Kayıtlar

Mayıs, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê

Resim
  Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê Xerzî Xerzan Ên kurd, di pêvajoya dîrokê û her weha serdema me ya îroyîn de, bi taybetî di qada xweşbînî û bihevrejiyînê de mînakeka berbiçav in. Ev rastî, îro jî   ji hêla gelek rewşenbîr, dîroknas, fîlozof û nivîskarên xwedîujdan ve, bi hêsanî tê qebûlkirin. Ji lew re, do jî û îro jî, ên kurd, deverên ku lê desthilatdar bûne, ti carî ferqûmêlî nexistine nav bera hemwelatîyên xwe û tim bûne mînaka bihevrejiyînê. Em vê rastîyê, îro xweştir û zelaltir dibînin. Cîyên ku kurd êdî bûne xwedîgotin û birêvebirî destê wan de ye, di Rojhilata Navîn de cîyên herî ewle, cîyên herî aram in. Helbet, ev yek ne tenê raman û pratîka îro ye. Ên kurd, xwedî hişmendîyeke kevnar, mirovî, zengîn û xweşbîn in. Ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, em baş tê digihîjin ku, ev mîrateya hezara salan e û ev mîrate hîn jî di kod û mejîyên kurdan de veşartî ye û îro bi awayekî zendî dijî… Ji Xaltî (Ûrartû) û Medên kevnar, heta serdema Merwanî û Mirdêsîyan, û ji