Ji Horrîyan heta Medan, pêşîyên kurdan – ên protokurd (B.Z. 3000 – B.Z. 550)



“Erdnigarîya Kurdistanê û zimanê kurdî, ji bo mirovahîyê laboratûarên zindî ne…”

1-) Şaristanîya Horrî (Xorrî-Hûrrî)

Piştî pêvajoya çanda Helef, li Kurdistanê di hezarsala 4-emîn de pêvajoyeke nû ji hêla Horrîyan, ên ku wek proto-kurd tên pênasekirin, dest pê dike. Horrî ne wek êl, qewm an jî dewlet, lê divê wek navê şaristanîyekê bê zanîn û nirxandin. Ji lew re biçûk û mezin, bi dehan dewletên bajarî, padşahîyên mezin ava kirine. Hatîye piştrastkirin ku, hemû êlên sîstemên çiyayên Toros û Zagrosan di bin bandora çanda Horrîyan de mane û heta vêga jî ziman û şaristanîya Horrîyan di nav çanda van qewm û gelan de bi awayekî zindî dijî.

Otorîteyên navdar navê Horrîyan bi zimanê Sûmeran ve girê didin. Hor, Ur an jî Ur di zimanê Sûmeran de wateya bilindahî, an jî gir dide. Hor-rî maneya kesê ku ji bilindahî tê ye, an ku kesê çiyayî ye. Di kurdîya nûjen de ev pênase wek “ JOR-JORΔ tê bikaranîn. Li vira divê bê gotin ku; hemû şaristanîyên Mezopotamyaya jêrin - başûr, qewmên Mezopotamyayê jorîn - bakûr an ku gelên Kurdistana îroyîn wek “ Hor-rî, Kur-tî, Ko-tî an jî Gu-tî “ bi nav kirîye. Ev her çar gotin jî hemwate ne û dîsa wateya ”çiyayî” an jî “jorî” didin.

Sedema vê yekê ew e ku, ev qewmên “jorî” ji bilindahîyên Toros, Zagros û Kavkasan, ber bi jêr ve dihatin. Lê sedema herîkîna ber bi jêr ve ne dagirkirin, lê xweparastin bû. Lewra gelek êrîşên Sumer, Asûr û Akadan ber bi bakûr ve çêdibû û ev dewletên koledar dem bi dem ji bo koledarî berê xwe didan gelên jorîn, anku Horrî û Gutîyan û dixwestîn ji nav wan bo xwe koleyên nû û jêhatî bi dest bixin. Û ev qewmên çiyayî jî, ji bo xweparastinê li ber  xwe dida. Zimanê van qewman jî wek  zimanê “ Horrî” dihat zanîn, ev ziman bi hevkarîya zimanên Kavkasî û Arî pêk dihat. Lewra, beşek ji Horrîyan, ji Kavkasan bi Mezopotamyayê jorîn û Zagrosan ve berjêr bûne û bi Horrîyên Toros û Zagrosan re yekitîya xwe ava kirîye.

Ji ber vê yekîtîya zexm û xurt, gelek dewlet û padşahî ava kirine û her wiha dîsa yekîneya xwe li gel qewmên Arî weke Mitanîyan ava kirine û împeretorîyên bihêz û domînant jî li ser axa Kurdistanê damezirandine.

Rêxistinên Gûtî, Horrî-Mitanî, Ûrartû û Med wek mînak dikarin bên nîşandayîn. Gelek niqaş li ser zimanê Horrî tê kirin lê dîsa divê bê gotin ku, Horrî şaristanîyek berfireh, kozmopolît û homojen e, ji ber vê yekê dem bi dem anegorî êlên desthilatdar zimanê wan jî rojane dibe, diguhere û li gel dewlemendîyên xwezayî a dîrokê, xwe nû û zengîn dike… Û ew dewlemendîya ku tev li warê mezin dibe, xwezayîya xwe diparêze û zimanê kurdî yê nûjen jî îsbata vê yekê ye…

Bi hêsanî divê bê gotin ku, çanda Arî, tim û daîm bandora desthilatdarîya xwe xweş nîşan dide û di pêvajoya dîrokê de jî eşkere ye ku di dawîn de çanda hemû Horrîyan di nav çanda Arî de dihele, a ku ew çand ji çanda Arî ne pir dûr e...

