Panoramayek Dîrokî li Dor Koka Navê Kurdan
Min jî wek gelek hevalên xwe xwestiye ku ez li koka navê
(Kurd), bigerim; ev nav ji kû hatiye, kê li me kiriye û ji kengî ve bikar
hatiye?
Li gor xwendin û xepartina min di nav pirtûkan de, ez
bi vê encamê derketime: Dîroknas, erdnigar û nivîskarên kevin yên Yûnanî û
Latînî nav li gelek welat, netew, çiya, çem û herêman kirine, ji Fransîzan re
gotine (Frencî), ji Almanan re gotine (Cermanî) û ji Kurdan re gotine (Kardukî
an Gordî).. Û ji navên ku li Asya Navîn kirine; Euphrat (Ferat), Tigris
(Dicle), Tourus, Zagros, Judî (Cûdî), Ararat, Mezopotaniya û ji kurdan re jî
gotine (Karduk an Kordukh). Lê cardî navên wan kevin bin jî, dîsa nêzîkî navê
Kurdan yê nû mane, tevî ku hezarê salan di ser navên wan re derbas bûne.
Sebaretî navê kurd, ev navê ku xelkê li me kiriye û em
pê hatine naskirin, mijara me ye.
Di çerxê 5an berî zayînê de, (Herodotus), navê
(Paktuiki) di nav 13 navên ku di bin hêza Iparatoriya Farisî (Achminide) de
bûn, digel navê Ermeniyan aniye ziman. Ev nav (Paktuiki) kêm zêde nêzîkî gotina
(Bokhtan; Botan) e.
Nivîskar û feylesofê Yûnanî (Xenophon/ Ksênofon: 335 -
430) di pirtûka xwe (Anabasîs: Vegera 10,000 leşker) de sala 400/401 Bz, Kurd
bi navê (Kardoukhoî an Karduxî) dane naskirin û warê wan li çepî çemê Dicle û
nîzîkî çiyayê Cûdî nîşan daye.. Ermeniyan jî, di nivîsên xwe de xelkên eynî
herêmê bi navê (Kordukh) bi nav kirine. Belê Aramiyan eynî herêmê bi navê (Bêt
Qardu) bi nav kirine û ji bajarê Cizîra Botan re (Gazat Qardu) gotine. Wek ku
diyar e gotina Qardu li cem Aramiyan bi wateya Kurdo ye, anku Mala Kurda û
Cizîra Kurda..
Di zimanê Farisî de gotina Kurd an Gurd bi wateya xurt
û bihêz xwe nişan dide.. Di Şahnameyê de, pirtûka Şahên Îraniyan ya Ferdewsî,
ew kok û rehên Kurdan digihîne heyamê (Zehak). Ev Şahê efsaneyî yê ku di
ferhenga Farisan de cihê Cemşîd digire û Îran hikum dike.. Helbet bingehekî
dîrokî ji vê yekê re heye ku rehên Kurdan û Îraniyan nêzîkî hev in.. Ferdewsî
jî, gotina Gurdan ji bo lehengan bikar aniye..
Ji van gotinan xuya dibe ku Paktuiki, Kardoukhî,
Kardoxî, Kordukh, Gurd, Qardu, bapîrên me kurdan yên pêşî
ne û tev li gotina (Kurdan) ya îro vedigerin.
Kurd; ev navê ku kurdan li xwe kiriye an cîranan li
wan kiriye, pesindaneke hemberî dijminan..
Eger em li koka gotinên din wek: Euphrat, Tigris,
Tourus, Zagros, Judî, Ararat, Mezopotaniya û yên mayî bigerin, wê mijara
me gelekî dirêj bibe. Lê bi min xweş e ku em li koka gotina (Ararat) jî
vegerin. Wek ku diyar e, çiyayê (Ararat) an (Agrî) çiyakî volqanî ye, anku navê
vî çiyayî bi agir ve girêdayî ye û navê wî lê ye. Navekî kurdî yê orjînal e û
yekemîn car ev nav di pirtûka pîroz (Tewratê) de hatiye gotin. Qet navê vî
çiyayî ne Ermenîye wek ku hin dibêjin, Ermenî jêre dibêjin Çiyayê Mosês.
Serbaretî gotina Mezopotamiya, ev gotina ku dîroknasên
Yûnanî li herêma me kirine. Gelo rast ev gotin ji (Mezra Botan) pêk hatiye û bi
demê re bûye Mezopotamiya?
_________________
Not: Dikim diyar ji mamoste Xerzî Xerzan û raman,
nêrîn û lêkolînên wî re, nexasim nivîsa wî ya bi navê: (Berovajîkirina dîroka
gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve), ku di malpera Rewanbeje de belav bûye.
Konê Reş, Qamişlo, 26.09.2016
Yorumlar
Yorum Gönder