Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê II)
![]() |
Welatê Corduenne –Kordîyen- Kurdistan (sala 90î ya berî zayînê)
|
Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê II)
Xerzî Xerzan
(Ji boyî xwendina beşê yekem: Navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de (Beşê I)
Di dema Tîgranê Mezin (ji sala 95an heta sala 55an a
berî zayînê) de, Tîgran dibe hêza herî mezin a Rojhilata Nêz, Kordîyen
(Kurdistan) jî tê de. Bi zora şûr, Kordîyen û şahê wan Zarbenîûs dixe bin
hikimê xwe û heta Kilîkya (Edena îro) dagir dike.
Di navenda Kordîyênê de, an ku di paytexta wan Arzananeyê
(bi Kurdî Xerzan) de, ji bo dewleta xwe a nû paytexteke nû ava dike û navê wê
jî “Tîgranakerd” datîne. Plurtarch dinivîse ku Tîgranakerd mezintirîn
bajarê wê demê bû û niştecihên vê metropolê ji her çar hêlên Anatolya,
Kapadokya û Kurdistanê bi zorê hatine anîn û li Tîgranakerdê bi zordarî hatine
bicihkirin. Rom temaşa dike û ev xetere dibin û di bin fermana Lucullus de
artêşeke mezin bi ser Tîgranê ve dişîne. Di vê navberê de, Zarbenîûsê şahê Kordîyenê xeber
ji Lucullus re dişîne û dixwaze peymaneke hevgirtinê pê re girê bide.
Fermandarekî din ê Romê Appîus Cladius bi fermana Lucullus vê yekê dipejirîne û
Zarbenîus jî amadehîya xwe dike, lê dema artêşa Romê bi rê dikeve, Tîgran
bi hevkarîya Zarbenîus û Lucullus dihese û Zarbenîûs li gel jin û zar û zêçên wî
dikûje. Gelê Kordîyonê li ser vê bûyerê serî li ber Tîgran hildide û tev li
artêşa Romê dibe. Li ber Tîgranakerdê şer dest pê dike û Tîgran têk diçe.
Tîgranakerd dikeve destê Romê û Lucullus dema tê bajar, kilîda bajar dide
malbata Zarbenîûs û Kordîyenê wekî “hevkar û dostê Romê” radigihîne.
Merasîmeke mezin ji bo Zarbenîûs li dar dixe û ew bi xwe cinyaza wî hildide.
Tîgran jî ber bi paytexta xwe ya kevn Artaşatê ve vedikişe û êdî wekî berê
nikare li ber xwe bide û peymana radestîyê li gel Romê girê dide. Ji wê
rojê heta serdema Îslamê Kordîyen carinan serbixwe, carinan bindesta Romê,
Partan û Sasanîyan dimîne lê dîsa nav û hebûna xwe diparêze. Lê divê bê gotin
ku ji dema Romê heta serdema Îslamê, Kordîyen an ku beşekî mezin ê Kurdistana
îroyîn dibe qada şerên herî dijwar û dibe wekî sînoreke xwezayî di navbera van
her du hêzên gewre de. Ji ber vê yekê gelê wê xwe li çîyayan diparêze û bi
sedên salan jîyaneke dijwar derbas dike.
Taybetîya nav û welatê Kordîyenê di demên antîk de ew e ku
sînorên xwezayî yên Kurdistana îroyîn hîn di wê demê de, an ku ji hezarsala
sisêyan heta serdema Îslamê, bi xwîn û xwêdanê û her weha li gel çand û
dîrokeke astbilind tê xêzkirin. Ji Feratê heta Hemedanê, ji Serhedê heta
Kerkûkê ev herêm, ev welat û ev hebûna ku bi navê “Kurd û Kıurdistanê” hatiye
pênasekirin, encama pêvajoyeke -herî kêm- pênchezarsalî ye. Dîrok û çavkanîyên
curbicur jî şahidên vê rastîyê ne. Di destpêka serdema Îslamê de, êdî ev welat
nav û hebûna xwe li gel navê gelê xwe misoger kiriye û bi serdema nû ya Îslamê
re, pêvajoyeke nû dest pê dike û ji serdema Îslamê û pê ve navê Kurd û
Kurdistanê wekî ku hene, wisa jî tên nivîsîn û tomarkirin.
