Di dema Pers, Part, Romî û Sasanîyan de Kurdistan (B.Z.550-P.Z. 637) ;



Piştî rûxandina Padşahîya Medan ji hêla persan (Farisan) ve, vêca li Kurdistanê desthilatdarî ji destên kurdan derket û gihîşte Persan. Ên pers bi navê xanedana Axamenîş – Akamenîd, ji sala 550-an (b.z.)heta 330-an (b.z.) desthilatdarîya xwe domand û weke dûmahîyên Medan, erd û axên xwe berfirehtir dikin, tevahîya Anatolê, Mezopotamya û gelek deverên din weke Misirê û bakûrê Afrîkayê bi dest xistin. Li vira divê bê gotin ku, serketinên wan ên leşkerî û pêşveçûna wan a çandî, bi bingehî ji ber wergirtina çand û sazîyên Medan bû. Ev rastî dîsa ji hêla Herodot ve eşkere hatine nivîsandin.

Di sala 330-an (b.z.) de ji hêla Îskenderê Mezin ve ev împeretorîya mezin ji holê hate rakirin û li Kurdistanê vêca dema desthilatdarîya yek ji beşên Împeretorîya Makedon bi navê Selevkosan dest pê kir. Ev desthilatdarî zêde dewam nekir û derûdora 240-an (b.z.) de li rojhilatê stêrkek nû bi navê ên Part bilind bû û ev dewleta mezin kete şûna Med û Persan. Hemû gelên arî di vê dewletê de bûn yek û Selevkosan têk birin. Di dema Pers û Partan, dahatûyên Medan anku Kurdên wê demê carna serbixwe, carna nîv-serbixwe û carna jî xweser jiyana xwe didomand.

Beşên li çiyê serbixwe bûn lê cihên ku deştî bûn xweserîya xwe diparast. Lê dîsa divê bê gotin ku, dema Pers û Partan kurd anku med, carna rolên sereke, carna jî rolên duyem dilêyistin û ji desthilatdarîyê jî dûr nediketin. Orîjîna partan nexweya ye, lewra hê jî niqaş li ser orîjîna wan heye û gelek dîroknas ew wek pêşîyên kurdan dihesibînin. Bi Romê re gelek şeran pêk anîne û tevahîya van şeran li ser axa kurdan qewimîye û gelek zirar gihandîye Kurdistanê. Gelek tiştên ku afirandine, hê jî di nav dîrok û çanda kurdan de dijîn û têzeka balkêş a hin zimanzanan jî heye ku, zimanê ewan bi kar anîye, yek jî zaravayên kurdî zazakî-kirmanckî ye. Bi taybetî di qesra wan de ev zarava kurdî hatîye bikaranîn û di vî warî de gelek lêkolîn hene.

Dewleta Partan ji 240-an (b.z.) heta 224-an (piştî zayînê) desthilatdarîya xwe li Kurdistanê û tevahîya erdên Arî de domand û di sala 224-an de ji hêla Sasanîyan ve hate rûxandin.

Sasanî jî yek jî xanedanên Arî bû û ew jî weke ên Med, ên Pers û ên Part, peywira xwe a dîrokî domand û heta fethên Îslamê li erdên Arî hikimdarî kir. Di salên derûdora 640-an de, ji hêla êrîşên Ereban ve hate rûxandin û piştî Sasanîyan li Kurdistanê serdema Îslamê dest pê kir. Dema Pers, Part û Sasanîyan, axa Kurdistanê bû qada şerên dijwar, lewra Kurdistan û bi taybetî çemê Feratê bibû sinorê her dû şaristanîyan.. Weke ku tê gotin; Şaristanîya Rojava û şaristanîya Rojhilat. Kurd û Kurdistan di nav bera van her du hêzên dijwar de mabû û ev rewş em dikarin bibêjin ku heta dema me jî wisa hatîye û didome. Kurd weke bendek di navbera her du şaristanîyên dijberî hev de maye û ji ber vê taybetmendîya xwe, wek qada şer a herî mezin tê hesibandin. Divê ev rastîya dîrokî bi baldarî bê nirxandin.

Ji serdema persan heta serdema Îslamê, nêzîkî 1100 salan ev rewşa dijwar wiha kir ku, kurd yekitîya xwe saz nekirin û her êl, eşîr an jî klanê kurdan mecbûr man ku jiyana xwe bi hêza xwe û helbet bi çiyayên xwe, ên ku dostên wan ên herî ewle bûn, bidomînin. An ku kurd bi saya çiyayên xwe yên asê û bilind serxwebûna xwe an jî xweserîya xwe parast û xwe spart çiyayan. Gelek şaxên kurdan bi vê yekê xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derketin û gihandine dema me a îroyîn. Hin ji wan rêxistin û dewletên bajêrî li jêr in;

Adiabene
Ji dema Persan heta dema Sasanîyan nêzî 800 sal xweser û carna jî nîv-serbixwe jiyana xwe domandîye. Derûdora Hewlêra îroyîn dima û di sedsala yekem a berîya zayînê de dînê Mûsevî pejirandine. Dewleta kurdan a Mûsevî a yekem û bi tenê ye. Di sedsala 4-emîn de tê dîtin ku beşek ji gelê wî bûne Mesîhî. Peytexta wan Hewlera îroyîn bû. Ji hêla Sasanîyan ve hate rûxandin.



Komagene
Dema vê qralîya kurdnijad, digîhîje heta dema Asûrîyan. Asûrî ew wek “Kummuhu” bi nav kirine. Derûdora Rihayê, Semsûr û Meletî desthilatdar bûn. Vasal-bindestê Asûrîyan bûn lê piştî serketina Medan tev li Medan bûn û heta sedsala yekem a piştî zayînê jiyana xwe domandin û wê demê ji hêla Romîyan ve ji holê hatin rakirin. 



Sofên (Sophene)
Ji dema Ûrartû-Xaldan heta dema Romîyan li ser axa Amedê (Gêl û Erxanî), Meletî û Dersim desthilatdar bû. Di konfederasyona Medan de cihê xwe girt. Dema Pers û Partan de jî xweserîya xwe parast lê Romîyan ew jî weke Komagene ji holê rakir. Gelê wî wek kurdên zaza tê zanîn.



Kordîyon (Kordîyen)
Yek ji dewletên kurdnijad ên dema pers û partan e. Ji navê wê jî xweya ye ku, wek axa kurdan an ku wek Kurdistan hatîye nivîsandin. Kord – îon bi zimanê romî Kurd-istan e û li Botan, Xerzan û hawirdora Tîjleyê hatîye damezrandin. Ksenefon di sedsala 5-emîn a berîya zayînê de behsa wan wek “ Kardoxîa” kirîye û gelê wê jî wek “Kardoxî” bi nav kirîye. Di pirtûka xwe a navdar a “ Anabasîs- vegera dehhezaran “ de bi berfirehî qala wan dike û ew wek gelekî birûmet, azad û bihêz-şervan pênase dike. Çand û şaristanîya wan bi berfirehî dinvîse û dijwarîya derbasbûna ji axa wan jî destnîşan dike. Kordîyon di dilê Kurdistanê de cihê xwe digre û ji hêla Partan ve di sedsala yekem a berîya zayînê de ji holê tê rakirin.

(Amadekar: Xerzî Xerzan)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)