BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (V)
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ”
Xerzî Xerzan
Weke ku tê gotin, Bajarê Amedê her wiha wek “Diyarbekir” jî tê zanîn. Ev nav an ku “Diyarbekir”, weke ku me beşên din ên vê rêzegotarê de jî nivîsîye, berîya hatina artêşên ereb li Amedê, qet wek “Diyarbekir” nehatîye nivîsin, nehatîye tomarîkirin an ku nehatîye bilêvkirin. Ya rasttir, berê ereban, ev nav (Diyarbekir) li vê herêmê, li derdora Amedê nîn bûye. Helbet ev nav, an ku Diyarbekir li ser zimanê gelên hawirdora Amedê rûniştîye, di demajoyeka 1350 salî de, wek navê bajêr hatiye zanîn. Û ev dem, ne demeke kin e. Divê bê gotin ku, Diyar Bekir an ku Diyar el Bekir, pênaseyeka bi erebî ye. Diyar, ji koka DAR-ê tê, an ku wateya qad, welat, war, wargeh, cî, starî dide… Bekir jî (Bekr, Bakr) navekî bi zimanê erebî yê nêr e. An ku, Warê Bekr/Bakr, Welatê Bekr/Bakr dide. Bekr an jî Bakr, navekî nêr ê bi erebî ye û ev nav, di dîroka ereban hîn berê Îslamê de navê êl/eşîreke ereb e. Sedema vî navî, yê ku li Amedê hatîye kirin, tenê ev e. Amedê û her wiha derûdora wê (Farqîn, Xerzan, Heskîf û beşek ji Botan) bi tevahî, piştî dagira ereban, dîsa ji hêla ereban wek Diyar Bekr hatîye pênasekirin. An ku ev herêm, wek diyarî, wek milkane, li Eşîra Bekran ( Benu Bekr) hatîye birîn. Û ne ev herêm tenê ye. Çîrok hin cûda ye… Em ê çavek li serdema dagirkirina Kurdistanê ji hêla ereban ve bigerînin;
Anegorî dîroknasê ereb (hin dibêjin pers e) El Belazûrî – mirina wî 893 (1), serdema Xîlafeta Omar bîn Hettab û dema walîtîya Muawî yê Ebû Sufyan a Şamê (638-639) de, arteşên ereb, di bin fermandarîya Iyaz bîn Xenem û Xalid bîn Welîd de, Mezopotamyaya Jorîn (bi gotina ereban El Cezîre an ku girav) zevt dikin û hemû bajêrên El Cezîre dagir dikin. Dîsa bi gotina El Belazûrî, Mûawî hîn wê demê dixwaze van ax û erdên zengîn şên bike (ji ber ku gelên vê deverê bi piranî koçî deverên dinê kirîye (an ku revîyaye) û deştên El Cezîre vala bûye- Xerzî) û bi vî awayî bac ji wan bistîne (2). Ji ber vê yekê , hîn wê demê (piştî 640-an), hin beşên êl û eşîrên pirjimar ên ereb, li El Cezîre wek çîna erkdar têne bicîkirin (3). Pêşî du êlên bihêz; ÊLA MÛDAR û ÊLA REBÎA têne bicîkirin, êla Mûdar li başûr û êla Rebîa li Bakûrê El Cezîre bicî dibin. Êla Mudar li Reqqa, li Riha, Herran û Semsûr û hawirdorê, Êla Rebîa jî li Mêrdîn, Nisêbînê, Amedê, Farqîn, Xerzan Heskîf û li Botanê bicî dibin. Hêjayî gotinê ye ku, El Belazûrî jî, navê Amedê (bi latînî Amid) weke ku hebûye, wisa jî tomar kirîye û qet negotîye Diyarbekir, her wek Amed nivîsîye (4).
Parvekirina El Cezîre ji hêla eşîr-bavikên erebHer wiha erdnigarnas-rêwîyê navdar Yaqût El Hemewî, sedsala 12-an li Kurdistanê seranser geriyaye û ew jî weke hemû hemdemên xwe, navê Amedê wek bajêr Amed, navê Diyarbekir jî wek herêmeke berfireh (ji Amedê heta Nisêbînê û Sertê) tomar kirîye. An ku gotinên zanyarên berê xwe piştrast kirîye (5). Zanyar û dîroknûsên dinê mîna Ebû Hanîfe Dinewerî (6), Ibnul Esîr ê Cizîrî (7), Taberî (8) û gelekên dinê, di berhemên xwe de yek bi yek bi hevkarî navê Amedê wek navê bajêr bi kar anîne. Hin ji wan navê Diyarbekir wek herêm nivîsîye, lê yek kes ji van zanyaran navê Diyarbekir wek navê bajêr tomar nekirîye. Pirs li meydanê be, helbet ez bersiv jî li hember disekine.
