Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

NE DEM E, GELO, MIROV JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJE, EW ÇIQASÎ TAL DIBE, BILA BIBE?

Ezîz ê Cewo

… Ez dizanim, îro di rojevê da pirsne wisa hene, yên ku ji bo gelê me çarenûsî ne û pirgirîng in: îro di Bakûrê Kurdistanê da pirsgirêka faşîzma dirinde û har heye, îrodi Başûrê Welêtê me da pirsgirêka hêvîyên gelên bi xayînane firotî heye, îro di Rojhilatê Welatê me û tevahîyan Îrana îslamî da hişyarbûna girseyên gel heye, û di Rojava da jî pirsgirêka parastina zîlên azadîyê û xweserîyê heye! Lê ji bilî van tevan pirsgirêkek jî heye, ya ku ji wan hemûyan kêmtir girîng nine: ew jî pirsgirêka îslamîkirina sergirtîya êzdîyan û êzdîtîyê ye, ya ku ji bo çarenûsa wan pirtehlûke û girîng e. Pêşîyên êzdîyan, wek ku karibûne, ola xwe ya kevnar ji êrîşên îslamê yên ji dema Umer bên Xettab va heya bê-derê van êrîşên vê dawîyê yên DAÎŞê parastine. Lê ewana îro dibin gorîyên kirên sergirtî û veşartî yên“şengesîyarên”(“şovelye”) t’evkujîya sipî...

Û ewana îro li ber derê her kesî ne!

Li vira dê di derbarê evê û pirsên dinê da bê gotin.

… Weha, hê di gelawêja sala par da di r’ûp’elê xwe yê Fêysbûkê da (Facebook) min ev r’êplîka hanê, bi çend wêneyan va, weşandibû:

– Ca, ji kerema xwe ra, van gotinan bixwînin:

“Her t’enê di Ermenîstanê da li ser asta dewletê me êzdî nav dikin, zimanê me û ola me – şerfedînîyê nas dikin”. –Na, na, ew mirov, ê ku ev gotin anîne zimên, ne ji malbata mirîdên sade ye, yê ku serederîyê ji têgihîştina cîhanê ya olî nake, ev Hesen Tamoyan e, dibêje, yê ku ji têgihîştina r’astîya pirsê dûr nîne, lewra ku ew bi xwe ji malbateke şêxan e, û şêx jî, wek ku tê zanin, piştî hatina Şêx Adî di nav êzdîyan da p’eyda bûne û di nava wan da bûne p’eyamdarên  (missionary) bawerîya sofîtîya îslamê. Lê bawerîya Şerfedîn sîwaneke nû ye, ji bo ku di bin sîya wê da îslamîkirina êzdîyan bidomînin... Û ew bi t’aybet jî di Ermenîstana piştî Sovêtê da di bin ç’avdêrîya wan ermenîyan da aktîv bûye, yên ku ji R’ojhilata Navîn a îslamî veger’yane wir. Û ew îro jî ç’avdêrîya wê “t’evgerê” didomînin...

Di evê gotarê da ezê t’enê li ser bingeha dane û delîlên konkrêt r’avebikim, k’a Şerfedîn k’î ye, û di bin têrmîna “şerfedîntî”da (ola “Şerfedîn”) çi veşartî ye.

Tê bîra we, çawa di têlêvîzîonê da strana “Şerfedîn e, Şerfedîn e!” dubare dikirin. Û, eger mirov bi baldarî wê stranê guhdar bke, dê têbigijîje, ku di wê da tê gotin: 

«Şerfedîn e, Şerfedîn e!
Şerfedîn e, ji dînê min e!..»

Lê, wan mirovan, ên ku îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê kirine armanca karê xwe, ji bo ku hinek guhdaran, ên ku ji serederîya pirsê dûr in, bi hêsane ji r’êya wan derxin û berê wan bidin cîyekî dinê,hildane û ew stran weha guhartine:  

«Şerfedîn e, Şerfedîn e!
Şerfedîn e, dînê min e!..»

 … Û dixwazin, bi vî awahî armanca xwe bibin sêrî!

Ma ne, yên ku wê k’ilamê distrên tiştek în û ji ber xwe dernexistine!

Bala xwe bidinê, k’a li ser qubeya Şerfedîn çi nivîsî ye (Qube di gundê Kvaxêyê navçeya Mîdyatê ye – li Mêrdîna Bakûrê K’urdistanê!):

«Şerfedîn e, ji dînê me ye,
Şerfedîn mîr e li dîwanê,
Xeberê bidin Kurdistanê,
Bila qewîn bikin vê îmanê!»



