Kurdistan û Şaristanî
Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê
Mezopotamyayê, anku ji Kurdistanê belav bûye....
“ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin,
helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”
helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”
(Ji gotinên pêşîyên Afrîkayî)
Dîroka mirovahîyê çawa hatîye nivîsandin? Bi gotineke din,
metodên nivsandina dîrokê çi ne ? Gelo dîrokzan, dema dîrokê nivsandine, bi
tenê rastiyan tomar kirine? An jî anegorî berjewendiyên desthilatdaran û ji bo
gelên xwe, rastiyên dîrokî, bi zanebûn berovajî nekirine? Ev tev pirs in
û bersîvên van pirsan jî helbet hene. Wek tê zanîn, û her wiha rastiyeke dîrokî
ye, a ku hertim tê gotin, “ Dîrokê, ên serketî dinivsînin….” .
Û ên serketî , anku ên serdest, ji bo meşrûkirina desthilatdariyên xwe ên
paşerojê, îro û pêşerojê, dîrokê serobino kirine, û qet mafê bersîvê û
mixetebbûnê nedane ên bindest. Her tim serdest heqdar bûye, baş bûye, şervan
bûye, wêrek bûye, her tim tiştên baş pêk aniye û xwedîyê eslî yê erd û axên
dagirkirî bûye. Dema bindest xwestiye ku bersîvek bide û dîroka xwe binivsîne,
astengiyan afirandiye û nehiştiye ku rastiyên dîrokî ronahî bibinîn, lewra ev
yek , meşrûbûna wî û desthilatdariya wî û serdestiya wî betal kiriye û bûye
sedema hişyarbuna ê bindest.
Gotineke pêşiyan a gelên afrîqî heye û gelek li vê
rewşa li jor hatye vegotin, tê. Gelên afrîkî, em dikarin bibêjin ku, gelên herî
mezlûm ên dinyayê ne, ên ku bi zordestî, faşîsmî û zilma dagirkerên împeryalîst
re rûbirû mane. Dibe ku ji ber vê yekê, vê gotina bi nav û deng di çanda xwe de
tomar kiribin: “ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê
nivsandina dîroka xwe bidomînin…”.
Ev pêşgotin, ji bo kesê
ku haya wî ji lêpkirina dîrokê ji hêla dagirkerên serdest ve hebe, gotineke bi
wate û giring e. Lewra, nêçîrvan dema çîrokên xwe qise dike, helbet şêr ne li
ba wî ye. Anegorî dilê xwe xweş dike, bi derew û fetlan dihûnîne û datîne
li ber guhdaran. Ji ber ku şêr ne li wir e, û ger li wira be jî, encax bi serê
xwe yê jêkirî an jî bi laşê xwe yê bi pembû dagirtî ve li wira ye, an jî
dibe ku di qefesekê de, bi şêweyeke hêsîrî li wira be. Anku nikare biaxive,
nikare vebêje, nikare zilm û zordestiya ku lê hatiye kirin rave bike. Û
nêçîrvan li gel derewên xwe, çi bibêje weke ku rastiyan dibêje, tê bawerkirin.
Piştî salan, ev derew û fetlên nêçîrvanan, dibin çavkaniyên dîrokî û haya tu
kesî ji şêrî namîne. Ne ji janên wî, ne ji dûrkirina wî a ji welatê xwe, ne jî
, ji çîrokên wî ên xweş û watedar…..
