Kurtedîroka Komeleya Xoybûn-ê



Danasîna Komela Xoybûnê


Dilawerê Zengî

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925 an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî)

Bi sedhezaran kurd dûrî welêt xistin. Kurdistan kirin dojeh. Gelek ji wan siyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûriyê, Îraq, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû viyan û hêviyên kurdan ji hest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne. . Ew agirê ko li Çiyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û Agirîyê vêxistî mabû di şerê xwe de berdewam bû.

Dema ko welatperwerên kurd yên penaber bi çavên serên xwe dîtin bê çi bi serê gel û welatê wan hat û dijmin di hovîtiya şerê xwe de her berdewam e; biryara girêdana kongirekî giştî ji hemû welatparêz, xwedî civat û rêxistin, siyasetmedar û rewşenbîr, beg û serokên hoz û ‘eşîran dan.

Giringiyek bi girêdana kongirekî giştî ji bo yekîtiya hêzên kurdan yên belavbûyî li ser pirogrameke yekbûyî hebû.

Damezrandina navendeke giştî ko cihê Stendina biryaran û piştgiriya şoreşa Agirî bike. Çi di warê aborî û leşkerî de be, û çi di warê siyasî, diblomasî û piropaganda de be...

Xoybûnê wek rêxistin ji bo Kurdistaneke serbixwe tekoşîn dida, ev daxwazeke polîtîk bû. Lê belê Xoybûnê di dokumentan de û li ser kaxiz wek rêxistineke serxwebûnê xwe ne dida nasîn, li ser pertûkên xwe, weşanên xwe, destûra xwe de hertim Xoybûn- Rixistina netewî ya kurd bi kar tanîn, ev yeka jî gelek balkêş e.

Ewan welatparêzên kelecan û penaber kongirê xwe di 5ê çiriya pêşîn sala 1927an de li Beyrûdê- Bihemdûnê, girêdan. Di wî kongirî de çend biryarên dîrokî hatin sitendin. Hêjaye em wan biryaran bînin bîra xwe.

Biryarên kongreya Xoybûnê ev bûn;

1. Helkirina hemû civatên kurdî yên hene, û pêkanîna civateke kurdî ji hemû endamên kevin kom bibin û rê li ber endamên nû vekirî be
2. Şoreşan li dijî tirkan dirêj bikin, ta yek leşkerê tirk li ser axa kurdan nemîne
3. Berî pêxistina agirê şoreşa giştî, li ser van xalên jêrîn biçin
a) Ji bo hemû hêzên niştimanî ên kurdî, pêşewayê giştî destnîşan bikin
b) Rêxistina hemû hêzên şoreşgêrî li rêbazên leşkerî û cengawerî de baştirîn çekên şervanî di destên şoreşgêran de bin
c) Ji şoreşê re melbendeke giştî bê nîşankirin û ji bo hêza serkirdayetiyek bilind di çiyayekî ji çiyayên Kurdistanê ên bilind de bê danîn
4. Ligel dewleta Îranê û bi gelê faris re peywendiyên biratî û xweş girêdin
5. Bi herdu dewletan (Sûriyê+Îraq) re peywendiyên xwe girêdin, û ew mafên li gora sekihên çavdêrî ko peyman û rêkevtinên dewletî bi kurdan dabûn, besin û doza tu mafên siyasî yên din ji herdû dewletan nekin.

Di dîroka Xoybûnê de metoda xebat û çalakiyan

Xoybûnê, dest bi kar û xebata xwe ya neteweyî kir û bi serokên ‘eşîran, serdarên siyasî û bi malmezinên kurdan re têkilî girêdan, û bi hev re dan û stendin; da ko li dema pêwîst amade bin
Xoybûn roj bi roj xebata xwe berfireh kir û bi kurdên derveyî welêt re têkilî girêdan
Nûner û endamên Xoybûnê li her çar perçên Kurdistanê û li derveyî welêt (Ewropa+Emerîka) çêbûn
Peywendî di navbera serkirdayetiya Xoybûnê û perçên Kurdistanê yên din de çêbûn
Xebat û çalakiyên Xoybûnê di warê leşkerî de.

Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û şoreşa Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û geşkirina agirê şoreşa Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû.

1. Şoreşa Agirî

Ihsan Nûrî paşa serkêşiya şoreşa Agirî bike, û ala kurdî û durişma civata Xoybûnê jê re rêkirin. Serokê şoreşa Araratê ev duriştimê ha kiribû nîşana efserên xwe û çiyayê Agirî kiribû nîşana leşkeran
Rêveberiya dezgehên bajarî bi serokatiya Birahîm paşayê Hisikî damezrandin.

Deverekî fireh vegirtin: “Ararata mezin û ya piçûk, cihên Torbax û Kelhê, Tendirok, Aldax, Mîlêc, Kêrik, Êrhebeş, Zîlan, Eyaxa, Barkêrê û Diyadînê...

