Di Serdema Osmanî De Kurd û Kurdistan



Beşekê girîng ê berhema zanyarê Osmanî Ahmed Rifat, a bi navê Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye (Ferhenga Dîrok û Erdnîgariyê), ê ku navê Kurd û Kurdistanê re têkildar e:

Ji bo vê danasînê, hin beşên pirtûka "Osmanlı Kürdistanı  – Kurdistana Osmanî, amadekar: Koma Xebatên Kurdolojîyê (Kollektîv) - Weşanên BGST, Stenbol – 2011" hatine bikaranîn;
__________________________________ 

Di Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye De Kurd û Kurdistan

Kurdan û welatê wan Kurdistan ji çar sed salî zêdetir di nav sînorê Dewleta Osmanî de cih girtin. Di vî demê dirêj de Kurd, di nufûsa Osmanî  de xelkekî girîng; Kurdistan jî ji ber ku sînorên bi Îran û Rûsya re pêk dianî di erdnîgariya Osmanî de herêmeke girîng bû. Di dîrok û erdnîgariya Osmanî de ku dewleteke pirr-netew û pirr-ole cihekî girîng ê Kurdan jî heye.  Ji ber vê girîngiyê di arşîv û kitêbxanê Osmaniyan de derheqê Kurdan de pirr agahî û dokuman hene. Ev agahî û dokuman çiqas derkevin holê û lêkolînvan sûd ji wan bigrin, wê dîroka Kurd û Kurdistanê ya di serdema Osmanî de ew qasî zelal bibe. Me jî bi vê armancê berhema Ahmed Rifata bi navê Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye (Ferhenga Dîrok û Erdnîgariyê) amade kir.

 Ji ber ku di vê ferhengê de maddeyên "Kurd  û "Kurdistan” hene, ev berhem ji bo Kurda girîng e. Ahmed Rifat, di maddeya Kurd de pêşî sînorê erdnîgariya Kurdan diyar dike, dûv re derheqê taybetiyêngelê Kurd de û rewşa wan ê wê demê de bi kurtasî hin agahiyandide.
Nivîskar, maddeya Kurdistan kiriye du beş:  Kurdistana Osmanî û Kurdistana Ecemî (Ecem: peyveke bo Îraniyan tê bikaranîn, ji bo welatê Îranê jî Ecemistan tê gotin) ango Kurdistana Îranê. Ji ber ku Kurdistan,bi Peymana Qasra Şêrîn ku di sala 1639an de di navbera Dewleta Osmanî û Sefewî de hat îmze kirin bi fermî bû du perçe û perçeyekeKurdistanê di nav sînorê Dewleta Osmanî de perçeyê din di navsînorê Dewleta Sefewî de ma.

Ahmed Rifat piştî ku sînor, aqar û nufûsa her du perçeyê Kurdistanêdiyar kir; di derheqê ma’den û dexlên wê de agahiyan dide. Dema behsa Kurdistana Osmanî dike qala bûyera Mîr Bedirxan jî dike.

 Ahmed Rifat Kî Ye?

Ahmed Rifat, li Stenbolê hatiye dinê. Navê bavê wî Mehmed Emîn Efendî ye. Hê piçûkayî di maliyeyê de dest bi memûriyetê kir. Piştî wezîfeyên curbicur teqawît bû. Di sala 1895’an de mir. Gora wî li Stenbolê, navçeya Fatîhê, li Tekkeya Emîr Buxarî ye (Özcan, 1989:130-131).

Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye Çi Ye?

Ahmed Rifat, ji xeynî karên fermî bi lêkolînên zanistî re jî mijûl bûye. Wî di derheqê dîrok û exlaqê de hin berhem nivîsandiye.Lê berhama wî ya navdar “Lûgat-i Tarihiyye ve Coğrafiyye” ye
Ev berhem di eslê xwe de ferhengeke ku di derheqê kesayet û nivîskarên navdar, dewlet, milet û bajaran de bi awayeki alfabetîk agahiyan dide ye. Lê ji ber ku ji xeynî dîrok û erdnîgariyê agahiyên zanistên din jî dide wek ansîklopedî tê hesibandin. Ev di nav ansîklopediyên ku di sedsala 19. de ji aliyê yek kesî ve hatiye amadekirin de mînakeke baş tê qabûl kirin. Tevî hin xeletî ûkêmasiyên wê îro jî berhemeke rewacdar e.

