BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (II)




BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ”

BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (II)

Xerzî Xerzan

Dîroka mirovahîyê, weke ku hatîye gotin-qebûlkirin, li gel peydabûna nivîsê, dest pê dike. Ev, pêvajoyeka 5 hezar salî ye. Lê, helbet mirovahî berê nivîsê jî hebû û berê nivîsê jî, hêjayîyên şaristanî afirandîye. Bi taybetî, li gel lêkolîn û lêgerînên  van 50 salan dawîyê, Mezopotamyaya Jorîn, an ku navarasta Kurdistanê, di warê destpêka rîtûelên dînî-bawerî, pêşdeçûn û peydakirina çandinî û xwedî-kedîkirina ajalan de, wek herêma sereke û welatê destpêka jiyana medenî hatîye qebûlkirin. Berê peydabûna nivîsê ji hêla Sûmeran ve (heta îro berovajî vê têzê, daneyên zanistî nîn in), li Kurdistanê an ku li Mezopotamyaya Jorîn û nemaze li berçemên Tîjleyê û qeraxên şaxên wê, cîyên dîrokî yên ku dema wan digihîje 12-14 hezar salî, hatine dîtin û qeydkirin. Wek mînak; Şikefta Şanîdarê, Herêma Çermo, Xerabreşk (GobekliTepe), Şikeftên Hesûnî ,Qota Berçem ( Çayönü), Şikeftên Hilarê, Kerxê (bi Asûrî: Taîdu, bi tirkî: Üçtepe),  Behramkî (Bi Asûrî: Tuşxan, bi tirkî: Ziyarettepe), Newala Çorî, Çemê Hilan, Xirbeya Başûr, Girê Kortik û hwd… Bi van destketîyên zanistî û dîrokî, em dikarin bi hêsanî bibêjin; “Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Kurdistanê belav bûye....” (1)

Yek ji van mercên dîroka medenîbûn û şaristanîyê, pêşdeçûna di warê “madenkarîyê” de ye. Gelên ku qada madenkarîyê de xwe gihandibin, di dîroka kevnar de her tim bi ser ketine û ev huner wisa kirîye ku, bajêr û şaristanîyên binavûdeng  ji hêla wan gelan ve hatine afirandin. Û dîsa, em baş dizanin ku, li seranserê cîhanê, herêma derûdora Amedê di  warê cewherên madênî de xwedî cîyekî taybet û serbixwe ye. Qota Berçem , a ku raserî gundê Hilarê yê Erxenî ya Amedê dimîne, di dîroknûsîya serdemên kevnar de, wek “di cîhanê de cîyê destpêkê ya madenkarîyê” tê zanîn û dîsa li gel kolanên dawîyê, hatîye piştrastkirin ku, li Qota Berçem, mirovên vê deverê, cara yekem  ji madena sifirê, amûrên xweşik û kêrhatî, mîna bazin, gustîlk, kêr, şûr, mertal, tîr û kevan çê kirine. Ji ber ku li  hawirdora Qota Berçem cewhwer û damarên madena sifirê pir bûne û gelê wê deverê di warê çêkirina amûrên madenî de hosta û jêhatî bûne, û ji ber ku berê Qota Berçem, di warê madenkarîyê de, li cîhanê  ti daneyên zanistî li ti deverê nehatine dîtin û peydakirin, di cîhana zanistê de civaka Qota Berçem civaka yekemîn e, a ku madenkarîyê ve mijûl bûne û bi ser ketine.  Li Qota Berçem û li Gundê Hilarê, sala 2019-an kolan dîsa dest pê kirine û berpirsîyara lêgerînê, arkeolog Doç.Dr. Doç. Dr. Aslı Erim Özdoğan, li gel daneyên nû bi hêsanî dibêje; “Li cîhanê, dîroka madenkarîyê, bi Qota Berçem dest pê dike” û didomîne: “Sifir, cara yekem li vira hatîye helandin û pişt re hatîye sarkirin-hişkkirin , bi lêdanê şikil lê hatîye dayîn û bi vî awayî, morîk, bazin,gustîlk û amûrên xweşik hatine çêkirin. Ev yek, hunerek e, a ku berê nehatîye dîtin” (2). Û ev tiştana, bi tenê ji madena sifirê pêk nehatine. Gelê Qota Berçem, madena sifirê tev li madenên dinê (çînko-zirinc-hesin) kirîye û bi vê yekê teknolojîya madenî gelekî peş ve birine. Destketîyên Qota Berçem, xweş nîşan didin ku, ev gel berê mîladê 8200-7500-an de, hîn serdema Neolîtîk -a bê dîz/firaq- de, maden nas kirîye û gavên pêşîyê yên madenkarîyê avîtîye. Ev destketin û amûr, ne ku tenê li vê herêmê, lê li tevahîya cîhanê, mînakên herî kevnar in ku hatine peydakirin (3)