2. Pirojeya şoreşekê ji başûr-binxetê

Xoybûn şeva 3ê ser 4ê tebaxê sala 1930-î roja êrîşkirina ji başûr-binxet ber bi bakur-serxet ve biryar stendin.

Serkirdayetiya Xoybûnê enya şer ji Cerabulsê ko li ser ava Feratê dikeve, ta Endîwerê li ser ava mezin (Dicle); li ser şeş deveran ji rojava ta rojhelat bi ser endamên Xoybûnê de leva kirin.

1. Devera Kobanê: Bozan şahîn beg û birayê wî Mistefa beg serokên hoza berazan, û Osman Sebrî berê wan li Urfayê û Mereşê bû û yê Osman Sebrî ber bi hoza merdîsan here
2. Serê Kaniyê: Mehmûd begê Birahîm paşayê Milî ber bi Wêranşehir here
3. Devera Dirbêsiyê: Ekrem begê Cemîl paşa û Qedrî ber bi Mêrdînê herin
4. Devera Tirbesipiyê: Haco axa serokê hoza hevêrka ber bi cihê hevêrkan here
5. Devera Dêrikê: Celadet Bedirxan beg serkêşiya vê hêzê dikir û pêre Mihemed begê Cemîl paşa û hin ji begên devera Botan mîna Resûl axa serokê hoza zîlan
6. Devera Tilşe’îrê: Cemîlê Seyda û herdu kurapên Şêx Se’îd (Selahedîn û birayê xwe), digel pênc hevalên din , di herêma Nisêbînê re herin

Xebata Xoybûnê di warê siyasî, civakî û rewşenbîriyê de

Xoybûnê gelek şêweyên tekoşînê yên ji hev cuda bi kar tanîn, wek nimûne di xala 17an ya destûra wê de tiştekî gelek balkêş cih girtiye. Ew jî ev e; ”Propaganda divê him devkî him nivîskî bê çêkirin. Di warê propaganda devkî de miftî û derwêş divê stran, qesîde û çîrokên Kurdî di nav gel de belav bikin û bi vî awayî zordariya Tirkiyê nîşan bidin”. Nivîskar Rohat Alakon di vî warî de dibêje: ”Ev cara pêşîn ko rêxistineke Kurd folklor û edebiyatê di warê hişyarbûna neteweyî de wek çekekê bi kar tîne û vê yekê di destûra xwe de bi cih dike”. Ligel tekoşîna çekdarî, Xoybûnê bi taybetî baweriya xwe gelek bi kaxiz û pênûsê tanî. Xoybûnê wek rêxistin bi zimanê inglizî, fransî, erebî û tirkî çend pertûkên înformatîk û hînkar di derbarê rewşa kurdan de weşand.

Piştî şoreşê rewşa xwe rêxistin û bi ser û ber kirin rojnameyek bi navê Agirî derxistin û di jimarekê de marşa xwe ya leşkerî belav kir (Agirî Agirî-Ji 9 malikan pêk tê).

Hin daxwiyanî ji bo piştgiriya şoreşê û geşkirina hestê neteweyî di nava gel de, çi li hindirê welêt û çi li derveyî welêt dihatin belavkirin.

Radyoya kurdî li Bêrûdê hate vekirin û radyogêrên wê Dr. Kamîran Bedirxan bû. Di rojê de çarîk katjimêr nûçe, gotar û lêkolîn diweşand.

Li gora biryara Xoybûnê Şêx Ebdilrehmanê Garisî rêkirin serxetê, lê mexabin ew çûn, çûna bê veger bû. Şehîd ket.

Di 24-9-1932-an de endamên civata Xoybûnê civatek damezrandin bi navê (Civata arîkariyê ji bona belengazên kurd li Cizîrê).

Di havîna sala 1938-an de li gor biryara civata Xoybûnê Nadiya Ciwan Kurd li bajarê Amûdê hate damezrandin.

Peywendî di nav Xoybûn û partiya Hîwa ya Îraqê de çêbû.

Peywendiyên xwe bi barzaniyan re nûkirin û çaxê tevgera Mele Mistefa Barzanî (1943-1945), ala kurdî jê re rêkirin da li ser kopê çiyayên Kurdistanê bilind bike.

Di sala 1945-an de Xoybûn û partiya Hîwa bi hev re raporteke hevpişkî rêkin kongirê Sanfiransîsko, doza mafê kurdan bikin.

Xoybûn nûnerê xwe Qedriyê Cemîl paşa rêdike Mehabadê Ji bo pîrozkirina Komarê.
Rewşenbîr û pêşiwayên rojavayê Kurdistanê yên di Xoybûnê de.

