Kayıtlar

Eylül, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Nêrîn û ramanên Simkoyê Şikak, ji qelema wî

Resim
Lêkolîner û akademîsyenê kurd Mamosta Behrooz Shojai, hin beşên gotara Simkoyê Şikak, a ku li Rojnameya KURD de, sala 1921-an hatîye weşandin, amade kirîye, wergerandîye û van belgeyên dîrokî weşandîye. Ev belgeyên dîrokî, ji boyî têgihîştin û famkirina nerîn û ramanên Sîmkoyê Şikak, belgeyên zêrîn in. Her wiha ev belge piştrast dikin ku, Simkoyê Şikak ne tenê serokeşîrekî, lê wek rêberekî gelê xwe hewl daye û xwestîyê gelê xwe ji bindestîyê rizgar bİke. Gotara xwe de rasterast armanca xwe daye xûyan û ev armanca wî, sedema êrîşên li ser wî yên îroyîn jî baş dide famkirin. HIN BEŞÊN GOTARA SIMKOYÊ ŞIKAK YÊN LI ROJNAMEYA KURD HATINE WEŞANDIN 1-) 2-)

Rastîya Dîroka Medan û Çîrokên Persan

Resim
Derewên Herodot, yan yê Kambîs û Kurê Herpago Fergîn Melîk AYKOÇ Devê kîjan dîrokzanê Kurd, yan jî Kurdê xwenda vedibe, wê sêwirandina Herodot ya li ser ti belgeh û bingehî rûneniştiye, wek rastî be, vedibêje.. Ew sêwirandina Herodot ev e: Dibêje; “Serwerê Med Aştiyago (Astiyages) kurê Herpago kuştiye û bi wî daye xwarin!” Ji bo ku em bikanin vê derewê bi terî û bêbav derxînin û li rûçikê virkeran bidin, em berê li daxuyaniyên hin dîrokzanan binêrin: Xenophon di berhema xwe ya bi navê “Kîropedya” de Aştiyago yê serwerê Med, ango kalikê Kuroş wek mirovekî resen, sempatîk ê ku bi fêrkirin û hezkirinî nêzîkê neviyê xwe dibe, mirovekî çeleng, xwedanê karekter, yekî “Kalêrûgeş” ji xweşikî, estetîkî û xwediyê karekterbûnê hez dike, raberî me kiriye. Ango Xenophon bi resenî û mezinahiya Aştiyago, Kuroşê Mezin dide nasîn. Hîç behsa bavê wî nake. Lewra bavê Kuroş, Kambîs virker, sextekar û dekbazek bû. “Ktesias von Kindos” jî behsa çîrokeke wek vê lihevanîna Herod