BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (III)
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ”
BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (III)
Xerzî Xerzan
Berê vî beşî de, me li gel çavkanî û belgeyên zanistî piştrast
kir ku Mitan û Medan, hem bi nijadî, hem jî bi zimanî, erdnigarî û çandî yek
gel in û ên Med, dûhatîyên Mitan in. Beşek ji Mitan, hezarsala 3-an, ji başûrê
Gola Ûrmîyê ber bi Rojava ve hatine û li wira li gel Xorrîyên dinê,yekîneya xwe
ava kirîye, şaristanîyeke bêhempa û bajêrên teqez afirandine, li hember
dagirkeran, pozîsyona xwe ya xweparastinê wergirtine û bi vî awayî pêvajoya
dîrokî domandine. Em ê gotina paşîyê, pêşî bibêjin û dîsa li gel belge û
nivîsarên zanistî, em ê gotina xwe piştrast bikin; Yek ji wan bajêran, ên ku bi
hevkarîya Xorrî-Mitan hatîye avakirin, bêniqaş “AMEDÊ” ye. Mitan/Medan, ev
bajêr ava kirîye û navê xwe jî lê danîye. An ku, A – MED… Bajarê MED, Qada MED,
Stara MED…
Divê em pêşî berê xwe bidin serdema avakirina Amedê û sedema
avakirina wê binihêrin. Û bi vê yekê,em ê hewl bidin analîzeke baş û bêkêmasî pêk bînin. Van
salên dawîyê, li navenda Amed a kevn, di keleha navîn (hindûrîn) de bi
navê Amîdahoyuk (Xerabeya Amîda),
kolanên arkeolojîk pêk tên û ew kolan, agahîyên balkêş digihînin me. Anegorî
kolan û destketîyên dawîn, em tê digihîjin ku, li cîyê bajarê Amedê ya îroyîn,
hîn berê 5 hezar sal, an ku berê mîladê destpêka hezarsala 3-an, şopên jiyan û
niştecîbûnê peyda dibin. Piştî, bi destpêka
hezarsala diduyan, vêca şopên bajarîbûnê tên ditin (1).
Û ev tarîx (berê mîladê destpêka hezarsala 3-an), her wiha
hatin û bicîbûna Mitan bixwe ye, an ku bi van kolanên dawîn em baş fam dikin
ku, Amedê, di serdema hatina Mitan a ji Zagrosên Rojhilat ber bi Rojavayê de (destpêka
hezarsala 3-an) hatîye avakirin. Dema avabûna Amedê û hatina Mitan a li vê
herêmê, heman dem e, (binihêre-beşê yekem ê ve gotarê-Destpêk). Û dîsa
belgeyeke nivîskî ya herî kevnar a Tîjleya Jorîn, agahîyên teqez dide me, da ku
em bikaribin sedema avakirina Sûrên Amedê
û her wiha tarîxa avakirina wan û ji hêla kî ve hatine avakirin, em baş
tê bigêhin. Ew nivîsar, Kêla (Stêla) Naram Sîn ê keyê Akkadan a herî navdar e (2).
Naram Sîn (B.Z. 2254-2218), hîn sedsala 23-an a berê mîladê,
êrîşî derûdora herêma Amed a îroyîn kirîye û li gundê Pîr Hiseyna ya Amedê ya
îroyîn, li ser navê xwe kêleka (stêleka) biserketinê daye nivîsandin. Gundê Pîr
Hiseyna cîyekî dîrokî ye û ev stêla
Naram Sîn jî, berhema herî kevnar a nivîskî ye, a ku li vê herêmê hatîye dîtin.
Berê wê stêlê, di vê herêmê de ti daneyeka nivîskî nîn e. Ev jî piştrast dike
ku, berê Naram Sîn xetereya dagirkirinê nîn bûye (bi taybetî dema Sûmeran de) û
piştî vê dagirê, gelên hawirdorê teqez hewl daye ku bikaribin xwe ji êrîşan biparêzin.
