Kayıtlar

Ocak, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Liberxwedana Çiyayên Xerzan - 1925 / 1937

Resim
  Liberxwedana Çiyayên Xerzan - 1925 / 1937 Xerzî Xerzan Dîroka Kurdistanê ya nêz, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku dîroka serhildan, liberxwedan û raperînan e. Bi taybetî, piştî belavkirina mîrnişînîyên kurd a sedsala 19-an, Dewleta Osmanî û gelê kurd bi deha caran li hemberîhev rabûne û şerên dijwar rû dane. Osmanî, bi destpêka sedsala 19-an ve, xwestîye ku desthilatdarîya xweser a mîrnişînîyên kurd rake û Kurdistan bike wilayeteka mêtîngehîya xwe. Mîrên kurd, bi dijwarî li ber xwe dan, da ku peymana xweserîyê ya navbera pêşîyên xwe û Osmanî de hatibû avakirin biparêzin lê ji ber ku yekîtîya wan tine bû û ji hev re ne rast bûn, di dawîyê de (sala 1855-an, li gel têkçûna Êzdan Şêr ê Mîrê Botan), serdema Mîrnişînîyên kurd xelas bû. Ji wê demê pê ve, gelê kurd vegerîya şêwazeka dinê ya rêxistinî û wek êl, eşîr û terîqatî xwe birêxistin kir. Lê mixabin, ev şêwaz lewaztir   û biçûktir bû. Ji bo Osmanî jî ev rewş baş bû, ji lew re gap êdî biçûktir bû û daqurtandina wan hêsantir bibû.