Kayıtlar

Ağustos, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

"SERWERÊ MED AŞTÎYAGO" DERKET

Resim
Berhema mamosta Fergin Melik Aykoc a bi navê "SERWERÊ MED AŞTÎYAGO" ji hêla Weşanên AR ve hate weşandin... Bersiveke zexm û di cî de li hember berovajîkirina dîroka gelê kurd... Romaneke dîrokî di der barê rastîyên pêşîyên kurdan, ên MED de.... ********************** Wek ku tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeke kevnar e. Ji ber xwedîlêderneketinê, mixabin gelek car ji hêla biyanî û dagirkeran ve hatîye berovajîkirin û bi ser de jî, hêjayî û nirxên dîrokî yên gelê kurd, ji wan hatîye dizîn û ew hêjayî û rastîyên dîrokî dîsa ji hêla wan biyanîyan ve hatîye manipûlekirin. Ev rewşa bêehlaq û li dijî sinca zanistê, di gelek çavkanîyan de xwe dide der...  Lê, li gel hişyarbûnê û pêşveçûna dîroknûsîya kurdî, ev helwesta xerab a dagirkeran êdî nema xwe li ber rastîyan digire û berhemên hêja û rastîyên dîrokî ve dagirtî, hêdî hêdî wan derew, fetl û fûtên biyanîyan betal dike. Mamosta Fergîn Melîk Aykoç jî, ji ber vê yekê hewl daye û serdema dawîn a Medan, serd