BAD Ê DOSTIK Û DEWLETA KURD A MERWANÎ
Wek ku tê zanîn, Dewleta Kurd a Merwanîyan, di sedsala 10-an
de, ji hêla Bad ê Dostik ve, li Farqînê û Amedê hatîye damezirandin. Di demekê
kin de bandora xwe li piraniya Kurdistanê zêde kirîye û dewleteke bihêz derketîye
meydanê. Bad ê Dostik, kurdekî jî aliyê Hîzan a Bedlîsê ye, bi wêrekî û mêrxasiya xwe ve tê naskirin. Û
divê bê gotin ku, Pira Mala Badê jî, ji hêla Merwaniyan ve, li ser navê Bad hatîye
avakirin û ji bo navê Bad tim û daîm bijî, li ser navê wî û li ser navê malbata wî
hatîye pênasekirin. Çavkaniya herî giring a di der barê wî û jiyana wî de,
pirtûka " Dîroka Kurdên Merwanî " ye, a ku ji hêla Îbn'ul Ezraq ve
hatîye nivîsandin. Hêjayî gotinê ye ku Îbn'ul Ezraq jî kurdekî ji bereka Zirkan
e û pêşîyên wî di dewleta Merwanîyan de, li qesra wan peywirên girîng girtine. Her
wiha dîroka Merwanî, Eyyûbî û Selçûkiyan jî tomar kirîye û gihandîye nifşên nû.
Lêkolînerê kurd ê navdar M. Emîn Bozarslan, beşekê ji vê pirtûka hêja, berê 30
sal wergerandÎye li tirkî û daye weşandin. Ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê a serdema
navîn, berhemekehêja û giranbuha ye. Niviskar û helbestvanê kurd Rojen Barnas
jî, ji wê pirtûkê, beşê jiyan û danasîna Bad ê Dostik wergerandîye li kurdî û
diyarîya dîrok û lîteratûra kurdî kirîye. Ew beş, li jêr e;
_________________________
BADÊ DOSTIK
Hatiye gotin ku:
Ebû Ebdula Huseyin Badê kurê Dostik (1) ê Harbuxtî (2) bi
derketina ji çiyayên Bahesmê yên di navbera Maden û Hîzanê; li dora xwe xelkê
civand, bi rêbiriyê dest bi kar kir. Berê jî çend car avêtibû ser Diyarbekir.
Piştî mirina Edud ud-dewle Bad bêtir bi hêz bû, heval û hogirên wî zêdetir bûn.
Hingê ew li deriyê Hîzan û Madenê dima.
Ewê di vê demê de fikra fermanrewatiyê kiribe serê xwe ku bi
vê armancê ji nûve dest bi tevgera xwe kir û hin deveran stand; di pey de avêt
ser deverên herêma Meyafarqînê û pê kir serê. Ji ber ku peyayên Mîr Eb ul-Mealî
(3) qels bûn nedikarîn bajêr biparêzin. Badê Dostik bi vî aliyê wê dizanî, ji
xelkê bajêr re name nivîsî, dilê wan stend û bext da wan ku ewê bi wan re qencî
bike. Li ser vê xelkê bajêr pêşneyara Bad li xwe pejirandin.
Bi vî awayî Badê Dostik di meha rebî’ ul-axir a sala 374 a
koçî (985 z) de kete bajêr, teslîm girt û li wê derê rûnişt. Di pey de di demek
kurt de navçeyên Diyarbekir, Nuseybin û Cezîrê kir bin destê fermanrewatiya
xwe.
Badê Dostik fermanrewayê (hukumdar) pêşîn ê kurdan e. Birayê
xwe Eb ul-Fewaris Huseyinê Dostik kir waliyê Meyafarqînê (4). Bi leşkerên xwe
ve bilî dibû û bi ziftkirina cî û deveran mijûl dibû. Eb ul-Fewarisê birayê wî
jî li Meyafarqînê ma. Ji ber ku sûran di demek mîna ji du salan kurtir de nûjen
kiriye, li ser çend ciyan yên sûrên Meyafarqînê navê wî nivisandî ye.