Damezrênerên Civata Xoybûnê ev bûn:

1. Celadet Alî Bedirxan.
2. Elî Riza kurê şêx Se’îdê Pîran.
3. Dr.Şikriyê Mihemedê Segvan.
4. Haco Axa.
5. Bozanê Şahîn beg (serokê hoza berazan).
6. Mistefayê Şahîn beg.
7. Emînê Ehmed (Serokê hoza Rima).
8. Memdûh Selîm.
9. Bedredîn axayê Hebisbenê.
10. Tewfîqê Cemîl.
11. Fehmiyê Licî (nivîskarê Şêx Se’îd).
12. Mele Ehmedê Şûzî.
13. Feqe ‘Evdilayê Cizîrî.
14. Kamil efendî.
15. Kerîm efendî.

Tev endamên komîta navendî bûn pêvî (Feqe Evdilayê Cizîrî û Mele Ehmedê Şûzî).

Kesên ko Xoybûn li binxetê ava kirin û pêşvebirin ev bûn:

C. Bedirxan, K. Bedirxan, Xelîl beg Bedirxan, Sûreya Bedirxan, Şêx Ebdulrehmanê Garisî, Dr. Ehmed Nafis, Dr. Nûredîn Zaza, Haco Axa, Qedrî û Ekrem Cemîl paşa, Hemze begê Muksî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Şewket Zulfî beg, Emîn Birûsk, Şêx Ebdilrehman û Mihemed Mihdî û Tahir birayên Şêx Se’îd, Ebdilrehmanê Eliyê Yûnis, Arif Ebas, Memdûh Selîm, Tewfîq Cemîl, Osman Sebrî, Cemîlê Seyda, Qedrî can, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar, Cegerxwîn, Ehmedê Namî, …û hwd.

Lê yên ji rojavayî Kurdistanê li gorî ko têne bîra min ev bûn:

Mihemed ‘Eliyê Şêxmûs (Şiwêş), Se’îd Axa, ‘Evdê Têlo, Hacî Ebdilkerîmê mela Sadiq, Mele ‘Eliyê Topiz, Dr. Xalid Qotreş, Ûsê Hersan, Birahîmê Qiço, Isma’îlê Wethiya, Seydayê Tîrêj, Osman Alûsî, Eliyê Omer û hwd.

Di Xoybûnê de rola Bedirxaniyan

Ji nav malbat û malmezinên kurdan rola malbata bedirxaniyan ya sereke bû:

Celadet Bedirxan yek ji damezrênerên pêşîn yê Xoybûnê bû, û hemû çavkanî û jêderên dîrokî nîşan didin ko ji sala 1927-1932-an serokatiya Xoybûnê kiriye. Lêkolînerên wek Basîl Nikitîn, E. G. Elphinston, Erhart Franz, Nazmî Sevgen di berhemên xwe de Celadet Bedirxan wek serokê Xoybûnê nîşan didin.

Berî ko Xoybûn belav bibe, serokê Xoybûnê Dr. Ehmed Nafiz beg bûye.

Piştî hilweşîna şoreşê û têkçûna xebata çekdarî digel birayê xwe Dr. Kamîran dest davêtin xebata rewşenbîrî û zimanê kurdî, çend kovar û rojname li Sûriyê û Beyrûtê weşandin mîna (Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr) û çend pertûkên hêja li ser ziman, tore, dîrok û folklora kurdî çap kirin.
Xelîl beg Bedirxan endamê Xoybûnê bû li Beyrûdê.

Dr. Kamîran Bedirxan rêpêşendarê Xoybûnê bû. Radyoya kurdî li Bêrûdê vekir û radyogêrê wê bû.
Sûreya Bedirxan li gorî biryara Xoybûnê diçe Ewropa û Emerîkayê û roleke baş li nav Kurdên penaber radibe û alîkariyê ji nav wan dide hev û hin şaxên Xoybûnê li wir ava dike û hin çalakiyên diblomasî radibe. Di raporeke Îngilîz ko di dîroka 18-4-1929-an de ji Emerîkayê, ji bajarê Detroitê hatiye şandin, dide diyar kirin ko Sureya Bedirxan berî ko bê Emerîkayê çûye Îtalyayê û li wir 15 rojan maye û bi Musolonî re hevdîtinek pêk aniye, paşê riya xwe bi Yunanîstanê xistiye.

Ji bilî sedemên şexsî nakokiyên damezrênerên Xoybûnê jî hebûn

Nakokiyên damezrênerên Xoybûnê gelek bûn.

Dema xwestin ji başûr êrîşî dewleta tirkan bikin, û ji şeş deveran derbasî Kurdistana bakur bibin gelek ji wan axa û begên ko soz dabûn piştgiriya vî karî bikin û pê rabin, sozê xwe xwarin û pê ranebûn. Evê yekê nebaweriyek di nav Xoybûnê de çêkir.

