Hemberîhevkirina Ola Êzdîya û ya Hinda ye Vedic
Hemberîhevkirina ola Êzdîya û ya hinda ye Vedic
Tosinê Reşîd
Îro li ser axa Kurdistanê, li wê landika şaristanîyê, bi ola
îslamê re tevayî, ku ola serdest e, olên mesîhî, elewî, êzdîyatî, şebak,
yarsanî (ji wê olê re usan jî Ehl î Heq û kakeyî tê gotin); bi seda hezaran
parêstvanên xwe hene.
Eger ji bo dîrok û bawarîyên olên cihanî; îslamê û mesîhî,
hema bêjî her tişt zelal e, vê yekê ji bo olên Kurdistanê ye mayî nikarî bêjî.
Parêstvanên olên mayî bi sedsalan bindest bûne, gelek caran neçar bûne
bawerîyên xwe olî ji xelkên dor xwe veşêrin. Ji alîyekî mayîn ve, niviştên wane
nivîskî hatine tune kirin, pir caran ew ji bo bawarîyên xwe olî rû bi rûyî
komkujîyan bûne. Gor lêkolînên zanîyarê hindî, SUBHASH KAK, tenê di nav 800
salên dawî de dor 25 mîlîyon êzdî hatine kuştin.
(https://www.quora.com/Are-Yazidi-tradition-and-culture-similar-to-those-of-Hindus.
20 VIII 2014).
Ji ber vê jî di dîrokên wan olan de hê jî xalên tarî hene.
Ronîkirina wan xalan, ne tenê nirxê xwe, yê
zanyarî heye, lê usan jî wê
naskirina wan olan hêsan bike. Ev yek dikare ji bo parastina wan olan û
firekirina tolêransa olî li Kurdistanê, roleke erênî bilîze.
*
Di nav êzdîyan de herdem tê gotin, wekî ew ji Hindistanê
hatine. Nêzîkî Lalişa Nûranî şikevtek heye, ku jê re ‘şikevta hindîya’ dibêjin.
Gor bawarîya xelkê cîh, hindî hatine ber Lalişê, li wir mane û dûarojê di nav
êzdîyan de bişkivtîne, asîmîle bûne.
Bûyarên komkujîya Şengalê, di çapemenîya Hindistanê de
cîhekî fire girtin, li gelek deverên Hindistanê xwepêşandanên mezin çê bûn,
hindîya digot: “Êzdî birê me ne”. Wan rojan nonerê hukumata HIndistanê Şengal
zîyaret kirn.
Di vê gotarê de em ê çênd pirsên dîroka ola êzdîya û
pêwendîyên bi ola hindîya ye Vedic re, bînin ziman.
Seva hatina Hindo-Aryan li devera bakûra Mêsopotamîya,
bawarîke balkêş heye; gor zanyarê hindî Subhash Kak dor sala 1900 BZ li
Hindistanê rûbarê Sarasavati ji erdhejekê ziha dibe, aborîya gelên cih têk
diçe. Ew bi neçarî koçber dibin û piranîya wan berê xwe didin rojava (S. Kak,
2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli).
Mîtannîyên ku ser axa Kurdistanê dewleta xwe ava kirin, ji
wan bûn.
Piştî hatina wê deverê mîtannî di nav hûrîyan de hatin
bişkavtin, asîmîle bûn, zimanê hûrîyan hildan, lê bawarîyên xwe, yên olî, ku
bingehê wan ola hindaye Vedic bû, parastin. Di wê olê de parastina xwedayê
S’ura, ku li esmana bû û sêla rojê nîşana wî bû, bawerîke bingehîn bû.
Mîtanîya, çawa çîna serbaz, hûrî kirine bin desthilata xwe.
Gor Şeref xan Bîtlîsî êzdî hema ji wê deverê belav bûne, ku
beşekî împêratorîya Mîtannî bûye (Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’,
Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).