Serdema Îslamê
Der barê cara yekem a tomarkirina navê Kurdistanê di forma
“Kurdistan”ê de, hin ezberên şaş û bi ser de têzên manîpulatîv ên ku bi zanabûn
tên gotin hene. Di beşên jor ên vê nivîsarê de me piştrast kir ku navê
Kurdistanê pirê caran bi formên curbicur lê hemwate hatiye bikaranîn, nivîsîn û
tomarkirin. Bi destpêka serdema Îslamê re vê rewşê dewam kiriye û vê carê dîroknas
û zanyarên Ereb-Îslamî û her weha dewletên Xîlafeta Îslamê yên wekî Umewî û
Ebasîyan, welatê Kurdan an ku Kurdistan dîsa anegorî form û bilêvkirina zimanê
xwe nivîsîne. Di destpêkê de wan ji Kurdistanê re gotiye “Erdul’Ekrad”.
Zanyarê Tirk Mehmûdê Kaşgarî (Kaşgarlı Mahmud) (1008-1105) yek ji wan
zanyaran e. Carinan jî wan nav wekî “Bakarda”nivîsîye. Ev pênase bi zimanê
Kurdî wateya “ Axa Kurdan” dide. Ji lew re bi zimanê Erebî erd ax e û
Ekrad jî forma pirjimarîya Kurd e. Lê wekî ku heye, forma resen a Kurdistanê,
wekî welatê Kurdan, cara yekem di sala 1032an de ji hêla oldarekî Ermen ve
hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev tomarî bi gelek şaxên xwe ve pir girîng û hêja
ye. Her weha bersiveke mezin e bo hin manîpulasyonan. Di vî beşî de em ê hewl
bidin ku vê tomarîyê li gor hêjatîya wê rave bikin.
![]() |
Nexşeya Mehmûdê Kaşgarî ya ku Kurdistan Wekî “Erdul’Ekrad” Destnîşan kiriye (1074)
|
Anegorî dîroka fermî ya Tirkan û ji hêla hin lêkolînerên
Kurd ve jî tê nivîsîn ku pênaseya “Kurdistan”ê cara yekem ji hêla siltanê
Selçukîyan Sencer (1086 – 1157) ve, di destpêka sedsala 12an de hatiye
bikaranîn û di rêxistina dewleta Selçukîyan de wekî eyaleteke xweser hatiye
nivîsîn û tomarkirin. Ev agahî rast e lê kêm e û bi zanabûn tê dubarekirin û ji
bo tevlihevkirina mejîyan rastî têne veşartin. Gelek sedemên vê rewşê hene û em
ê yek bi yek bi çavkanîyên bêalî û pejirandî ve rastîyan binivîsin.
Di destpêka sedsala 10an de Ebasî hêza xwe ya berê ji dest
dabû û li ser axa Kurdistanê, piçûk û mezin, gelek Mîrnişînî û heta dewletên
Kurdî yên serbixwe û bihêz ava bûbûn. Hin ji wan rêxistinên ku berbiçav bûn ev
bûn: Merwanî, Şedadî, Rewadî,Hesenwêhî û Mirdês. Merwanî li beşekî berfireh ê
Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Şedadî li beşê din ê Bakurê Kurdistanê, Hesenwêhî
û Rewadî li tevahîya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Mirdêsî jî li beşekî
Rojavayê Kurdistanê serbixwe bûn û azadîya xwe bi dest xistibû. Ev rewş û dema
aram û azad bi hatina Tirkmen û Teteran ji destên Kurdan derket û
desthilatdarîya van herêmên Kurdistana mezin gihaşt Selçukîyan. Sedemên vê yekê
û helbet sedemên parçekirin û parçebûna rêxistinên Kurdan û bêderfetîya
sazkirina yekîtîyekê pir in lê ji ber ku vê gavê ne mijara me ye, em ê bi kurtî
binirxînin. Divê di serî de bê gotin ku heger hişmendîyeke neteweyî û dîrokî di
nav wan dewletên Kurdan ên wê demê de hebûya, heger pêşengên wan hay ji avabûna
Konfederasyona Medyayê hebûya, dibe ku dîrok jî bi awayekî cuda bihata nivîsîn,
ne ku wekî ya vê gavê. Lê ji ber ramana “bila piçûk be û ya min be”, ew
fersenda dîrokî ji destê Kurdan çû. Ji lew re, ev her pênc hêzên Kurdî yên
berbiçav li tevahîya Kurdistanê desthilatdar bûn û heger wan yekîtîyeke xurt
ava bikira, helbet Selçukîyan jî nikarîbû ew weha bi hêsanî yek bi yek
daqurtandana. Dê bibûna gep û girêkeke mezin û ji qirika Selçukîyan weha bi
hêsanî nediçûn jêr. Lê em nikarin zeman bi paş ve vegerînin û ji ber vê em ê
mijara xwe bidomînin.