                                           




Lê naha bala xwe bidin tûjikê mezergeha Şerfedîn a li Şengalê: eger ew mezergeh ya êzdîyan e, sembola îslamê – hêker (hîvakerî) li wir çi dike?



Pirs hirêtorîk e, û pêdivîya xwe bi bersîvê nîn e!




Binihêrin, 56 kesan li hember vê weşanê helwesta erênî dyar dane xuyan, 70 kesan têbînî û şiroveyên xwe di derbarê wê da nivîsîne, û ew rêplîk bi xwe jî 29 caran hatye p’arvekirin…
Û ev hejmarana, helbet, di derbarê gelek tiştan da ji mirov ra dibêjin, lê, ya sereke, ew dîyarde û pîvana asta baldarîya xwendevanan a li hember vê mijarê ye.

Eger tê bîra xwendevanên hêja, piştî ku bi zimanê r’ûsî gotara Wezîrê K’aşaxî yaGotineke nû di ware lêgerînên ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê da” hate weşandin (k’urdîya wê li vir e: http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GOTINEKE_NÛ_DI_WARÊ_LÊGERÎNÊN_OLA_KEVNAR_A_GELÊ_KURD_ÊZDÎTÎYÊ_DA), dest bi gengeşîyeke germ bû. Di nava goveka wê gengeşîyê da min jî nêr’înên xwe pêşk’êş kirin û heya çend gotar- şiroveyên xwe jî weşandin.

Lê vê carê, helwesta xwendevanan ji hemû hêvîyên me derbaz bûn. Di r’astîya xwe da ew gengeşî werguhêr’î “forûmeke vîrtûal”bû, û di wê da mirovên cuda nêr’înê xwe tanîn zimên, hinek ji wana heya dijberî hevbûn jî...Helbet, hinek têbînî û şirove jî hebûn, ên ku têk’ilîya xwe ya r’astedêr bi vê mijarê r’a nîbûn. Wek ku dihate xuyan, hinek xudanên ewan têbînîyan heya ew gotarên me bi xwe jî nexwendibûn, û helwesta xwe di derbarê hinek şiroveyên beşdarên dinê yên wê nirxandin-forûmê da tanîn zimên... Lê di t’onerîya xwe da ew gengeşî pêk hat û hemû helwestên di civakê da derxist holê, yên ku di vê pirsê da pir ji hev cuda bûn. 

Yek ji kêlîyên balk’êş di vê gengeşîyê da ew bû, ku di hinek têbînîyan da gazinên xwendevana ji min hebûn, xwedêgiravî, ew, çi ku ez dinivîsim, ji helwesta dijî şîxadîtîyê tê (antîşîxadîzm), xwedêgiravê, mirov çawa dikare di derbarê pîrozîya here pîroz da biaxive?! ... Xwedêgiravî, pêşîyên me ji dewr û zemanan va (herî kêm 1000 salî!) ew p’arastine,  anîne-gîhandine vê rojê û spartine me (?)...

Helbet, hinekên wisa jî hebûn, ên ku bê ser û ber her tişt  “red dikirin”...

Û van hemûyan dîmenekî ji dîroka gelê ermenî anî bîra min.

Çima hema ji dîroka gelê ermenî? Lewra ku, berê pêşin, ev hemû “nûjenk’arî” hema di Ermenîstanê da didin der, û, ya duyem jî, p’ir’anîya beşdarên vê gengeşîyê yên ji Ermenîstanê ne û kêm-zêde dîroka wî welatî dizanin...

Wek ku tê zanîn, xrîstîanî di nava ermenîyan da bi bingehîn di dewra III a serdema me da hatye belavkirin, û êdî di destpêka dewra IV da (sala 301î) ew di Ermenîstanê da bûye ola fermî ya dewletê...

Jixwe, di wê derbarê da, k’a di dîrokê da, gelan çawa “dest ji olên xwe berdane” û olên dinê “dip’ejirandine”, hemû jî, kêm-zêde, dizanin, û hîç pêwîst jî nake, ku mirov di wê derbarê da bi hûrbînî û dirêj biaxive. Her t’enê tiştekî  bibêjim: wê demê (dewra III a s.m.) ermenîyên agirp’erest bi destegulan xrîstîanî pêşbazî nekirine... Lê piştî 150 salî heman ermenîyana (yên ku êdî bûne xrîstîan!) jiyan xwe gorî dikine, li dijî agirp’erestîyê r’awestyane û xrîstîanî dip’arastine (Asa 451î – şer’ê deşta Avarayrê!).