Û Diyarbekir…. Ev nav çawa peyda bûye ?.. Di nav êla Rebîa ya ereb de, eşîr-bavikek bi navê eşîra Bekr jî heye û ev eşîr, navê xwe ji bapîrê xwe yên dûr Bekir ibn Vaîl distîne. Anegorî dîroknûsîya erebî, hemû ev êl (Mûdar û Rebîa û di nav Rebîayan de, eşîra Bekr jî), tev de Ednanî ne û Ednanî, bi eslê xwe ne ereb in, civakeke ku hatîye erebkirin e. Dîsa anegorî dîroknûsî-mîtolojîya erebî de, Mudar û Rebîa du bira bûne. Navê bavê wan Ednan e. Ednanî, bi tevahî zarên van her du bira nin. Heta êla Peyxemberê Îslamê Hz. Muhammed jî (Qureyşî), digîhîje yek ji birayan, li Rebîa û piştî wî digihîje Bekr ibn Waîl (Bekir ê Waîl). Ji ber vê ye ku, ev her du êlên pirjimar û bihêz, El Cezîre an ku Mezopotamyaya Jorîn, an ku beşek ji Kurdistana Bakûr, di nav bera xwe de par dikin.
Çawa me got, Amedê û derûdora wê, ji Farqînê hetanî Botan, erd û axên herî zengîn û berdar, para eşîra Bekran ên ereb dikeve. Ji destpêka hatina ereban (638) heta dema Hemdanîyan (destpêka sedsala 10-an a piştî mîladê), rewş wiha dimîne. Amedê, di destê vê eşîrê de dimîne. Ji ber ku Şeyban kurê Bekir ê Waîl e, carîna navê wan wek Şeybanî jî hatîye nivîsîn, lê navê wan ê naskirî Bekrî ye. Şaşîya herî mezin a dîroknasî-erdnigarnasîya kurdî ew e ku, bi zorê lêkirina navekê bi kurdî li pênaseya DİYAR-BEKIR e. Wekî li jor hate gotin, navdêra Diyarbekir bi erebî ye û li ti çavkanîyeka berê dagirên ereb, ev nav nîn e, nehatîye nivîsîn û tomarîkirin. Û dîsa şaşîyeke xuya heye; ên romî, ereb,an jî piştî wan ên tirk-tirkmen, ti carî navê bajêr wek “Diyarbekir” bi nav nekirine, tenê ji bona herêm ev pênase bi kar anîne. Jixwe pênase bi “Diyar” AN KU Bİ “Dar” dest pê dike…. An ku, “Dever-qad-war-herêm-welat”… Ne ku bi “Bajêr” an jî “Şehr”-î Bekir”. Navê bajêr, ji hêla dagirkeran ve jî wek “Amed, Amîd” hatîye nivîsin. Navê bajêr heta dema Osmanîyan dîsa Amed e, lê navê herêma ku Amedê navenda wê, paytexta wê ye, Diyarbekir e. Rastî ev e, ev çend hêsan e.
Berhema navdar a Ibn’ul Ezraq ê Fariqî ya bi navê “Tarîxa Amed û Meyyafarqîn”, dîroka nivîskî a herî berfireh a Amedê ye (9). Navê berhema wî de “Amed” heye, ne ku Diyarbekir”. Di wê berhemê de jî em deha caran dibînin ku, navê Amedê weke ku hebû, weke ku heye her wek “Amedê” an jî “Amîd” hatîye tomarîkirin. Yek carek jî mabe, wek Diyarbekir nehatîye qeydkirin, an ku ev navê”Diyarbekir”, hîn di wê serdemê de jî wek navê bajêr nîn e, nehatîye bikaranîn (10). Û ev rewş jî destûr dide me ku em têza xwe bi hêsanî piştrast bikin. Amedê navê bajêrê kevn û îroyîn e, Diyarbekir jî navê herêmeke berfireh e, ya ku Amedê navenda wê ye û bi deha bajar û navçe û gund di nav xwe de dihewîne. Û dîsa ev herêm, ji destpêka dagirên ereban vir ve hatîye sazkirin û ev nav heta roja me wisa maye. Di demajoyê de, navê bajêrê Amedê, ji ber ku navend û paytexta Herêma Diyarbekir bûye, kiras guherîye û di nav gel de jî wek navê bajêr be, wisa jî hatîye dubarekirin û pejirandin. Divê neyê jibîrakirin ku, ev demajoyeka 1400 salî ye û ji boyî bi hêsanî cîgirtina navekî, demeke pir dirêj e.
