Kayıtlar

Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê

Resim
  Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê Xerzî Xerzan Ên kurd, di pêvajoya dîrokê û her weha serdema me ya îroyîn de, bi taybetî di qada xweşbînî û bihevrejiyînê de mînakeka berbiçav in. Ev rastî, îro jî   ji hêla gelek rewşenbîr, dîroknas, fîlozof û nivîskarên xwedîujdan ve, bi hêsanî tê qebûlkirin. Ji lew re, do jî û îro jî, ên kurd, deverên ku lê desthilatdar bûne, ti carî ferqûmêlî nexistine nav bera hemwelatîyên xwe û tim bûne mînaka bihevrejiyînê. Em vê rastîyê, îro xweştir û zelaltir dibînin. Cîyên ku kurd êdî bûne xwedîgotin û birêvebirî destê wan de ye, di Rojhilata Navîn de cîyên herî ewle, cîyên herî aram in. Helbet, ev yek ne tenê raman û pratîka îro ye. Ên kurd, xwedî hişmendîyeke kevnar, mirovî, zengîn û xweşbîn in. Ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, em baş tê digihîjin ku, ev mîrateya hezara salan e û ev mîrate hîn jî di kod û mejîyên kurdan de veşartî ye û îro bi awayekî zendî dijî… Ji Xaltî (Ûrartû) û Medên kevnar, heta serdema Merwanî û Mirdêsî...

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

Resim
  Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra   Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal   bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye;   - Ferîd Mîtan: Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan? Xerzî Xerzan: Di der barê dîroka Kurd û Kurdistanê de gelekî manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in.   Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka Kurdî bibe,pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir û pir baldar be û hay ji sedema nivîsandin an jî tomarîkirinên van çavkanîyan hebe. Ji lew re, Kurdistan û her weha gelê Kurd, ji destpêka dîrokê ve   di navenda Hîvika Zêrîn de cî digire û ev herêm an ku derguşa şaristanitîyê, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, qada şerên desthilatdarîyê û olî ye. Kes û dewletê ku li vir hikma xwe zexm nekiribe, nikaribûye xwedî temenekî dirêj bibe. Û ev rewş, îro jî didome…   Ji ber vê sedemê, ...

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (V)

Resim
  BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (V) Xerzî Xerzan Weke ku tê gotin,   Bajarê Amedê her wiha wek “Diyarbekir”   jî tê zanîn. Ev nav an ku “Diyarbekir”, weke ku me beşên din ên vê rêzegotarê   de jî nivîsîye, berîya hatina artêşên ereb li Amedê, qet wek “Diyarbekir” nehatîye nivîsin, nehatîye tomarîkirin an ku nehatîye bilêvkirin. Ya rasttir, berê ereban, ev nav (Diyarbekir) li vê herêmê, li derdora Amedê nîn bûye. Helbet ev nav, an ku Diyarbekir li ser zimanê gelên hawirdora Amedê rûniştîye, di demajoyeka 1350 salî de, wek navê bajêr hatiye zanîn. Û ev dem, ne demeke kin e. Divê bê gotin ku, Diyar Bekir an ku Diyar el Bekir, pênaseyeka bi erebî ye. Diyar, ji koka DAR-ê tê, an ku wateya qad, welat, war, wargeh, cî, starî dide… Bekir jî (Bekr, Bakr) navekî bi zimanê erebî yê nêr e. An ku, Warê Bekr/Bakr, Welatê Bekr/Bakr dide. Bekr an jî Bakr, navekî nêr ê bi erebî ye û ev nav, di dîroka ereban hîn berê Îslamê de ...

Liberxwedana Çiyayên Xerzan - 1925 / 1937

Resim
  Liberxwedana Çiyayên Xerzan - 1925 / 1937 Xerzî Xerzan Dîroka Kurdistanê ya nêz, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku dîroka serhildan, liberxwedan û raperînan e. Bi taybetî, piştî belavkirina mîrnişînîyên kurd a sedsala 19-an, Dewleta Osmanî û gelê kurd bi deha caran li hemberîhev rabûne û şerên dijwar rû dane. Osmanî, bi destpêka sedsala 19-an ve, xwestîye ku desthilatdarîya xweser a mîrnişînîyên kurd rake û Kurdistan bike wilayeteka mêtîngehîya xwe. Mîrên kurd, bi dijwarî li ber xwe dan, da ku peymana xweserîyê ya navbera pêşîyên xwe û Osmanî de hatibû avakirin biparêzin lê ji ber ku yekîtîya wan tine bû û ji hev re ne rast bûn, di dawîyê de (sala 1855-an, li gel têkçûna Êzdan Şêr ê Mîrê Botan), serdema Mîrnişînîyên kurd xelas bû. Ji wê demê pê ve, gelê kurd vegerîya şêwazeka dinê ya rêxistinî û wek êl, eşîr û terîqatî xwe birêxistin kir. Lê mixabin, ev şêwaz lewaztir   û biçûktir bû. Ji bo Osmanî jî ev rewş baş bû, ji lew re gap êdî biçûktir bû û daqurtandina wan hêsantir...

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)

Resim
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (IV) Xerzî Xerzan Li beşên dinê , hate piştrastkirin ku, Bajarê Amedê, piştî êrîşa Naram Sîn ê Akkadî (berê mîladê sedsala 23-an), wek bajêrekî bi sûr û beden, li navenda Amed a kevn ( keleha hindûrîn a îroyîn ) di serdema Xorrî-Mitan de, dawîya hezarsala 3-an ( dora 2200-2000berê mîladê ) hatîye avakirin. Û ji wê rojê ve, di belgeyên dîrokî yên Asûrî de, wek “Amedê/Amedî” hatîye nivîsandin û pêvajo dewam kirîye.   Piştî Asûran heta hatina Împaratorîya Romê ( derûdora 550 sal ), li Amedê, bajêr gelek car dest diguhere û hemû rêxistin-dewletên Mezopotamyaya Jorîn hikim kirine, pêşî berê xwe didin Amedê û dixwazin ev bajêr bi dest biixin. Em ê vêga, ew serdem a 550 salî binirxînin… Serdema XALDÎ-Ûrartûyan de, vêca bi navê NAÎRÎ û URUADRÎ ( Xelkê Çeman û Bilindahîyan ), Xaldî di belgeyên Asûrî de wek dûhatîyên Xorrî-Mitan xuya dibin û em dîsa dibînin ku, di serdema Xaldîyan de, A...