Lê, dîsa jî, her çiqas ermenîyan xrîstîanî p’ejirandine û kirine ola xwe ya dewletê, di nava wana da heya îro jî gelek kevneşopî û dirozgeyên dema agirp’erestîyê hatine p’arastin. Di nav wana da heya îro jî berk’êşîya hindur’în (mêl) a xwezayî ya li berbi ola pêşîyan û kevneşopîyên wan venemirye.Û dengveger’ên wan berk’êşîya gihîştine van r’ojên me jî. Di vê derbarê da hê du sal berê di gotara xwe ya “… Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê t’unekirin û ji hole r’abe? …” da min nivîsîbû: “...Mînak, îro di nav ermenîyan da hinek daxwaza veger’a xwe ya ser ola pêşîyên xwe ya kevnar a agirp’erestîyê dikin. Ewana bi lêger’înên zanistî gelek tiştên wê olê vejinandine,  diçin p’erestgeha wê ya kevnar Gar’nîyê êgir dadidin, merasimên xwe yên olî pêk tînin... Û di nav wan da nêr’înek derk’etîye pêş: ewana dibêjin, ku t’evkujîya mezin a yekem a ermenîyan ne ku sala 1915-an, lê sala 301-ê pêk hatye, dema wana xrîstyanî p’ejirandine... 
Ev jî nêr’înek e! Û ne dêra ermenîyan, ne dewlet û ne jî yekî dinê nakin hewar û hêwarze...
Lê ya me?"

Îro bûye wek kevneşopîyekê, û tê gotin, ku ...di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, ... Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine. Ango, ewan t’enê fermanên li ser êzîdîyan dibînin û li me didin dîtin... Li vira pirs  dertê holê, k’a gelo berî Şêx Adî t’evkujîyên gelê me nîn bûne? Ma ji destpêka êrîşên Umer bên  Xettab heya îro ev t’evkujî û ferman li ser k’ê bûne? Ma, ewên ku bi t’unekirinê r’a r’û bi r’û mane, û bi neç’arî misulman bûne, k’î bûne? P’ir’anîya wana ne êzdî bûne? Ew, ku serî fir’andine, gund û bajar wêran û t’alan kirine, û bi zora şûr, bi sotin û t’evkujîyan em werger’andine, ev ne ferman bûne? Ma, van hemûyan li me didin bîrkirin? 

...Û, wek ku tê zanîn, gel jî wê demê dimire, dema ew dîroka xwe jibîr dike!

 Û, ya dinê jî, lê eger sedemên hinek ji wan fermanên ser êzdîyan (an êzîdîyan) nak’okî û şer’ên di navbera t’erîqetên îslamê da bûne, û êzdî ne ku te’nê werger’andine- kirine êzîdî-sofî (an sunnî?!), lê her weha, kirine qurbanîyên şer’ û p’evçûnên di navbera t’erîqetên xwe da?...

An na, çima, wek ku tê gotin,“...Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî” pêk hatine? Û bi xwe jî dinivîsin, ku Şêx Adî sofî bûye?...” (di vê derbarê da, bi hûrbînî: di gotara “… Çima dive yên êzdî bibin êzîd-sofî, û êzdîtî bê t’unekirin û ji hole r’abe? …” da – http://www.amidakurd.net/ku/tekstçima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe)

Û ev tevkujî li hember gelê k’urd îro jî didome – veşartî, lê bi biryar! Ma, gelo tiştê ku evên li dû şopa Şêx Adî diçin, pêk tînin, berbi wê va nabe?

Binihêr’in, li şûna wê, ji bo ku hewl bidin bizanibin, k’a piştî hatina Şêx Adî çi anîne serê êzdîyan, hinek wek qewalên t’erîqeta sofîyan (bi erebî:t’asavvûf–التصوف), an jî wek şêxên êzîdîyan ên îroyîn, lê ne wek p’îrên êzdîyan ên demekê, an jî, wek wan mirîdan, ên ku êzdîyên r’astîn bûn û serederî li pirsên olî dikirin.

Min her t’im jî hewl daye, r’astîyê bi awayekî wisa bigihînim xwendevanan, ku kesekî nexeydînim, heya ewan jî, yên ku bi r’ayê ç’arenûsê xalifîne, an jî wan tiştan bi zanebûn, bi bir’yar pêk tînin, lewra ku armanc û spartinên konkrêt li ber wan hene.

Lêbelê îro êdî dem pêr’a gihîştye, ku mirov r’astîyê bibêje, ew çiqasî tal dibe, bila bibe!