Dîroknûs ji împêratorîya Mîtannî re dibêjin ‘împêratorîya ji
bîra kirî’. Ew împêratorî sedsalîyên XV-XVI BZ hatîye damezirandin û dor 300
salî jîyana xwe domandîye. (Gor hinek zanîyaran (K. E. Edduljee), împêratorîya
Mittannî navbera salên1475-1275 jîyana xwe domandîye.) (http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm.)
Lê ev ne mijara lêkolîna me ye.
Tixûbên împêratorîya Mîtannî ji çîyayên Zagrosê, Kirkûkê
(Arrabxa hingê) li rojhilat, digihîştin çiyayê Kurmanc û derya Sipî li rojava.
Li bakûr tixûbê wan digihîste rojava pingava Wanê. Serbajarê wê, Wassukkane,
devê çemê Xabûr bû. (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda,
www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).
Yekemîn şahê Mîtannî Sutara I bû (Roja baş), yê dû wî re
Baratarna bû (Roja mezin). Parastina rojê di ola mîtannîyan de cîhê xwe, yê
giring hebû. Wan bawarîya xwe bi hêka esmanî jî dianîn, ku gor bawerîya wan
gerdûn ji wê derketîye.
Mîtannî di dema xwe de yek ji bihêztirîn împêratorîyên
cihanê bû, lingê xwe bi Misir û Roma re davît, şerê Asorîstanê dikir.
Şahên Mîtannî û fereonên Misrêye dînastîya 18 emîn jin ji
hev dibirin. Kiye, şahbanîya fareon Axênatên (1352-1336 BZ), keça şahê Mîtannî,
Tuşratta bû (E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell
University Press). Dê û dapîra Axênatên jî ji malbeta şahên Mîtannî bûn. Ev
malûmatî di nameyên navbera fereonê Misrê Axênatên û şahê Mîtannî Tuşratta de
hatine parastin, ku li Amarna Misrê hatine dîtin (W. A. Moren. (ed.) 2002. The
Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore).
Axênatên (Roj şah), ku ew nav sala şeşemîn, ya hukumdarîyê
da ser xwe, wê şorişa olî li Misrê pêk bîne. Wî ji dor 2000 xwedayên misrîya,
tenê yek hîşt, Atên. Atên li esmana bû û nîşana wî Roj bû. Gor qewlên Axênatên,
Atên usan jî di dilê mirovan de bû. Tê gotin, wekî bawarîya monotêîzme bi rîya
jinên mîttanî gihîştîye Axênatên.
Gor bawerîya piranîya zanîyarên pisporên dîroka olan,
Axênatên bavê wan pêxemberan gişkan e, ku monotêyîzm pejirandin (Subhash Kak,
Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).
Ew bawerî jî heye, wekî Mûsa pêxember karmendekî dîwana Axênatên bûye û
bawarîya monotêyîzmê ji wir hildaye (S. Freud, 1987. Moses and Monotheism.
Random House, New York).
Em dîsan bêne ser mîtannîyan. Hinek cîyan tê gotin, wekî
mîtannî gelê îranî bûne, lê îzbatîyên dîrokî ne gor vê bawarîyê ne.
Dor sala 1375 BZ di navbera dewleta Hîtîtan û cîranê wane
başûr, împêratorîya Mîtannî de peyman tê girêdan. Peyman ji alîyê arkêologan ve
li serbajarê dewleta Hîtîtan, Boghazkoy ê, dema vekolînên salên 1906-7, hatîye
dîtin. Di peymanê de şahê mîtannîya Wasukhani (Vasûxanî) tevî sond xwarina bi
navên çend xwedayên hûrîyan, usan jî bi navê Mithra, Varuna, Îndra û Nasatiya
sond dixwe. Navê Varuna ji îranîyan re ne nas e, lê Îndra û Nasatiya di
mîtalogîya îranyan de ne çawan xweda, lê çawan dêw derbas dibin. Navê şahên
mîtannîya (Artatama, Şûtama, Artasûmara, Dûşratta) hê zû bi sanskritê tên
şirovekirin, ne ku bi îranî. Usan jî di peymanê de seva peyva hevt ne
ku peyva îranîye hapta, lê ya sanskrîte saptahatîye bi
kar anîn (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda,
www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).
