PIRA MALA BADÊ Û DEWLETA KURD A MERWANÎ...



Pira Mala Badê, weke ku ji navê wê jî tê fêmkirinê, li ser navê Bad ê Dostik hatîye avakirin, ê ku damezirênerê Dewleta Kurd a Dostkî - Merwanî (985-1096) ye...

Bad,( an jî Baz) di sala 991-an de, di şerekê li gel Hemdanîyan pêk hatîye da hatîye kuştin û xwarzîyê wî Hesen ê Merwan ketîye şûna wî û sinorên dewleta xwe berfirehtir kirîye... Di dema Bad da, navê dewleta wî ne Merwanî ye, piştî Hesen ê Merwan, navê dewletê dibe Merwanî... Lê siltanên Merwanî, bapîrê xwe, Bad ê mezin ji bîr nakin û di dema Nasiruddewle Ehmed ê Merwanî de, vê pira bêhempa, a ku ji hêla mîmarîyê ve li seranserê dinyayê nav û deng daye, li ser navê wî ava dikin. Tarîxa avakirina wê jî, derûdora salên 1040 û 1050-an e.. Li ser vê pira bê hempa lêkolîneke me ye berfireh heye û di demeka nêz de bête weşandin.



Hêjayî gotinê ye ku, navê dewletê Merwanî ye, dibe ku ji hêla cînarên wan ve wiha hatibe binavkirin, lê malbata Merwanîyan di civaka kurd da, wek " Mala Badê " têne naskirin û her wiha dewleta xwe ew bi xwe wek "Kurdistan" bi nav kirîye. Ev rastîya dîrokî di pirtûka bûyername ya  Mateûs ê Rihayî de bi zelalî hatîye tomarîkirin. Nivîsên ku li ser kevir û bendên pirê hatine nivîsandin gelek in, û her desthilatdarî jî, kevirekê nû ê ku navê siltanên wan li ser bûye, pê ve danîye. Mînak; Artûkîyan, Selçûkîyan û Osmanîyan û hwd..... Di demên dawîn da, di dema serhildanê Sasûnê da, em vê jî baş dizanin ku, generalekî tirk bixwe jî, hin keviran deranîye, tine kirîye û hinekên wan jî, ji bo neyên xwendin xera kirîye.... Ev agahî di pirtûka Hasan Hişyar Serdî a bi navê "Nerîn û bîranînên min" de, bi berfirehî hatine nivîsandin.

Ya din pirtûka hêja a Îbn-ul Ezraq a bi navê "Dîroka Amed û Farqînê", agahîyên kêrhatî û berfireh dide me, nemaze di der barê Dewleta Merwanîyan de.... Lê mixabin, bi tenê beşeke biçûk a vê pirtûkê hatîye wergerandin û beşên din jî li benda lêkolînê ne... Orîjînala wê, di mûzeya Londonê de ye û Abdullatîf Avad ê lêkolînerê ereb- Misrî, hin beşên wê ên din jî amade kirîye û weşandîye. Mamoste M. Emîn Bozarslan, beşê "Dîroka Merwanî yên Kurd", ji erebî wergerandîye li tirkî û bi navê "Mervani Kürtleri Tarihi" daye weşandinê... Beşên din jî, li benda lêkolîn û wergerandinê ne... Bi hêvîya lêkolîn û wergerandinên wan beşên din jî....

(Amadekar: Xerzî Xerzan)
Wêne: Pira Mala Badê - 1909 û rewşa wê ya îroyîn

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)