Hê sêzdeh sal berê min di gotara xwe ya “Êzdîtî: Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar, rewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî da nivîsîbû: “Dema em dibêjin êzdîtî ola kurdî ya kevnar e, yên dijberî me van tiştên han didin pêş me:

– Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyv û têgehên weha, yên ku di vê olê da hene, hûn ê çawa şirove bikin? – Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cinet, cehneme, ruh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), Rebê alemê/Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq... – Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku tenê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîşan dikin... ”( http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html)

Eger li ser van pirsan da wisa jî navên wan firêşteyan zêde bikira, yên ku di “Meshefa r’eş”da di derbarê wan da tê gotin: Ezraîl, Dardaîl, Îsrafîl, Mik’aîl, Cebraîl, Şamnaîl, T’uraîl, û serî li erkdarên olên kevneşopî an olzanan bida, balêk’êş e, ewana dê çi bigotana, ev frêşteyana yên k’îjan olê ne?

Û li vir jî pirs hirêtorîk e!

Min di dema xwe da, di gotara xwe ya“Gengeşî didomin” da nivîsîbû: “...bala xwe bidinê, k’a sernavê lêger’îna Bîttnêrê zanyarê awûstrî çi ye:  Bittner M., “Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish)”. Wien, 1913//Bîttnêr M., “P’irtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeyt’anp’erestan (bi k’urdî û erebî), Vîêna, 1913”.

Eger mirov bala xwe bide habûna van herdu p’irtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naver’okê va, wê demê dertê holê, ku p’eydabûna van p’irtûkan an pirojeyeke r’uhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê r’a bilîzin û ewê heya dawîyê r’eş bikin, an jî, eger ew bi r’astî afrandinên Şêx Adî ne, wê demê mirov dikare t’evahîya vê t’or’ê jî wek projeyekê binirxîne.

Ma ne, têk’nolojîyên cihêr’eng  îro t’eze p’eyda nebûne?! 

Û, divê bê zanîn, ku ev hemû tiştên dûrî heş û sewdayê mirov t’u têk’ilîyeke xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê r’a nîne! 

Û piştî ewqas zanîyarî, dane û delîlan, îro di nava wan kesan da, yên ku xwe r’ewşenbîrên êzîdîyan dihejmêrin (an jî – yên êzdîyan, çawa dixwazin, bila wisa jî xwe nav bikin!), bêdengîyek desthilatdar e, û hemû bi bir’yar hewl didin (bi zanebûn, an ne bi zanebûn, ferq nake!), wê projeya veşartî heya dawîyê bibin sêrî, ya ku ji sedsala XII va destpê bûye – projeya îslamîkirina êzdîyan, û ji bo wê heya derfet û hêmanên hemdemî yên gelê me bik’ar tînin – çapemenîyê, r’adîoyê û têlêvîzîonê. Û herç’ê kêm jî întêrnêt t’emam dike! 

Lêbelê, ji bo ku ev derewên di derbarê êzdîtîyê û êzdîyan da bên r’edkirin, hemû derfet di bîrûbawerîya êzdîtîyê bi xwe da hene. Û ya sereke jî ew e, ku di ola êzdîtîyê da bi xwe têgeha r’uhê ne qenc û kesayîkirina wî (personification) ninin, ê  ku di olên kevneşopî da wek şeyt’an, satana, lyût’sêfêr, antîxrîst tê navkirin... 

Demekê min di vê derbarê da ji nûnerên oldarîya êzdîtîyê (ne ku yên êzîdîtîyê/yêzîdîzmê yên îslamîbûyî!) û hinek r’ûspîyên êzdîyan ên bawermend û zane pirsî, û ewana şaş û matmayî bersîva pirsa min bi pirs dan: “Eger gotina wan di derbarê Xwedê da ye, ma ne her tişt di destê Xwedê da ye, ew Afrandarê cîhana me yê dilovan û mihrîvan e? Û di cîhanê û erşê asmîn da hîç tiştek jî nikare bêyî r’ayê Bînaya ç’avan pêk bê, ya ku Ew haş ji wê nîn be?! Ewî çawa dikaribû, r’uhekî wisa bisêwiranda? Û, wisa bibûya, ku ew neqenca heya di Dîwan Xwedê da – li r’ex wî hebûya?!  Na, – ewana digot, – eger tiştekî neqenc heye jî, ew t’enê di nav me – mirovên da, li r’û erdê ye!”
Û, eger îro di nav yên êzdî da hinek têgihîştin di derbarê r’ewanê ne qenc da heye jî, ew bi “saya” nûnerên olên kevneşopî bûye, yên ku di dewr û zemanan da cînar, an zordarên wan bûne...
A, hema evê jî ew mirovana nikarin tê bigihîjin, ên ku heya derema dawîyê ya ruh û mejûyê xwe va bûne terefdarên olên kevneşopî yên desthilatdar. 