Gelên desthilatdar ên demên xwe weke Gutî, Lulu, Mitanî, Ûrartû, Med û Persan, dipeytînin ku çanda Arî ji hemû çandên din zexmtir û eşkeretir bandora xwe nîşan dide. Rewşa zimanê kurdî, farisî û zaraveyên van her du zimanên sereke û her wiha çanda Arî ya ku vêga jî zindî ye, piştrastkirina vê têzê ye.



2-)GÛTÎ – KÛTΠ
Gûtîyan, di hezarsala 3-em de ji herêma Zagrosan ber bi Mezopotamyaya jorîn ve êl bi êl hatine. Li wira bi cih bûne gelek êrîşên dijwar li ser dewletên Sûmer û Akadan birine. Sedema sereke ya van êrîşan, weke ku li beşê Horrîyan hate gotin, xweparastin bû. Li hember koledarî serhildan bû. Sûmer Û Akad, Gûtîyan wek “ mar û dûpişkên çiyê – xwedî û efendîyên çiyê “ bi nav kirîye û tirsa xwe ji hêza wan neveşartîye. Di zimanê Sûmeran de Kur, Ko an jî Go wateya çiyê ye û –tî jî pêvekek e. Kur-tî, Go-tî an jî Ko-tî wateya çiyayî ye. Di zarava kirmanckî ya kurdî de jî "KO" wateya "ÇIYA"-yê zarava kurmancî dide. Pêwendîyeke xurt di nav bera peyvên Kurt-tî û Ko-tî û Gû-tî de heye.

Di salên 2800-an(B.Z.) de, Qral Kamassî ê Gûtî hemû êl û eşîrên Gûtîyan da hev û rêxistineke bihêz ava kir. Bi vê yekê dewleta Horrîya a yekem bi navê Gûtî ava bû. Sumer û Akad ji ber êrîşên Gûtîyan bêçar man û dest ji êrîşên xwe yên ber bi bakûrê Mezopotamyayê ve berdan. Li vira divê bê gotin ku, Gûtî ne ji bo êrîş û talanê, lê ji bo xweparastina li hember dewletên koledar û împeryalîst şer dikirin. Lewra Mezopotamya jêrîn weke ya jorîn ne berdar û dewlemend bû û sedema şerên Gûtî – Sûmer û Akadan ji ber parastina axa Gûtîyan li hember mêtînger-kolonyalîstan bû.

Zimanê Gûtîyan zimanek Arî bû û berîya 5 hezar sal, wek qewmeke proto-kurd li Kurdistanê dijîyan. Di tabletên Sumeran de 21 qralên Gûtî hatine nivîsandin û qralê wan ê dawîn jî “ Tîrîgan “ e. Kurdîya îroyîn de peyvên tîr û tîrîgan-tîrvan hê jî hene û tên bikaranîn.

Gûtî nêzî 125 sal desthilatdarîya xwe a li welatên Sûmer û Akadan domandîye. Piştî Sûmeran, di dema Dewleta UR de Gûtî dişkên û ber bi bakûr ve, anku welatê xwe ve vedikişin, tev li hemnijadên xwe dibin. Xala giring ev e ku, hemû dîroknas peyvên Gûtî-Kotî û Kur-tî wek hemvate bi kar tînin.

3-)LULU (LOLO)
Lulu yek ji êlên Zagrosî yên proto-kurd e. Pêwendîyên wan li gel Gûtîyan hene û ew jî ji Zagrosan, ji Silêmanîya îroyîn dertên û ber bi başûr ve dimeşin. Divê dîroka wan jî bi Gûtîyan ve bê girêdan lewra hemû taybetîyên wan weke hev e. Zimanê wan jî Arî ye û bi taybetî Asûrî di tabletên xwe de berfirehî qala wan dikin. Tê nivîsandin ku, di sedsala 18-em (B.Z) de, hin qralên Asûrî nijadLulu bûn. Ev yek, piştrastkirina destlihatdarîya demî ya Luluyan li ser Asûrîyan e. Dîrokzanên kurd, Luluyan wek bav û kalên kurdên Lorî bi nav dikin û anegorî erdnigarî û dîrokê jî, ev yek nêzî hiş û aqilan e.