Em dikarin vê pêşgotinê, bi rewşa mirovahiyê ve jî girê
bidin. Ger mirovê reş ê afrîkî anku şêr, ger bikaribûya dîroka xwe a bi
xemgîniyan ve tijebûyî binivsanda, ger niştecihê Amerîkayê anku şêr, bikarbûya
komkûjîya ku lê hatiye kirin ji me re qise bikira, ger ciwanekî hîndîstanî,
anku şêr bikarbûya talankirina welatê xwe rave bikira, ger keçeka Bexdayî
bikarbûya destdirêjkirinên bê exlaq, ên ku li hemberî wê pêk hatine bigota,
gelo nêçîrvan anku serdestê dagirker, dikaribû xwe wek kaşîf, wek belavkerê
şaristaniyê û demokrasiyê û xwediyê ronakbûyînê nîşan bida..? Helbet na. Ev
rewş ji bo hemû serdest û bindestan derbasdar e, û bê guman ji bo gelê kurd jî…
Gelê kurd jî, ji ber şertên taybet ên dewlemendiya erdnîgariya xwe, di pêvajoyê
dîrokê de, hertim bi dagir û talankirinan re rûbirû maye. Di van pêvçûn û şeran
da, dem bi dem serketibe jî, bi giştî, hêza wî negihîştiye hêzên dagirkerên
dijwartirîn û weke ku hertim kiriye, xwe li çiyayên xwe ên asê û bilind ve
parastiye. Gelek mînakên vê rewşê hene û di hişê gelê kurd de, û di zargotina
wî de, ev qewimîn heb bi heb tomarkirî ne. Lê ji ber bûyîna “ şêr “, û ji ber
tomarnekirina dîroka nivîskî (helbet sedemên taybet ên vê yekê jî hene), hertim
dîroka xwe ji nêçîrvanan guhdar kiriye û bi giştî jî, ji wan derewan û lêpkirin
û berovajîkirinan jî bawer kiriye.
Dezavantaja herî giring a vê rewşê jî ew e
ku, di bîra wî de bi tenê “ kurdo xayino, kurdo hovo, kurdo nezano “ wek
rastiyên dîrokî cihê xwe girtine, an jî bi gotineke rasttir, serdest wiha
kiriye ku, ê kurd daye bawerkirinê. Lê, li gel ronakbûnê û xwedîderketina
dîrok û şaristanîya xwe, û bi têgihîştina berovajîkirinan ve, ev rewşa xerab
diguhere, ciwanên kurdan bi hebûna xwe dihesin, dikolin, dinvîsin û rastiyên
dîrokî heb bi heb dertêne qada mirovahiyê…. Gelek mînakên bêrovajîkirina dîroka
gelê kurd hene û betalkirina van lêpî û çewtiyan jî, weke ku hene, dîsa gelek
hêsan e. Lewra, her çiqas kurdan dîroka xwe bi nivîskî kêm tomar kiribin û ji
ber bêderfetiyan gelek bûyêran tomar nekiribin jî, gelên cînar û qewmên ku bi
kurdan ra di têkilî de bûne, di dîrokên xwe ên nivîskî de, berfirehî cih dane
pêşîyên kurdan û qewimînên demê xwe, heb bi heb tomar kirine(1). Ya
din, di belgeyên nehênî ên dewletên împeryalîst û dagirker de jî ev tomar peyda
dibin. Ev yek, ji bo nifşên nû ên ronakbîr, şanseke bêhempa ye û her diçe, li
gel lêkolînên nû, nivsandina dîrokê a rast a gelê kurd, roj bi roj pêş dikeve û
pêş ve diçe. Îcar, li vira, divê hin mînakên lêp û çewtkirinan, û her
wiha, bi şêweyeke li dijî ehlaqi ya zanistê, derketina ji qada rewşenbîrî
û zanyariyê jî divê bên destnîşankirin. Da ku, mirov bikaribe rastiyên
dîrokî ji ber çahvan derbas bike, û bala xwe bide gotinan, ên ku ji devê şêran
derdikevin.
Di pêşî de divê bê gotin û em jî dikarin bi hêsanî
bibêjin ku, dîroka mirovahîyê û şaristaniyê, ji axa Mezopotamyayê dest pê
kiriye. Ev yek, bi encama gelek lêkolîn û lêgerînên zanistî ve peytandî ye. Ji
ber vê yekê, Mezopotamya wek “ dergûşa şaristaniyê “ tê binavkirin û
zanîn. Lê li vira, bi zanebûn hin tişt tên jibîrkirin. Wek tê zanîn, bi giştî
navenda şaristaniya Mezopotamyayê, wek başûrê Mezopotamyayê tê destnîşankirin.