Ya sereke ew e, ku divê mirov ne bi çavê nûnerên misulmanîyê, xrîstîanîyê an oleke dinê, lê bi çavê kurdan, an jî bi çavê lêgerînerên serbixwe, bêteref û ne hevsûd li êzdîtîyê binihêre...
Û, ya here girîng, heya emê nikaribin van herdu ol û bawerîyên ji hev cuda (êzdîtîyê û êzîdîtîyê/yêzîdîzmê) ji hev ferq bikin, wan tevî hev bikin, emê tucar nikaribin rastîya vê ola kevnar a gelê kurd tê bigihîjin... 

Li vira ya balk’êş ev e, k’a, gelo, ew domdarên nûhilatîyên îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê dê çawa bersîva van pirsan bidin?

Pirsa sereke di wê da ye, ev hemû têrmîn û têgehên îslamî ji k’u hatine nava ola me ya kevnar? Ew kesana, yên ku wisa bi dil û can hewl didin, me bidin bawerkirin, ku hema ev jî êzdîtî bi xwe ye, an ew ne destûrmend in (ne kompêtênt in),ji serederîya pirsên olî dûr in, an jî, bi ya wan, heya naha çawa karibûne gel bixalifînin û berê wî ji r’êya wî biguhêr’in, dê îro jî ji wan r’a li hev bê, heman tiştî bikin.

Lê, eger mirov bi ciddî bipirse?! ...

Balk’êş e, ew şopgirên Şêx Adî û şîxadîtîyê dê çawa bikaribin, di vê dewra me ya întêrnêtê û pêwendîyên global da hemû t’erefên pirsê yên r’astîn ji mirovan veşêrin: mezergeha Şêx Adî heye – bi hemû r’eng û şêwazê xwe yê îslamî va, û ew ne li Lalişê ye, lê li Cûlamêrgê ye (Hekkarî), k’urdên misulman ên zêndî hene, yên ku diçin wir û dua-dirozgeyan dixwînin.

                                   





































Şîxadî (Şêx Adî) di dîroknûsîya îslamê da wek şorindgo (weîz), peyamdar û ezdazanekî îslamê tê zanin. Ew yek ji nûnerên berbiç’av ên şaxê sofîtîyê ye di îslamê da, û di vê derbarê da zanîyarîyên dîrokî di ç’avkanîyên cuda da hene, dawîya dawîyê, berhemên wî li holê ne.
Û ji nişkêva – tiştekî weha!? …

Heya ku me nikaribûye r’ehên evê ner’astî û bêdadîya dîrokî ya li hember êzdîyan (û t’evahîya gelê k’urd) bibînin, heya li ser bingeha dane û delîlên pêbawer me ev şer’ê neşûştî bi bingeha wî va r’ed nekirye û r’astîya dîrokî dernexistye r’onahîyê û nedaye vejîyandin, emê nikaribin, wek nûnerên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê ya nebînayî, bi cîhana mayîn r’a biaxivin. Emê nikaribin xwedîyên wê mîrasa çanda kevnar bên hejmartin, ya ku hebûna t’evahîya gelê k’urd ê pir’mîllîonê ye.
Wê demê, yên ku tiştên weha dinivîsin, an divê nedestûrmendîya xwe bip’ejirînin, an jî bi wê r’astîya dîrokî r’a qayîl bibin, ku êzîdîtî (ne êzdîtî!) şaxekî îslamê ye, û ew bi xwe jî – qewalên wê ne (missionary) di nava êzdîyan da…

Û hîç pêwîst jî nake, mirov di bin sîwana t’ewanbarîyên  “dijî şîxdîtîyê” da dîsa k’arê xalifandina (beralîkirina) mirovan bidomîne û berê wan ji r’astîyê biguhêr’e... Min ne carekê, û ne jî duduyan di gotarên xwe da nivîsye, ku  “... dibe ku hinekan êzîdîtî p’ejirandibin jî û bûbin beşekî ji wan, ên ku Abovyan di derbarê wan da dinivîse, ku ew heya di nav ereban da jî hene, û wek ku mafê me nîne, loma li k’urdên sunnî, yên şiî, elewî, nexşbendî, xrîstîan an hineke dinê bikin, wisa jî – li van. Bila ew jî êzîdî bin! Lê, divê bê zanin, heya, eger di xwezayê da êzdî û êzdîtî nemabin jî, yek e, ewana êdî ne êzdî ne... ”

... Naha jî em veger’in ser pirsa Şerfedîn û şerfedîntîyê!

