Şîretên zêrîn ên Mîr Celadet Bedirxan



“ Xorto!…

Armanca te rizgarî ye.

Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e. Kurdanî ye.

Tu lê dinhêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parxan, her tiştên wî hene.

Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berepaş diçit. Laş di cîyî xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş.

Ji ber kû ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paşva tête kişandin.

Tu zanî çira xorto..?

Lewra kû her dû ling ne yekin. Navbera wan da yekîtî nîne.

Divê tu bixebitî van herdû lingan bi alîkî ve bilivînî.” 

***************

"Xorto!

Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje, ma girtina kevroşkê jî tiştek e.  

Lê bêje te xezalek girtiye.

Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê...."

***********


"Xorto !

Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî.

Herçî ko dixwaze dikare jî..."

************

"Xorto !

Wekî ko dixebitî dexisker ji dora te kêm nabin.

Tu guh mede wan, gotinên wan damine (daneyne) ber dilê xwe.

Heke di riya xebata xwe de şemitî û ketî, tu zanî ewê çibikin.

Mebêje ewê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin.

No; ewê ji hev dû bipirsin, gelo lingê wî ne şikyaye.

Bi xebata xwe bi nav û deng bibî. Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê te bidin, tu ê giram bibî.

Ên dexsok tu zanî dê çibikin!

Mebêje ko bo xelkê re çeplikan li te xin.

No, dexis wan nahêle. …

Ewê bêjin: Ma ev çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi nav û deng bûye, di her derê de pesnê wî didin.

Ma ev jî tiştek e…."

*****************

"Xorto! 


Herçî ko bi te berberiyê bikin ji te bêtir in. Ji xwe di dora gulekê de stirî bi hezarî ne.

Ew di nav xwe de nexweş bibin, pev biçin jî, li te dibin yek, destên xwe didin hev.

 Ji ber ko ji te kêmtir in. Kêmaniya wan, wan digihîne hev.

Ji xwe di tebîetê de jî welê ye.

Tiştên qenc û hêja hindik in, nehêja û bêkêr zehf in.

Ma tu nizanî ko di gundekî de du sê hespên kehêl hebin, di garana wî de bi sedan ga û çêlek û dewarên reş hene.

Li nik xelkê gundî ne piraniya garanê, lê hindikayiya hespên kihêl biqedir û hêja ye…"

(Mîr Celadet Bedirxan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)