Yek ji sedemên vê yekê jî peydakirina nivîsê ji hêla Sûmeran ve ye. Lê ev yek
bi serê xwe têrê nake. Dîroka şaristanî û mirovahiyê helbet bi
peydakirina nivîsê dest pê nekiriye. Berê de, mirovên destpêkê, şaristanî û
berhemên bêhempa afirandine û diyariya mirovahiyê kirine. Anegorî lêkolînên
dawîn ên van 50 salan, hatiye piştrastkirin ku, şaristanî ji Bakûrê
Mezopotamyayê, anku ji Mezopotamyaya jorîn li seranserê dinyayê belav
bûye. Bakûrê Mezopotamyayê anku beşek ji Kurdistana îroyîn, weke ku
hêja ye, mixabin nayê nirxandin. Lewra em baş dizanin ku, dîroka kevnar a
erdnîgariya Kurdistanê û niştecihên wê, dighîje destpêka mirovahiye. Ji bo
peytandina vê têzê, wek mînak em dikarin Şikefta mezin a Şanîdar a bi nav û
deng destnîşan bikin. Ev şikefta kevnar, di dinyayê zanistê de wek keşfekê,
a ku ezberan serobino dike tê zanîn. Û di cîhana zanistê de bi
navê “ Shkaft Mazin Shanidar (Cave Big Shanidar) “ tê
naskirin(2).
Şikefta Şanîdar
Şikeft, di navenda Kurdistanê de, di herêma Bradost
de, li quntara çiyayên Bradost cihê xwe digre. Taybetmendiya şikeftê, di
nav tebeqeyên xwe de, veşartina dîroka mirovahiyê û her wiha xerakirina ezberên
dîrokî ye. Di sala 1951-an da, zanyarê Amerîkî Ralph Solecki, di şikefta
Şanîdarê de, dest bi lêkolînên xwe kirye û heta 1960-an bênavber lêgerînên xwe
domandiye. Di pêşiya keşfa Şanîdarê de, wiha dihat zanîn ku,
çalakiyên çandî û şaristanî ên mirovahîyê berîya 52 hezar salan, ji hêla bavê
însanê modern, anku “ Homo Sapîens Sapîens “ ve hatiye
pêkanîn. Lê li gel destkeftîyên şikefta Şanîdarê, ev tez hate betalkirin û ev
yek hate piştrastkirin ku, çalakîyên çandi û şaristanî, ji hêla “
însanê Neanderthal “ ve, berîya 60 hezar sal gihîştye pratîkê û
heta vêga jî, şopên ji wê demê kevintir jî nehatne dîtin. Li şikeftê, dermanên
nebatî û ji polênan çêkirî hatine dîtin, ên ku dema wan dighîje 60 hezar salî.
Ev yek, yekem bikaranîna nebatan ji bo bijîşkîyê destnîşan dike. K.
E. Eduljee, ê ku gotara wî di çavkaniya 2-em de
hatye destnîşankirin, pêwendiya vê çalakiyê bi Xwedayê Zerdeştî Homa ve
girêdide, qala kevnariya vê kevneşopiyê dike û ew wek pergala bijîşkiya
antîk bi nav dike. Her wiha, dîsa hatiye dîtin ku, însanê Neanderthal, berovajî
têzên kevin, gelek jîr û biaqil bûye, lewra ew miriyên xwe gorî
dikirin û bi vê yekê jî ayînan pêk tanîn. Dîsa yek jî piştrastkirina vê têzê ew
bûye ku, însanê Neanderthal rêzê ji mirîyên xwe re digirtin û gorên miriyên
xwe, û bi taybetî gorên jînên xwe bi kulîlkan dixemlandin. Ji ber vê yekê,
Solecki niştecihên Şanîdarê wek “The First Flower People –Yekem
mirovên kulîlk “ bi nav kiriye.
Dîsa, di gorekê de, a ku dema wê 56 hezar sal bûye, amûrên
jiyanê û fosîlên kulîlk û nebatan hatne dîtin û ev gor jî anegorî Solecki
gora mezinahiyekî wan bûye. İnsanê Neanderthal, ji bo ku mirî di rehetîyê de
razê, û di nav kulilk û nebatan de heta hetaniyê bimîne, rêzê ji miriyan re
digirtin û gorên wan jî anegorî vê yekê amade dikirin. Û dîtineke din a
balkêş a Soleckî dîsa heye. Fosîlekê din, piştevanî, alîkarî û piştgiriya
civakî a wê demê jî dipeytine. Lewra ew fosîl, fosîlekê zilamekî birindar e, ê
ku hestiyên piyê wî şikestî, milekê wî jêkirî bûye û bi vê şêweyê bi salan
jiyaye. Ev wateya piştevaniya civakî ye, anku mirovên din hay ji wî birîndarî
mane. Ev destkeftiyên zanistî, bi tevahî dîroka mirovahîyê ya nivîskî serobino
dike û destpêka şaristanî û çandî jî, bi erdnîgariya Kurdistanê ve girêdide.