Gundê Pîr Hiseyna, kêleka Amedê de dimîne û hîn wê demê, ji ber ku Stêla Naram
Sin li wira hatîye çikandin û li bajarê Amedê ya îroyîn (bi taybetî li
Amîdahoyuk) ti şop û bermahîyên dagirên Akkadan nehatîye dîtin, em dikarin bi
hêsanî bibêjin; Gel û civaka niştecî ya derûdora Amed a îroyîn, piştî êrîşî
Akkadan, ji boyî xweparastinê cîyekî ewle û star gerîyaye û ew dever jî,
dibeyeke mezin Amed a îroyîn e. Ji lew re, heger serdema dagira Naram Sîn (B.Z.
2254-2218) de, Amedê wek bajêr hebûya, Naram Sîn bê dagirkirin û talankirina wê
nedisekinîya. Û helbet, weke her tim dikir, dîsa şopeka xwe ya talanê li wira
bihişta. Wê serdemê, xuya ye ku cîyê herî berfireh û zengîn, cîyê Gundê Pîr
Hiseyna ya îroyîn bûye. Naram Sîn jî, ji boyî navê xwe bilind bike, ew dever
dagir dike û xwe wek ““Xwedî û Keyê çar kenarên cîhanê”
dide nivîsandin (3).
Der barê sûrên herî kevnar ên Amedê de, pir agahî dest me de
nîn in. Lê anegorî lêkolînan, baş tê zanîn, Amedê, wek bajêrekî bi sûr û bi
keleh, di dema Xorrî-Mitan de hatîye avakirin û sûrên herî kevnar ên Amedê dîsa
di wê demê de hatine lêkirin (4) . Pişt
re, dema Romê de, sala 330-an a piştî mîladê de, vêca Bîzansî sûrên Amedê (bi nivîsîna Albert Gabriel; “Amed
a Bajarê Xorrîyan”) berfireh kirine û piştî kedeka herî kêm 45 salî,
sûrên Amedê rewşa xwe ya îroyîn wergirtîye (5). An ku berê Xorrî-Mitan, bajêrekî bi navê
Amedê nîn e û sûrên wê yên destpêkî jî, anegorî daneyên zanistî, piştî dagira
Akkadan, an ku derûdora dawîya hezarsala 3-an a berê mîladê (2200-2000an a berê
mîladê), dîsa ji hêla Xorrî-Mitan hatine lêkirin. Ji ber ku, Mitan hêz û hoza
sereke ya Xorrîyên wê demê ne, navê xwe jî li bajêr danîne (A MÎD/MED - î) û ew
nav heta dema me wisa hatîye bilêvkirin. Û ne tenê ji hêla kurdên nevîyên
Mitan/Medan ve, ji hêla hemû dagirker, biyan û cînaran ve jî…
Daneyên zanistî, serdema avakirina Amedê ya wê demê bi hêsanî rave dikin. Mînak, Li Amîdahoyukê, dîz û firaqên herî kevnar, yên şaristanîya Nûzîyê ne (6). Ev jî piştrast dike ku, avakarên Amedê yên resen Mitan in, ji lew re, Zanyarê Rûs Diakonoff, di berhema xwe de eşkere dibêje ku makewelatê Mitan an ku Matîen ên kevnar, başûrê Gola Ûrmîyê ye (7) û Nûzî ya şaristanîya kevnar jî li heman herêmê, an ku li ba Kirkûk a îroyîn derketîye sehneya dîrokê û wek yek ji bajarên sereke yên Xorrî-Mitan tê zanîn. Heger wisa ye, û daneyên dîrokê yên zanistî wisa dibêjin, nexwe amûrên Nûzîyê, li gel Xorrî-Mitan gihîştine Amed a îroyîn û ew amûr ji hêla Xorrî- Mitan ve, li bajarê nû: “A-MED-Ê” hatine çêkirin. Weke ku Diakonoff ji boyî Mitan /Matîen) dibêje: “di destpêka hezarsala 2-an, li gel bi xwe re anîna “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê” (8), pêvajo temam dibe û ev "ronahîya Arîyanî ya Mitan", welatê Xorrîyan ronak dike û yek ji navendên wan a ronak jî “Amedê“ bixwe ye. Û anegorî destketinên kolana Amîdahoyuk-ê, dîsa em pê ewle dibin ku; bajêr di destpêkê de bi destê Mitan hatîye avakirin û niştecîyên destpêkî dîsa Mitan in, her çiqas demek kin (destpêka sedsala 13-an a berê mîladê – serdema Adad Nirari I de) di destê Asûran de mabe jî, ti şopên arkeoojîk a Asûrî ya wê demê neketîye dest, an ku nîn e. Ev jî nîşan dide ku, Asûrî tenê dagir-talan pêk anîne û li Amedê bi awayekî dirêj nemane(9). Piştî van agahîyan, em pêvajoya dîrokî ya bajarê Mitan, bajarê ronak Amedê bidomînin…
