Kayıtlar

Temmuz, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Kurdên xiristiyan hebûn, hene? Fergîn Melîk Aykoç Wer xuya ye ku di dîroka me de arşîvkirin wek çandekê bi pêş neketiye, hin arşîvên mîrnîş û kesayetiyan jî bi aliyê dagirkeran ve yan hatine talankirin yan jî hatine sotin. Ji ber vê rastiyê, dema em dikevin nava lêkolînan, ji ber ku derfetên me yên em bikanin belgeyên orjîn bibînin tune, em neçar dimînin ku agahiyan wek mînaka bi serê derziyê bîra avê kolanê ji nava lêkolînerên dagirkeran derxînin û bi vegotinên çîrok, stranên dengbêjên Kurd re birûberînin, bi wê awayî bigihîjin rastiyê. Çend mînakên vê talana arşîvan: Mînak 1. Li gor hin daneyan dema Skenderê Girs di sedsala sisyan Berê Mîladê de li ser Medya û Prersan re digire, şirove û nirxandinê Avestayê li ser 12 000 çermên ga nivîsandîbûne. Wan hin birine û hin şewitandin e, jê tenê 17 çerm mane. Mînak II. Osmanî di ser mîrîtiya Bitlisê re digire, arşîva Mîrê Betlîsê li heft hêştiran bardikin û dibin Stenbolê. Mînak III. Hê ji vir dehsal berê hemû pirtûkên kevn yê

Rojnameya Kurd û Ramanên Simkoyê Şikak

Resim
Rojnameya Kurd û Ramanên Simkoyê  Şikak Kakşar Oremar 21’ê Tîrmehê sala 1930’an bû ku lîderê naskirî Simkoyê Şikak di dema hevdîtinên siyasî de bi rêbazên xapandkarîyên rayedarên leşkerî-siyasî ên îranî li bajarê Şinoyê hate şehîdkirin. Ji serdema Sefewiyan heya roja îro: derew, xapandin û bi hemû rêbazên dûr ji prensîpên exlaqî kuştina gire-gir û lîderên kurd karê sereke yê hakîmên îranî bûye. Simko rêberek bû ku di mercên dijwar û hestiyar de jiya lê rewşa jiyana kurdan di hinek waran de guherî. Di warên weke: xwerêxistin, hevgirtina hêza eşîretên kurd, dîplomasiya derekî, xebatên çandî û ragehandinê kar û xebat kir ku rûpekî nû di jiyana civakî-siyasî ya kurdan de veke. Ramanên wî yên afirandkariyê bihêz bûn û di vê mijarê de avakirina xwendingeheke modern li bajarê Xoy mînakeke dîrokî ye. Armancên wî mezin bûn û zû dixebite ku rojname û kovarên kurdî bide weşandin. Di rojnameya kurd de ew behsa dagirkeran dike û pêre jî daxwazên doza netewa kurd bi bîra wan tîne. S