Tê gotin ku Sencerê kurê Melîkşah di sala 1086an de li
Şingalê hatiye dinyayê û ji ber navê Şingalê yê bi forma Erebî “Sincar”, bavê
wî Melîkşah navê kurê xwe danîye Sencer. Sencer piştî bavê xwe di sala
1097an de li ser textê Selçukîyan rûniştiye. Karê wî yê yekem sazkirina dewletê
bû. Dewleta xwe beş bi beş bi par ve kiriye û eyaletên xweser ava kirine. Yek
ji van eyaletan, Eyaleta Kurdistanê ye. Ev gotin û tomarî rast lê kêm e. Divê
mirov vê tomarîyê bi zanyarî û bi taybetî di hêla erdnîgarîyê de binirxîne.
Eyaleta Kurdistanê ya dema Sencer tenê bo pênasekirina Rojhilatê Kurdistanê yê
îroyîn e, ne ku bo tevahîya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê dagirkerên Kurdistanê
vê tomarîyê bi dilxweşî dipejirînin û înkar nakin. Ji lew re pênaseya
Kurdistana Sencer tenê ji boyî beşekî piçûk ê Kurdistanê hatiye bikaranîn.
Heger ji bo Kurdistana mezin bihata bikaranîn, bêguman ev pênase dê bihata
mandelkirin û redkirin û di ser de ji zû ve ye ev tomarî hatibû windakirin.
Sedema vê jî ji xwe li ber çavan e, mandelkirina gel û welatekî ku temen wan
herî kêm pênc hezar sal e û siyaseteke qirêj a dagirkerên Kurdistanê ye. Ev yek
li ber çavan e û ji hêla her kesî ve, dagirker jî tê de, tê zanîn û parastin.
Tiştê ecêb ev e ku hin zanyar û dîroknasên Kurd ên navdar jî vê manîpulasyonê
wekî rastîyeke dîrokî qebûl û belav dikin. Bi vê yekê, bi zanabûn an bi nezanî,
mejîyan şêlû dikin û agahîyên şaş, kêm û bimebest jî dinivîsin. Êdî ji nezanî
ye yan ji ber tiştekî din e, pêwîstîya vê yekê bi lêkolînê heye. Lê rastî
tiştekî din e, em ê hewl bidin ku mijara xwe zelal bikin û agahîyan bigîhînin
xwîneran.
Cara Yekem a Nivîsîn û Tomarkirina Pênaseya “Kurdistan”ê
Wekî ku li jor hat nivîsîn, Eyaleta Kurdistanê ya dema
Siltan Sencer, tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû û ew jî tene sê çar bajar li
xwe digirtin. Lê berî Sencer bi sed salî, dîrokzan û bûyernûsekî Ermen ê
payebilind ê bi navê xwe yê resen (bi zimanê Ermenî) Matteos
Urhayetsi (bi Îngilîzî Matthew of Edessa, bi Kurdî Mateosê Rihayî) ye,
di bûyernameya xwe de Bakurê Kurdistanê yê îroyîn jî wekî “Kurdistan”, wekî
ku di Kurdîyê de heye, wisa jî nivîsîye û tomar kiriye. Mateosê Rihayî li
derûdora salên 1040-1050yî li Rihayê hatiye dinyayê û li derûdora salên
1130-40î miriye. Sala zayîn û mirina wî bi teqezî nayê zanîn lê ji ber ku
bûyerên di navbera salên 952 û 1136an de qewimîne tomar kirine û wî bi xwe
şahidîya piranîya bûyerên ku nivîsîne kiriye û li derûdora 70-80 salîya xwe
miriye, bi texmînî wisa tê nivîsîn. Ew bi xwe oldarekî Ermen bû û bi zimanê gel
û bê alî tomarîyên xwe nivîsîne. Dikare bê gotin ku ji nivîsên wî jî tê
fêmkirin ku ew zanyarekî jêjatî û jîr e. Tomarîyên wî ne dubare ne û bi tevahî yên wî bi xwe ne. Ew jî dibêje ku tiştên ku bi çavên xwe nedîtine
ji pîr û kalan pirsîye û wisa jî tomar kirine.