QOTA BERÇEM - AMEDÊ


Zanyarê kurd Mehrdad Izady, di pirtûka xwe de (Ên Kurd), behsa Qota Berçem jî dike û li ser wê wisa dinvîse;

“Mirov, ji serdema kevirî, derbasî   serdema şoreşgerî ya madenî (bi rêzê -sifirî, bronzî û hesinî) bûn. Civaka li Qota Berçem (Braidwood 1969, Caldwell 1967), yek ji wan du civakên kevnar e, ya ku dest bi madenkarîyê kirine û ev yek bi zanistî hatîye piştrastkirin. Bronz, tevlibûneka madenî ye, ji tevlikirina sifir û madenên dinê pêk tê, bikaranîna wê hêsantir e, ji ber ku zûtir dihele û zûtir sar dibe. Amûrên bronzî yên Qota Berçem, berê mîladê 4 hezaran hatine çêkirin. An ku, berê Ewropayê tam 2 hezar sal… Cewherên madênî, peşdeçûna vê civakê hêsan kiribû.  Li wê demê, li Mezopotamyaya jêrîn, maden tine bûn lê li herêmên Zagros, Toros, Amanos û li Cûdîyê pêkhateyên volkanîk pir bûn û bi wan re maden jî “ (4)  

Ev sedem wisa kir ku, gelê Tîjle û Ferata jorîn di vî warî de xwe pêş de birin û şaristanîyeke bêhempa afirandin.   Dîsa lêkolînerê kurd Muslum Uzulmez, li gel lêgerîn û pirtûkên xwe, ev rastî teqez dike û dibêje;  “Ev dîrok ne dîroka nivîsandî ye lê dîrokeka peydabûyî ye…”.  Ev gotin, ji boyî têgîhiştina ferqa dîroka nivîsandî û dîroka peydabûyî  gotineke di cî de ye, rastîya dîroka kevnar radixe li ber çavan (5). Her wiha, destnîşan dike ku, derûdora Amedê ji demên kevnar ve, cîyê sereke yê warê madenkarîyê ye û amûrên li Amedê hatine çêkirin, hîn berê 5-6 hezar sal, li çar hawirdora Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne (6).

 Piştî van piştraskirin û daneyên zanistî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, gelê Qota Berçem an ku bi awayî berfirehtir, gelê Mezopotamyaya Jorîn, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn di nav zengînîyên madenî û çandinî de jiyîne û mixabin, ev zengînîyên wan bûye sedema êrîşkirina wan ji hêla gel û civakên dîtirê. Di belgeyên Sûmerî û Akkadî de, em dibînin ku, cara yekem Keyê Akkadî yê binavûdeng Naram-Sîn (sedsala 23. a berê mîladê), êrîşî “Welatê Jor” kirîye (7)

Kêla (Stêla) biserketinê ya Naram Sîn a li Amedê


Naram Sîn, piştî dagirkirina herêma Tîjleya Jorîn, xwe wek “Xwedî û Keyê çar kenarên cîhanê” daye nivîsandin. Berê vê stêlê (kêlê), ti belge nehatîye dîtin ku di naveroka xwe de hatina artêşekê an jî gelekî biyan a li vi welatî, hewandibe. Stêla biserketinê ya  Naram-Sîn, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê, sala 1893-an hatîye dîtin.. Ji vê stêlê em fam dikin ku, Akkadan, hîn sedsala 23-an êrîşî herêma Amedê kirîye û keyê wan Naram Sîn, li ser navê xwe kêleke biserketinê daye çêkirin û li gundê Pîr Hiseyna yê îroyîn daye çikandin. Helbet sedema êrîşê xuya ye. Sedema sereke, bidestxistina herêmên madenan û her wiha zengînîya Xorrî-Mitan e. Naram Sîn, keyekî çavsor bû û ji boyî armanca xwe ya bûyîna “XwedaKey”, artêşên nû û êrîşkar amade dikir û bi wan, ji boyî pêşdeçûna xwe, herêmên zengîn û medenî dagir dikir, dest datanî li ser hêjayîyên wan û gelê wir dikir koleyên dewleta xwe. Armanca dagira wî  ya sereke ev bûye.