4-)KASSÎ (KAŞÎ)
Kassî jî wek Gûtî û Luluyan ji herêma Zagros in. Di Kermanşahê de bi cih bûne û piştî ber bi rojhilatê Babilê ve meşîyane. Di sedsala 18-em (B.Z) de, Babil-Kalde dagir dikin û dewletek bi navê Kard-ûn-yaş ava dikin. 600 sal hikim dikin û piştî têkçûna xwe dîsa ber bi Zagrosan ve vedikişin. Dema Axamenîş û Romîyan de jî navê wan dibore û vêga jî li Lorîstanê, wek kurdên Rojhilat bi cih in. Navê êl û eşîra wan jî Kassa-yî ye.

5-)SUBARU (SOBARÎ)
Sobarî navê êleke Horrî ye. Anku Horrî bixwe ne. Hin şaristanî û dewlet, Horrîyan wek Sobarî bi nav kirîye. Navê wan û peyva Suwarî ya kurdî dişibe hev û hêjayî gotinê ye ku, artêşên wan bi piranî ji suwarîyan pêk dihat. Binavkirina wan ji hêla Asûrîyan ve wek “ Subarî “ dibe ku ji peyva “ Suwarî “ bêt. Ji Amanosan heta Mêrdînê û Hewlêrê bi cih bûne. Di dema Sumeran de navê Horrî derbasdar e lê di dema Asûrîyan de bêtir navê Sobarî tê bikaranîn. Li Sûrîye, li Bakûrê Kurdistanê yê îroyîn û Mezopotamya şaristanîyek bi navê Sobarî ava kirine. Sobarî li gel Asûrîyan şerên dijwar pêk anîne û piştî, tev li Naîrîyên Arî bûne. Hinek ji wan jî tev li Mitanîyên Arî bûne.

6-) MÎTANÎ



Li jor tê piştrastkirin ku Xorrîd ji destpêka dîrokê ve anku ji demên neolîtîk heta dema me ya îroyîn, li Kurdistanê bi cih in û ji tu deverê ber bi Kurdistanê ve nehatine. Bi gotineke rasttir gelê xwecih û resen ê Kurdistanê Xorrîd in û bi navên curbicur di her çar hêlên Kurdistanê de rêxistin û konfederasyonên bihêz û birêkûpêk ava kirine. Yek ji van rêxistinan jî Mîtanî ye û li bakur û rojavayê Kurdistanê ava bûye. Lê bi taybetî li erdnîgarîya îroyîn a Rojavayê Kurdistanê…

Derûdora berî zayînê bi 1500 salî, qewmên Xorrîd ji ber êrîşên Hattî(Hîtît), Misirê û Asûran, hêzên xwe yên ewil winda kiribûn û dîsa wekî dewletên bajarî, êl û eşîrî dijîyan. Anegorî hin dîroknasan, Mîtanî yek ji şaxên gelê Sobarî yan jî Kasî bûn. Êl û eşîrên Xorrîd û Arî dan hev, berhev kirin û rêxistineke bihêz û mezin ava kirin. Di pêşî de navê wan wekî Xorrî-Mîtanî hatiye nivîsîn lê piştî demeke kin, bi tenê wekî Mîtanî hatiye tomarkirin. Sedema vê jî ev e ku, anegorî lêkolînan, Mîtanî ne navê gel bû, lê navê malbat-eşîra desthilatdar a rêxistinê bû. Mîtanî nijadArî ne û ev taybetmendîya wan jî hatiye destnîşankirin.

Mîtanî rêxistina yekem e ku çanda Arî di desthilatdarîya rêxistinê de xweş xuya dike û bandora xwe nîşan dide. Êla desthilatdar cara yekem e ku nijadArî ye û îcar êlên Xorrîd/Sobarî li hawirdora vê desthilatdarîyê kom bûne. Navenda Mîtanîyan derûdora Mêrdîn, Nisêbîn, Amed, Riha, Serê Kanîyê, Minbic, Heleb û Şehbayê ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peyetexta wan “Waşûkanî” ye. Waşûkanî di Kurdîya îroyîn de wateya Başkanî, Xweşkanî, Weşkanî, an ku kanîya xweş û baş dide. Dîsa anegorî lêkolînên dawîn, hatiye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê erdnîgarîya îroyîn a Serê Kanîyê de ava bûye. Girê Helefê yê dîrokî jî nêzî vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexim di navbera Çanda Helefê, Perestgeha Xerabreşkê û Mîtanîyan de heye.

