Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de

                           Mîrê Êzdîyan Mîr Elî Beg û Kurdên Êzdî - 1909

Gertrude Bell, arkeolog, dîplomat û sixûra  îngilîz a binavûdeng, di rêwîtîya xwe a li seranserê Kurdistanê ya destpêka sedsala 20-an, berê xwe daye Çiyayê Şengalê û Baadrê jî, ên ku herêmên kurdên êzdî ne. Tarîxa çûyina wê, Gulana sala 1909-an e.

Bell, li ser reya xwe a ber bi Şengalê ve, rastî eşireke kurdên êzdî tê û ji rêberê xwe Fattuh pirsan di der barê kurdên êzdî de dike û bersivên Fattuh ê rêber, ji bo wê gelek balkêş in....

Dixwaze bi wan kurdan re hinek biaxive û agahiyên berfireh di der barê wan da bigire. Kurdên êzdîyên wê eşîrê, dibêjin  divê Bell here Baadrê, Lalîşê û Şêxan ji bo mezinê kurdên êzdiyên wê demê, Mîr Elî Begî bibîne û pê re biaxive. Peşniyara çûyina wê a  li wan deverên xwe yên pîroz dikin. Gertrude Bell-ê jî, ji ber ku pir dixwaze wan deveran û Kurdên Êzdî yên wê herêmê bibîne, dikeve rê li gel rêber û koma xwe ve....

                                                Kurdên Êzdî yên li derûdora Şengalê - 1909

Di der barê vê rêwîtîya xwe de, du belgeyên kêrhatî di arşîvê wê de hene. Yek ji wan, nameyek e (nameyê Bell-ê di der barê kurdên êzdî de), ku ji jinbava xwe re şandîye, a din jî, nivîseke dirêj e (beşa rojnivîskê Bell-ê di der barêkurdên êzdî de) ku di nav rojnivîskên wê de cih girtîye. Her du belge jî, heman tarixê de hatine nivîsandin. 7-ê Gulana 1909-an de…. Ji vê agahîyê em tê digihîjin ku, Bell-ê, vê tarîxê de seredana Mîr Elî Begî û Şengalê kirîye.


Ji dîroka kurdên êzdî jî xuya ye ku Mîrê êzdiyan ê wê demê Mîr Elî Beg e. Hevjîna Mîr Elî Beg jî Meyan Xatûn a binavûdeng e. Sala 1909-an, weke Bell-ê jî nivîsandiye, kurekî wan bi navê Seîd jî heye û ew Seîd jî, wek ku tê zanîn, piştî mirina bavê xwe, wê bibe Mîr Seîd Beg ê mîrê êzdiyan ê serdema xwe. Mîrê êzdiyan ê vêga Mîr Teshîn Seîd jî, kurê Mîr Seîd Begî ye û heta vêga jî mîrê êzdiyan e. Li vira divê giringiya Meyan Xatun jî bête nîşandayîn, lewre, piştî mirina Mîr Elî Begî ya sala 1913-an, ji ber temenbiçûkbûna kurê wî Seîd, Meyan Xatûn erka mîrîtîyê hilgirtiye li ser milên xwe, û heta 1933-an jî, li ser navê kurê xwe mîrîtî domandîye. Piştê mirina Mîr Seîd Beg ê kurê xwe ya sala 1944-an jî, vêca heta Mîr Tehsîn Seîd mezin dibe, dîsa wê erkê hildigire û vêca li ser navê neviyê xwe mîrîtî didomîne. Û di sala 1957-an de koça dawî dike. Divê ji bo Meyan Xatun lêkolîneke dûr û dirêj bête kirin, lewre ji ber têkoşîn û hilgirtina berpirsyariya malbat û êla xwe ve, ji bo hemû jinên kurd mînakeke hêja û bêhempa ye ... Bell-ê, qala Meyan Xatûnê jî dike di belgeyên xwe de. Li jêr, wergera nameyeka Bell-ê heye û di vê nameyê de em hin taybetîyên kurdên êzdî yên wê demê  û her wiha nêrîn û dîtinên Bell-ê jî dikarin bibînin;


