Bermahîyên Serdama Neolîtîk li Kurdistanê



GIRÊ HELEF
Girê Helef girekê dîrokî ye ku îro dikeve nav axa rojavayê Kurdistanê. Dîroka Girê Helef digihîje B.Z. 6.000-5.400 salî. Yanî beriya niha nêzî 8.000 sal e ku bingeha vê çandê li axa Kurdistanê hatîye danîn. Çanda ku wek Girê Helef tê zanîn, di destpêkê de li vê herêmê hatîye avakirin û piştî li seransarê Mezopotamya Jorîn an ku li Kurdistanê belav bûye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, hemû êlên proto-kurd ji vê çandê sûd wergirtine û bingeha hebûna xwe bi vê çandê zexm û xurt kirine.

HÎVIKA (HÎLALA) ZÊRÎN
Hîlala zêrîn di dîroka mirovahiyê û civakbûnê de cihekê sereke ye ku cara yekemîn mirovan kariye civakbûnê ava bikin û xwe bi rêxistin bikin. Peyva Hîlala Zêrîn cara yekemîn ji hêla rojhilatnas û şûnwarnasê amerîkî James Henry Breasted ve hatiye bikaranîn. Qesta James ji vê peyvê ew e ku di vê erdnîgariya dewlemend de mirovahiyê, cara yekem xwe bi rêkûpêk kiriye û hem çandinî hem jî civakbûn daye avakirin.

GIRÊ KORTIK
Girê Kortik ciheke serdema neolîtîkê ye ku dîrokê wê diçe heya B.Z. 10.400 salan. Ev gir li Bismila Amedê ye. Di navbera Bismil û Êlihê de di sêkoşeya ku Çemê Dicle û Çemê Batmanê digihîje hev, di nava sînorê gundê Anjolî de dimîne. Girê Kortik yek ji cihên serdema neolîtîkê yê girîng e. Jiyana mirovên li vê xwecihiyê bala mirovan dikişîne. Yek ji van balkêşiyan çêkirina firaxên ji kevirên klorît in, ev firax ji bo xwarinê tên bikaranîn lê hindek jî wekî di gorê wan de jî xwiya dikin, ji bo rîtuelên baweriyê ji bi kar anîne.

ÇEMÊ KOTA BER
Çemê Kota Ber cihekî serdema neolotîkê ye ku 7 km dikeve başûrojavayê Erxeniya Amedê. Çemê Kota Ber di 1963’yan de ji hêla şûnwarnasan ve hatiye keşifkirin û kolanên wê yên destpêkê di 1964’an de ji hêla Halet Çambel û Robert j.Braîdwood ve hatiye kirin. Çemê Kota Ber di dîroka mirovahiyê de xwedî cîhekî girîng e. Ev girîngbûna wê jî ew ku, di nav bermahîyên wê de, çanda neolîtîk bi awayekî rêkûpêk tê dîtin. Li vir sewalkarî û çandinî pêş ketiye. Pê re di warê rêveberî, xweparastin û bazirganiyê de jî mînakên berbiçav hene. Mirovên vê deverê destpêkê de li vê derê avahiyê girover çêkirine ku dîroka wan nêzî B.Z. 10.000 sal paş ve diçe.

ÇEMÊ HILAN (HALLAN)
Yek ji wan hêjayiyan “ Çemê Hallan “ e, ê ku li rojavayê ava Sasûnê dimîne. Mixabin ev hêjayiya bêhempa, îro di bin bendava li ser ava Sasûnê hatÎye avakirin de maye. Taybetmendiya vî warî ew e ku, ” Çemê Hilan “ gundê herî kevnar ê dinyayê ye, ê ku heta îro hatiye keşfkirin. Li gel testên zanistî weke Karbon 14, hatiye peytandin ku dema Hilanê dighîje 11 hezar salî û ev dem, dema kevnartirîn a avakirina gundekî ye. Heta ku Hilan nehatibû dîtin, di dinyayê zanistê de, wiha dihat zanîn ku, gundê herî kevnar ê mirovahiyê, li herêma Levant-ê (derûdora Filêstîn û Lebnanê) hatiye damezrandin. Lê li gel keşfa Hilanê ev têz betal bû û Hilan wek yekem gundê demên neolîtîk hate pejrandin. Ya din wek tê zanîn, yekem lawirê ku ji hêla mirovan ve hatiye kedîkirin beraz e. Û, anegorî destkeftiyên Hilanê, însanên vî gundî yekem car beraz jî kedî kirine. Lêkolînên zanistî ên dinyayê jî vê yekê dipejrînin ku, beraz yekem car, li Kurdistanê hatiye kedîkirin.

