Talana dîroka Kurdistanê û Meya Farqîn
![]() |
Silîvan (Farqîn) - 1909 / Ji arşîva Gertrude BELL |
Talana dîroka Kurdistanê û Meya Farqîn
Mahabad Felat
Weke ku tê zanîn, ji gelek deverên cîhanê bêtir dîrok ji axa
Kurdistanê difûre. Lewra dîroka jiyana dêmanî ya mirovahiyê û dîroka
şaristaniyê ji ser axa Kurdistanê dest pê dike û ji vir li cîhanê belav dibe.
Ji ber vê taybetiya xwe, erdnîgariya xwe û dewlemendiya xweza, ser ax û binaxa
xwe, Kurdistan di dîrokê de gelek caran bûye hedefa êrîşan, hatiye dagerkirin û
li ser axa Kurdistanê gelek şaristaniyên mîna Sumer (B.Z. 3500 – B.Z 2000) ku
mîna destpêka dîrokê tên pejirandin, Akadî (B.Z. 4000 – B.Z. 2100) ku ji
Nîvgirava Ereban yekem qewmên Samî ne ku hatine li Mezopotamyayê bi cî bûne,
Babîl (B.Z. nêzî 2000 – B.Z. 539) ku ji aliyê Sargonê Akadî ve bi bidestxistina
desthilatiya Qesra bajarê Uruk a Sumeran tê damezirandin, Asûrî (B.Z. sedsala
1900 – B.Z. 612), Hîtît (B.Z. nêzî 1700 – 1200), Medî (B.Z 612 – 550) ku
pêşiyên kurdan in, Persî (B.Z. 550 – B.Z. 330), Sûbarû, Hûrî û Mîtanî (B.Z.
3000 – B.Z. 1260) ku pêşiyên kurdan in, Urartû (B.Z 1000 – B.Z 600), Îskîtî
(B.Z 680 ji Asyaya Navîn ber bi Asyaya Pêş ji ber xelayiyê koç kirine,
împaratorî ava kirine û B.Z 250 de bi temamî wenda bûne. Qewmekî barbar bûne),
Îskenderê Makedonî (B.Z. 323 – B.Z. 281), Selevkosî (B.Z. 312 – B.Z 63 qewmekî
Helenî ne), Partî (B.Z 150 – B.Z. 224), Tîgranê Mezin (B.Z. 100 – B.Z. 64),
Sasanî (224 – 651), Artûqî (1102 – 1409), Eyûbî (1171 – 1250), Moxolî (1206 –
1294), Osmanî (1299 – 1922), Romayî û Bîzansî (B.Z. sedsala 1 – P.Z. 1453),
Hûnên Spî (530 – 567), Merwanî (985 – 1096) ku dewleteka kurd bûye, Emewî (661
– 750), Ebasî (750 – 1258), Oxuzî (Sedsala 10an – 1153 qewmekî tirk e, paşê
mîna selçûkî tê binavkirin.), Selçûqî (1071 – 1318), Aqqoyunî (Sedsala 14 –
1507), Qereqoyunî (1380 – 1469) hatine avakirin. Li gel van, gelek begîtî,
mîrekî, qewm û eşîrên piçûk û herêmî jî li ser axa Kurdistanê hesp bezandine û
bi awayekî şopa xwe hiştine. Gelek ji van, berhemên şaristaniyên beriya xwe hin
tişt xerab kirine, lê li ser ya kevin hin tiştên nû jî ava kirine. Dagerkerên
mîna Îskîtî, Moxolî, Hûnên Spî, Oxuzî, Osmanî, Aq û Qereqoyinî jî, bêtir talan
û wêran kirine. Eger hin bermayiyên ku îroj mîna yên wan têne nîşandan hebin
jî, ya rastî ne yên wan in, bermayiyên şaristaniyên beriya wan in ku wan yan
guherandine û navê xwe li ser kirine, yan jî xirab kirine û li ser tiştên
çelexwarî ava kirine û lê xwedî derketine.
Yên xerabkirî dîroka me ya wenda ne û yên nûavakirî jî
dewlemendiyên me ne. Lewra ev hemû li ser axa me ne.