Daneyên zanistî, serdema avakirina Amedê ya wê demê bi hêsanî rave dikin. Mînak, Li Amîdahoyukê, dîz û firaqên herî kevnar, yên şaristanîya Nûzîyê ne (6). Ev jî piştrast dike ku, avakarên Amedê yên resen Mitan in, ji lew re, Zanyarê Rûs Diakonoff, di berhema xwe de eşkere dibêje ku makewelatê Mitan an ku Matîen ên kevnar, başûrê Gola Ûrmîyê ye (7) û Nûzî ya şaristanîya kevnar jî li heman herêmê, an ku li ba Kirkûk a îroyîn derketîye sehneya dîrokê û wek yek ji bajarên sereke yên Xorrî-Mitan tê zanîn. Heger wisa ye, û daneyên dîrokê yên zanistî wisa dibêjin, nexwe amûrên Nûzîyê, li gel Xorrî-Mitan gihîştine Amed a îroyîn û ew amûr ji hêla Xorrî- Mitan ve, li bajarê nû: “A-MED-Ê” hatine çêkirin. Weke ku Diakonoff ji boyî Mitan /Matîen) dibêje: “di destpêka hezarsala 2-an, li gel bi xwe re anîna “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê” (8), pêvajo temam dibe û ev "ronahîya Arîyanî ya Mitan", welatê Xorrîyan ronak dike û yek ji navendên wan a ronak jî “Amedê“ bixwe ye. Û anegorî destketinên kolana Amîdahoyuk-ê, dîsa em pê ewle dibin ku; bajêr di destpêkê de bi destê Mitan hatîye avakirin û niştecîyên destpêkî dîsa Mitan in, her çiqas demek kin (destpêka sedsala 13-an a berê mîladê – serdema Adad Nirari I de) di destê Asûran de mabe jî, ti şopên arkeoojîk a Asûrî ya wê demê neketîye dest, an ku nîn e. Ev jî nîşan dide ku, Asûrî tenê dagir-talan pêk anîne û li Amedê bi awayekî dirêj nemane(9). Piştî van agahîyan, em pêvajoya dîrokî ya bajarê Mitan, bajarê ronak Amedê bidomînin…
Dagira Akkadî ya Naram Sîn demek kin de dawî bûye lê bandora
wê nêzîkî sed sal dewam kirîye (sedsala 23-an a berê mîladê). Lê ti bermahî ji
dema Akkadan de jî dest me de nîn e, ji bilî stêla Naram Sîn a li gundê Pîr
Hiseyna, yê ku 20 km. li rojhilatê Amed a kevn (Amîdahoyuk) dimîne. Piştî
Akkadan, vêca Asûrî ev rêya talanê şopandîye û li ser bajêrê nû yê Mitan, an ku
li Amedê, seferên talanê bi rê ve birine. Sedema sereke dîsa zengînî û asta
bilind a çandî ya Mitan e. Asûrî, welatê Mitan wek “Xanîbalgat” an ku “Welatê
Gewre- Berfireh” bi nav kirîye. Ev “gewrebûn”, ji ber zengînîya Mitan bû û
Asûrî çav berdabûn wan zengînîyan. . Em vê yekê, ji belgeyên Asûrî baş fam dikin, Asûrî, di destpêka
sedsala 14-an an ku serdema navîn a Asûrî (1400-930 b.z) de, pêşî berê xwe dane
bajarên Mitan ên di warê madenan de gelekî peş de çûbûn. Di serdema Adad Nirari I de, artêşên dagirker
ên Asûrî êrîşî “Welatê Jor” dikin û Adad Nîrarî (1295-1264 b.z), di nivîsarên xwe yên pesindanîyê de, bi
quretî dagirkirin-talankirina xwe ya herêma Xanîbalgat-Mitan an ku Tîjleya
jorîn qeyd dike (10). Û bajarê Amedê
ya kevn jî li vê herêmê cîyê xwe digire. Adad Nirari I, dema Amed zevt kirîye,
li ser şûrekî navê Amîdê an jî Amedê daye nivîsar (11). Ev nivîsar, belgeya yekemîn e, a ku navê Amedê tê de dibore.
