Rastîyên Konfederasyona Êlan a MED

LÊ K’A, ÊDÎ R’ASTÎ LI K’U MA?.. Divê mirov dîrokê, wek ku heye, wisa bixwîne! Ezîz ê Cewo Di hejmarê 3(117) û 4(118) ên r’ojnameya «Свободный Курдистан» (“K’urdistana Azad”, a ku bi r’ûsî û kurdî di Moskovayê da dertê) ên maha adar û nîsana 2013-an da p’arç’eyek ji p’irtûka r’ojhilatzanê navdar V. F. Mînorskîy a “Yên k’urd” hatibû weşandin. Ev p’irtûka hê berî Şoreşa Oktobêrê ya Mezin, sala 1915-an di bajarê Pêtrogradê (Sankt-Pêtêrbûrga îro) da hatibû weşandin. Di r’ojnameyê da sernivîsa wî p’arç’eyî wek “Mînorskîy di derbarê k’urdan da” danîbû. Gotar bi xwe bi r’ûsî bû (ew destxweda danîbûn ser r’ûp’elên întêrnêtê jî: http://www.kurdishcenter.ru/index . php?option=com_content&view= article&id=4187:2011-11-02-11-44-11&catid=45&Itemid=78) Bi r’astî, dema min ev sernvîs di r’ojnameyê da dît, min got, dibe ku, ewê gotarek be, di derbarê p’irtûka r’ojhilatzanê navdar da. Lê, dema min xwend û dît, ku ew her t’enê jibergirtina p’êrç’eyekî wê p’...