Piştî van agahiyên nû û destkeftiyên ku bi zanebûn tên veşartin, dikare bi
hêsanî bê gotin ku çand û şaristaniyê mirovahiyê, yekem car ji axa Kurdistanê
li seransarê dinyayê belav bûye, lewra di Şanîdarê da ev yek jî hatiye
piştrastkirin ku Homo Sapiens Sapiens û însanê
Neanderthal, ji bo demeke kin bi hev re jiyîne û ev kevneşop û
pratîkên Neanderthalan , gihiştye Homo Sapiens Sapiens û
bi vê yekê, dîroka mirovahiyê dest pê kiriye. Ev yek bê guman e, lewra pratikên
çandi û şaristanî ên mirovahiyê wek tê zanîn, ji hêla Homa Sapiens
Sapiens ve li dinyayê belav bûne û Şanîdar jî laboratûareke zindî ye, a
ku pêkhatina wergirtina van hêjayiyên mirovahiyê ya Homo Sapîens Sapîensan, bi
têkiliya Neanderthalan çêbûye, dipeytine. Lê mixabin giringî û taybetiya
şikefta Şanîdarê, weke ku hêja ye nayê zanîn û bi zanebûn erdnîgarîya ku tê de
cihê xwe digre, bi taybetî zêde nayê nirxandin. Em divê li vira xaleka giring
jî destnîşan bikin. Şikefta Şanîdar, ji wan demên kevnar heta dema me a îroyîn,
wek warekê jiyanê ji hêla mirovan ve hatiye bi kar anîn û niştecihên salên
lêkolîna Solecki, kurdên Şêrwanî ên wê deverê bûne. Solecki di der barê jiyanê
wan ê xwezayî de nêrîn û dîtinên xwe jî berfirehî rave kiriye(3).
Keşfeke din a dîroka mirovahiyê, dîsa di axa Kurdistanê de
hatiye dîtin. Ev keşf jî, dîsa weke şikefta Şanîdarê ezberên dîrokî serobino
dike û nêrîneke nû a dîroka mirovahiyê bi xwe re tîne. Navê vê keşfê jî “ Perestgeha
Xerabreşk “ e. Lê mixabin, bi navê xwe ê eslî nayê zanîn û weke ku
her tim hatiye kirin, dîsa navê vê hêjayiya Kurdistanê jî hatiye guhertin û di
warê akademiyê de wek “ Gobeklî Tepe “ tê zanîn. Navê
wê ê resen ê kurdî hatye guhertin û bi tirkî wek “ Gobeklî Tepe –
Girê bi navok” hatiye binavkirin û 20 km. ber bi rojhilatê Rhayê
ve dikeve. Xerabreşk, ji roja hatiye keşfkirin, heta îro li nav sinorên Rihayê
bang li hemû mirovahiyê dike û dibêje “ destpêka şaristanî û rîtûelên
olî li vira ye “.
PERESTGEHA XERABREŞK
Weke ku li jor hatibû nivsandin, piştî keşfên nû, ev yek tê
pejirandin ku, Mezopotamyaya jorîn dergûşa şaristaniyan û cihê axên taybet û
pîroz ê şaristaniyan e, a ku cara yekem mirovahî dest bi çalakiyên xwe yên
çandî kiriye. Peyta herî giring a vê angaştê jî, Perestgeha Xerabreşk e, a ku ji hêla cotkarekî ve birasthatinî hatye dîtin.
Lewra, perestgeha Xerabreşk, beriya demên neolîtîk, anku beriya kedîkirina
heywanan û berîya niştecihiyê, hê beriya 12 hezar salan hatiye ava kirin. Ev
tarîx bi analîzên zanistî, weke C14 Û hwd. hatiye peytandin.
Bermayiyên avasaziyê, ên ku warên merasimên ji bo perêstinê ne; kêlan û kevirên
çik, ên ku li ser rûyên wan resmên heywan û nebatan belkirî hatne eşkere
kirin ku kevnariyên wan digihije 12 hezar salan, gelek balkêş in.