Di dema xwe da min ji êzdîyên navsere û erkdarên ola êzdî pirsîn, bi wê hêvîyê, ku bizanibim, k’a, di dîwana pîrozîyên êzdîtîyê da kesekî bi navê Şerfedîn heye, gelo, an na? Lê kesekî ne dikaribû wê îzbat bike, ne jî, hîç nebe, bi awayekî mak bike. Min careke dinê di p’irtûka Xana Omerxalî ya“Êzîdîtî. Ji k’ûrahîya hezarsalan” da nihêr’î (pirtûk bi xwe bi rûsî ye: ХаннаОмархали, «Йезидизм. Изглубинытысячелетий», Санкт-Петербург, 2005). Ev pirtûk wek zanîyarînameyeke êntsîklopêdîk a êzîdîtîyê ye (ne ya êzdîtîyê!), û di wê da ferhenga têrmîn û navên ola êzîdî heye, û min di wê da jî ew nava nedît.

Ji bilî vê, di nav gel da, li vir û wir, dengên cuda di derbarê rastîya vê pirsê da tên bihîstin.
Weha, di malpera www.bahzani.net da gotara Feremez Xerîbo ya bi sernivîsa “Dînê Êzîdîya çî ye?” hatibû weşandin, û, bala xwe bidinê, k’a di wê da çi tê gotin: “...

1.      Şerfedîn însane, ew kurê Şêx Hesenê kurê Şîxadîyê 2’an ê kurê Musafirê kurê Îsmaîl e. Çilo însanik wê bibê dîn, û wek em zanin Şêxê Şemsanîya ew kuşt û kir mixarê (şikeftê), ji ber wilo wî got ez dînê we me, lê Şêxê Şemsanîya gotîyê go wilo nebêje, bêje ez ji dînê we me û latik danîn ser devê mixarê.
 2.      Wextê Şerfedîn dînê Êzîdîya ye, gelo dînê Şerfedîn çî ye, yanî berî Şerfedîn dînê Ezîdîya nebû ,yanî Êzîdî bê dîn bûn ?!”

(Feremez Xerîbo, “Dînê Êzîdîya çî ye?” –http://www.bahzani.net/kurdi/show.php? aid=3675)
Bi prênsîpî helwesteke rast û matmabûneke mafdar!

Bi vê agahîyê ra dê li bal xwendevan pirseke heşmendî û mafdar çê bibe: “Çi dertê holê, wê demê Şerfedîn û ew, ê ku di stranê da di derbarê wî da tê gotin kesne cuda ne?”
 Eger em veger’in destpêka gotara navborî, em ê bibînin, ku da p’arç’eyekî “Qewlê Çarşema Sor” da tê gotin:

“Tawisî Melekê minî nav şêrîn
Bi navê şerefa dîn ji min re bûye dîn!” 

Yanî bi vî navî Tawisî Melek dînê mine, ne Şerfedîn... – Xudanê gotarê vedibêje.

Çi dertê hole? Dertê, ku ji ber mînahevbûna têgehên “Şerefa dîn”, “dînê şerefê” û navê xwe (Şerfedîn), ew kes xwe wek ola wan r’adigihîne, ji ber wê jî wî diavêjin mixarê û lat’ekî jî datînin ber derê wê? ...

Bi xwe r’ê ji r’êyan dernaxin û mejûyê êzdîyên r’eben (an êzîdîyan) jî t’evlihev kirine!
Û, gelo k’îyê bikaribe bersîva van hemû pirsên t’evlihev bide?

Helbet, di vê pirsê da ewqas jî ne girîng e, k’a, gelo, ew nav hebûye, an – na!? Ma, gelo, ew hemû nav, têgeh û têrmînên erebî-îslamî berê pêş da di ola êzdî da hebûne? Helbet, na! Lê piştî “r’êformên” Şêx Adî, t’erefdar û şopgirên wî ew hemû anîne nava êzdîtîyê. Û paşê, dikare hinekan di serdemên hê dereng da ev nav jî anîbin… An jî, dikare ew di nava êzîdîtîyê da hebe jî, lê ne di êzdîtîyê da (fermo, careke dine van herdu têrmînan hemberî hev bikin!). Pirs di wê da ye, ku îro ewên ku dibêjin: “Şerfedîn dînê min e, êzîdî miletê min e!”, ewana ji têgehên here sade (êlêmêntar) yên “ol” û “net’ewê” serederîyê nakin.

Dema em di derbarê vê da dibêjin, xwendevan dipirsin: “Eger ew wisa bûye, wê demê gelê me çawa ew hemû p’ejirandine, çima ber xwe nedane?”