Der barê navê peydabûna Diyarbekir de, hin têzên balkêş jî hene. Divê em ew jî binirxînin, da ku kêmasî pêk neyê. Weke ku em dizanin, gelên Aramî (Asûrî-Kıldanî û Yaqûbî) jî, ji destpêka dagir û êrîşên Akadî û Asûrîyan ve, li Mezopotamyaya Jorîn, an ku li Bakûrê Kurdistanê bicî bûne. Hin ji wan, di serdema dagira Asûran de bi navên cuda rêxistin û emaretan jêhatî jî ava kirine (mînak li derûdora Amedê, Dewleta Bêt-Zemanî/Mala Zemanî). Lê piştî qewirandina Asûran ji hêla proto-kurdan ve, di serdema Xaldî-Ûrartû, Medî û ya Persan de, gelek ji wan li cîyê xwe mane û bûne niştecîyên Kurdistanê.Aramîyên ku li Amedê mane, piştî hatina Hz. Îsa yê pêxemberê dînê Xristîyanî, sedsala 3 û 4-an ji bawerîyên xwe yên kevnar derbasî dînê Mesîhîyê (Xristîyanî) bûne û tê zanîn ku wek civakî, yekem car e Aramî-Asûrî-Kildanî bûne Mesîhî. Li Amedê dêrên destpêkî yên Mesihî, hîn wê demê ji hêla Araman ve hatine avakirin. Yek ji wan jî,”Deyr el Bikir” e. An ku “Dêra Keçikê(Dayika Meryema). Dêreka destpêkî û kevnar e û hîn jî li ser pêyan e.Di nav Asûr û Kildanan de bawerîyek wisa heye ku, dibêjin; “navê Diyarbekir” ji navê Deyr el Bikir afirîye. Deyr el Bikir, di demajoyê de piştî Îslamê, bûye Diyarbekir….”. Ev gotin û têza wan e lê ti çavkanîyeka Asurî û Aramî ya wê demê de, di serdema aramên Mesîhî de, navê “Diyarbekir” an jî “Deyr el Bikir” ji bona pênasekirina bajêrê Amedê nîn e, nehatîye tomarîkirin. Hemû bûyernûsên Aram ên kevnar, tev de navê Amedê wek “Amed” û carna jî wek “Amîd” tomar kirîye. An ku ti bingeha vê têzê nîn e, tene di hêla dengsazî û hevdengîyê de, nêzî hev in û hew... Jixwe, çawa me got, berê ereban ev nav (Diyarbekir),ti çavkanîyê de nehatîye nivîsîn û nîn e.