Hatiye gotin ku:
Gava Samsam ud-dewle (5) bi hêz û welatên bidestxistî yên
Badê Dostik hisiya, şaş ma, bizdiya û jê çavtengî kir. Ji ber vê jî fermandarek
xwe yî bi navê Ebû Herb şand ser Badê Dostik. Ev fermandarê ku dostê Bad bû
gava gihîşt nêzîkî ciyê Bad, jê re nameyek nivîsî û pêşneyar kir ku Bad serê
xwe li ber fermana Samsam ud-dewle bitewîne, bikeve ber xizmeta wî; eger wisa
bike ewê Samsam ud-dewle welatê wî wek mîrîtî bidê. Bad vê pêşneyarê paşve
vegerand. Li ser vê Ebû Herb leşkerek (ordî-arteş) hilanî û çû ser Bad ve. Çi
heye ku Badê Dostik ew têkbir û wek xenîmeta şer dest danî ser malên di destê
wî de. Bi vî awayî xenîmetek gelek zêde û gelek kelûpelên leşkerî ketin destê
Bad. Bi vê serketinê ew û leşkerên xwe bi hêztir bûn.
Di pey vê têkçûnê de Samsam ud-dewle di bin fermandariya
wezîr Eb ul-Hesen Elî bin
Huseyin bin Mexribî - ku bavê evê Mexribî ye ku di pêş de ewê
li Meyafarqînê wezîrî bike- de leşkerek din şand ser Bad. Ev leşker hetanî
Meyafarqînê hat û bajêr rapêça. Lê belê Bad carbicar ji nişkave ji kelê
derdiket êrîşan dibire ser vî leşkerî; serbazan dikuşt, malê wan talan dikir.
Ji ber vî qasî ne wezîr bi Bexdayê dikaribû û ne jî dikarî rapêçanê bêtir bajo.
Paşiyê bêçare ma, ji wê derê vegeriya. Êdî ji ciyek diçû deverek dîtir, dor li
hin ciyan vedigirt. Bad jî bi pey wan diket, timî êrîş dibirin ser hêzên wî,
her carê çendek ji wan dikuştin. Piştî ku demek bi vî awayî derbas bû, wezîr
têgihîşt ku bi Bad re nikare serî derxe, naçar ma ku pê re li hev were û
biryara xwe de ku vegere Mûsilê. Gava gihîşt devera Til Fafanê (6) ji waliyê
Mûsilê Eb ul-Qasim bin Sa’d bin Mihemed el-Hacib re name nivîsî û rewşê jê re
got. Walî jî ji Bad re name nivîsî daxwaza lihevhatinê pêşneyar kir. Bad
pêşneyarê pejirand, di navbera herdû aliyan de di meha remezana sala 377 koçî
(988 z) de lihevhatin çêbû. Li gora vê lihevhatinê bajarê Tûr Abidîn (7) û
herêma li pişt wê ango Cezîre; ji waliyê Mûsilê re û aliyên dinê jî ji Bad re
bimînin.
Berî vê tarîxê, di 376 ê koçî (987 z) de Şeref ud-dewle Eb
ul-Fewaris Şirzîl bin Edud ud-dewle, Samsam ud-dewleyê birayê xwe ji text anîbû
xwar û ketibû ciyê wî. Piştî ku Şeref ud-dewle du sal û sê meh hukimdarî kir,
di 28 saliya xwe de mir. Li ser mirina wî birayê wî yê Beha ud-dewle Ebû Nesr
Heşad bin Edud ud-dewle, Samsam ud-dewleyê birayê xwe serbest kir û ew ji nûve
kire fermanrewa.
Samsam ud-dewle hetanî sala 379 ê koçî (990 z) fermanrewa
ma. Di pey wî de birayê wî yê Ebû Nesr Heşad bin Edud ud-dewle bû fermanrewa.
Bad jî ji fermanrewatiya wî dilxweş bû. Ji xwe di navbera Bad û Ibnî Sa’dê
waliyê Mûsilê de dostaniyek bi rêkûpêk hatibû danîn. Ew çend ku gelek car Bad
alîkariya wî dikir.
