pisporekî... Û demeke dirêj em di nav pêwendîyan de bûn, me şêwir dida – distand, me ji hêlên cuda ve pirsên heyî hildida dest, ew dinirxandin, pirsên çavkanîyên nû bi hev ra dinihêrî û di encamê re heman gotar bi şêwazekî nû ve derket pêşîya me...