Kayıtlar

Ocak, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo Gelê Kurd

Resim
Dema ku dadgeha Îranê biryara bidarvekirina Qazî Mihemed digire, cenabê wî, wek daxwaza xwe a dawîn, dixwaze  wesîyetekê ji bo gelê xwe binivîse. Ew wesîyet, belgeyeke dîrokî ye û ji arşîvên Îranê hatîye bidestxistin. Gotinên cenabê wî ji bo gelê kurd û ji bo her kurdekî, wek şîretên zêrîn in.Temamîya wesîyeta cenabê Qazî Mihemed li jêr e ; Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo Gelê Kurd Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan; Gelê minê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure. Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û

Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê II)

Resim
Welatê Corduenne –Kordîyen- Kurdistan (sala 90î ya berî zayînê) Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê II) Xerzî Xerzan (Ji boyî xwendina beşê yekem:   Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê I) Di dema Tîgranê Mezin (ji sala 95an heta sala 55an a berî zayînê) de, Tîgran dibe hêza herî mezin a Rojhilata Nêz, Kordîyen (Kurdistan) jî tê de. Bi zora şûr, Kordîyen û şahê wan Zarbenîûs dixe bin hikimê xwe û heta Kilîkya (Edena îro) dagir dike. Di navenda Kordîyênê de, an ku di paytexta wan Arzananeyê (bi Kurdî Xerzan) de, ji bo dewleta xwe a nû paytexteke nû ava dike û navê wê jî “Tîgranakerd” datîne. Plurtarch dinivîse ku Tîgranakerd mezintirîn bajarê wê demê bû û niştecihên vê metropolê ji her çar hêlên Anatolya, Kapadokya û Kurdistanê bi zorê hatine anîn û li Tîgranakerdê bi zordarî hatine bicihkirin. Rom temaşa dike û  ev xetere dibin û di bin fermana Lucullus de artêşeke mezin bi ser Tîgranê ve dişîne. Di vê navberê de, Zarbenîûsê şahê Kordîyenê xeber ji Lucul

”Dîroknasî” an xençera bi jahr li ser pişta gelê kurd?

Resim
Antropolog, arkeolog û nivîskarê amerîkî Andrew Colins, ji bo pirtûka xwe ya bi nave “Ji xweliya ferişteyan – Zarokên ji nîjadeka gunehkar / FROM THE ASHES OF ANGELS - The Forbidden Legacy Of A Fallen Race” bikaribe binivîse, diçe heya Erître, Etyopya û Anadolê. Bi, bi sedan kesî re hevdîtin dike. Bi hevalekî xwe yê professor re lêkolînan dike û bi hev re bi sedan pirtûk dixwînin. Li Anadolê diçe bajarê Nevşehîr-Urgupê û li ser “Kulekên Periyan/Perî Bacalari” Lêkolînan dike. Di encama xebata deh salan de, pirtûka navborî dinivîse û di destpêka pirtûkê de wiha dibêje: “Ez vê pirtûkê diyarî avakarên şaristaniya mirovahiyê gelê Kurdistanê dikim. Ez hêvîdar im bigihêjin azadiya ku mafê wan e.” Collins bi belge û îsbatan dide zanîn ku kurdan çewa reng dane şaristaniya Sumeran û di avakirina wê şaristaniyê de çi rolên grîng lîstine. Collins dîsa bi belge îsbat dike ku kurd ji Zagrosan hatine xwar û belav bûne. Di çandinî, huner, zeneet û afirîneriyê de pir pêşketî bûne û li ser bi

