Kayıtlar

Aralık, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rastîyên Konfederasyona Êlan a MED

Resim
LÊ K’A, ÊDÎ R’ASTÎ LI K’U MA?.. Divê mirov dîrokê, wek ku heye, wisa bixwîne!  Ezîz ê Cewo Di hejmarê 3(117) û 4(118) ên r’ojnameya «Свободный Курдистан» (“K’urdistana Azad”, a ku bi r’ûsî û kurdî di Moskovayê da dertê) ên maha adar û nîsana 2013-an da p’arç’eyek ji p’irtûka r’ojhilatzanê navdar V. F. Mînorskîy a “Yên k’urd” hatibû weşandin. Ev p’irtûka hê berî Şoreşa Oktobêrê ya Mezin, sala 1915-an di bajarê Pêtrogradê (Sankt-Pêtêrbûrga îro) da hatibû weşandin. Di r’ojnameyê da sernivîsa  wî p’arç’eyî wek “Mînorskîy di derbarê k’urdan da” danîbû. Gotar bi xwe bi r’ûsî bû (ew destxweda danîbûn ser r’ûp’elên întêrnêtê jî: http://www.kurdishcenter.ru/index . php?option=com_content&view= article&id=4187:2011-11-02-11-44-11&catid=45&Itemid=78) Bi r’astî, dema min ev sernvîs di r’ojnameyê da dît, min got, dibe ku, ewê gotarek be, di derbarê p’irtûka r’ojhilatzanê navdar da. Lê, dema min xwend û dît, ku ew her t’enê jibergirtina p’êrç’eyekî wê p’irtûkê ye

Serokê Komîteya Azadî-yê: Xalid Beg ê Cibrî

Resim
SEROKÊ KOMÎTEYA ÎSTÎKLALA KURDISTANÊ (AZADÎ) MÎRALAY XALID BEGÊ CIBRÎ TAHSÎN SEVER Xalid Begê Cibrî yek ji serokên neteweperwerîya kurd e. Vê îdeala ku di dema xwendekarîya xwe ya li navbera salên 1891-1902 de nas kirîye, hem di warê hizrî hem jî pratîkî de organîze kirîye. Di her gavavêtina vê dozê de wî xwestîye peywirdarîyê bigre ser milê xwe. Tiştê ku di nameya bo Simko nivîsîye de qiset dike, gelek balkêş e. Dibêje: “Komîteya Kurd tenê biryarên xwe beyan dike û hîç ne xwedîyê wê hizrê ye ku biryarên xwe li ser te ferz bike… Her wiha, plana Simko jî wek utopyayekê (xeyalekê) nedidît û dida xuyanîkirin ku dê piştgirîyê ji bo hemî hewldanên bo serxwebûna Kurdistanê bike…”[ 1] Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, ’serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur pêkdihat, gelek kêfxweş bû. Li gorî Xalid Begî heta ku

Di Serdema Osmanî De Kurd û Kurdistan

Resim
Beşekê girîng ê berhema zanyarê Osmanî Ahmed Rifat, a bi navê Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye (Ferhenga Dîrok û Erdnîgariyê), ê ku navê Kurd û Kurdistanê re têkildar e: Ji bo vê danasînê, hin beşên pirtûka "Osmanlı Kürdistanı  – Kurdistana Osmanî, amadekar: Koma Xebatên Kurdolojîyê (Kollektîv) - Weşanên BGST, Stenbol – 2011" hatine bikaranîn; __________________________________  Di Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye De Kurd û Kurdistan Kurdan û welatê wan Kurdistan ji çar sed salî zêdetir di nav sînorê Dewleta Osmanî de cih girtin. Di vî demê dirêj de Kurd, di nufûsa Osmanî  de xelkekî girîng; Kurdistan jî ji ber ku sînorên bi Îran û Rûsya re pêk dianî di erdnîgariya Osmanî de herêmeke girîng bû. Di dîrok û erdnîgariya Osmanî de ku dewleteke pirr-netew û pirr-ole cihekî girîng ê Kurdan jî heye.  Ji ber vê girîngiyê di arşîv û kitêbxanê Osmaniyan de derheqê Kurdan de pirr agahî û dokuman hene. Ev agahî û dokuman çiqas derkevin holê û lêkolînvan sûd ji wan bigrin,

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)

Resim
Xerzî Xerzan Destpêk Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe  “Kurd”  û wekî welatê wan  “Kurdistan”,  ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya  Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du pênaseyan. Di vê nivîsarê de, em ê jî anegorî zanîn, xwendin û lêkolînên xwe,  bikevin pey şopa navê Kurd û girêdayî vî navî, navê welatê wan an ku Kurdistan… Ji bo destnîşankirina sînorên Kurdistanê, divê mirov di serî de wate û etîmolojîya peyva “Kurd” baş zanîbe. Ji lew re “Kurdistan” ji du beşepeyvan, an ku ji “Kurd” û “istan”ê pêk tê. Kurd navê neteweyekê e, navê gelekî ye. Ji bo pênasekirina netewekê, hem ji hêla hemû cînaran ve, hem jî ji hêla kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn. Peyva  (istan)ê jî peyveke zimanên kevnar ên Hindo-Ewropayî û Arîyanî ye ku di zimanê Kurdî de wekî paşgirekê tê bikaranîn. “Ist