Ji daneyên arkeolojîk em fam dikin ku, piştî dagirkirina Adad Nirari I, nêzîkî
dused sal li Amedê şopên bajarî nayên xuyan. Ev jî wateya, talankirin û
xerakirina bajêr e. Asûrî tiştekî ecêb anîne li ser bajêr û her wiha gelê wê,
an ku Mitan. Ji xwe piştî vê tarîxê, Mitan li vê herêmê ji holê radibin û dîsa anegorî daneyên dîrokî
û nivîsarên keyên Asûrî (Asurnasirpal II û Salmanasser III – çavkanîya 11 û
12-an), berê xwe didin çiyayên xwe yên asê, an ku ber bi rojhilat ve dikişin,
li makewelatê xwe, li Zagros û Torosan, li derûdora Gola Ûrmîyê û Nûzîya kevnar
(Kirkûka îroyîn), vêca bi navê Mîd-Mad-Med, jiyana xwe didomînin. Lê helbet ev
pêvajo pir dewam nake û dîrok li benda lehengên xwe dimîne...
Navê Amedê cara yekem li ser şûrê Adad Nirari (1295-1264
b.z) bi nivîskî xuya dibe. Ew dem, serdema Mitan e. Mitan wê serdemê, li Amedê,
li bajarê xwe yê bisûr û bibeden û bikeleh niştecî ne û pêvajoyeke herî kêm 800
salî (ji destpêka hezarsala 2-an heta 1295-an b.z) li herêma Amedê û li welatê
xwe seranser desthilatdar in. Bi dagira Asûran têk diçin û bajarê Amedê jî
(weke ku Adad Nirarî I bi nav dike) dikeve destê Asûran. Piştî vê dagirê, êl û
eşîrên Aramî-Asûrî ber bi jor ve dikişin û welatê Mitan seranser dagir dikin.
Hin êlên aram, dewletên nû li ser axa Mitan ava dikin. Asûr jî rê didine vê
rewşê û Mitan (Medan), çawa me got ber bi Zagrosan ve dikişin û amadehîya demê
pêş dikin. Lê hin şopên biçûk ên serhildanê li hember asûran, hîn wê demê rû
didin. Li vir divê, em li ser xaleka girîng bisekinin. Amedê, ji hêla keyê Asûr
Tiglat Pilaser I (1114-175 b.z.) ve careka dinê tê xerakirin. Tiglat Pilaser I,
di nivîsara xwe de vêca behsa herêmeka bi navê “AMADANÛ” dike û dibêje
li wir, ewî bi dehan keyanîyên Naîrî û Mitan têk birîye, rez û baxçeyên wan
talan kirîye û serê gelekan jê kirîye (12).