GIRÊ BAŞÛR
Girê Başûr cihekî şûnwarî yê kevn e. Di geliyê Botanê de li nêzî çemê Başûr ê ku ji çiyayê Bedlîsê tê ye. 20 km dikeve bakurê rojavayê bajarê Sêrtê, û di nav bera Sêrtê û Misircê de cih digire. Ev gir 250×150 metre firehî û dirêjiya xwe heye. Dîroka wê ya xwecihiyê diçe heta B.z. 5.000 sal zêdetir. Di sala 1963’yan de ji hêla şûnwarnasê amerîkî Robert J. Braidwood û şûnwarnasê tirk Halet Çamlibel ve hatiye dîtin. Ji ber ku ev cihê dîrokî, wekî gelek cihên din ên dîrokî di bin bendava Ilisuyê de bimîne, di sala 2007’an de ji hêla kolanên wê yên şûnwarî, ji hêla şûnwarnasê zanîngeha Egeyê Halûk Saglamtimur ve hatine destpêkirin û ev pênc sal in kolandina wê berdewam dike. Girê Başûr cihekî stratejîk ê serdema xwe ye. Ji ber ku li ber çem dimîne û hatin û çûyîna xeta Serhedê û xeta biniya serhedê piranî mirovên wê demê bi kar dianîn. Bi taybetî jî tê texmînkirin ku ev gir ji bo bazirganiya madeyên kevirê obsidyen ê ku li çiyayê Nemrûdê diçe Mezopotamya navîn hatiye bikaranîn. Ji ber ku gir nêzî çem e û ev çemê Başûr diçe ser çemê Botanê û çemê Botanê jî diçe ser çemê Dîcleyê, di serdema B.Z. de bazirganiya gelek madeyan li ser çeman dihat kirin. Bi kelekên ku ji daran û kevilê sewalan dihatin çêkirin keştiyên xwe di ser avê de dibirin heta Mezopotamya jêrîn.

NEWALA ÇORÎ
Newala Çorî dikeve rojavayê Hilwana Riha ye. Li ber Çemê Qentarê yê ku diherike ser Çemê Firatê. Beriya ku bimîne di bin Bendava Ataturk de ji hêla şûnwarnas Hans George Gebel û ekîba wî ve di 1980’yan de dema ku lêgerînên sererdî yên şûnwarî dikirin ve hatiye dîtin. Di sala 1989-91’an de jî, ji aliyê şûnwarnas Prof. Harald Hauptmann ve kolanên wê yên şûnwarî hatine kirin. Li vê derê ji bermahiyên dema romayî yan bigire hetanî bermahiyên serdema neolîtîkê gelek tebeqeyên bermahiyên şûnwariyê yên ku serdemên borî hatine dîtîn. Lê yên herî balkêş bêguman bermahiyên serdema neolîtîkê ne. Jixwe mijara ku em dixwazin li ser bisekinin jî ev yek e. Gelek tebeqeyên xwecihiyên vê serdema borî hatine tespîtkirin.
Li vê derê li gorî xwecihiya mîmarî sê cureyên avahiyan hatine dîtin. Yên girover, yên dirêjî çarkoşe (dîkdortgen) û yên çarçik (kare) derketine holê. Ji vana ya çarçik ji avahiyên din cudatir e û tê texmînkirin ku ev cudahî û yekaneyiya wê cudatiya wê dide nîşandan. Ev mezel wekî ciheke mabed ango perestgeh hatiye bikaranîn. Di firehiya 14×14 metre de ye ev mezela ku ji bo îbadetê hatiye bikaranîn. Yanî mirov dikare bêje ku wekî ku mizgefta gundekî ye. Ev der yanî Nawela Çorî ji ber Bendava Ataturk ku li ser Çemê Feratê hatiye çêkirin di sala 1992’yan de wekî gelek cihên din yên çanda mirovahiyê ye, bûye qurban û di bin avê de bi hemû dewlemendî û dîroka xwe ve hatiye hiştin.

ÇERMO (JARMO-JERMO)
Çermo cihekê serdema neolîtîkê ye li başûrê Kurdistanê ku dikeve ser bi bajarê Kirkûkê. Di nav sînorên Çemçemalê de dimîne. Girîngiya vê navendê ew e ku, ev dever di serdema neolîtîkê de ew cihê ku cara yekemîn bi awayekî rêkûpêk genim lê hatiye çandin. Ev cihê ku di serdema neolîtîkê de zêdetirî du hezar sal bêhtir ji aliyên mirovên wê demê ve bi awayekî xwecihiyê hatiye bikaranîn ciheke dîrokî ye. Kolanên xwecihiya Çermo di sala 1948’an de ji aliyê Şûnwarnasê zanîngeha Chicagoyê Robert Braîdwood ve hatine destpêkirin. Her çiqas carna bi navber hatibe dayîn jî hetanî sala 1955’an li vir xebatên xwe yên şûnwariyê bi ekîbeke xwe ya pispor ku ji gelek zanistan pêk tê meşandiye. Bi tesbîtên ku Radyo-carbon (C14) ku li ser vî cihî kirine dîroka vê derê û jiyana xwecihiyên vê derê hatiye lêkolîn kirin. Di encamên van lêkolînên giranbuha de gelek tiştên nû yên ku dîroka mirovahiyê ronî bike derketine holê. Cih û warên li Çermo, Dîroka Çermo ya ku mirov lê cih bûne diçe heyanî B.Z. 7100 salÎ. Piştî ku zêdetirî du hezar sal ji aliyê mirovên serdema neolîtîk ve hatiye bikaranîn, B.Z. 4900an de hatiye terkkirin.

(Nîşe: Ji bo vî beşê, ji gotarên mamoste Nadir Arzu sûd hatîye wergirtin)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)