Hatiye gotin ku:
Di vê navê de komek ji kurdên Hekar û herêmên derûdorê êrişê
ser Mûsilê kirin, bajêr talan kirin û li ehlê bajêr zordestî kirin. Ku Badê
Dostik ev bihîst ji Hesenkêfê derket, li ber deriyên Mûsilê ji nişka ve êrîşî
ser van kesan kir; gelek ji wan kuşt û malê wan talan kir. Merivên walî Îbnî
Sa’d û xelkê Mûsilê ji wan xelas kir. Hingê di dilê xelkê Mûsilê de li hember
Bad hezkirinek mezin çêbû.
Gava ku Îbnî Sa’d di sala 376 ê koçî (987 z) de mir, Beha
ud-dewle Ebû Nesr hate Mûsilê û rêvebiriya bajêr girt destê xwe. Ebû Nesr li
ser peymana lihevhatina ku berê bi Bad re hatibû kirin ma û mîrîtiya Cezîre û
Tûr Abidînê jî dayê.
Piştî ku demek bi vî awayî derbas bû, Ebû Nesr ji Bad re
nameyek nivîsî û jê xwest ku paşve vegerin ser hoyên peymana di navbera wî û
Îbnî Sa’d de. Lê belê Bad vê pêşneyarê nepejirand. Ebû Nesr jî vê rewşê
ragihand xelîfe Tayi’. Li ser vê xelîfe di bin fermandariya katibê xwe yê bi
navê Serîr Nesr bin Tasî de leşkerek amade kir û şand ser Bad. Ev leşker bi ser
Bad ve çû. Herdû leşker (ordî/arteş) li Tûr Abidînê rastî hev hatin. Di pey de
li ser tepa li hember Nuseybînê şer dest pê kir. Di vî şerî de Eb ul-Fewaris
bin Dostikê birayê Bad hat kuştin. Cenazê wî anîn Meyafarqînê, li dervayê bajêr
hate veşartin, li ciyê ku jê re dibêjin Kumbetên Eb ul-Fewaris li serê kumbetek
hate çêkirin. Di pey de li kêleka vê kumbetê hin kumbetên dinê jî hatin
avakirin ku bi vî awayî gelek kumbet çêbûn.
Hatiye gotin ku:
Pişti bi mirina Samsam ud-dewle ku birayê wî Beha ud-dewle
ciyê wî girt, Hemdanî (8) çavê xwe berî vî welatî dan. Di vê demê de ji
Hemdaniyan du mîr gihîştibûn. Yek jê Ebû Tahir, yê din Ebû Ebdilah ku herdû ji
kurên Nesr ud-dewle Hesen bin Hemdan bûn. Ev herdû bira, ji bona welatê wî jê
bistînin, ajotin ser Bad û li pey geriyan. Bad pêşiyê ji ber vana reviya, ji
ciyek çû ciyek din. Paşiyê derbasî Tûr Abidînê bû û leşkerên xwe li wê derê
berhev kir. Di navbera herdû leşkeran de şer dest pê kir. Di vî şerî de Bad li
ser pişta hespek têk çû, ji ber ku merivekî girî zexim bû, xwest li hespek dinê
siwar be û ji ser hespê xwe xwe hilavêt ser pişta hespekî dîtir, lê belê berî
ku bigihîje hespê dinê li erdê ket û parxanên wî şikestin. Di wê rewşa
birîndariya giran û li erdê raketî, yek ji kurên Hesen bin Hemdan tê ew bi
derbên şûr dikuje, çek û posatên li serê jêdike, dibe. Mêrik nedizanî ku ew Bad
bû. Paşiyê ew nasîn; dest û piyên wî jêkirin şandin Mûsilê ji wê derê jî şandin
Bexdayê ji bona nîşanî xelkê bidin. Laşê wî jî birin Mûsilê; bi şûştin,
kefenkirin û limêj hat veşartin. Musilî gelek ber bi kuştina Bad ketin, şîna wî
girtin û li serê giriyan.
Dibêjin ku Bad di 14ê Muherema 380ê koçî (991 z) roja
yekşemê hatiye kuştin.