Di wê demê de û hîn zûtir, di belgeyên Sûmerî de de, ew gelê “jorîn” bi navên “Xor-rî, Ko-tî, Kur-tî û hwd.” hatine nivîsin, û ev tev de wateya “gelê jorî, bilindahî” didan (8). Û weke ku me di destpêka vê gotarê de nivîsîbû, ev gelên “JORÎ-BILINDAHΔ, an ku bilêvkirin û bi binavkirina biyanan “Ko-tî, Kur-tî, Sûbarî, Xor-rî-Mitan, Naîrî, Xanîgalbat, Ûrartû û hwd.”, ji demên kevnar heta dagira Akkadan, -di welatê xwe de - ji gola Ûrmîyê hetanî Deryaya Spî, ji Zagrosan heta Toros û Amanosan, ji  Deryaya Reş heta Musil û Kirkûkê- an ku li Kurdistan îroyîn, di nav aramî, afirandarîyê û di nav çandeka bêhempa de, bi hev re dijîyan. Lê ev dagir, dibe destpêk û ev konfederasyona gelên “Jorî”, êdî ji wê demê ber bi serdema me ve, bênavber pozîsyona xwe ya xweparastinê werdigirin û pêvajoya dîrokî didome. Vêca em ê vegerin mijara “Xorrî-Mitan”, a yek ji wan navan a li vî gelî hatîya danîn.

Weke me got, Mitan, hîn hezarsala 3-an a berê mîladê, di dîrokê de xuya dibin û ji Nûzî (Kirkûka îroyîn) û Gola Ûrmîyê heta Amanosan, li gel hevkarîya hemû Xorrîyan konfederasyonek ava dikin. Û Mitan, bi vê  konfederasyonê,  di destpêka hezarsala 2-an, li gel bi xwe re anîna “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê” (9) tev li karwana dîrokê dibin û ew “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê”, an ku pêşdeçûna warê rêxistinbûyîn-kirinê, hemû gelên Xor-rî dike yek û Mitan, dibin erkdar û fermandarên hemû Xor-rîyan. Ji wê demê pê ve, navê wan wek”Xorrî-Mitan” tê nivîsîn.

Li vira em ê berê xwe bidin pêwendîya Mitan û Medan, da ku em mijara xwe heve girê bidin. Diakonoff, berhema xwe de(10) (, bi daneyên zanistî dibêje, Mitan gelekî Îndo-Ewropî ye û ji herêma Gola Ûrmîyê ber bi rojava ve hatine, li Rojava tev li Xorrîyan bûne û “ronahîya Arîyanî” jî bi xwe re anîne. Û dîsa di heman cîyî de, Diakonoff destnîşan dike ku navê Mitan a resen, ê ku ew bixwe, xwe bi nav kirîye; “Matîen” e. Di destpêka hezarsala 3-an, beşek ji Mitan (Matîen-Madîen, Medîen) koçî rojava kirîye û li herêma Xorrîyan, li gel wan şaristanîyeke hevpar ava kirîye. Û hîn berê Akkadan û di serdema Sûmeran de… Ev nêrîn, di gelek lêkolînên dîrokî de jî cîyê xwe girtîye û bi daneyên zimanî-erdnigarî, koka Mitan, bi Matîen ve hatîye girêdan (11). 