Ev devera Amadanû, piştî Tiglat
Pilaser I jî, di nivîsarên keyên Asûr de gelek car dibore û gorî lêkolînên me
yên di vî warî de, em dikarin bi hêsanî bibêjin, ew devera Amadanû, herêma di
nav bera Maden a Xarpêtê û Erxenîya Amedê ya îroyîn de cîyê xwe digire. Ji lew
re, dema behsa Amadanû tê kirin, ne wek navê bajarekî, lê navê herêmekî (bi
ingilîzî “land Amadanû”) hatîye nivîsandin. Û dîsa, di nivîsarên
Asurnasirbal II de, navê wê deverê, wek “Dergeh-Derbenda Amadanû/Amadanî” û
wek “Çiyayê
Amadanû” jî hatîye qeydkirin û erdnigarîya wê di navbera Maden a îroyîn
û Erxenî ya îroyîn de cî digire(Erxenî wek ARQANÎA hatîye nivîsîn- binihêre
çavkanîya 12-an û 13-an)..
Û ew dewletên Aramî yên piştî Mitan bûne
desthilatdar-dagirkerên Amedê… Yek ji wan dewletên aramî, Dewleta Bêt-Zamanî
(Mala Zemanî) ye. Bêt Zamanî, sedsala 10-an a berê mîladê, Amedê ji boyî xwe wek navend hildibijêrin û
herêma Amedê bi tevahî kontrol dikin. Amedê, weke ku navê xwe yê resen (Amedî)
dibe peytexta Bêt-Zamanî. Ji wê demê, destê me de agahîyên berfireh hene û di
nivîsarên Asûrî de navê Amedê, wek AMEDÎ hatîye nivîsandin. Û ne bi carekê, bi
dehan car (dîsa binihêre çavkanîya 12-an û 13-an)…
Li vira xala girîng
ew e ku, ne weke AMÎD, AMÎDA lê tenê û bi yekşewazî, wek AMEDÎ û AMEDÊ hatîye
nivîsandin(13).. Weke ku, tenê ên
kurd do jî wiha bi lêv kirine, îro jî wiha bi lêv dikin, wisa bang li “bajarê
xwe” dikin. Belge, yên asûran e, nivîsar,
ên wan e lê bajêr hîn berê hatina Asûran 2 hezar sal hatîye avakirin û hîn berê
wan hezar sal jî dest bi çalakîyên xwe yên şaristanî kirîye. Ev tev de di belgeyên
dîrokî de hene, navê bajêr, ji wê demê ve xuya ye, bi mercên kurdîya îroyîn, A
MEDAN e, weke ku Asûrî nivîsîne “A MAD
AN e – A MED Δ ye, pişt re jî bûye “A MED Ê”,
ev tenê nûanseke yekjimar-pirjimarî û şêwaza tewandinê ye. Û dîsa bi zimanê kurdîya îroyîn
e, bi zimanê Medî yê kevnar e. Ev taybetmendî, di hêla gramer û daçek-pêvekan de xwe bi hêsanî dide
der. Ne peyveke an jî daçek-pêvekên samî ye, xwerû zimanê Îndo-Ewropî ye. An ku
heman ziman e. Mijar, ji boyî kesên pispor, hêsan e û têgihîştina wê hêsantir
e. Ji lew re, di dîroknûsîya giştî ya
serdema Asûrî de, di hêlên etîmolojî û erdnigarîyê de; URU Amēdi : wek “Bajarê Amed a îroyîn”, KUR
Arqania: “Herêma Erxenî ya îroyîn” û
KUR Amādan jî “ Herêma Maden a Xarpêtê ya îroyîn, ya kul i rex
Erxenîyê ye” tê qebûlkirin.