BAD Ê DOSTIK Û DEWLETA KURD A MERWANÎ

Resim
Wek ku tê zanîn, Dewleta Kurd a Merwanîyan, di sedsala 10-an de, ji hêla Bad ê Dostik ve, li Farqînê û Amedê hatîye damezirandin. Di demekê kin de bandora xwe li piraniya Kurdistanê zêde kirîye û dewleteke bihêz derketîye meydanê. Bad ê Dostik, kurdekî jî aliyê Hîzan a Bedlîsê ye,  bi wêrekî û mêrxasiya xwe ve tê naskirin. Û divê bê gotin ku, Pira Mala Badê jî, ji hêla Merwaniyan ve, li ser navê Bad hatîye avakirin û ji bo navê Bad tim û daîm bijî, li ser navê wî û li ser navê malbata wî hatîye pênasekirin. Çavkaniya herî giring a di der barê wî û jiyana wî de, pirtûka " Dîroka Kurdên Merwanî " ye, a ku ji hêla Îbn'ul Ezraq ve hatîye nivîsandin. Hêjayî gotinê ye ku Îbn'ul Ezraq jî kurdekî ji bereka Zirkan e û pêşîyên wî di dewleta Merwanîyan de, li qesra wan peywirên girîng girtine. Her wiha dîroka Merwanî, Eyyûbî û Selçûkiyan jî tomar kirîye û gihandîye nifşên nû. Lêkolînerê kurd ê navdar M. Emîn Bozarslan, beşekê ji vê pirtûka hêja, berê 30 sal wergerandÎye l

Ferhenga Pehlewî - Ingilîzî ya MacKenzie

Resim
David Neil MacKenzie, yek ji zanyar û lêkolînerên binavûdeng e, yê ku li ser zimanên Hîndo-Ewropî û bi taybetî li ser zimanê kurdî û zaravayên wî xebat kirîye.  Xebata wî ya "Ferhenga Pehlewî - Ingîlîzî", cara yekem di sala 1971-an de, ji hêla Oxford University Press ve hatîye çapkirin. Ji boyî fêmkirina kevnarî û zengînîya zimanê kurdî û her wiha hemû zimanên kevnar ên erdnigarîya Arîyan, berhemeka hêja û kêrhatî ye.  Bi taybetî lêkolîner û zimanzanên kurd divê sûd jê werbigirin û weke çavkanîyeke sereke bi kar bînin.  Ji lînka li jêr, hûn dikarin bigihîjîn PDF-ya berhemê: Ji bo xwendinê: Ferhenga Pehlewî - Ingîlîzî ya D.N. MacKenzie

Panoramayek Dîrokî li Dor Koka Navê Kurdan

Resim
Min jî wek gelek hevalên xwe xwestiye ku ez li koka navê (Kurd), bigerim; ev nav ji kû hatiye, kê li me kiriye û ji kengî ve bikar hatiye? Li gor xwendin û xepartina min di nav pirtûkan de, ez bi vê encamê derketime: Dîroknas, erdnigar û nivîskarên kevin yên Yûnanî û Latînî nav li gelek welat, netew, çiya, çem û herêman kirine, ji Fransîzan re gotine (Frencî), ji Almanan re gotine (Cermanî) û ji Kurdan re gotine (Kardukî an Gordî).. Û ji navên ku li Asya Navîn kirine; Euphrat (Ferat), Tigris (Dicle), Tourus, Zagros, Judî (Cûdî), Ararat, Mezopotaniya û ji kurdan re jî gotine (Karduk an Kordukh). Lê cardî navên wan kevin bin jî, dîsa nêzîkî navê Kurdan yê nû mane, tevî ku hezarê salan di ser navên wan re derbas bûne. Sebaretî navê kurd, ev navê ku xelkê li me kiriye û em pê hatine naskirin, mijara me ye. Di çerxê 5an berî zayînê de, (Herodotus), navê (Paktuiki) di nav 13 navên ku di bin hêza Iparatoriya Farisî (Achminide) de bûn, digel navê Ermeniyan aniye ziman. Ev na

Kurtedîroka Konfederasyona Êlan a MED (MAD)