Giringiya herême jî ev e ku, ev herêm xwediyê warê perestinê yê herî
mezin e. Di wê demê de, minakeke wiha berfireh û eşkere tine ye. Dikare bê
gotin ku, ev perestgeh yekem perestgeh e, ê ku ji hêla mirovên beriya dema
kevirên siqalkirî ve hatye avakirin. Anegorî dîtin û lêkolînên ku heta îro
hatne kirin, pispor difikirin ku mirovên dewra kevirê sîqalkirî nikaribûne
ajalên hawirora xwe kedî bikin. Giringî û taybetîya Xerabreşk, a ku perestgeha
berê wê dewrê ye, li vira dertê holê. Arkeologê Alman, Dr. Klaus
Schmidt ê berpirsyarê vê lêkolînê, di sala 1995-an da dest bi
lêgerînên xwe kiriye û nêrîneke nû û piştrastkirî ve, keşfeke bêhempa diyariya
dîroka mirovahiyê kiriye. Di sala 2013-an da, pirtûkeka hêja û kêrhatî
weşandiye û hemû xalên giring ên keşfa xwe heb bi heb, bi zanyarî nivsandiye (4).
Xerabreşk wek bingeha hemû ol û bawerîyên civakan û wek warê
destpêkirina rîtûelên olî tê nirxandin. Şaristaniya Mitanîyan jî em dizanin ku,
hawirdora Xerabreşkê ava bûye. Her wiha nêzîkê Waşokanî ye, anku nêzîkê peytexta
Mitaniyan dimîne. Tiştekê din ê balkêş ev e ku, ji demên nayên zanîn heta dema
me a ku em tê de dijîn, ziyaretekê kevnar li ser wî girî anku Xerabreşkê heye û
hê jî kurdên wê herêmê, her sal diçin diayên xwe dikin, rîtûelên xwe ên kevnare
pêk tînin û sedema van çalakîyên xwe jî, dema ji wan tê pirskirin
nizanin. Li vira, tesbîteke balkêş heye û divê bê destnîşankirin. Anegorî
qisekirinên kal û dapîran, pêşîyên wan jî bi heman şêweyê tevgeriyane û ew jî
pêşîyên xwe şopandine û ev tevger, nifş bi nifş dewam kiriye. Dibe ku, ev e 12
hezar sal e ev rîtûel dewam dike. Ev îhtîmal zexm e, lewra niştecihên
Xerabreşkê her sal dîsa vê rîtûelê pêk tînin û qet dest jê bernadin. Lê,
cihê mixabiniyê ye ku, Stonehenge-yê Brîtanyayê, a ku 5
hezar salî ye, li seranserê dinyayê deng daye û hemû zanyarên navdar di der
barê wê de gotaran, hinek jî pirtûkan nivsandine. Lê Xerabreşka Rihayê,
mixabin bi hêjayî nehatye nirxandin, nehatye nivsandin û weke ku giring e, wiha
nehatye naskirin û danasîn. Ger mirov dîmen û bermayîyên her du avahîyan bide
hemberhev, pêdihese ku Xerabreşk, him mezintir, him dewlemendtir, him jî
xweşiktir hatiye avakirin. Ya din Xerabreşk kevnartir e, ji Stonehenge-ê
7 hezar sal kevintir e. Lê, mixabin navê Stohonege heye lê navê Xerabreşk tine
ye. Hebe jî ne weke Xerabreşk, wek navekê çêkirî “ Gobeklî Tepe “ heye.
Klaus Schmidt di pirtûka xwe de, têzêke nû jî pêşkêşê xwendevanan û
zanistê jî dike. Schmidt destnîşan dike ku, taybetmendiyên avasaziya
Xerabreşkê û hin taybetmendiyên avasaziya perestgehên yewnanîyên kevnar gelek
dişibine hev du. Schmidt ji vê taybetmendiya balkêş, nerîneke nû pêşkêş dike û
idîa dike ku, şaristaniya yewnanî, avasaziya Xerabreşkê ji bo xwe mînak
girtiye. Û vê têza xwe jî, li gel dîtinên Xerabreşkê, weke sitûnên bilind
û fireh, weke hebûna odeyên ayînî ên navendî ve zexm dike. Xirbeyên Newala
Jorê I û Newala Jorê II, ên ku di sala 1980-an
de li Hîlwana Rihayê hatine keşfkirin jî li vira
divê neyên jibîrkirin. Destkeftîyên Newala Jorê, ji bo
zexmkirina têza Schmidt hêja û kêrhatî ne. Dema mirov bala xwe dide gotinên
Schmidt, gotinên Alî Şerîatî di şûn de tên bîra
mirov.