Mîtanî xwedî bawerîyên kevin ên Arîyanî ne û di peyam û nameyan wan ên ku hatine dîtin de, navên Xweda-Xwedawendên bawerîyên wan ên kevnar hatine xwendin û ew nav navên Xweda û ferîşteyên bawerîyên çanda Arî ne. Her weha navên keyên wan jî bi zimanê Arî ne. Ev tev piştrast dikin ku Mîtanî yek jî êlên proto-Kurd in û dîsa li hemberî dewletên koledar ên wekî Misirî û Asûr têkoşîyane. Dewletên mezin ên wê demê yên Misirî, Hattî û Asûran bûn. Şerê wan li gel Asûran û Hattîyan pir bûn lê li gel Misirê pêwendîyên baş û aştîyane danîbûn. Keybanûyên Misirê yên binavûdeng ên wekî Nefertîtî û Nefertarî bi esilê xwe dotên keyên Mîtanî bûn.

Mîtanî yekem rêxistin û birêveberîya êlên Arî ya berfireh e. Her çi qas wekî Medan bibandor nebûne jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku êlên Arî cara yekem li bin sîwana Mîtanîyan wekî konfederasyonekê kom bûne. Malbata desthilatdar Arî ye û her weha xelkên girêdayî jî bi piranî Arî ne. Ji Zagrosan heta Toros û Amanosan desthilatdar bûn û wekî Sobarîyan di warê hespajotinê an ku siwarîyê de bi pêş ketibûn. Di warê hesinkarîyê de jî bi pêş ve çûbûn. Hattîyan (Hîtît)hesinkarîya wan mînak girtibû. Misirî jî ji Mîtanîyan fêr bûn ku erebeyên şer ên ku bi hespan dihatin ajotin çêkin. Ji derûdora salên 1500yî heta derûdora salên 1270yî yênB.Z, wan nêzî 250 salan hikim kiriye û di dawîn de ji hêla Asûran ve hatin têkbirin.

Asûran Mîtan wekî “Xanîbalgat” û Misirî jî wan wekî “Naîrî” an ku xelkê çeman bi nav dikirin. Piştî rûxandina wan, îcar wan jîyana xwe bi navê Naîrîyan li ser axa xwe ya kevnar domand…

7-)HÎKSOS



Hîksos yek ji êlên Horrî-Mitanî ye, a ku di destpêka 1750-an (B.Z) de, ji Mezopotamya Jorîn ber bi Misrê ve herikîne. Sedema koça wan zext û zordarîya Hattîyan (Hîtît) bûye. Anegorî zanîna dîroknasîyê, ev êl li gel çekên xwe ên hesinî, hespên xwe yên bihêz û erebeyên xwe ên şer, ên ku bi hespan dihatin ajotin gelek serketinên mezin bi dest dixin û dewleta Misrê 150-200 salên dirêj dagir dikin. Wateya Hîk-Sos di zimanê Misrîyan de “mezinên welatên çiyayî “ û “hikimdarên biyanî “ dide.

Ev yek, weke bikaranîna pênaseyên Horrî an jî Kur-tî ye. Hevvate ne. Di zimanê Sûmer û Asûrî de proto-kurd wek Horrî, Gu-tî, Kur-tî û Ko-tî hatîye binavkirin û Misrî jî anegorî zimanê xwe ji wan re gotine“ Hîk-Sos”. Wate yek e. Hemû dîroknasên xwedî otorîte, Hîksosan wek êleke Arî pênase dike û wan wek şaxeke Horrî-Mîtanîyan dinivîse..

Hîksos bi hatina xwe a ber bi Misirê ve, bi xwe re hesp, erebeyên hespî yên şer, çek – mertalên hesin jî anîn û Misirî jî ev zengînîyan bi saya Hîksosan nas kirin. Misirî bi Hîksosan van dewlemendîyan hesîyane û bi taybetî di warê hespajotinê de sûd wergirtine û piştî têkçûna Hîksosan, van hêjayîyan ew bixwe bi kar anîne. Lewra hem di warê hespan de, hem jî çekên hesinî de Misirî li paş mabûn û bi saya Hîksosan van tiştana dîtine û bi kar anîne. Her wiha, bi vî awayî di şer û pevçûnan de bi pêş ketine.

