BELGEFÎLMA DR. ŞIVAN (Seîd Kirmizitoprak)

Dr. Şivan û Feqî Hisên Sagniç li Başûr

Malpereka hêja û kêrhatî di der barê jiyana yek ji lehengîyên kurd, Dr. Şivan (Seîd Kirmizitoprak) û serpêhatîyên wî de;

Kesên ku agahîyên wan di der barê Dr.Şivanî û jiyana wî a birûmet de kêm bin û ku bixwazin serpehatîyên wî, gotar û berhemên wî bixwînin, divê serîyek li vê malperê bidin û rûpeleke veşartî ya dîroka nêz a kurd, bi hemû qewimînên wê ve bibînin.


DR. ŞIVAN LI GEL HEVJÎNA XWE


Wek ku tê zanîn, Dr. Şivan, li gel raman û nêrînên xwe ên azadîxwaz û civakî, her wiha bi hestên xwe ên neteweyî tê naskirin. Qetilkirina wî û sedemên vê bûyera trajîk û dilêş, hê jî bi temamî nehatîye ronîkirin. Hê jî perdeyeke nenas li ser wê bûyera trajîk heye an jî bi zanabûn li ser vê qewamê hatîye û hîn jî  tê girtin. Ji bo lêkolîna dîroka me a nêz û her wiha ji bo pêşveçûna ramanî, jiyan û çalakîyên Dr.Şivan û nêrînên wî, ji bo gelê kurd pêwîst in.



DR. ŞIVAN LI BAŞÛR 

Belgefîlmeke têr û tije, li gel ravekirinên rêhevalên wî û şadetîya kesên di wê demê de jiyîne û qewimînan bi çavên xwe dîtine jî, bi alîkarîya lawê Dr. Şivan Dara û bi derhênerîya Çayan Demîrel ve hatîye amadekirin û li ser rûpelên malperê ji bala raya giştî re hatîye pêşkêşkirin. Di vê belgefîlmê de, gelek şadetî û nêrînên balkêş jî hene, ên ku di der barê qewimîna trajîka dîroka kurd, a ku wek "meseleya du Seîdan (Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak-Dr. Şivan)" tê zanîn, de ne.



Di girtîgehê Anqereyê de, Dr.Şivan û hevalên wî di govendê de,- sedema girtina wan ji ber meseleya 49-an e

                                               
Malper bi sê zimanan, -kurdî, tirkî û ingilîzî- hatîye amade kirin.

Navnîşana malperê ya bi kurdî: Beşa kurdî 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)