Alî Şerîatî jî, beriya keşfa Xerabreşkê û beriya vê têza
balkêş, raman û nêrînên xwe wiha vegotibû:
“ Kurdistan dergûşa şaristaniyan e û destpêka
şaristaniyên nûjen yên dinyaya îroyîn jî, ji kurdan dest pê dike. Şaristaniya
rojava ya nûjen a îroyîn, ji şaristaniya yewnanî pêk hatiye, lê kesên ku
şaristaniya yewnanî afirandine, ên kurd in û ev şaristanî jî, ji
Mezopotamyayê ye, û ji herêma navbera Tîjle û Feratê dest pê dike. Şaristaniya
yewnanî, ew şaristanî ye ku, ji hêla kurdên ji Kurdistanê koçî
Yewnanîstanê kirine ve hatye damezrandin. Li gel çûyîna kurdan ber bi
Yewnanîstanê ve dest pê kiriye. Ji teva giringtir û eşkeretir , “
Şaristaniya nûjen a Amerîkayê “ ye. Gelek balkêş e, Rojava tu carî
behsa herêma ku di navbera Tîjle û Feratê de dimîne nake, qala Behr’un-
Nehreyn (navbera du rubaran anku Mezopotamyayê – X.Xerzan)nake,
lewra eger behsa vê yekê bike, wê demê hemû têzên ku ew afirandiye dê têk
herin. Lê, berovajî vê yekê, pêvajoyeke tevahî û domdarî heye. Weke
ku me di berê de gotibû, kaniya şaristaniya yewnanî ji kurdan dest pê
dike. Ên kurd, di navbera du rubaran (Tîjle û Ferat) de
dijîn. Mezopotamya, navenda çand, şaristanî û felsefeyê dinyayê ye. Herêma ku
zanistên riyazî (beşên matematîk) pêşketine, di navbera van her du rubaran de
ye “ (5).
Piştî nirxandina nêrînên Alî Şerîatî û
têza Schmidt, û tevî destkeftiyên Xerabreşkê û yên din,
rastiyeke dîrokî dikare bê gotin. Ew jî ev e ku, weke li jor hatyiye nivsandin
û êdî li gel van keşfên nû ên 50 salên dawîn û anegorî destkeftiyan, şaristani
bê guman ji Kurdistanê li seranserê dinyayê belav bûye. Helbet ev her du keşfên
nû û nêrînên zanyarê gewre Alî Şerîatî, gelek giring in û ji bo nivsandina
dîroka mirovahîyê ji nû ve, têr dikin lê dîsa jî, ji bo mabest û angaşt baş bê
têgihîştin, divê mirov keşfên din ên nû jî rave bike, da ku giringî û taybetiya
Kurdistanê baş bê famkirin û zanîn.
Şikefta Şanîdarê û perestgeha Xerabreşkê, weke ku hatne
vegotin, rêyên nû ji dîrokzan û lêkolîneran re vekirine. Û bala zanyarên
dinyayê jî, li ser axa Kurdistanê ve kişandine. Ji ber vê yekê, lêkolîn û
kolanên nû jî dest pê kirine û her roj keşfeke balkêştir, destkeftiyên
giringtir dertêne meydanê. Dive hemû yek bi yek bêtin nîşandayîn, lewra mixabin
li bakûrê Kurdistanê bendavên nû tên avakirin û ji ber wan bendavan, ev
hêjayîyên mirovahîyê û Kurdistanê di xetereya wendabûna da ne. Divê di serî de
bê gotin ku, ev keşfên dawî ên Mezopotamyaya jorîn, balkêş e ku li ser heman
xetê hatine dîtin û helbet gelekên wan jî hê nehatne keşfkirin. Ew xet, bi
cihên xwe ên kevnare û bi giringiya xwe ên dîrokî, divê wek “xeta
şaristaniyê” bê binavkirin. Xeta ku tê behskirin, xeta
qeraxên bakûrê Tîjleyê ye. Di keviyên bakûrê Tîjleyê de, di van
demên dawîn de, gelek bermayiyên demên neolîtîk û antîk hatine dîtin. Ew xet,
ji şaxên Tîjleyê yên bakûr pêk tê. Xet ji çemê Botan û şaxên wî
dest pê dike, dîsa li gel hin şaxên wan, bi çemê Bedlîsê (şaxên çemê
Bedlîsê; ava Kêzêrê û ava Başûra), çemê Xerzan (şaxên çemê Xerzan ava Zokê û
ava Norşên) , çemê Batmanê (şaxên çemê Batmanê; Ava Sasûnê û ava Biro) re, li
gel rubara Tîjleyê dirêj dibe. Û li havirdora van şaxên
Tîjleyê, bi dehan warên dîrokî hatine dîtin û hinekên wan jî hatine kolan.