Bûyera têkildar û navê Kurdistanê wekî ku heye di pirtûka wî
ya binavûdeng a bi navê “Chronicle of Matthew of Edessa/Kronîka Mateosê Rihayî” de
hatiye tomarkirin. Ev pirtûk di dêra Ermenan a Qudsê de hatiye dîtin û cara
yekem bi zimanê Fransizî di sala 1850yî de hatiye weşandin. Hêjayî gotinê ye ku
zimanê berhemê yê resen zimanê Ermenî ye. Rojhilatnas Jean Paul Louis
François Édouard Leuge-Dulaurier (1807 –1881) ev berhema hêja ji zimanê
Ermenî wergerandiye zimanê Fransizî û beş bi beş, di sala 1850, 1858 û 1869an
de sê caran daye çapkirin. Du pişt re jî di sala 1962yan de ji hêla Hrant
Der Andreasyan ve hatiye wergerandin bo zimanê Tirkî û ji hêla Sazîya
Dîrokê ya Tirk ve, di salên 1962, 1987 û 2000î de sê caran hatiye çapkirin.
Îngilîzîya wê jî di sala 1993yan de li DYAyê ji hêla Ara Edmond Dostourian ve
hatiye amadekirin û weşandin. Ji bo vê lêkolîna me, me versîyona berhemê ya
Îngilîzî bi kar anî û Tirkîya wê jî li ber çavan derbas kir. Di Tirkîya wê de
em dîsa rastî bêsincîya zanistî hatin û di dawîya nivîsarê de em ê wê bêsincîyê
û berevajîkirina dîrokê jî binivîsin. Lê pêşî em ê bûyera ku di sala 1032yan de
qewimîye, ji qelema Mateosê Rihayî pêşkêşî xwîneran bikin.
Anegorî tomarîyên Mateosê Rihayî, di destpêka sala 1032yan
de li Rihayê şerekî dijwar qewimîye. Berî tomarîyên Mateos, divê rewşa Rihayê
ya wê demê bê zanîn. Riha di wê demê de di destên Merwanîyên Kurd
(985-1096) de bû û ji dema destpêka serdema Nasiruddewle Ehmed (ji
1011an heta 1063yan) ve, an ku ji sala 1011an ve Riha di bin
desthilatdarîya wan de bû. Divê bê zanîn ku sînorên Merwanîyan di dema
Nasiruddewle de gihaştine sînorên xwe yên herî berfireh. Ji Rihayê heta
Hekarîya, ji Mêrdînê heta Xelata Serhedê, ji Xarpêtê heta Erziromê û ji
Erziromê heta Cizîra Botan Merwanî desthilatdar bûn û hêzeke berbiçav a wê demê
bûn. Em dikarin bibêjin ku ji sedî 70yê Kurdistana mezin di bin hikimê
Merwanîyan de bû. Nasiruddewle siltanekî jîr û jêhatî bû û li gel Bîzans û
Ebasîyan xwedî têkilîyên baş bû û bê şer dewleta xwe her diçû xurttir dikir. Di
dema wî de avahîyên bêhempa li Amed, Farqîn, Xerzan û Cizîrê hatin avakirin û
di hemû hêlan de dewleta Merwanî bi pêş ve çûbû. Divê bê zanîn ku Nasiruddewle
ji gelên Xirîstîyan û bawerîyên din re rêzdar bû û ev helwesta wî bûbû sedema
rêzgirtina wî jî. Mateos jî bi vê serwext bû.