Hozên Hindo-Avropî berî ku koçî başûr, başûr-rojava û
rojhilat bikin, bûne du beşan; Hindo-Aryan û Iranîyan. Sebebê vê perçe bûnê
hinek zanyar di şerê navbera hozan de, hinek jî di bawerîyên olî de dibînin.
Çawan tê xuyayê nêrîna duyemîn hê nêzîkî aqilan e; dijîtîya olî di navbera
îranîya û hindo-aryan de demeke gelekî dirêj dom dike. Awa di Reg Veda
Hindo-Aryan de daeva ji xwedayan re dibêjin, lê di Avesta
îranîyan de daeva ji dêwan re dibêjin. Usan jî bal hindo-aryan dûarojê wê ji
dêwan re bêjin asura, ku ji navê xwedayê îranîya Ahura tê, Ahura bi
Sanskrit Asuraye (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Reveda,
www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).
Û ev herdu ol berî gişkî li Rojava Îranê û Mesopotamîya rû
bi rûyî hev bûn.
Gor zanyarên kurd Mehrdat R. Îzady, Tewfîq Wehbî û Reşad
Mîran çiqwas jî ola zerdeştîyê gihîşte Medîya (rojava Îrane), lê nebû ola
serdest. Xelkê Medîya Daeva diparastin, xwedayên bi xwe re ronahîyê tînin.
Gor T. Burrow gelê proto-Hindoarî, ku ji rojava Asîya
digihîstin heta Hindistanê, êdî parêstvanên Daeva bûn (Burrow, T., The
proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140). Bi gilîkî
mayîn, berî hatina hozên Hindo-Arîya û Îranîya, ew ol êdî li deverê hebû.
Navbera sedsalîyên IX û VII BZ eşîrên îranî ser axa
Kurdistana îroyîn bi cîh bûn. Ew hê jî peyçûyên bawarîyên arîyan û hinda
bûn. Gor bawarîya zanîyarê kurd T. Wehbî, xwedayê wan, yê sereke, ku
nîşana başî û qencîyê bû, Baba Esman bû, ku jê ra usan jî Baba Dîyaûs digotin.
Ew anegor xwedayê hindîya, Dîyaûs Pîtar bû. (Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd. –
Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda).
Ji xwedayên rada duyemî re (roj, heyv, stêr) digotin ‘dîva’,
yan jî ‘dîvas’, bi xwebêja yên ronahîyê tînin.
- Reşîd dinvîse, wekî ola zerdeştîyê li Medîya yê jî belav bû, lê nebû ola serdest, ji ber ku ola cîh, ku berî zerdeştîyê hebû, bi hêz bû (Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16).
Dûarojê, gava zerdeştî bi hêz bûn, wan xelkê ku pey ola kevn
diçûn “daeva yasna” nav kirin. Gor bawarîya hinek lêkolînvanên kurd
“daeva yasna” bi hinek guhastinan îro bal kurda maye.
Peyva dasnî ku
hozeke êzdîyan bi wî navî heye û demên berê mîrgeheke êzdîyan bi wî navî
hebûye, hema ji guhastina peyvên daeva yasna çê bûye (Mehmed
Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim.
6). Pir caran di dîrokê de ji êzdîya gişkan re gotine dasinî.
Çawa tê xuyayê demên berê dasinî devereke
hê fire belavbûyî bûne. A.H. Layard, nîveka sedsalîya XIX yekemîn dinvîse, wekî
hozeke bi navê dasinî li çîyayên nêzîkî Silêmanîyê heye (
Layard, A.H.,”A Popular Account of Doscoveries at Ninevehs”, New York, J.C.