Bi vê boneyê, hê du sal berê min di gotara xwe ya bi sernivîsa “… Çima divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê t’unekirin û ji hole r’abe? …”da nivîsye: “ eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka  êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5] û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke,  r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di  vê r’ewşê da bûna... ”http://www. amidakurd.net/ku/ tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin _û_ji_holê_r_abe
Hinek xwendevan dipirsin: “Ma ne, heya naha Şêx Adî ji bo me kiribûn wek Xwedêyekî, û, jinişkêva, Şerfedîn û şerfedîntî derxistin holê! Ev hemû ji k’u anîn, çima wisa dikin?”
Ji bo vê sedemên ciddî hene: dema bi zanistî hate peyitandin, k’a Şêx Adî k’î bûye (li jorê binihêr’in!), û êzdî bi xwe jî wî yekawa nap’ejirînin, lewra jî, ji bo ku pêvajoya îslamîkirina êzdîyan bidomînin, pêwîst bû,bîrûbawerîyeke nû ji ber xwe derxin.

Bala xwe bidinê, Xanna Omerxalî di p’irtûka xwe ya navborî da di derbarê helwesta êzdîyan a li hember kesê Şîxadî da çi dinivîse: “... bîrûbawerîya wî (ya Şêx Adî. – E. C.)... di k’arê r’êformekirina yêzdîtîyê da r’oleke girîngtirîn lîstye, lê,dîsa jî, heya helwesta hinek yêzîdîyan li hember kesê wî ne yekawa ye...”(r’û. 45)

Û li vira ya girîng ew e, ku xudana vê p’irtûkê ne ku t’enê di malbeta p’îrên êzdîyan da hatye cîhanê, gihîştye û ev cîhana nas kirye, lê, her weha, xwendina xwe di wî warî da pêk anye, û ew p’irtûk jî berhema lêger’înên wê yên zanistî ye...

Ango, her tiştê veşartî derk’etye r’onahîyê, êzdî êdî di derbarê Şêx Adî da xwedî r’aman û nêr’în in – bila heya r’adeyekê ew nêr’înên wan giştî-t’omerî bin jî, lê ew hene!
Yên ku ev ç’îr’oka di derbarê Şerfedîn da derxistine holê, hêvîyeke wan hebûye. Ew jî ew bûye, ku êzdî p’ir’ dixwazin, ku frêştêyekî wan ê pîroz hebe, ê ku ji hêla hemûyan va bê p’ejirandin, lewra jî, ew k’ê jî raberî wan bikin, dê bip’ejirînin. Û ji bo vê jî hêvîya wan nexwendîya olî ya di nav gel da ye!

Weha, bi vê yekê gel gîhandine çi r’ewşê!

Û di r’ewşeke weha ya nexwendîtîya olî ya girseyî-giştî da mirov k’îjan r’amana bêwat’e û bêşêwazjî bixwaze, dê bide pêş û li stuyê gel bialîne!

Û bi “dua-drozgeyên” mirovên weha îro di Ewropayê da, ew rêxistinan, ên ku erka wan a yekem ew e, ku wê ola gelê me ya kevnar bip’arêzin, hemû derfetên gel ji bo wê bi k’ar tînin, ji bo ku şopên mayî yên vê ola xwezayp’erest a dergerdûnî (êkzotîk), nebînayî û bêhemp’a t’une bikin û wê heya dawîyê di nav t’arîstanê da mina bikin.

Carekê r’ewşenbîrekî me yê Sovêtê ji min pirsî:“Tu dikarî ji bo min bersîva vê pirsê bibînî – çima, dema ez diçima nava k’urdên me yên li welêt, bi t’aybet jî li Bakûrê K’urdistanê, ez xwe bêht’ir di nava êzdîyan da hîs dikim, ne ku di nava van êzdîyên me yên li vira da?” – Min bersêva wî weha da: “Ew ji ber wê ye, ku k’urdên misulman bi zora şûr, bi zordarî îslam p’ejirandine, lê heya dawîyê nebûne misulman, lê êzdîyên me bi şêwazî (formalî) dijî îslamê ne, lê, ew bi xwe jî, bêyî ku tê bigihîjin, bi rojane hemû komplêk’sa têrmîn, têgeh, dua-dirozge, ayîn û nirxên îslamê bi k’ar tînin!”
Çend sal berê xwendevanan bi têbînî û pirsên xwe va çend fotowêneyên ji jîyana r’ojane ya êzdî/êzîdîyan ji min r’a şandibûn. Ewana ew wêneyana ji ber malp’er’a EzidiPressê girtibûn. Di nav wan wêneyan da wisa jî yê Seddam Huseyn hebû – û ser jî banga dîktator a ji bo êzîdîyan nivîsî bû.