Anegorî tomarîyên Mateos, li Rihayê sê keleh hebûn ku dudu
ji wan di destê walîyê Merwanîyan Şabal (Şibl) de bûn. A din jî wê demê di
destê Ûtaîr (Ûteyr) de bû. Ûteyr bi koka xwe ve Ereb bû lê Mateos bo Şibl
tiştekî din nenivîsîye. Tenê gotiye ku walîyê Merwanîyan e. Bi nêrîna me, ev
walîyê Merwanî bi ihtimaleke mezin Kurd e, ji lew re Merwanî li hemû bajarên ku
desthilatdar bûn, yek ji bira yan jî kurmamên xwe wekî walî yan mîr peywirdar
dikirin. Di navbera Şibl û Ûteyr de dijminayî hebû û bo desthilatdarîya
tevahîya Rihayê her duyan jî hewl dida. Di sala 1032yan de walîyê Merwanîyan ê
Rihayê Şabal (Şibl) di civînekê de ji hêla Ûteyr ve tê kuştin û Ûteyr keleha ku
Şibl tê de dima, bi dest xist. Di keleha din a Merwanîyan de jî fermandarekî
Ereb ê bi navê Selman hebû û ew li ber xwe dide û bi vê re, xeber û hawara xwe
digihîne Farqîna paytext ji Nasiruddewle re. Nasiruddewle fermanê dide
fermandarekî xwe yê bijarte yê bi navê Reîs Bal (Bal El-Reîs) û li
gel hezar siwarî ber bi Rihayê ve bi rê dikeve. Reîs Bal kelehê diparêze,
Selman û leşkerên wî rizgar dike, Selman dişîne Farqînê û di kelehê de rûdine.
Bi siwarî û leşkerên xwe ve Rihayê bi tevahî bi dest dixe û Ûteyr jî dikuje. Bi
vê yekê kontrola bajar dikeve destê wî. Dema xebera kuştina Ûteyr digihêje mala
wî, jina wî radihêje alayeke reş, wê alayê bilind dike û di nav Erebên Rihayê
de dike qîr û gazî. Dibêje ku: “Gelê Kurd hatiye bajarê kevnar ê Ereban,
bajar bi dest xistiye û mêrê min Emîr Ûteyr jî kuştiye…!”Bi vê yekê, gelek êl û
eşîrên Erebên Rihayê û derûdora wê dicivîne û êrîşekî dijwar dibe ser Reîs Bal.
Dema ev xeber digihêje Farqînê, Nasiruddewle artêşa xwe amade dike û ber bi
Rihayê ve diçe. Li ber derîyên Rihayê şerekî dijwar diqewime û Nasiruddwle
dibîne ku hemû êlên Ereb bûne yek û hejmara wan pir e, naxwaze artêşa wî bişike
û vedigere Farqînê. Reîs Bal liberxwedana xwe di kelehê de didomîne lê ew jî
nema dikare sereder bike û xwe li ber wan bigire û van gotinên dîrokî wekî
peyam ji Nasiruddewle re dişîne.
Ji Nasiruddewle re dibêje ku: “Ez di rewşeke pir dijwar
de me û bi min re hemû KURDISTAN…!”
Li ser vê yekê, Nasiruddewle careke din Selman dişîne Rihayê
û fermanê dide Reîs Bal ku vegere Farqînê. Bi vê yekê Nasiruddewle dixwaze rê
li ber alozîyan bigire. Li vir, Nasiruddewle sîyaseteke jîr û pêşdîtî pêk tîne,
ji lew re alozî her diçe mezin dibe û Erebên derûdorê tev de dibin yek û li ber
bidestxistina Rihayê ne. Reîs Bal û her weha Nasiruddewle biryarekê digirin û
ji bo alozî bi dawî bibe dîsa Rihayê radestî mîrekî Ereb, Selman, dikin. Sedema
mezin ev e ku heger Ereb tev bibin yek (û bûn jî), piştî Rihayê dê berê xwe
bidin Amed û Farqînê û wê demê, çawa Reîs Bal Nasiruddewle hişyar dike, “tevahîya
Kurdistanê” seranser dê bi xetereya dagirkirinê re rûlirû bimîne û merc û
ruhê demê jî, fermana vê helwesta pratîk û girtina vê biryara rast
dide. An ku Reîs Bal asta xetereyê dibîne û siltanê Merwanîyan hişyar dike.