Dixwazim bi van ve girêdayî li ser bajarê xwe Farqînê çend
tişt bêjim, lewra Farqîn bajarek pir kevn e ku beriya zayînê hatiye avakirin.
Li gor hin çavkaniyan B.Z. di 500 de hatiye avakirin, lê hin çavkanî jî dibêjin
ku bajar pir kevintir e. Farqîn di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re paytextî
kiriye, Dewleta Merwaniyan li ser hatiye avakirin ku sînorên wê ji Wanê heya
Rehayê dirêj bûye û seriya sed salî ev dewlet li piyan maye. Farqîn bûye navend
û paytexta vê dewletê. Wekî din jî, ji gelek şaristaniyan re paytextî kiriye.
Ji dîroka kevnare ta niha jî, gelek navdar û şexsiyetên kurd lê gihîştine ku bi
awayekî bandor li ser dîrok, wêje û siyaseta kurd kirine. Lê armanca vê nivîsê
ne ev in. Bi vê nivîsê armanc bêtir vegotina nirx û rûmetên dîrokî ne. Mînaka
herî balkêş jî Kela Farqînê ye ku îroj êdî hema bêje tiştek ji ber nemaye û ez
dixwazim hinek bahsa vê kelê bikim:
Dîroka avakirina kela Farqînê nayê zanîn. Lê li gor Ewliya
Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela Amedê kevn e.
Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du
sûran re ava Kaniya Mezin û Kaniya Navîn derbas dibe. Stûrî û firehiya sûra
hundir 4.5 mîtro û ya derve jî 1.93 mîtro ye. Sûra derve niha hindik be jî, ji
aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve
600 mîtro, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 mîtro, bi giştî 2200 mîtro
dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve
10.5 mîtro û berên wan jî 7 mîtro ne. Bilindahiya wan li seriya 25 mîtroyî ne.
Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du
bircan de ji 20 mîtroyî zêdetir e.
Kevirên ku pê kelê avakirine pir mezin in, ji kevirên kela
Amedê gelek mezintir in û dirûvê kevirê Maltayê didê, spî û hişk in. Kevir bi
hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn.
Ewliya Çelebî ji bo avakirina kelê weha dibêje: "Ev
kele di navbera çemê şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê
pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin."
Li gor çavkaniyan neh deriyên kelê hebûne. Çar ji van li
başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van
deriyan ên ku neha têne zanîn ev in: Deriyê Meyxanê, Deriyê Boşatê, Deriyê
Qulfayê, Deriyê Taxa Jêrîn, Deriyê Amedê, Deriyê Zuxrê Qurniyan (ev derê Kela
Zembîlfiroş e), Deriyê Deştê, Deriyê Dahlê, Deriyê Masê (Kaniya Masê li ber e)
Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyyûbiyan, artûkiyan
û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagu de, kela Farqînê hatiye rûxandin.
Di sala 532yan de jî ji aliyê împaratorê bîzansî Justîniyen I. ve hatiye
restore û qewîkirin.
Ev agahî di nivîsa min a "Meya Farqîn (Silîvan)"
de jî hene, lê çima car din van dibêjim? Lewra dixwazim bêjim ku niha ji xeynî
çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemane.
Di sala 1948an de dewleta tirk 5-6 hezar leşker tîne
Farqînê. Leşkerên tirk bi taybet kevirên Kela Zembîlfiroş derdixin û dibin pê
qişle û avahiyên leşkerî çêdikin. Ev talan heya sala 1952an didome û di nav van
4 salan de avahiyên ku dixwazin, ava dikin. Kela Zembîlfiroş û ew beşa kelê, wê
demê tê wêran û talankirin. Di nav demê de dewletê ji bo avakirina saziyên
dewletê jî kevirên kelê bikar anîne. Her wiha gelê herêmê, bi taybet jî
dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan, kevirên kelê jê birine û bi kar
anîne, bêyî ku li sir, dewlemendî, nirx û rûmetên di wan keviran de veşarî
bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re!.. Niha çend deriyên kelê, çend birc û
hin avahiyên dîrokî li piyan mane ku ew jî bê xwedî ne û demek dirêj e ku vê
carê jî xaniyên beton li ser wan kavilan ava dikin, bermayiyên sûrê xerab
dikin, an li ser wan avahiyên ji betonê ava dikin.