Derby, 1854, rû. 206).
Zerdeştîya ji xwe re Mazdayasna, ji parêstvanê Daeva re jî
Daevayasna digotin. Û Zerdeşt ola xwe çawan altêrnatîva ola Daevayasna raber
kir.
Gor bawarîya T. Wehbî heta sedsalîyên IV-V PZ jî, piranîya
kurdên rojava Zagros; Cizîr, Botan, Kirkûk, başûr-rojhilata Kurdistana çîyayî,
ne zerdeştî bûn (Wehbî, Tawfîq, Dînî caranî kurd, Kovara Gêlawêj, 1941, jim.
11-12, rû. 67).
Çawan me êdî gotîye, Hindo-Aryan bi xwe re bawerîyen ola
Vedic anîn, ku wê olê de rola Mithra gelek mezin e, ew hevkarê xweda Varuna ye.
Bawarîya Mithra cîhê xwe di olên cîh de girt. Usane êdî berî hatina hozên îranî
(çawan peymana Bagozka yê jî mak dike) li deverê parastina Mithra hebû. Di ola
Vedic de Mithra usan jî navekî Rojê bû.
Xelkê Medîya peyçûyên ola Daevayasna bûn. Di wê olê de rola
Mithra mezin bû. Kujtina ga ji alîyê Mithra de cejneke wane giring bû. Ev
merasîm heta îro jî di ola êzdîyan de, bi navê Cejna Cama mêra, maye.
Gelek caran musulman êzdîya bi wê tawanbar dikin, guve êzdî
ji Xwedê re şirîka çê dikin. Di ola Mîthraîzmê de Mîhtra hogirê Xwedê bû.
Di navbera rola Mîthra di ola Vedic de û ya Melekî Tawis û
Şems di ola êzdîyan de, mînakîyên berbiçav hene. Lê ev mijara lêkolîneke mayîn
e.
Gor nêrîna zanîyara, Mithraizm bi teherê ezdîyatîyê li
çîyayên Kurdistanê maye (Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians
http://newsgroups.derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html).
Ew ku rehên ola êzdîya diçin kûraya dîrokê, îro êdî tu guman
tune. Gor pisporê ola êzdîya Ph.G. Kreyenbroek nîşan û nexşên ku li
Mêsopotamîya hatine dîtin (yên salên 1098-1044 BZ) heta nîveka yekemîn, ya
sedsalîya XIX, ser dîwarên Lalişa Nûranî hebûn (Ph. G. Kreyenbroek, The
tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural
History. World Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006). Ew ser fotoyên A.
Layard kişandî jî hene. Ev jî mak kirineke wê bawerîyê ye, wekî rehên ola
êzdîya, lap kêm, diçin heta hezarsalîya duyemîn BBÎ. Ev malûmatî usan jî bê
bingehîya wê bawerîyê tînin ber çavan, gor kîjanê, guve Lalişa Nûranî, berê
dêra xaçparêzan bûye.
Ew ku rehên ola êzdîya diçin kûraya dîrokê, hela destpêka
sedsalîya XX, rojhilatnasê bi nav û deng, N. Marr daye xuyaye. Ev seva ola
êzdîya dinivîse: “Em li vir bermayên ola kevnar, ya cîh dibînin”. (N. Marr,
Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê
rûsî).
Bê guman piştî hatina Şêx Adî Lalişa Nûranî, di ola êzdîyan
de guhastinên mezin pêk hatin. Lê dîsan jî di nav êzdîyan de bermayên ola kevn,
ya ku ola hindîya ye Vêdîc re girêdayî bû, heta niha jî dikarî bibînî.