Ev pênase tev de, li gel daneyên erdnigarî û hebûna cewherên
zengîn ên madenî li wira, karê me hêsan dike û çawa ku me li beşê 2-an a vê gotarê
de gelek behsa wê kirîye (14), ev
dever ji ber ku warê cewherên zengîn ên madenî bûye û Mitan bi bikaranîna van
madenan bi ser ketine, vêca pêşî Akkad û dû re Asûrî berê xwe daye vê deverê û
xwestine ev herêm dagir û talan bikin. Û piştî têkbirina Mitan, ev dever ketîye
destê Asûran û pişt re jî li gel koçên êlên asûr û aramî, dewletên biçûk ên
aramî hatine damezrandin (li Amedê Bêt Zamanî). Lê navê Amedê her weke xwe
dimîne û her wiha herêma zengîn “Amadanû”
jî…
Li vir pirsek dertê holê, gelo peyva MADEN-ê, ya ku di
zimanê erebî û tirkî de heman wateyê dide, koka xwe ne ji navê vê herêmê
digire, an ku Amadanû û Amedê weke ku me got, du deverên hêja yên madenkarîyê
ne û dibeyeke mezin, dema asûr û aram ev
herêmana dagir dikin, dest datînin li ser madenan û ji wê rojê vir ve, “navdêra
Maden-ê” bi wateya xwe ya îroyîn dikeve zimanê wan.? Û dîsa pirsek e, gelo navê
MAD, MED Û MÎD, koka xwe ji vê pêyve (Mad-en) negirtîye.? Ji lew re, çawa me got
navê resen ê Mitan û Medan, MATÎEN/MADÎEN (çavkanîya 7-an) e û peyva Mad/en-ê
jî, ji heman kokê ve bi hêsanî dikare were. Med û Mad û Mid an ku Madîen ê
kevnar, wek karê sereke, madenkar in, hesinkar in… Di zimanê Mid û Medan de, ne
dûrî aqilan e ku, ev peyva “MAD-T” wateya
“hesinkar-madenkar” an jî wateya “Maden-ê” nede. Daneyên zanistî, bi me wisa
ferman dide lê ev qada etîmolojîyê ye û em ê ev pirs, ji zanyarên kurd ên
etîmolojîyê ve mijûl in, bihêlin.
Jixwe disa divê em
destnîşan bikin ku, hîn berê de, hîn sedsala 9-an a berê mîladê de, ên Med di dîroka
nivîskî de yekemcar bi navê “A-MAD-Δxuya dibin û ev pênase li gel pênaseya “Amadan
û Amedê” watedartir dibe (15). Ew dem, dema hatina araman li welatê Mitan e. Ev tev de pirs in û helbet bersiva wan heye. Her
wiha navê herêm û bajêrên ku Mitan ava kirine , mîna “A MAD AN, - A MED Ê-Î, - A MÛD Ê-Î (Amûdê), - MID ÎADÊ (Midyadê)” û yên
Med/Madan; “HA MED AN, A MED Î YÊ”, wek ku xweş xuya ye; di kokê de
hemwate ne, yek in. Ji ber ku Med/Mad,
bi dîroka xwe serwext bûn; navê paytexta xwe Hamedan (li ba Herodot Hegmadana)
danîne, dîsa weke navê“A mad an-ê
“ ya kevnar, bajar û herêma bavûkalên xwe… Navê bajêrekî xwe yê dinê jî “AMADÎA
– îro Amedîyê” danîne, heman navê A MED Î (Amedê) ya kevnar (16).
Navê paytexta Medan pir grîng e, ji lew re, berê avakirina
vê paytextê, 6 sedsal berê, bajêreka girîng a dinê bi heman navê li herêma
Mitan bi navê AMADAN (binihêre çavkanîya 13-an) heye. Vêca
ev bajêr (Hamedan), li rojhilatê Kurdistana îroyîn e, di navenda Medên paşî de ye,
yên ku ji derûdora Amedê-Amadanê, berê 6 sal ji destê asûr-araman fermalû bûne..
Du herêm-bajêr bi navê Amadan – Hamadan û du bajêr bi navê “Amedê
– Amedîyê”…. Yek ya kevn, yek ya nû... Bi heman navî... Balkêş e û her wiha rastîya dîrokî ye…
Pêvajoya dîrokî ya MADÎÊN kevnar, MITAN-MADÎEN ên serdema Xorrî-Mitan û Medên serdema Key
Dîyako yê avakarê Konfederasyona êlan a MEDÎ/MADÎ… Pêvajoyeka domdar, zêrîn…
Û ev nav ne tenê navê herêm an bajêran e, navê netewa wan bixwe ye jî….