Resim
Padşahîya Medan di dîroka kurd û Kurdistanê de xwedî cihê herî girîng û taybet e. Ji lew re netewebûna kurd di vê şaristanîyê de digîhîje asta herî jorîn û êdî netewebûyîn temam dibe. Yekitîya êl û eşîrên Arî bi tevahî pêk tê û di dawîn de di sala 612-an de (B.Z.), li gel bidestxistina paytexta Asûrîyan Nînova, gelên Arî ji koletî û bindestî azad dibin. Dewleta Asûrî a koledar têk diçe û pêvajoya gelên Arî yên azadîxwaz dest pê dike. Asûrî vedikişin erdên xwe ên başûr ve û Kurdistana îroyîn, erdnigarîya xwe xêz û zexm dike. Divê bê gotin ku di lîteratûra dîrok û çandê gelên dinyayê de Med kurd e, kurd jî Med e. Hemû pispor û otorîteyên dîrokê yên bêalî û xwedî ehlaqê zanistê, ev yek wiha dipejrînin. Padşahîya Med-Mad, li erdnîgarîya Kurdistanê ava bûye. Navê wê heger mirov wek “ Konfederasyona Êlan a Med “ bi nav bike, dê rasttir bibe. Şaristanîyên Horrî-Mitanî, Naîrî-Xalda-î û hemû êl û eşîrên Arî di vê konfederasyonê de gihîştine hev û yekitîya xwe li hember koledarî ava kirîye

Di dema Pers, Part, Romî û Sasanîyan de Kurdistan (B.Z.550-P.Z. 637) ;

Resim
Piştî rûxandina Padşahîya Medan ji hêla persan (Farisan) ve, vêca li Kurdistanê desthilatdarî ji destên kurdan derket û gihîşte Persan. Ên pers bi navê xanedana Axamenîş – Akamenîd, ji sala 550-an (b.z.)heta 330-an (b.z.) desthilatdarîya xwe domand û weke dûmahîyên Medan, erd û axên xwe berfirehtir dikin, tevahîya Anatolê, Mezopotamya û gelek deverên din weke Misirê û bakûrê Afrîkayê bi dest xistin. Li vira divê bê gotin ku, serketinên wan ên leşkerî û pêşveçûna wan a çandî, bi bingehî ji ber wergirtina çand û sazîyên Medan bû. Ev rastî dîsa ji hêla Herodot ve eşkere hatine nivîsandin. Di sala 330-an (b.z.) de ji hêla Îskenderê Mezin ve ev împeretorîya mezin ji holê hate rakirin û li Kurdistanê vêca dema desthilatdarîya yek ji beşên Împeretorîya Makedon bi navê Selevkosan dest pê kir. Ev desthilatdarî zêde dewam nekir û derûdora 240-an (b.z.) de li rojhilatê stêrkek nû bi navê ên Part bilind bû û ev dewleta mezin kete şûna Med û Persan. Hemû gelên arî di vê dewletê de bûn yek

Apê Osman Sebrî û Wateya Lehengîyê

Resim
Apê Osman Sebrî û Wateya Lehengîyê Xerzî Xerzan Dîroka mirovahîyê gelek lehengî û têkoşeran nivîsandîye. Bi giştî,her milet û her gel, di dîroka xwe de cih daye van lehengîyan û bi şanazî behsa wan kirîye. Ewên ku ji bo azadiya gelê xwe hewl dane, ji bo bipêşxistin û bipêşvebirina çand, dîrok, wêje û zargotina gelê xwe ked û xebatan kirine û ji bo pêkanîna vê helwesta pîroz dest ji hemû xweşiyên dinyayê berdane, wek lehengîyên gelê xwe hatine pejirandin. Bi minetdarî hatine tomarkirin û di bîra gelê xwe de jî, cihekî pîroz û giring girtine. Di dîroka kurdan de jî gelek lehengî û têkoşer hene û ev lehêngîyên hêja jî anegorî qewta nivîskaran hatine nivîsandin. Yek ji wan lehengîyên hêja jî, Apê Osman Sebrî ye. Apê Osman Sebrî ne bi tenê têkoşer û berxwedêrê gelê xwe, her wiha nivîskar, wergêr, helbestvan û wêjevanekî kurd û kedkarê zimanê kurdî yê bêhempa ye jî. Xeynî xebat û berxwedanên xwe, gelek helbest, gotar, çîrok û nivîsan jî afirandîye û bi van hewlên xwe, di bîra gelê