![]() |
Sînorên Dewleta Merwanî di Dema Siltan Nasiruddewle Ehmed de (1011-1063)
|
Nasiruddewle anegorî zanîn, ceribandin û jîrîya xwe tev
digere û li hember bilindkirina alaya Ereban û li hember nijadperestîyê bi
aqilmendî hewl dide û helwesta wî ya di cih de weha dike ku alozî kêm dibe,
bêhna Ereban dertê û bi hatina Selman re hinekî radiwestin, lê jina Ûteyr êrîşa
xwe didomîne û li ser vê, Selman bi dizî vê carê kilîda kelehan radestî
Bîzansîyan dike û bi vê yekê bajar digihêje Bîzansê. Li ser vê yekê, vê carê
Nasiruddewle hemû bajar û dewletan çi Ereb çi Kurd tev de dide hev û berê xwe
dide Rihayê û dest bi şerê li dijî Bîzansîyan dike.
Li vir pirsek dertê meydanê: Gelo radestkirina bajar ji hêla
Selman ji boyî Bîzansê ne planeke Nasiruddewle bû? Gelo Selman bêyî fermana Nasiruddewle
dikare vê biryarê bigire? An jî, gelo ev pratîk, ne ji bo sekinandin û
qedandina tirs, nefret û nijadperestîya li hember Kurdan bû? An ku
enerjîya nijadperestîya ku jina Ûteyr li hember Kurdan derxistibû holê û ew
êrîş û enerjî xetereyeke mezin ji bo dewleta Merwanîyan (bi gotina Reîs Bal ji
bo Kurdistanê) peyda kiribû û piştî vê, bo parastina welatê xwe, Nasiruddewle
berê wê enerjîya bi xetera Ereb û Misilmanan da Bîzansê yan bi tiştekî din
dihizirî? Ev tev de pirs in û helbet şiroveya her kesî bo vê bûyerê dê hebe. Lê
ev pirs ji bo jîrî û sîyasetzanîya Nasiruddewle bên fêmkirin, hatin pirsîn.
Îcar em vegerin hawara Reîs Balê fermandar û sedema bikaranîna wî ya pênaseya
welatê xwe: Kurdistan.
Li vir xala girîng ew e ku di sala 1032yan de peyva Kurdistanê,
wekî ku heye, ji bo pênasekirina welatekî ji hêla zanyarekî Ermen cara yekem
hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev pênase, pênaseya welatê Kurdan e. Cara yekem e
ku wekî “Kurdistan” hatiye nivîsîn û divê bê gotin ku piştî serdema
Merwanîyên Kurd, ev welat û erdnîgarî heta dema me wekî “Kurdistan”hatiye
binavkirin û nivîsîn. Di serdema Selçukî, Eyûbî, Sefewî, Osmanî û heta dema me
ya nûjen de weha hatiye. Ji zanyarê Kurd Şerefxanê Bidlîsî heta zanyarên Osmanî
Ewlîya Çelebî, Şemsedîn Samî û Ehmed Rifad, hemûyan di berhemên xwe de navê
Kurdistanê wekî ku heye nivîsîye û Siltanê Osmanî yê herî navdar Suleymanê
Qanûnî (1494-1566) jî di nameyeke xwe de xwe wekî “Siltanê Kurdistanê” ragihandiye.
Ev tev de di belgeyên dîrokî de tomarkirî ne.
