Kayıtlar

Aralık, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Firîda Cewarî: Bayloza jiyan, kar û xebatên du Mezinahiyan...

Resim
Marîna Siyabend, ji boyî Malpera Mezopotamya, sala 2013-an li gel Firîda Hecîyê Cindî hevpeyvîneke têr û tije pêk anîbû. Me xwest wek bîranînê, ew hevpeyvîn careka din biweşînin û bi vê yekê erka xwe ya li hember Firîda Hecî pêk bînin. Em wek malpera Dîrokurd, sersaxî ji malbata Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv re dixwazin. Xwedê Firîda Hecî bi dilovanîya xwe şa bike;  Firîda Cewarî: Bayloza jiyan, kar û xebatên du Mezinahiyan... Hevpeyvîn:   Marîna Siyabend Berî demekê ez û Pakîzera Ûsiv bûn mêvanê Firîda Cewarî. Meta Firîde tim wek keça Heciyê Cindî û hevsera Fêrîkê Ûsiv tê naskirin. Jixwe navên du Mezinahiyan têra xwe bes e ku ew were naskirin. Lê di rastiyê de Firîda Cewarî wek jinek bi serê xwe kî ye, çi kiriye, çiqas ked û emek daye, hindik kes zanin. Sedema vê jî yek e: wek dot û xanimeke hêja wê jiyan û karê xwe ji bo naskirina bavê xwe û hevserê xwe xerc kiriye û wek hemû jinên kurdan, hinek di bin siya van Mezinahiyan de maye. Vê carê min xwest wê bixwe, kesayetiya w