Naveroka nameya wê di der barê vê seredanê de bi kurtahî wiha ye:

“7-ê Gulana 1909-. Ez îşev mêvanê oldarê mezîn ê, ên "melekê nebaş" dihabînin im, lê divê bê gotin ku, bi rastî ew ne wisa ne, mirovên li dijî wan, wan wiha bi nav dikin. Di saet 10:30-an de, em gihiştine mala wî. Ewî (Mîr Elî Beg), bi mêvanperwerî pêşwaziya min kir, ji bo min şande qehwê, û xwest ku em li mala wî bimînin. Lê min xwest li kona xwe bimînim ji ber ku, demsala kêçan dest pê kiribû. Fattuhê rêberê min, vê rewşê, bi zimanekê xweş rave kir û got, ku em mêvanê hêjayiya wî ne, çi devê derî be, çi di nav mala wî de be. Elî Beg jî pejirand û got  “hun çawa bixwazin, bi dilê xwe ne”. Elî Beg û peyayên wî, xwedî rûyên dirêj û tûj bûn, weke wan nexşên Asûriyan. Baweriya êzdiyan nepenî bû…….................

Pêşî de jî min êzdiyan li çiyayên Helebê dîtibû û ewan gotibu, ku Elî Begê qala wî dikin, mezinê wan teva ye. Min vê yekê jê pirs kir. Got, “Mezinê me teva, Xwedê ye” li gel hewleka bêşik û cidî ve.

Piştî, ez birim li ba jina wî, a ku jineke balkêş û bihêz bû (Li vira qala Mayan Xatûnê tê kirin-X.X.). Jinên êzdiyan ne girtî û veşartî bûn. Fistaneke binefşî a ji pembû hatibû çêkirin li xwe kiribû, bi çarikeke spî, serê xwe û erzênê (çenê) xwe ve pêçabû ( lê ne rûyê xwe), serpûşeke qedife ya reş, a ku ew çarikê digirt jî li serê wê bû. Li milê wê, bazinên zêrên giran ên tirkî hebûn. Mixabin bi me re Kurdî neaxivî, ku zimanê derbasdarê van deveran bû. Elî Beg erebiyeke pir xerab diaxive.

Ewî, firavîneke dewlemend, li gel tije goştê mîyan, birinc, mehîr û penîreke xweş ji bo me amade kir û konê me re şand. Ew firavîn têra me teva, peya û leşkerên min hemû kir. Piştê du rêberan da min û ez li gel wan û çar leşkerên xwe ve, li nav çiyan ketim reya goristana Şêx Adî, ku ew cih, cihê pîroz ê êzdiyan e……………

Li perestgehê, xwişka Elî Begî pêşwaziya me kir. Kincên spî û çarikeke spî li xwe kiribû………
(Li vira dîtinên xwe ên nava perestgehê bi berfirehî rave dike- X.X.).

                                                                  Xwişka Mîr Elî Begî - 1909 

Piştê seredana perestgehê, xwişka Elî Begê, xwest ku karikek ji bo me ser jê bike, lê min sipas kir û vê nepejirand, min û peyayên xwe, şîr û nanê xwe bi hev ra xwarin. Dîsa em ketin reya xwe ber bi çiyan ve, û saet 6-an de em gihîştine şûna xwe. Elî Beg careka din, weke firavîna dewlemend a li nîvrojê de ji bo me amade kiribû, dîsa şîveke berfireh ji me re şand, û piştî, kurê xwe Seîd Beg (Mîr Seîd Beg ê siberojê-X.Xerzan) ê kurekî pir şîrîn bû, şande li pey me, ku em li ba wan rûnên, nêzî saetekî ez li ba wan mam û careka din vegeriyam cihê xwe ji bo razanê”.

Xeynî vê nameyê û wêneyan, di rojnivîskên xwe de  qala seredana xwe a Mîr Elî Beg û kurdên êzdî dike. Em ê wê beşa rojnivîskê jî demeke kin de ji îngilîzî wergerînin li kurdî û, dîsa li gel wêneyên balkêş pêşkêşê xwendewanên xwe bikin…

(Amadekar û wergera ji ingilîzî: Xerzî Xerzan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)