Weke din, tê nivîsandin ku, dîsa Hîksos cara yekem amûrên çandinîyê jî li Misirê bi kar anîn û ev yek jî fêrî Misirîyan kir… Her wiha kanalên nû yên avê jî vedan û bi vê yekê jî Misirî salê du car zad hilanîn. Bi kurtî gelek taybetmendîyên xwe yên çandî fêrî Misirîyan kirin. Derûdora 1600-an (B.Z.) desthilatdarîya xwe winda kirin lê jiyana xwe a li Misirê domandin…

8-)NAÎRÎ


Piştî têkçûna Mitanîyan, êl û eşîrên Arî ji hev belav bûn û di Zagrosan de bi navê Med, li Dersim, Serhed û Botan de jî bi navê Naîrî jiyana xwe domandin. Naîrî bi zimanê Misirî û Asûrî wateya welatê avî, warê avan, çeman dide. Ji zimanê Misirî derbasî Asûrî bûye lewra berê de, Misirî di peymanên xwe û Mitanîyan de, Mitanî wek Naîrî jî nivîsandine. An ku Naîrî dûhatîyên Mitanî ne.

Di dema Naîrîyan de, di navbera salên 1200-an û 900-an de an ku ew dema 300 salî de, pêvajoya zayîna qewmê yekgirtî ya Arî, ê ku bi wateya îroyîn “ gelê Kurd”, dest pê dike. Netewebûn temam dibe û êdî çanda Arî bi tevahî qewmên Horrî û Arî dike yek. Her çi qas çanda Horrî di nav çanda Arî de helîyabe jî, dîsa gotina jiholêrabûna ziman û çanda Horrî ne di cih de ye. Ya rast ev e ku, ev her du çand bi hev re çandek nû diafrînin lê bandora çanda Arî xurttir xuya dike.

Sedema vê a civakî û helbet xwedîbûna desthilatdarî gelek e. Lew ra ji Mitanîyan pê ve, em dibînin ku desthilatdarîya konfederal bi giştî di destê êlên Arî de dimîne. Em dikarin bibêjin ku, ev pêvajo bi Mitanîyan dest pê kir û di dema Naîrîyan de gihîşte asta herî jorîn. Di vê dema 300 salî de (1200-900) gelên Arî, yên ku ji Zagrosan û Kavkasan ber bi Mezopotamyaya jorîn ve hatin û bi êlên Horrî re tevlihev bûn, “ gelê kurd “ ê îroyîn afirand.

Xerîteya Kurdistana îroyîn jî, hem nijadî, hem zimanî û dîrokî û ya giringtir bi zimanî di vê demê de ava dibe. Yekitîya ziman, çand û armanc an ku serhildanên li hember koledarî, ên ku bi Gûtîyan dest pê kiribû, bi Naîrîyan dewam dike û piştî bi Xaldî (Ûrartû) ve didome û bi destê Medan digîhîje asta herî jor û doz temam dibe.

Naîrî ji 1200-an heta 900-an li hember dagirên Asûrî li ber xwe didin, lê Asûrî Naîrîyan wek wesalên(bindestên) xwe li dewleta xwe ve girê didin û dîsa anegorî tabletên Asûrî gelek serhildanên Naîrîyan pêk tên. Ev helwest divê wek nepejirandina koledarîyê bê xwendin.

Mînak, di tabletên Asûrî ên wê demê de, an ku di dema Tîglat-Pîlaser (1098-1068) de tê gotin ku; “ Min li çiyayên Azzû, li gel qewmek bi navê Kur-tî-e şer kir. Ev welat, welatê Zû-ê ye anku yek ji beşên Naîrî ye ” .

Di tabletê de tê gotin ku, ev qewm şervan bû û Asûrî têk çûn. Çiyayên Azzû çiyayên Hezzû (Batmanê) yên îroyîn e û Kur-tî-e jî yek ji êlên Naîrî ne. Ev yek jî ji bo îsbatê bes e. Piştî van serhildanan, êlên Naîrî an ku kurdên bindest, di bin sîwana rêxistina XALDA-ÛRARTÛ de, konfederasyonek ava dikin û ji bindestîyê rizgar dibin.



