Kayıtlar

Nisan, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

SCHINDLER Ê KURDAN; CEMÎL (BAHRÎ) Ê KONÊ

Resim
CEMÎL Ê KONÊ Îbrahîm Osman Cemîlê Konê, gernas û mêrxasekî Êzdiyan bû, ku wî xwîna xwe xist mista xwe, di serdema Komkujiiya Ermeniyan de, bi ked û wêrekiyake bêhempa bi sedan Ermenî ji ber pêla komkujiyê rizgar kirin. Du miletên ferman lê rabûyi, xwedî dîrok û çîrokên reşqedera wan cêwîk, cîranên hev, Ermenî û Kurdên Êzîdî. Osmanî, bermayên wanî îro ku navê komarê li xwe kirine û îslamîstên tundrew û fûndamentalîstên mejî qilêr, her wext bûne qesasê serê her dû miletan, nehîştine ku ev miletên belengaz rojekê bi tênê jî ber xwe bibînin. Ji ber ku di ferhenga wan de yên xwe Tirk û musilman nebînin “Kafirin.“ Ew her bi vî çavî li van ol, din û baweriyan dinêrin. Do jî û îro jî hê vê hovîtî, nijadperestî, faşîstî û berberiya xwe li pêşberî çavê dinyayê eşkere dajon. Ermenî û Kurdên Êzdî, ji ber baweriyên xwe yên xweser bi gelek neheqî û zalimyan re rû bi rû man. Hatin kuştin, mal û milkên wan talan bûn, koçber û derbeder bûn. Lê belê, dibe ku ji sedema êşên wa