Kayıtlar

Mayıs, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)

Resim
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (IV) Xerzî Xerzan Li beşên dinê , hate piştrastkirin ku, Bajarê Amedê, piştî êrîşa Naram Sîn ê Akkadî (berê mîladê sedsala 23-an), wek bajêrekî bi sûr û beden, li navenda Amed a kevn ( keleha hindûrîn a îroyîn ) di serdema Xorrî-Mitan de, dawîya hezarsala 3-an ( dora 2200-2000berê mîladê ) hatîye avakirin. Û ji wê rojê ve, di belgeyên dîrokî yên Asûrî de, wek “Amedê/Amedî” hatîye nivîsandin û pêvajo dewam kirîye.   Piştî Asûran heta hatina Împaratorîya Romê ( derûdora 550 sal ), li Amedê, bajêr gelek car dest diguhere û hemû rêxistin-dewletên Mezopotamyaya Jorîn hikim kirine, pêşî berê xwe didin Amedê û dixwazin ev bajêr bi dest biixin. Em ê vêga, ew serdem a 550 salî binirxînin… Serdema XALDÎ-Ûrartûyan de, vêca bi navê NAÎRÎ û URUADRÎ ( Xelkê Çeman û Bilindahîyan ), Xaldî di belgeyên Asûrî de wek dûhatîyên Xorrî-Mitan xuya dibin û em dîsa dibînin ku, di serdema Xaldîyan de, Amedê

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (III)

Resim
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (III) Xerzî Xerzan Berê vî beşî de, me li gel çavkanî û belgeyên zanistî piştrast kir ku Mitan û Medan, hem bi nijadî, hem jî bi zimanî, erdnigarî û çandî yek gel in û ên Med, dûhatîyên Mitan in. Beşek ji Mitan, hezarsala 3-an, ji başûrê Gola Ûrmîyê ber bi Rojava ve hatine û li wira li gel Xorrîyên dinê,yekîneya xwe ava kirîye, şaristanîyeke bêhempa û bajêrên teqez afirandine, li hember dagirkeran, pozîsyona xwe ya xweparastinê wergirtine û bi vî awayî pêvajoya dîrokî domandine. Em ê gotina paşîyê, pêşî bibêjin û dîsa li gel belge û nivîsarên zanistî, em ê gotina xwe piştrast bikin; Yek ji wan bajêran, ên ku bi hevkarîya Xorrî-Mitan hatîye avakirin, bêniqaş “AMEDÊ” ye. Mitan/Medan, ev bajêr ava kirîye û navê xwe jî lê danîye. An ku, A – MED… Bajarê MED, Qada MED, Stara MED… Divê em pêşî berê xwe bidin serdema avakirina Amedê û sedema avakirina wê binihêrin. Û bi vê yekê,em ê hewl bidi

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (II)

Resim
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (II) Xerzî Xerzan Dîroka mirovahîyê, weke ku hatîye gotin-qebûlkirin, li gel peydabûna nivîsê, dest pê dike. Ev, pêvajoyeka 5 hezar salî ye. Lê, helbet mirovahî berê nivîsê jî hebû û berê nivîsê jî, hêjayîyên şaristanî afirandîye. Bi taybetî, li gel lêkolîn û lêgerînên   van 50 salan dawîyê, Mezopotamyaya Jorîn, an ku navarasta Kurdistanê, di warê destpêka rîtûelên dînî-bawerî, pêşdeçûn û peydakirina çandinî û xwedî-kedîkirina ajalan de, wek herêma sereke û welatê destpêka jiyana medenî hatîye qebûlkirin. Berê peydabûna nivîsê ji hêla Sûmeran ve (heta îro berovajî vê têzê, daneyên zanistî nîn in), li Kurdistanê an ku li Mezopotamyaya Jorîn û nemaze li berçemên Tîjleyê û qeraxên şaxên wê, cîyên dîrokî yên ku dema wan digihîje 12-14 hezar salî, hatine dîtin û qeydkirin. Wek mînak; Şikefta Şanîdarê, Herêma Çermo, Xerabreşk (GobekliTepe), Şikeftên Hesûnî ,Qota Berçem ( Çayönü), Şikeftên Hilar

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (I)

Resim
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (I) Xerzî Xerzan Destpêk Di destpêka vê gotarê de, pêşî ez dixwazim bala xwendevan bidim “pênaseya netewa kurd û peydabûna wê”, da ku xwendevan têzên em pêşkêş dikin, bi hêsanî têbigihîje. Weke ku em dizanin û hemû zanyarên binavûdeng bi hevparî qebûl dikin; Netewa kurd û bi wateya xwe ya berfirehtir “Gelê kurd”, pêkhateyeka êl û êşîr û kom û civakên erdnigarîya kevnar a Kurdistanê ye. Ji destpêka dîrokê ve, ji hêla cînaran û her weha ji hêla “kurdan” bixwe ve, bi dehan navan li vî “gelî” hatine kirin lê di bingehê de, ev navana pekhateyek afirandîye û ew “pêkhate“ jî îro wek “Gelê kurd“ tê zanîn û wisa jî tê pejirandin. Ji destpêkê heta dema me a îroyîn, ev gel bi navên “Ko-tî, Xorr-î, Kur-tî ,Kar-da, Sûbarî, Mîtanî, Ûrartû-Xaldî, mîd-Mid-Med-Mad, û hwd. “ hatîye pênasekirin û em îro baş tê digîhîjin ku, ev navana tev de ji boyî proto-kurdan (pêşîyên kurdan) hatine bikaranîn. Daneyê

Brahîm Paşa yê Milî di pirtûka Mark Sykes de

Resim
BRAHÎM PAŞA û MARK SYKES - 1904 Wek ku tê zanîn; Mark Sykes, dîplomat, sixûr û leşkerekî binavûdeng ê ingilîz e. Ewî bi taybetî , bi Peymana Sykes-Picot tê naskirin. Siyaset û stratejîya Rojhilata Navîn a Brîtanya, di dema şer de, ewî bixwe bi rê ve dibir. Berê herba cîhanê yê yekemîn , du-sê car li seranserê Kurdistanê gerîyaye, bi sedan mirovan û bi mezinahîyên kurdan ên wê serdemê re hevpeyvîn û hevdîtinan pêk anîne,   not û analîzên xwe jî heb bi heb tomar kirine.   Û ev tomarî, sala 1915-an, di pirtûka wî a bi navê “ The caliphs‘ last heritage, a short history of the Turkish Empire (Mîrateya dawîyê ya   Xelîfe, kurtedîroka Împeratorîya Tirk) de hatine weşandin. Di wê pirtûkê de, em dibînin ku, gelek pêşeng, serokeşîr,  mezinahîyên kurd, raman û nêrînên xwe li gel Sykes par ve kirine. Her wiha, hêjayî gotinê ye ku, Sykes di wê pirtûkê de, hemû êl û eşîrên kurd ên wê serdemê yek bi yek qeyd kirine û heta hejmarên malên wan jî nivîsîye. Sedem her çi dibe, bila bibe, ev agah