KYRVPÆDIE (Cyropaedia) Pesinname ya Kuroş
KYRVPÆDIE Pesinname ya Kuroş
Fergîn Melîk Aykoç
Herkes Xenophon bi berhema wî ya Anabasis a li ser bîranînên
"Vegera Dehhezaran" dinase. Pirr kes nizanin ku çend berhemên wî yên
din jî hene. Bi taybetî jî berhema wî ya bi navê "Kiropediya" bi nav
û deng e. Ev bi awayê romana pesinnameyê hatiye nivisandin. Bi her awayî hewl
dide ku Kuroş wek kesayetiyeke di her warî de bê kêmasî venivisîne. Xenophon
nivîskarekî Grêk (Yewnana kevin) ê dema antîkê ye. Ew li gor daneyên ber dest,
berê mîladê di navbera 430-425. de li Atînayê hetiye cihanê û sala 355´î li Korinthê
çûye ser dilovaniya xwe.
Ev berhema taybet bi her zimanî nayê dîtin. Dema mirov
Elmaniya wê bixwaze, weşanxane tenê yekî ji bo mirovan çap dike û dişîne.
Pirtûkeke bihayê wê 57 € ye. Rainer Nîckel ew ji zimanê Grêkî wergerandiya
Elmanî, li pişt wê berhemê jî şirove û agahiyên dîrokî yên bi çîrokê re tên
rûberkirin, hene. Ev agahî ji bo me gelek girîng in. Berhem bi awaye rûyekî bi
Elmanî rûyekê jî bi Grêkî hatiye nivisandin û 794 rûpel e. Bi qasî ku ez
dizanim, Ingilîziya wê heye. Dibe ku Fransî, Rusî û Farisiya wê jî hebe.
Min ev berhem ji bo ku bikanim agahiyên wî yên li ser Medan,
yên Heredot, Ksitas û dîrokzanên din re birûberînim, da ku bikanim bigîhîjim
agahiyên rast, kirî. Lewra dîrokzanan agahiyên li ser Medan ji kesên din xwerû
jî ji dagirkeran bihîstine û tenê ew agahî nivîsîne ku ev jî ji rastiyan gelek
dûr in, pirrê wan derew û vir in. Mînak Heredot ji bo pere bidestxistinê, diçe
qesra Persan, Pers li ser Medan çi derewan dikin, Heredot tenê wan dinivîsîne.
Heredot Keyê (şahê) Medan Aştiyago wek cinawirekî wek zalimekî vedinivîsîne. Lê
em dizanin ku Kavî Viştaspayê di baweriya Zerdeştî de wek keyê herî bi wîjdan,
yekem keyê baweriya Zerdeşt pejirandî, bavê Aştiyago Kyaxares II. e. Aştiyago
yekem key e ku bi baweriya Zerdeştî mezin bûye, ji Zerdeşt ders wergirtiye..
Mirovekî herî kamil û bi wîjdan e.
Xenophon di vê berhemê de dibe ji bo bikane Kuroş wek neviyê
kesekî resen û xwediyê karekter nîşan bide, Aştiyago li gor kesayetiya wî ya
rasteqîn venivîsandiye. Ango guh nedaye derewên Farisan. Wergerê berhemê Rainer
Nickel vê mijarê wiha zelal dike:
"Xenophon dijberî Heredot, Aştiyago yê serwerê Med,
ango kalikê Kuroş wek mirovekî sempatîk ê ku bi fêrkirin û hezkirinê nêzîkê
neviyê xwe dibe, mirovekî çeleng xwedanê karekter, yekê 'Kalêrûgeş' ji xweşikî
û xwediyê karekterbûnê hez dike, raberî me kiriye."
Li gor agahiyên berdest ev saloxdana li ser Aştiyago,
perwerdeya wî venivîsandineke herî rast e.
Di hemû daneyên nivîsandî û şiroveyan de Aştiyago wek keyê
dawiyê yê Medan hatiye destnîşankirin. Behsa kurê wî, yan jî Kyaxares III. (Key
Xusro) nayê kirin. Lê Xenophon ji bo ku bikane Kuroşê Persan baqil, bêtirs,
xwediyê rawişteke baş, stratejîst nîşan bide, karektereke bi navê
"Kyaxares (III)" piştî Aştiyago bûye serwer û keyê Medan nîşan dide.
Dîsa Wergêrê Berhemê, Rainer Nickel li ser vê karekterê Xenophon şiroveyeke
wiha tîne:
"Kyaxaresê kurê Aştiyago, birayê Mandene ya diya Kuroş,
xalê Kuroş di tevahiya berhemê de cihekî kilît girtiye, Kuroş hemû çalakiyan û
şer bi agahî û gengeşiyên bi wî re pêk tîne. Lê ev karekter di dîrokê de tune,
Xenophon ev karekter afirandiye. Ev kerekterê wek keyê Medan hatiye raberkirin,
di her warî de tersê Kuroş e, wek kesekî tirsonek, daxes, di warê têgihîştinê
de melûl, ji birêkxistiniyê dûr hatiye venivîsandin!"
Xwendina Berhemê ne hêsan e. Lê mirov dikane têbigihîje, bes
ji bo têgihiştinê divê agahiya mirov li ser rewşa wê demê û erdnigariyê hebe.
Bi giranî jî li ser şerê bi Asûran re rawestiyaye. Cih bi cih şerê bi Misir û
Lidyan re û şerê bi Asûran re tên tevlihevkirin. Ev ji rastiyê dûr e.
Navê hin gelan û navên hin kesayetiyên ne di salên Kuroş de
jî tê de derbas dibin. Mînak Tigran I. kurê keyê Ermeniyan di sala 560´an de tê
dunê. Dema Kuroş di sala 550´î de Serweriya Med hilşand û serweriya Persan wek
şahînşahê cihanê destnîşan kir. Tîgran hê dehsalî bû. Kuroş wê demê li dora 24
salî ye. Yanê nikane bibe hevalê wî yê dema perwerdeyê.
Ji bo me Kurdan divê em her tiştên bi navê dîrokê hatine
nivîsandin wek rastî nepejirînin. Em giştan birûberînin, bi rastiya çîrok,
ziman û kevneşopiyên gelê xwe re bidin ber hev, di serada hişmendiyê re derbas
bikin, hîna jê sûd wergirin. Lê mixabin gelek kes tenê hin nivîsên qaşo(!)
dîrokê digirin, wek rastî bin, diweşînin. Mînakên dema me gelek zelal in. Niha
dagirkerên Tirk tiştekî rast li ser tekoşîna Kurdan dinivîsinin? Na! Pers,
Ereb, Grêk jî wisa bûn û îro jî wisa ne.
Yorumlar
Yorum Gönder