Û xwendevan di bin wî wêneyî da pirsek nivîsîbû:“Banga Seddam ji bo k’ê ye, gelo – ji bi êzdîyan, an ji bo êzîdîyên xwe?!”

Û wê demê min wek bersîv nivîsî: “Binihêr’in, ev r’ûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe r’a dibêje, ku ew divê xwe ji k’urdan bip’arêzin, ji ber ku ew bi jimara xwe va kêm in û dikarin winda bibin!

Çima?

Seddam ne mirovekî sade bû, li bal wî ewqas zanîyar, siyasetmeder, erkdarên olî ezdazan û pisporên dinli ser k’arbûne, û ewî p’ir baş dizanibûye, k’a k’î k’î ye.

Balk’êş e, evkesana k’îne, yên ku di nav ciwanên êzdîyên Almanîyayê da banga Seddam belav dikin?
Ew k’î ne û li dû çi armancê ne?!”

Û, lewra jî, her carê, dema hinek r’ewşenbîrên me daxwîyanîyên weha didin, ewana bi wê yekê wek p’arêzerên îslamîkirina êzdîyan derdik’evin pêş (li jorê binihêr’in!), ew wêneyê Seddam tê bîra min, û ez bêhtir bi bawer dibim, ku pêvajoya îslamîkirina êzdîyanû êzdîtîyê, a ku 1300 sal berê destpê bûye, bi hêzeke nû didome.

Û dilê mirov jî dêşe, ku hinek r’ewşenbîrên me bi her awahî alîk’arîyê didin zûkirina wê pêvajoyê – pêvajoya t’evkujîya sipî!

... Hê sê sal berê min bi vê mijarê du gotar bi sernivîsa giştî ya “R’ojekê em divê ji hev r’a r’astîyê bibêjin?” nivîsî bûn. Ev gotarana di weşanên cuda da hatine belavkirin... Piştî gengeşîyên navborî ez bi bawer bûm, ji bo ku xwendevan bikaribe mijarê bi berfirehî binirxîne û pirsgirêk bi berfirehî bê têgihîştin, evan gotarana dikaribûn r’ola xwe bilîstana. Û, lewra jî ez hêvîdar im, ku malp’er’a AmidaKurd dê di demên pêş da wan gotarana pêşkêşî bala xwendevanên xwe bike...

Li şûna peynivîsarê:

Van demên dawîyê, ez r’astî êzdîyekî Ermenîstanê hatim, û di nav me da gotebêjek pêk hat. Û ewî wê demê behsa wê r’êplîka min a navborî kir û got:

– Dizanî, em di navçeya Armavîrê ya Ermenîstanê da dijîn, li wir gelek hevalên min ên ermenî hene, em dem bi dem vê pirsê dinirxînin, û her carê ewana min didin bawerkirin, ku k’ûrkirina dutîretîya di nav gelê me da kêrî berjewendîyên gelê ermenî jî nayê, ku ew, ên ku bi wan k’aran r’adibin, nayê zanîn, k’a, gelo, k’î ne û di Ermenîstanê da berjewendîyên k’ê dip’arêzin– ew pirseke mezin e!
Û, weha, dema min rêplîka we xwend, – ewî axavtina xwe domand, – gotinên hevalên min ên ermenî hatin bîra min.  Lê, eger ew axparana (di Ermenîstanê da bûye kevneşopîyekê, ji ermenîyên ji der hatî ra dibêjin: “Axpar!” – E. C.), hûn çawa wan nav dikin, rêpatrîant, ne?! A, bi rastî, hema even ji Rojhilata Navîn a îslamî hatine, vî karî pêk tînin, ji bo ku bingehekê amade bikin (wek sedem!), û pey ra di bin nave misulmanîyê da me neçar bikin, ku em, an xrîstîanîyê bipejirînin, an jî ji Ermenîstanê herin? Ma ne, ji nûnerên hemû gelên dine îro em tenê di Ermenîstanê da mane! – Ewî bi çavên melûl li min dinihêrî û bi dilêşî gotinên xwe yên dawîyê anîn zimên û, mina mirovekî benda bersîva pirsa xwe be, çavê xwe ji min venedibirî!...

Çi gunehê xwe veşêrim, di destpêkê da min nizanibû çi bersîvê bidim, lê paşê min ramanên xwe bervîser hevdu kirin û got:

– Eger di nav ermenîyan da hê mirovne wisa hene, yên ku wê pirsê têdigihêjin, wê demê her tişt winda nebûye, wê demê dê siyaseta îslamîkirinaêzdîyan neçe sêrî … Lêbelê, hûn jî dive dest ji ber xwe hilnedin… 

Gêlawêj – rezber, 2017.



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)