Heta vêga, tiştên ku hatine keşifkirin, ji bo peytandina
navendbûyîna Kurdistanê ya şaristaniyê, têr dikin. Lê ger dewlemendiyên
mayîn jî bên fikirkirin, ên ku dê wenda bibin, wê demê mirov li ber wan
dewlemendiyan dikeve. Mixabin ev hêjayîyên dîrokî, weke ku hêja ne nayên zanîn,
û nayên nirxandin. Û dîsa mixabin yên dîtî û nedîtî, bi tevahî dê
bikevine binê avê û bi wan re, bê guman dîrok û şaristaniya mirovahiyê jî dê
wenda bibe. Baş e ku, di van demên dawîn de, arkeolog û zanyarên hêja bi vê
xetereyê hesiyane û dest bi xebatên xwe ên baş û hêja kirine. Di vê rewşê de,
rola pêvajoya dawîn a ku di navbera kurd û tirkan da dest pê kiriye jî
heye. Şerê dûr û dirêj êdî dawî dibe, pêvajoya aştiyê di rojevê de ye û li gel
vê yekê, rewş çiqas diçe, aramtir dibe û nêrîna dewleta tirk jî diguhere. Weke
berê, astengî û zordestî li zanyaran nayê kirin û hêjayiyên Kurdistanê yek bi
yek dertêne meydanê. Ev gavên kû tên avêtin, piştî zilm û zordestiyên salan,
divê wek gavên erênî bên nirxandin. Lewra wek tê zanîn, gelek hêjayî bi destê
dagirkerên Kurdistanê ve, bi zanebûn hatine hilweşandin, xerakirin û her wiha
wendakirin. Lê tevî ve, dîsa jî hêjayiyên dîrokî ên veşartî mane û ji vê
komkûjiya çandî filitîne gelek hene û hew çend zêde ne ku, bi tinekirinê jî
xilas nabin. Pergal, ji bêgavî êdî derfet û destûr dide van lêkolînan û divê bê
gotin ku, ev helwest ji bo parastina nirxên dîroka mirovahiyê pir erênî ye.
Hêjayiyên Kurdistanê li benda lêkolîneran in, û roj bi roj ev hêjayî dertêne
meydanê.
Yek ji wan hêjayiyan “ Çemê Hilan-Hallan “ e,
ê ku li rojavayê ava Sasûnê dimîne. Mixabin ev hêjayiya
bêhempa, îro di bin bendava li ser ava Sasûnê hatye avakirin de maye.
Taybetmendiya vî warî ew e ku, ” Çemê Hilan “ gundê
herî kevnar ê dinyayê ye, ê ku heta îro hatiye keşf kirin. Li gel testên
zanistî weke Karbon 14, hatiye peytandin ku dema Hallanê
dighîje 11 hezar salan û ev dem, dema kevnartirîn a avakirina gundekî ye. Heta
ku Hallan nehatibû dîtin, di dinyayê zanistê de, wiha dihat zanîn ku, gundê
herî kevnar ê mirovahiyê, li herêma Levant-ê (derûdora Filêstîn û
Lebnanê) hatiye damezrandin. Lê li gel keşfa Hallanê ev têz betal
bû û Hallan wek yekem gundê demên neolîtîk hate pejrandin. Ya din wek tê zanîn,
yekem lawirê ku ji hêla mirovan ve hatiye kedîkirin beraz e. Û, anegorî
destkeftiyên Hallanê, însanên vî gundî yekem car beraz jî kedî kirine.