Ji ber nezaniya gel, kêmbûna bîra neteweyî û bîra parastina
nirxên neteweyî, gelek farqînî, an kesên dawî hatine li Farqînê bi cî bûne jî,
xaniyên xwe ji kevirên Kela Farqînê û avahiyên dîrokî yên farqînê derxistin û
çê kirin. Her wiha gelek avahî, ji ber lêgerîna gencîneyan hatin xerab û
talankirin. Ev talana nirxên neteweyî bi taybet ev 60-70 salên dawîn in bê
rawestan li Farqînê didome û heya niha jî tu tedbîrên berçav nehatine girtin û
li ser vê yekê tiştek nehatiye nivîsîn.
Çend Dildarên Farqînê gelek caran bi şaredariya Farqînê re
axivîne ku rê li ber vê talanê bê girtin, lê heya niha jî tu kesek tu tiştekî
nekiriye û bi vî rengî bidome diyar e dê kesek tiştek jî neke. Ji xwe tiştek ku
bê kirin jî zêde nemaye, hezar mixabin!..
Îroj em dikarin bêjin deverek me yê dîrokî heye ku niha êdî
bi awayek lê xwedî tê derketin ku Heskîf e. Bê guman ciyê dilxweşiyê ye ev. Lê
gelo Zeugma? Xerabeyên Anî yên Qersê?, Amed û dewlemendiyên wê yên dîrokî yên
bêhempa? Reha? Xelfetî ku di bin avê de ye niha? Lê zanîngeha kevnare ya
Heranê? Wan? Tetwan? Her du Nemrudên li Tetwanê û bi taybet jî ya Semsûrê?
Qesra Îsheq Paşa? Bedlîs? Lê Dêra Axdermanê û Birca Belek a li Cizîrê ku kirine
Qişla Leşkerî? Û gelek deverên din ên Kurdistanê ku bê xwedî mane? Ev hatine
jibîrkirin û kes bahsa wan nake, mîna Kela Farqînê û avahiyên dîrokî yên
Farqînê ku êdî kavil bûne. Belê hatine jibîrkirin û ji însafa dewletê re hatine
hiştin ku em dizanin ka dewlet çi qasî li hember hebûnên me bi însaf e!..
Bê guman ku sedemên vê yekê hene. Yek û yê esasî; şerên ku
ji dîrokeke pir dirêj ve li ser axa Kurdistanê ranewestiyan e, du; polîtîkayên
dewletên dagirker, bi taybet jî yên Dewleta Osmaniyan û piştre jî yên Komara
Tirkiyeyê yên talan û wêrankirinê, sê; dîsa di encama van şer û polîtîkayan de,
parçebûyîn, êş, azar, jihevbelavbûn, birçîmayîn, nezanhiştin, ji her alî ve
rêlibergirtina pêşketina civakê, bûne sedema talan û wêrankirina nirx, rûmet û
dîroka gelê kurd û Kurdistanê.
Di encam de mirov dikare bêje ku talana ji aliyê gelê herêmê
ve tê kirin jî dîsa encama dagirkeriyê û şeran e. Eger bi van yekan, rê li ber
pêşkeftina serbixwe ya civaka kurd nehatibûna girtin, niha Kurdistan bihişt bû
û gelê kurd jî yek ji gelê herî pêşketî yê cîhanê bû. Lewra ev bingeha cografî,
dîrokî, felsefî û zanistî hebû û dîsa ew dewlemendiya madî û manewî hebû li ser
wî axî ku civak wisa mezin bikaribe bi pêş bikeve. Lê ew dewlemendiyên me ku
dikaribûn bibine şenseke mezin ji bo me, bûne belaya herî mezin, ji ber
çavbirçîtî û hovîtiya mirovan.
_______________________
2008-06-06
m.felatarda@gmail.com
Yorumlar
Yorum Gönder