Vêca, di dîroknûsîya kurdî de hin têz hene ku hewla piştrastkirina bikurdîbûna navê Diyarbekir de ne. Hin dîroknas an jî lêkolîner ên kurd dibêjin, ji ber ku Eşîra Bekiran-Bekirî li Amedê bicî bûne û li wir desthilatdar bûne, navê xwe jî li bajêr danîne. Divê bê gotin ku, di dîrokê de, ti carî eşîr-êleka kurd a bi navê Bekiran-Bekirî li Amedê desthilatdar û domînant nebûye. Eşîra Bekiran a kevnar, îro jî li Bakûrê Kurdistanê heye û navenda wan jî, di navbera Xerzan û Farqînê de ye, li derûdora Sasûnê bicî bûne. Li her alîyê Kurdistanê endamên vê eşîra kurd a kevnar heye lê em nikarin bibêjin ku li Amedê desthilatdar bûne an jî bi piranî li Amedê niştecî bûne û navê xwe jî li bajêr danîne. Ev têzeka dûrî hiş û aqilan e û ti bingeha wê nîn e. Dîsa hin lêkolînerên kurd, navê BEKIR bi pênaseya BI-KIR (BI KEVIR) ve girê didin û dibêjin ku navê Bekır bi kokê ve ji BI-KIR tê. “Diyar ê bi kir” an ku Diyarê bi kevir… Em baş dizanin ku, rast e, li Amedê û hawirdora wê kevirên reş ên volkanîk pir in û gelek avahîyên Amedê ji van keviran hatine lêkirin. Lê dîrok veya qebûl nake, ne ew çend hêsan e. Navê Kırkûk, Kırcews, Kırkêf û gelek deverên Kurdistanê, bi pênaseya KIR-ê an ku cîyê bikevir, kevirî dest pê dike lê çavkanîyên dîrokê û zanistê tiştên dinê dibêjin. Diyar û Bekir du peyvên bi erebî ne û dîrok an jî zanist bi zorê û bêbingeh nikare bê nivîsandin. Ev têz jî, ne xwedî argumentên xurt e û ti çavkanî an jî zargotin nîn e ku em ev piştrast bikin…
ENCAM
Di encama vê rêzegotarê de, bi alîkarîya çavkanî-jêderkên dîrokî û zanistî, em bi hêsanî têdigihîjin ku, navê bajêr ê Amedê, hîn berê 4 hezar salî wek Amedê, Amedî û Amedû hatîye nivîsandin û tomarîkirin. Navê Diyarbekir jî, ne wek navê bajêr, lê wek navê herêmeka berfireh, a ku Amedê jî di nav xwe de wek navenda xwe dihewîne, hatîye nivîsandin û tomarîkirin. Pênaseya Amedê, navê resen û orjînal e, lê pênaseya Diyarbekir navekî çêkirî û pênaseyeka dagirkerên ereb ên wê serdemê ye.
Ev nav (Diyarbekir), di demajoyeka 1400 salî de, bi hêsanî di zimanê gel de rûniştîye û li gel navê Amedê, wek hevwate hatîye bikaranîn û bilêvkirin. Ya rast ew e ku, mirov heqîqetên dîrokî weke ku hene, wisa jî bizanibe, wisa jî bipejirîne û pişt re jî, her kesekî bikaranîna şêwazê navan-pênaseyan de bi qîma xwe ye. Ez, pêşî wek lêkolînerekî û pişt re jî wek kurdekî xwedî hişmendîya dîroka gelê xwe, navê Amedê bi kar tînim û û vî navî pîroz ê resen ê xwedî dîrokeka hezara salan, bi serbilindî û bi kêfxweşî bi lêv dikim û ez ê her wisa bikim….
Ji lew re, zanîn destpêk û bingeha heqîqetê ye û zanîna dîrokî wisa ferman dide. ..
1-) THE ORIGINS OF THE ISLAMIC STATE, by PHILIP KHURI HITTI,– Notên Kitab Futuh el Buldan / (El Belazûrî - mirin 893) COLUMBIA UNIVERSITY LONGMANS, GREEN & CO., AGENTS London : P. S. King & Son, Ltd. – 1916
2-) Heman berhem – Çavkanîya yekemîn
3-) Heman berhem – Çavkanîya yekemîn
4-) Heman berhem – Çavkanîya yekemîn
5-) YÂKÛT el-HAMEVÎ’NİN MU‘CEMÜ’l-BÜLDÂN ADLI ESERİNDE KÜRTLER ( ÊN Kurd, di berhema Yaqût el Hemewî ya bi navê Mucem’ul Buldan de) - Seyfettin Çetin / Amedê, 2013
6-) Kitāb al-akhbār al-ṭiwāl (كتاب الاخبار الطوال), "General History" - Abū Ḥanīfah Aḥmad ibn Dāwūd Dīnawarī - Ebu Henîfe yê Dînewerî (815–896
7-) El Kamil Fi’tarih - Ibnul Esîr ê Cizîrî
8-) The History of Al Tabari, Volume 5, wergera li ingilîzî: C.E.Bosworth, University of Manchester, State University of New York Press, 1999
9-) Tarîxa Amed û Meyyafarqîn - Ibn’ul Ezraq ê Fariqî (1116 - 1176)
10-) Heman berhem- ÇAvkanîya 9an
Yorumlar
Yorum Gönder