9-) XALDA- BIANÎ (ÛRARTÛ)

Weke berê de hate gotin, Rêxistina Xalda an jî Ûrartû di sedsala 9-em de ji hêla êlên Naîrî ve hate damezirandin. Armanc rizgarbûna ji pergala dagirkerî û mêtîngerîyê bû û ev êlên Naîrî yekbûna xwe ava kir û bi vî awayî bi ser ket. Wan dewletek bihêz û berfireh ava kir û li piranîya Kurdistana îroyîn bûn desthilatdar.

Navê dewleta wan, ji ber navê yekxwedayê wan XALDA, wek XALDA, navê wan jî wek XALDA-Î (XALDÎ) hatîye nivîsandin. Anku ew xwe wek “gelê Xalda” bi nav kirîye. Hin belgeyên kevnar de tê dîtin ku her wiha ji xwe re gotine “Bianî”. An ku BAN-Î.. Ban jî di kurdîya îroyîn de wateya bilindahî dide…

Lê weke ku di Tewratê de hatîye nivîsandin, biyanî û êlên cînar wan wek ÛRARTÛ anku welatê bilind bi nav kirîye. ARARAT jî, ji vî navî tê. Lewra UR di zimanê Sumeran de wateya bilindahî û gir dide. Ûrartû jî wateya welatê bilind dide. Xaldî di bilindahîyên Serhedê û Botan de bi cih bûn, lewma jî wiha hatine binavkirin.

Peytexta wan di pêşî de Melazgir û piştî jî wek Tûşpa tê zanîn lê anegorî lêkolînên dawîn ên zanyar Charles Burney, ê ku di warê lêgerînên Xalda-Ûrartû de otorîteyê herî navdar e, peytexta wan a herî kevnar Misasir an ku derûdora Gevera îroyîn e. Dîsa dihat zanîn ku zimanê wan ji zimanên Horrî ye lê dîsa anegorî Burney piştrast dike, Xalda-î xwerû Arî ne û di destpêkê de ev çand xwe daye qebûlkirin. Lê dîsa weke ku beşa Naîrîyan de hate gotin, ev her du çand disa hevkarîya xwe didomînin. Bi taybetî di warê çandinî, avdanî û xweparastinê de pêş ketine û li Kurdistanê bûne hêzeke sereke.

Derketina wan ji Misasir e û ber bi bakûr û rojava ve berfireh bûne û şaxek ji Naîrîyên Arî bûne. Ji ber vê yekê, Xalda-î an jî Ûrartû ne wek proto-kurd, lê wek Naîrîyan ew jî divê wek kurd bên qebûlkirin. Îsbata herî mezin jî ev e ku, hê jî di çanda kurdên êzdî de cihên ku Xalda-î jiyîne û desthilatdar bûne wek “Welatê Xaldan ” tê pênasekirin û ji demên kevnar heta dema me a îroyîn ev nav tê bikaranîn. Weke din, rîtûelên olî yên êzdîyan û Xalda-î-yan gelek dişibin hev du û hebandina yekxweda xala sereke ye. Bilêvkirina peyvên XALDA û XWEDA jî her weha. Di dîroka kurdên êzdî de, yek ji êlên herî pirjimar êla Xalda ye û weke laboratûarek zindî hê jî hene, dijîn û xwedî li mîrateya Xaldan-Ûrartû derdikevin û xwe wek nevîyên wan dihesbînin. Û dîsa hêjayî gotinê ye, ew deverana ku Xalda-î berê sê hezar salî tê de jiyîne û şaristanîyek ava kirine, îro jî ax û erdên kurdên êzdî yên Xaltaî ne… Heta sala 1840-an li vê deverê, Mîrgehîyeke bi navê XALTA hebû lê ji hêla Osmanî ve hate rûxandin. Mîrê dawîn ê vê rêxistinê Mîrzikê Zaza yê navdar e.

Dewleta Xalda-Ûrartû di salên 630-an de, li hember êrîşên Kîmmer û Skîtan têk diçin û ax û dewleta wan digihîje MEDan. Ev yek weke îttîfaqek jî dikare bê xwendin, lewra desthilatdarîya kurdan tenê dest diguherîne. Ji Xaldan ber bi Medan ve, ên ku her du jî anegorî dîroknasîyê wek kurd tên zanîn....

(Amadekar: Xerzî Xerzan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)