Her du cildên wê yî pêşî  1881ê, pênc cildên dawî 1882yan de wekî heft cilda hemû liStenbolê çap bûye (Özcan, 1989: 130-131)

(Rûpel 280 - 281)

***************************

Kamûsü"l-a’lam ku di sedsala 19'yan de girîngtirîn berhema serîlêdanê ye, ji maddeyên tê de yê ku bi Kurdan re elaqadarin ji aliyê mamoste M. Emîn Bozarslan ve hatin tîpguhertin û wekî kitêb hat çap kirin (Şemseddin Sami, 2001). Mamoste vê xebata xwe wekî "Ansîklopediyeke Kurdistan ya Sedsala 19'an” bi nav dike (Bozarslan, 2001: 36). Em jî hêvî dikin ku ev xebata me wê ansîklopediyê temam û dewlemend bike.Niha pêşî emê maddeyên Kurd û Kurdistanê li jêr pêşkêş  bikin,dûv re maddeyên din li gor alfabeya Latinî rêz bikin.

Kurd:

Li Asyayê qawmek e. Li çiyayê rojhilatê Dîcle û li başûrê golên Wan û Ûrmiyê dijîn. Navê welatê wan Kurdistan ji navê wan tê. Kurd, bilez û wêrek in û her tim azad dijîn. Îro qismekî  Kurdan bi Osmanî ve qismek jî bi Îranê ve girêdayî ne. Kurd, pirranî Sunnîne hin jî Şiî û Nastûrîne. Tê zen kirin ku ev ji Keldanî û Partên kevnin (C: 6, r.77).

Kurdistana Osmanî:

Di navbera Ermenistan, Mezopotamya, Iraqa ‘Ereb û Îranê de ye.  Ji wîlayetên Şehrêzor û Musil û ji qismek wîlayeta Bexdayê pêk tê. Dirêjayiya wê 380 firehiya wê 400 kîlometre ye. Çiyayên wê yên bilind, newalên wê yên bi xêr û ber hene. Mahsûlata erdê wê birinc, genim, ceh, kuncî, mewîj,titûn, pembû, mazî; ma’denên wê kukurd û şap in. Xelkê wê yê ku 350 hezar tê texmîn kirin her çiqas di nav cahilî û nezaniyê de be jî di mêranî, çavtêranî û mêvanperweriya wan de kêmasî nîne.Siltan Selîmê I, piştî  sefera Îranê daxwaz dikir ku Kurdistanê jî tevlî Dewleta Osmanî bibe. Bi vê armancê Îdrîsê Bedlîsî ji Stenbolê şiyande Kurdistanê ba mîrên Kurdan (Z.1515/K.921). Îdrîsê Bedlîsî bîst-sih eş îrên Kurdan ku Sunnî bûn bi şîretên bi bandor wan qayîlkir ku li hemberê Şah Îsmaîl derkevin. Li ser vê van eşîran welatê xwe bi şer ji ‘Eceman xilas kirin û tevlî Dewleta Osmanî bûn. Tenêaliyê Diyarbekirê hinekî bi şer hat standin.

Kurdan wextekî di qabûl kirina hin bêşên (bacên) Dewletê de didudiliyê (tereddutê) de man. Ji ber vê Muşîr Osman Paşa bi hêzeke mezin şiyandibûne Kurdistanê (Z.1845/K.1262). Muşîr Osman Paşa bi hinek çewisan û piştî çend şerên biçûk serekê wan Bedirxan Beg û xizmên wî digre û dişîne Stenbolê. Bi vî awayî ew dudilî bûn jî ji holê radibe. Ji Bedirxan Beg û xizmên wî re meaş tê girêdan û di welatê Osmanî de li cihên cûr bi cûr têne bicih kirin (C: 6, r.77).

Kurdistana ‘Ecemî:

Li îranê di navbera Azerbaycan, Iraqa ‘Ecem, Xûzistan û Kurdistana Osmanî de eyaletek e. Dirêjayiya wê 370 firehiya wê 225 kîlometreye, di nava xwe de 400 hezarkesî dihewîne û navenda wê kirmanşah e. Çiyayên wê yên bilind, newalên wê yên fireh hene lê ji xeynî deşta kirmanşah cihên din jibo çandinê ne baş in (C: 6, r.78).

(Rûpel 283 – 285)
___________________________

Çavkanî: Pirtûka Osmanlı Kürdistanı – Kurdistana Osmanî, amadekar: Koma Xebatên Kurdolojîyê (Kollektîv) - Weşanên BGST, Stenbol – 2011

(Amadekar: Xerzî Xerzan)








Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)