Mateosê Rihayî cara yekem ev tomarî pêk anîye. Wî nivîsîye
lê xaleke din a girîng a vê tomarîyê ew e ku Mateos ji devê fermandarekî Kurd ê
Merwanî ev rastî tomar kiriye. An ku tomarî ya Mateos e lê gotin a Reîs
Balê Merwanî ye. Ji vê agahîyê em tê digêhin ku Reîs Bal û her weha
Merwanîyên Kurd tev de xwe Kurd û welatê xwe Kurdistan dizanin. Gel û dewletên
cîran û her weha bûyernûsên wê demê navê dewleta wan wek’ “Merwanî” an “Merwanîyên
Kurd” nivîsîye lê di rastîya xwe de Merwanî bi xwe dewleta xwe wek
Kurdistan pênase kiriye. Ji peyama Reîs Bal a ku ji Siltan Nasiruddewle re
şandiye ev rastî xweş xuya dike. Dîsa xaleke din a girîng ew e ku ev pênase û
her weha qewam ji hêla zanyar û bûyernûsekî Ermen ve hatiye tomarkirin ku di
nav sînorên Merwanîyan de û di dema desthilatdarîya wan de jîyaye û helbet ji
qewamên dema xwe serwext bû û rastî nivîsîne. Dema nivîsîye jî, dest ji sinca
zanistê bernedaye û wekî ku hatiye gotin û wekî ku dîtiye û bihîstiye, wisa jî
peywira xwe ya dîrokî û zanistî pêk anîye. Ev helwest, helwesta rast û di cih
de ye. Lê piştî Mateos bi hezar salî, an ku di sedsala 20an de, nivîskar û
wergêrekî Ermen ê ku bi koka ji nijada Mateosê Rihayî ye, dest ji hemû sincan
berdaye û teksta resen a Mateos guherandiye, tişt pê ve kirine, hin gotin, peyv
û pênase ji tekstê deranine û anegorî fermana serdest û dagirkeran, ev belgeya
dîrokî ya hêja manîpule kiriye û di ser de jî, tev li ku rastîyan baş dizane,
dîroka neteweyekê û dîroka mirovahîyê li gel derew û fetlên xwe xwestiye ku
berevajî bike.
Encam û Dîsa Li Ser Berevajîkirina Dîrokê û Bêsincîya Zanistê
Di sala 1962yan de, ev berhema hêja ji hêla Ermenekî
Tirkîyeyê yê bi navê Hrant Der Andreasyan ve ji zimanê Ermenî li zimanê Tirkî
hatiye wergerandin û sê çaran çap bûye. Lê mixabin, di her sê çapan de jî nav û
pênaseya Kurdistanê ji tekstê hatiye deranîn û wisa jî hatiye weşandin. Lê baş
e ku wergerên Fransizî û Îngilîzî di destên me de ne û di her du wergeran de jî
wekî ku di teksta wê ya resen de heye, nav û pênaseya Kurdistanê hatine
parastin û wisa jî hatine weşandin. Lê divê bê gotin ku wergera bêalî û teqez a
zanyarê Fransiz Édouard Dulaurier (1807–1881) e, ji lew re wî her du
pênaseyên têkildar (Neteweya Kurd û Kurdistan), wekî ku di teksta resen de hene
wisa jî wergerandine lê di wergera Îngilîzî ya Ara Edmond Dostourian de
tev li ku pênaseya Kurdistanê hatiye parastin, tomarîya “Neteweya
Kurd” a Mateos a teksta resen wekî “Neteweya Tirk” hatiye
guhertin. Dostourian, her çi qas di notên xwe de destnîşan kiribe ku ev
peyva “Tirk” di teksta resen a Qudsê de wekî “Kurd” hatiye
nivîsîn jî, zanyarekî wekî wî ne gengaz e ku hay ji rastîyên dîrokî tunebe. Ji
lew re piştî gotina Neteweya Tirk bi du hevokan, welatê wê neteweyê wekî
Kurdistan hatiye nivîsîn. Ev bi tena serê xwe şaşîyeke mezin e û bi me,
berevajîkirineke bizanabûn e. Her weha di sala 1032yan de hîn şopeke Tirkan an
Tirkmenan li ser axa Kurdistanê (Riha jî tê de) nîne û xuyakirina wan a yekem
li vî welatî piştî sala 1055an e. Dostourian çi qasî jî hewl dabe ku
rastîyan berevajî bike, ji ber ku hem li gor mercên zanistî yên zanîngeha ku tê
de dixebite (University Press Of America) hem jî li welatê ku lê
dijî (DYA) ev helwest wekî “rûreşîya zanistî” tê
pejirandin, xuya ye ku zêde hewl nedaye yan jî nikarîbû. Lê wergera ku li
Tirkîyeyê hatiye weşandin bi rehetî û hêsanî dîrok hatiye berevajîkirin û tu
xem jî nehatiye xwarin. Em jî gelekî caran bi vê rûreşî û bêsincîyê re rûlirû
mane. Ev rewşeke normal e. A girîng ew e ku zanyar hewl bide rastîyên dîroka
mirovahîyê bigihîne ronahîyê û ev hewl û helwesteke pîroz e.