Bi himberî hev kirina ola êzdîya û ya hindîya ye Vedic, em
gelek mînakîyên berbiçav dibînin. Em ê li vir çendekan ji wan bînin;
- Êzdî ji wek hindîya bawer dikin, wekî Xwedê li esmana ye û Roj nîşaneke wî ye.
- Êzdî jî, wek hindîya bawerîya xwe bi kirasguhêrînê tînin. (Di olên sêmîtî de ev bawerî tune).
- Hindî bawerîya xwe bi hêka esmanî tînin, ku gerdûn gişk ji wê derketîye. Gor bawerîya êzdîya gerdûn gişk ji durrê sêwirîye.
- Êzdî çiradanka mîna teyrê Tawis paç dikin, hindî ber çirayên mîna teyrê Tawis dua dikin;
- Parêstgehên êzdîya jî wek yê hindîya mîna pîramîda ne;
- Teyrê Tawis nîşaneke ola êzdîya ye giring e. Teyrê Tawis baldarê Hindistanê, yê netewî ye, ew li Rojhilata Navîn peyda nabe.
- Rex derê Lalişa Nûranî nîşana merê reş heye. Hûn wê nîşanê nikarin bal ol û gelên Mêsopotamîya bibînin. Ji bo hindîya marê reş pîroz e.
- Ser ala êzdîyan, roja bi 21 tîran heye. Jimara 21 ji bo hindîya pîroz e.
- Êzdî ser kasta pare vedibin û endemê her kastayê, di nav hev de dizewicin. Bal hindîya jî usane.
- Êzdî dema dua dikin, destên xwe tev wer dikin. Hindî jî usa dua dikin. Êzdî jî, hindî jî mirîyê xwe destên wan tevwer kirî çel dikin.
- Dema dua kirinê, ezdî berê xwe didine cîhê Roj lê; sibê Rojhilat, nîvro Başûr, êvarê Roava. Hindî jî usan dua dikin.
- Êzdî jî wek hindîya dema cejnên olî di parêstgehên xwe de çira vêdixin.
13.Jinên êzdîya jî mîna jinên hindîya ser enîya xwe xala çê
dikin.
- Êzdî di jîyana xwe de qet na carekê gerek Lalişa Nûranî zîyaret bikin û xwe bi ava Kanîya Sipî mor bikin. Hindî jî di jîyana xwe de, gerek qet na carekê parêstgeha Kasi (jê re usan jî dibêjin Varanasi û Benaras) ziyaret bikin û xwe bi ava rûbarê Ganga mor bikin.
Ez bawerim nêrînên jorgotî û mînakîyên di navbera ola êzdîya
û ya hindîya ye Vedic de, dikarin bibin mak kirina pêwendîyên di navbera wan
herdu olan de. Bê guman, ji bo zelal kirina van pêwendîyan, pêvîstî bi
lêkolînen hê kûr heye.
Ev bûyarên dîrokî û mînakîyên di navbera olên êzdîya û Vedic
de dikarin bibin bingeh ji bo zelal kirina çavkanîyên ola êzdîya. Wekî bingehê
ola êzdîya ola Daeva ye bi tesîra olên Vedic û Mîthraîzme.
Not: Axaftina di 15 ê vê mehê de li konfêransa
Moskva, li Înstîtûta Rojhilatnasîyê.
Bîblîografîya
- Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003.
- E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.
- E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.
- W. A. Moren. (ed) 2002. The Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore.
- S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York.
- Ph. G. Kreyenbroek, The tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural History. World Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006.
- Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’, Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).
- S. Kak, 2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli.
- Burrow, T., The proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140)
- Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd.- Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda.
- Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16.
- Mehmed Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim. 6.
- Layard, A.H., ”A Popular Account of Doscoveries at Ninevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206.
- Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups. derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html.
- Vesta Sarkhosh Curtie, Persian mythe, British museum press, 1997, London, rû. 12.
- Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.
- Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.
- N. Marr, Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê rûsî).
Yorumlar
Yorum Gönder