Lêkolînên zanistî ên dinyayê jî vê yekê dipejrînin ku, beraz yekem car, li
Kurdistanê hatiye kedîkirin (6).
Ev lêkolînên nû jî piştraskirina yekemgundbûna Hallanê ne.
Xeynî Hallanê, Girê Kortik ê ku li qeraxa çemê Batmanê
dimîne, xirbeyên gundê Gûsirê û Tilê ên Botan, xirbeya
Heskîfê, xirbeya Başûra ya Sêrtê, Dêrika Miqûrê ya Silîvan, xirbeya Hilarê ya
Erxanî – Amedê û gelekên din ên hê nekeşfkirî û yên di bin
avê da mayî re, êdî tê pejrandin ku, şaristani li seranserê dinyayê, ji
Kurdistanê belav bûye (7). Lê ev pejrandin, bi dengekê
nizm û hêdîka tê gotin. Sedema vê jî, weke ku Alî Şerîatî dibêje, “
tirsa hilweşîna têzên serdestan “ e, ên ku bi salane ew
derewan dubare kirine û di dawîn de, ew bixwe jî bawer kirine. Pejrandina vê
yekê, wateya pejrandina derewên ku afirandine ye. Ji bo serdestên mezin ev yek
derbasdar e, lê ji bo yên biçûk jî, pejrandina van rastiyan xetere ye. Lewra
dîroka wan a fermî ya nivîskî, ger ev rastî bên pejrandin dê ji holê rabe û
angaştên wan ên xwedîbûna erdên dagirkirî, di şûn de dê xera bibe. Lê dîrok
şadê herî mezin û hêja ye. Her tiştî, her rastîyê di nav xwe de dihewîne û li gel
nivsandina dîrokê ji hêla şêran ve, helbet rojek dê rastiyên dîrokê dê
derkevine meydanê û hêdî hêdî jî mabe, bi hewlên lêkolîner û dîrokzanên dilsoz
û rast ve, ev yek dikeve pratîkê. Bi hêviya wê rojê, roja nivsandina
dîrokê ji hêla şêran ve jî..….
ÇAVKANÎ
1-) (Zanyarê kurd Mehrdad Izady, di pirtûka xwe a bi nav û deng, “ ÊN KURD – s.1992 “ de, bi berfirehî qala van tomarkirinan dike) .
1-) (Zanyarê kurd Mehrdad Izady, di pirtûka xwe a bi nav û deng, “ ÊN KURD – s.1992 “ de, bi berfirehî qala van tomarkirinan dike) .
2-) Gotara K. E. Eduljee ya
ku di der barê pêwendiyên navbera Xerabreşk û Zerdeştî de ye:http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/cavedwellings/shanidar.htm
3-) Ralph Solecki lêgerînên xwe ên ku di der
barê Şanîdarê de ne, di pirtûka xwe a navdar “ Shanidar:The First
Flower People – Şanîdar: Yekem mirovên kulîlk – 1971 “ de tomar
kiriye.
4-) “Göbekli Tepe (En Eski Tapınağı Yapanlar)
– Xerabreşk ( Avakarên perestgeha herî kevnar), Klaus Schmidt – 2013
5-) Gotara Remzî Peşeng di malpera ilkehaber.com-ê
de: http://www.ilkehaber.com/haber/ali-seriati-kurt-medeniyetinden,-yunan-ve-cagdas-amerikan-medeniyetine…-25567.htm ,
û gotara Îbrahîm Sedîyanî di ufkumuz.com-ê de:http://www.ufkumuz.com/yaseminler-gulumsuyordu-ellerimiz-kavustugunda-51-7676yy.htm .
Her wiha pirtûkên Alî Şerîatî ên bi navên “ Dîroka Şaristaniyê “ û “
Îslamzanîn “.
6-) Gotareka ku yekem car kedîkirina berazan li
Kurdistanê dipeytîne:http://mbe.oxfordjournals.org/content/early/2012/11/22/molbev.mss261.abstract
7-) Gotarên Behcet Çîftçî ên li ser malpera
Mezopotamya.eu: (Gundên pêşî ên dinyayê)http://www.mezopotamya.gen.tr/drok-tarih/dunyanin-ilk-koyleri-h1783.html
(Xerzî Xerzan - 2011)
Yorumlar
Yorum Gönder