(Îbn ul-Ezreq el-Fariqî)
Ji Pirtûka:
“İbn’ül-Ezrak, Mervani Kürtleri Tarihi, Türkçesi: M.E.Bozarslan,
İkinci Baskı, Borås-İsveç 1983”
Wergerandina ji tirkî: Rojen Barnas
------------
(1) Li gora Îbn ul-Esîr c.9, r.25 navê wî Baz e, Ebû Ebdulah
Huseyinê kurê Dostik jî ne Baz (Bad) e, lê birayê wî ye. Naznavê Baz jî Ebû
Şuca’ (Bavê Bizavê) ye. (B.E.A)
(2) “Harbuxt” navê qebîleyeka kurd e.(M.E.B. )
(3) Eb ul-Mealî Şerîf ji fermanrewayên Hemdaniyên Helebê ye,
naznavê wê Sa’d ud-dewle bû, di 922 de miriye. (M.E.B)
(4) Di rûpela 79 a “Marsh” de ev hene: “Gava Bad
fermanrewatiya Meyafarqînê kir destê xwe, Ebû Elî Hesen bin Elî et-Temîmî kir
waliyê wê derê. Ev kes, di dema fermanrewatiya Badê kurd ya li ser Diyarbekirê
waliyê Meyafarqînê ma. Di pey de di navbera fermanrewayê Mûsil û Bad de şer
derket. Di vî şerî de Bad hat kuştin, lê Eb ul-Hesen bin Elî et-Temîmî li
Diyarbekirê ma. (B.E.A) [Binêre li nivîsa C.Rojbeyanî; xala 62 ya Şerefnamê.
R.B]
(5) Samsam ud-dewle ji fermanrewayên Buweyhiyan e, ku di 962
de hatiye dinyayê. Kurê Edud ud-dewle ye. Li ser mirina bavê xwe di sala 983 de
derketiye ser text, 998 de li Şîrazê hatiye kuştin. (M.E.B.)
(6) Di eslê pirtûkê de herçend “Fakan” nivisandî be jî şaş
e, rastiya wê “Fafan” e. Di Mu’cem’ ul-buldan c.2. r.552 û 776 de nivisandî ye
ku Fafan ciyek li nîvro(başûr)yê Meyafarqînê û li ber çemê Dîcleyê ye.(B.E.A)
(7) “Tur Abidin” bajarek kevin ê li nêzîkî çiyayê Cûdî
bû.(M.E.B) [Bajarê “Tûr Abidîn” ku li vê derê derbas dibe di Şerefnameyê de wek
nahiyeya wilayeta Boxtan (Botan) jê tê behs kirin, li gora paragrafa berî rêza
dawiyê li bakurê Nuseybînê ciyekî ye ku dibe Midyad be. Lê bi awakî ku tê zanîn
Tûr Abidîn Torê an wek silîvî dibêjin Çiyayê Jêrîn e ku ji pişta Mêrdînê heta
Hesenkêf û bakurê Kerboranê ye; Mêrdîn, Stewr, Kercews, Midyad û Hezex dikevin
nav vê herêmê. Bnr.: Şerefname, r. 196 (R.B)]
(8) Hemdanî xanedaniyeke ereban e ku di navbera salên
885-991 de li Musil, Heleb, Diyarbekir û li wan doran hukim kiribûn. Bavikê
xanedanê ji qebîleya Texlîb Hemdan bin Hemdûn e. Herî navdarê wan Seyf ud-dewle
ye. Fermanrewatiya wan ji aliyê xelîfetiya Fatimiyên Misirê ve di 991 de hatiye
rakirin.(M.E.B)
KURTKIRIN:
M.E.B : Mehmet Emin Bozarslan
B.E.A: Bedewî Ebdullah Awad
R.B: Rojen Barnas
Nivîsa C.Rojbeyanî ya li ser Badê Dostik jî gelek balkêş û
piçek cihêtir e. Binêre li xala (62) ya Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsê.
Balkêşanî: Nivîs û notên di nav kevanekên bi koşe “[ ]” de
yên min in.
(Ev beşê han, ji pirtûka "Farqîn" a Rojen Barnas hatîye wergirtin - Amadekar: Xerzî Xerzan)
Yorumlar
Yorum Gönder