Piştî şikestina şoreşê valahiyek çêbû, ewê valahiyê hişt ko nakokiyên wan geştir bibin, û li hev bigrin. Hin ji endamên Xoybûnê dev jê berdan û dest bi şerê hev kirin.

Tirkiyê bi hemû hêzên xwe ve gelek hewl dida ko Xoybûn hilweşe û ji navê rabe. Yek ji wan metodan li dijî Xoybûnê derxistina qanûnên efûyan bû. Bi saya van efûyan Tirkiyê dixwast hin endamên Xoybûnê dev ji Xoybûnê berdin, bên radestî Tirkiyê bin û Xoybûnê perçe bikin. Vê yekê bandûra xwe nîşan da. Wek kesên mîna Elî Riza, Emînê Perîxanê di sala 1928-an de ji Xoybûnê veqetiyan û Mehemed Şukrî Sekban jî paşê dev ji Xoybûnê berda û çû radestî Tirkiyê bû. Ev veqetandin û çûyînên wisan nexweş bêguman li ser Xoybûnê bandoreke neçê dihişt.

Di sala 1930-î de binketina serhildana Araratê di nav Xoybûnê de bandûreke mezin nîşan da û bû sedemekî bîntengiyê. Piştî vê bûyerê Xoybûn qels dibû.

Tevgera serkirdayetiya Xoybûnê roj bi roj lawaz dibû. Bi taybetî piştî ko Xoybûn Dr. Kamîran ji nav xwe dûrxist, birayê wî Celadet Bedirxan jî ji ber vê yekê dev ji Xoybûnê berda.

Peymana ko di nav taşnaqan û kurdan de hatibû imze kirin, ji 19 xalan pêk dihat. Bi taybetî xala heştan ya vê peymanê gelek balkêş e. “Ji bo ko karên hevkariyê baş bimeşin yek ji nûnerên Taşnaqan di mercîn lazim de divê têkeve nav komîta merkezî ya Xoybûnê û di wir de kar bike”. Beşdarbûna kesekî din ji bo Xoybûnê bûye serêşîke mezin. Ev yeka tê wê wateyê ko rêxistina Taşnaq rasterast tevî karên Xoybûnê yên hundirîn bûye.Hin ji endamên Xoybûnê ew têkiliya bi taşnaqan re ne durist didîtin û eşkere li dij derdiketin. Li gorî baweriya wan; destê Taşnaqan di Xoybûnê de pir dirêj e, sedem jî ev e; Kurdan li hemberî Taşnaqan xwe lawaz didîtin. Yên li dij van têkiliyan derdiketin ev bûn: Osman Sebrî, Memdûh Selîm, Şêx Ebdilrehmanê Garisî, û binemala Cemîl paşa û hwd.

Rola Xoybûnê di dîroka Kurdistanê de.

Di baweriya min de şopedîroka Xoybûnê bihewceyî gelek nivîsandin û lêkolîna ye. Ji hêlekê de, rêçeke tev bi xwîn, kuştin, wêrankirin, meşextkirin, nepêkanîna soz û peymanan, xapandin û girêdana bi dijmin re… hwd. ? ji hêlekê din ve qehremanî, têkoşîn û berxwedan, dilsozî, welatperwerî û şoreş e… hwd. Dîroka kurdan gelek caran xwe bixwe vegerandiye. Lê mexabin gelê kurd tu sûde ji wan serpêhatiyan negirtiye û her û her di wan şaşiyên xwe de berdewam e.

Di pêşiya şoreşê de şaşiya sereke ev bû; têkilî, xwesipartin, girêdan û pêwendiyên bi rejîmên ko Kurdistan di nav wan de perçe bûye.

Berî vêxistina agirê şoreşê pêwîste pêkhatineke giştî û amadekirineke baş û demê pêwîst helbijêrin. Mercên alîkarî ji serketina şoreşê re divê peyda bibin.

Pireya wan kesên bi avakirina Xoybûnê rabibûn ji binemalên axa, beg, şêx, mele û berjiwaziya biçûk bûn. Dema berjewendiya wan têk çû pişta xwe dan şoreşê. Serkirdayetiya derebegî û berjewazî û ya olî ji bo pêkanîna armancên neteweyî di riya serbestî û serxwebûnê de serneket.

Biryarên şoreşê ji banî bin û ne ji binkeyeke şoreşgêrî bin û hemû şoreşgêr di avakirina wê de ne hevpişk bin û wisa pêşkêşiya wê destikek ji girêdanên berjewendiya jor be û ji bo çewsandina cemawerê gelek ji şoreşgêran be. Gava şoreşgêr têgiha ko armanca şoreşê şoreşgêr e, û şoreş ji bo xweşiya wî û ji bo pêşketina komel xebatê dike, bê guman hingê şoreş serdikeve.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)