Kayıtlar

Ekim, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN

Resim
RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN Xerzî Xerzan Erndnigarîya ku kurd li ser dijîn, an ku welatê wan Kurdistan, ne tenê ji boyî gelê kurd lê her weha ji boyî bi dehan gel û kêmnetewan,  ji demên nayên zanîn heta dema me ya îroyîn wek stargehekê ye, wek maleka hevpar e. Ji roja dîroka mirovahîyê hatîye tomarîkirin heta îro, ev rastî ji hêla hemû dîroknasan ve, wisa hatîye pejirandin. Sedemên taybet ên vê rewşê (yên dagirkerî, erdnigarî û yên rêyan) helbet hene, lê divê mirov mêvanperwerî û toleransa çanda gelê kurd jî deyne li alîyekî taybet û wisa jî ev rewş binirxîne, ya rast û sincî ev yek e.  Kurd, ji mêj ve li hember dagirkerên welatê xwe li ber xwe dane, qet serî netewandine û ji boyî azadîya xwe tim têkoşîyane. Carna, bi sedan sala li ser çiyayên xwe yên asê û bilind, di nav bêderfetîyan de birçî û tazî jiyîne lê qet dest ji serbixwebûn û azadîya xwe nekişandine, tim li hember dijmin û dagirkeran nav şer de bûne.. Ev taybetmendîyeke şêw