Weke Mitan, Madîen kevnar… Weke Mid û Mad û Med.. Bê navber, dîroka 5 hezar salî ya nivîskî û belkî hîn zûtir… Ewan
jî bajêrên ku ava kirine, navê xwe lê danîne, Medên nevîyên Mitan jî… Heman
nav, heman kok, heman hunera madenkarî-hesinkarî, xwedîkirina hespan… Tev de serdemeka zêrîn ji me re qise dikin.
Heta vêga, me hewl da, ku koka navê Amedê zelal bikin, bi vê
yekê dîroka veşartî ronak bikin û piştî vê zelalkirinê, em ê berê xwe bidin
serdema Bîzansî û pişt re jî serdema Îslamê… Em ê li wir jî, bikevine pey şopa
navê Amedê yê piştî; Diyarbekir, û em ê dest bi analîza
vê navê “çêkirî” û navên din ên “ecêb û dûrî zanistî” bikin….
Dê bidome…..
___________________
ÇAVKANÎ
(1) MERSIN
UNIVERSITY PUBLICATIONS OF THE RESEARCH CENTER OF CILICIAN ARCHAEOLOGY
(KAAM)-XXIII (The Earliest Settlement of the City of Diyarbakır: Amida Höyük at
İçkale - A. Tuba Ökse/ 2015)
(2) Kêleke
(Stêleke) biserketinê ya Naram Sîn (sedsala 23-an a berê mîladê) ê keyê
Akkadan, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê sala 1893-an hatîye dîtin û îro li
Stenbolê, di Mûzeya Berhemên Kevnar ên
Rojhilatê de ye.
(3) Çavkanîya 2-an
(4) Histoire de
l'Arménie, Rene Grousset, Paris, 1947 / Dîroka Ermen, Parîs, 1947 – wergera bi
tirkî Weşanên Aras – 2005
(5) Rêwitîyên
Arkeolojîk li Rojhilatê Tirkî, lêkolîn, Albert Gabriel
(6) Çavkanîya
1-em, rûpel 60-61
(7) Evidence on the
Ethnic Division of the Hurrians / I. M. DlAKONOFF Institut Vostokovodenija
Leningrad, U.S.S.R
(8) Çavkanîya
7-an
(9) Çavkanîya
1-em, rûpel 61-62
(10) The
Archaeology of Political Spaces , The Upper Mesopotamian Piedmont in the Second
Millennium BCE, Edited by Dominik Bonatz, 2014, Berlin – rûpel 72
(11) ANITLARI VE
KİTABELERİ İLE DİYARBAKIR TARİHİ - CİLT 1, Şevket Beysanoğlu, Şaredarîya Amedê,
1996
(12) THE ROYAL
INSC IPTIONS OF MESOPOTAMIA ASSYRIAN PERIODS / VOLUME 2 / ASSYRIAN RULERS OF
THE EARLY FIRST MILLENNIUM BC I, (1114-859 BC), A. KIRK GRAYSON, University of
Toronto Press, 1991., rûpel 20-21.
(13) çavkanîya
12-an, rûpel 218-219-220. , Her wiha nivîsarên Tukulti Ninurta II Û yên Salmanassar
III
(15) AH, ASSYRIA ... STUDIES IN
ASSYRIAN HISTORY AND
ANCIENT NEAR EASTERN HISTORIOGRAPHY PRESENTED
TO HAYIM TADMOR, EDITED
BY MORDECHAI COGAN AND
ISRAEL EPH'AL, Gotara The Cities of Medes,
I.M. DlAKONOFF / PUBLICATIONS OF THE
HEBREW UNIVERSITY OF JERUSALEM – 1991
(16) Çavkanîya
15-an, heman gotar
Yorumlar
Yorum Gönder