Rastî wekî zîv û zêr e, çi qasî jî bê veşartin û serî bê
girtin jî, helbet rojek dê derkeve ser rûyê erdê û wekî ku hêja ye, wisa jî dê
biçirûse û hawirdorê xwe ronak bike. Kurd û Kurdistan jî şahidên rastîyên vê
ronahîyê ne.
Çavkanî û Lêveger
– Kurd û Kurdistan, The Encyclopaedia of Islam, Kurds,
Kirdistan (Ensîklopedîyaya Îslamê, Beşê têkildar; Kurd û Kurdistan, amadekar:
Thomas Bois, Viladimir Minorsky, D.N. Mac Kenzie, çapa wê ya Tirkî: Weşanên
Dozê, çapa duyem, 2004, wergera ji Îngilîzîyê bo Tirkîyê: Kamuran
Fıratlı).
– Kürtler ve Kürdistan Tarihi – Dîroka Kurd û Kurdistanê,
Mihemed Emîn Zekî Beg (Çapa wê ya Tirkî: Weşanên Nûbiharê, çapa yekem, 2010,
wergera wê ya bo Tirkîyê: Muhammed Ali Avni, Vahdettin İnce, Mehmet
Dağ, Reşat Adak, Şükrü Aslan).
– The Kurds – Kurd, Mehrdad Izady, Weşanên Taylor and
Francisê, çapa yekem, 1993 û her weha çapa Tirkî, Weşanên Dozê, çapa yekem,
Stenbol, 2004, wergera ji Îngilîzîyê bo Tirkîyê: Cemal ATİLLA.
– Tarih (Dîrok), Herodot, çapa yekem, 2006, Stenbol, Weşanên
Turkiye Iş Bankasiyê, wergera Tirkî: Müntekim Ökmen.
– Anabasîs (Vegera Dehhezaran), Ksenefon, Weşanên Sosyalê,
çapa çaran, 2010, wergera Tirkî: Tanju Gökçöl.
– (THE GEOGRAPHY OF STRABO –Erdnigarî ya Strabo), Strabo,
wergera Îngilîzî; HORACE LEONARD JONES, Ph.D., LL.D. CORNELL UNIVERSITY, 1932,
çapa Weşanên HARVARD UNIVERSITY PRESS LONDON WILLIAM HEINEMANN LTD, 1958, bi
taybetî Pirtûka XI., beşê 4an.
– Bioi Paralleloi (Jîyanên Paralel), Lucius Mestrius
Plutarchus (Plutarch), PARALLEL LIVES OF NOBLE GRECIANS AND ROMANS, beşê
fermandar Lucullus, weşanên MBS Libraryê, formata berhemê ya înternetî:
http://www.documentacatholicaomnia.eu/03d/0045-0125,_Plutarch,_Parallel_Lives_Of_Noble_Grecians_And_Romans,_EN.pdf
– Mervani Kürtleri Tarihi (Dîroka Kurdên Merwanî), Ibnul
Ezraqê Farqînî, Weşanên Koralê, çapa yekem, wergera ji zimanê Erebî bo zimanê
Tirkî: Mehmet Emîn Bozarslan.
– Dîvanû’ Lûgat-u’ Turk, Mehmûdê Kaşgarî, dema nivîsîna
berhemê: Sala 1074an.
– Chronicle of Matthew of Edessa / Bûyernameya Mateosê
Rihayî, wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Îngilîzî: Ara Edmond
Dostourian. Wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Fransizî: Édouard
Dulaurier. Wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Tirkî: Hrant Der
Andreasyan.
– Şerefname, Şerefxanê Bidlîsî, Stenbol, 2011, Weşanên
Avestayê, wergera bo zimanê Kurdî: Zîya Avci.
– Seyahatname – Rêwîname, Ewlîya Çelebî, Weşanên Yapı Kredî
Yayınlarıyê, Stenbol, 2010.
Lugat-ı Târihiyye ve Coğrafiyye, Ehmed Rifad, Stenbol, 1881
(beşên têkildar ji lêkolîna kollektîv a weşanên BGSTyê hatiye wergirtin,
Kurdistana Osmanî, 2011, weşanên BGSTyê, Stenbol).
– Kamûsul Alem, Şemseddîn Samî, Stenbol, 1889.
Yorumlar
Yorum Gönder