”Dîroknasî” an xençera bi jahr li ser pişta gelê kurd?
Antropolog, arkeolog û nivîskarê amerîkî Andrew Colins, ji
bo pirtûka xwe ya bi nave “Ji xweliya ferişteyan – Zarokên ji nîjadeka gunehkar
/ FROM THE ASHES OF ANGELS - The Forbidden Legacy Of A Fallen Race” bikaribe
binivîse, diçe heya Erître, Etyopya û Anadolê. Bi, bi sedan kesî re hevdîtin
dike. Bi hevalekî xwe yê professor re lêkolînan dike û bi hev re bi sedan
pirtûk dixwînin. Li Anadolê diçe bajarê Nevşehîr-Urgupê û li ser “Kulekên
Periyan/Perî Bacalari” Lêkolînan dike. Di encama xebata deh salan de, pirtûka
navborî dinivîse û di destpêka pirtûkê de wiha dibêje: “Ez vê pirtûkê diyarî
avakarên şaristaniya mirovahiyê gelê Kurdistanê dikim. Ez hêvîdar im bigihêjin
azadiya ku mafê wan e.”
Collins bi belge û îsbatan dide zanîn ku kurdan çewa reng
dane şaristaniya Sumeran û di avakirina wê şaristaniyê de çi rolên grîng
lîstine. Collins dîsa bi belge îsbat dike ku kurd ji Zagrosan hatine xwar û
belav bûne. Di çandinî, huner, zeneet û afirîneriyê de pir pêşketî bûne û li
ser bingeha vê zanyariyê bajaran ava kirine. Kîjan in ew bajar, çewa hatine
avakirin, hemi jî hene di pirtûkê de.
Ev zewatê bi nave Bahoz Şavata ku diyar e nav jî ne rast e,
li mala xwe rûniştiye, piştî xwendina çend pirtûkan li ser dîwanên germ û nerm,
li ser dîroka kurd, bi zimanê dagirkeran pirtûk dinivîse û îdîa dike ku kurd ne
ji Mezopotamyayê ne, ew qewmên sêyemîn in ku hatine û ji aliyê Asur û Urartuyan
ve bi zorê weke kole ew anîne herêmê. Yanê, li gor vî kesî ku navê dîrokzaniyê
li xwe dike, kurd ji xwe ji berê ve kole bûne û weke kole hatine ser vî axî. Bi
gotineka din koletî qedera me ye, divê em li dijî vê qederê tênekoşin, lewra
feyda xwe tune. Di vê îdîayê de, niyet çi dibe bila bibe, hewldana avakirina
têgihiştineke wisa heye û ev ne di xizmeta berjewendiyên gelê kurd de ye, lê li
dij e.
Ya din, li gor min ne pêwîst e mirov ji bo rastiya vê
pirtûkê bibîne wê bixwîne, lewra navê pirtûkê ji xwe pirtûkê aşkere dike ku bi
armanca serobinkirina rastiyan hatiye nivîsîn. Bahoz Şavata, bi navê pirtûkê bi
xwe jî, kurdan ji rastiya wan bi dûr dixe û dîroka wan dike malê xelqê. Navê
pirtûkê ev e: “Ön Asya / Med Pers Part Sasani Ermeni Makedon Roma Galad Kürd
Fars Arami Yahudi Arap Gürcü Halklari ile Kürdlerin
Dil-Din-Kultur-Sosyal-Siyasal Tarihi II / Asyaya Pêşîn Med Pers, Part, Sasanî,
Ermen, Makedon, Roma, Galad, Kurd, Fars Aramî, Yahûdî Gurcî û têkiliya wan a
dîrokî ya ziman, ol, çand, civakî û siyasî.”
Hema çi dîtiye kiriye nav û kiriye keratî. Navên hin gelên
ku ji xwe mîna hev in du carî nivîsiye weke du gelên cuda bin û kurdan jî du
caran nivîsiye. Ango têkiliya kurdan a bi kurdna re. Tiştekî sosret e û ev weke
pirtûkeka dîrokî dikare ji nav weşanên Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî bê çapkirin.
Tişta ev kes dike nikare bi tenê bi nezaniya wî bê
ravekirin! Lê çi jî be, di dawî de encam diyar e; ne di xizmeta berjewendiyên
gelê kurd de ye, dûrî rastiya dîrokî ya gelê kurd û ya herêmê ye û destê dijmin
û dagirkerên kurd xurt dike, kurdan li "qeder"a wan re razî dike.
"Kole hatine dê kole bimînin"
Malkambaxiya mezintir ku navê Bahoz li xwe kiriye, xwe wekî
kesekî welatparêz bi nav dike û li sazî û dezgehên kurd ji xwe re ciyek jî
çêkiriye. Kesên wiha li gel “berhemên xwe” dive bêne deşîfrekirin û li ser
sergoyan jî cî nebînin û hew!
Yorumlar
Yorum Gönder