Û ev navê Matîen/Madîen (navê Mitan a resen), berê 4-5 hezar sal berê, li welatê Mitan, an ku li hawirdora Gola Ûrmîyê zendî ye. Ew herêma ku tê behskirin, her wiha makewelatê Madan/Medan/Mîdan e jî… Balkêş e ne? Med, belgeyên nivîskî û nivîsarên Asûrî de, di destpêka hezarsala yekemîn de xuya dibin, lê berê tomarkirina wan du hezar sal, anku hezarsala 3-an de, dîsa li heman herêmê, dîsa bi heman navî, heman gel dijî û beşek ji wî gelî ber bi rojavayê ve diherike û şaristanîyek ava dike. Pêwendîya peyvên berê Mit/Mid û piştî Mad/Med, gelek dişibe pêwendîya peyvên :“Kurd/Kard/Kord/Kird”(12). Gelê Kurd, di pêvajoya dîrokê de, anegorî bilêvkirinên biyan, bi van navan (Kurd/Kard/Kord/Kird) hatîye pênasekirin û Mitan jî dîsa bi navên Mit/Mid/Mîd û Mad/Med/Mîd… Awazên bêdeng (K-R-D, û ,M-D-T)  cîyê xwe de dimînin lê tîpên dengdêr ên: A-O-U-Î û her wiha yên E-Î-I-A, diguhêrin.  Û ev merc, dîsa anegorî bilêvkirina dengên zimanên bîyan, rewşeke normal e û ya rast jî ev e. Mijar, li gel daneyên zanistî, ew çend hêsan e. Ji lew re, navê Mitan û Medan (yê resen Matîen/Madîen) heman nav e, zimanê wan zimanê Îndo-Ewropî ye, makewelatê wan heman welat e, bawerîyên wan bawerîyên Arî ne, qîmetdayîna wan a jinê girîng e û huner-mijûlîyên wan a sereke jî, heman e:… Madenkarî… Hesinkarî… Ev yek, ji hemanîya hemû faktoran xweş xuya dike û ew her du serdem piştrast dikin ku, Mitan û Medan, an ku heman gel-civak,  di warê madenkarî-hesinkarîyê de pir serketî bûn. Sedemên vê yên erdnigarî û civakî û jeostratejîyê helbet hene. Û ev mercana wisa kirîye ku, Matîen (berê Mit/Mid û piştî Mad/Med), di warê çêkirina çekan de pêş de çûne. Daneyên dîrokî wisa dibêjin û her wiha bi van daneyan, em dikarin hêsantir tê bigêhin, ka navê Kavî Viştaspa (Keyaxser ê Gewre) yê keyê Medan a herî navdar, efsaneya Newrozê de , çima wek “Kawa yê Hesinkar” hatîye hunandin. Gelo, ev hunandin, ne ji ber serketina Medan a di warê “hesinkarî-madenkarî”de, têt? An jî, serketina Medan a li hember Asûrîyan, ne ji ber hebûna erebeyên wan ê şer,  çekên wan ên hesin û madenî yên bêhempa bûn?. Ev tev de pirs in û bavê dîrokê Herodot, di nivîsareka xwe de, bersiv dide; “ Medan jî, çek û cilên weke ên Persan wergirtibûn, ev cil û çekwergirtin jixwe (zaten) bi bingehî ên Medan bû, ne ên Persan bû " (13) . Herodot jî piştrast dike ku, cil (yên zirxî) û çekên ku Pers bi kar tanîn, di bingehê de ne yên Persan bû, ên Med ew çek û cil berê de bi kar tanîn (her wiha erebeyên şer) û bi wan çekan biserketinên mezin li hember Asûrîyan bi dest xistin. Û dîsa em wiha fam dikin ku, Ên Pers vêca bi van amûrên şer, pêşdetir çûn û sinorên xwe berfireh kirin. An ku, bingeha serketina Medan û pişt re jî ya Persan, ji ber çek û cilên şer ên Medî ye. 

Medes Chariot / Erebeya şer a Medî - British Museum (14)


Xalexa din a hevpar a Mitan û Medan, dîsa hunera wan a hespajotinê ye. Her wiha çêkirina erebeyên şer ên bi hespan tên ajotin e… Her du jî (Mit û Med – an ku Mat/d), di warê hespan de pispor in û bi taybetî xwedîkirina hespan da binavûdeng in. Ev tev de, ji boyî ravekirina yekgelbûna Mit û Medan, têra me dike…. Vêga em ê vegerin ber bi navên bajêrên Mitan û Medan ve, yên ku bi heman navî hatine avakirin. Û bi taybetî, bajêrê Mitan a girîng; AMEDÊ... Em ê sedema navê wê bigerin û bersiv jî amade bikin. Û em ê vêca, ji nivîsarên dîrokî yên keyên Asûrî sûd werbigirin….

________________________________________

ÇAVKANÎ

(3) Önder Bilgi- Hadi Özbal -Ünsal Yalçın, "Castings Of Copper-Bronze / Bakır-Tunç Döküm Sanatı," Anatolia Cradle Of Casting /Anadolu Dökümün Beşiği, İstanbul, 2004,5.
(4) Ên Kurd /Mehrdad Izady, Weşanên Doz - 2004)
(6)  “On Bin Yıllık Tarihin Tanığı Hilar – Şahidê dîroka dehhezar salî: Hilarê” Müslüm Üzülmez - 2016
(7) Kêleke (Stêleke) biserketinê ya Naram Sîn (sedsala 23-an a berê mîladê) ê keyê Akkadan, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê sala 1893-an hatîye dîtin û îro li Stenbolê,  di Mûzeya Berhemên Kevnar ên Rojhilatê de ye.
 (8) Gotara Xerzî Xerzan, li gel êdîsyona zanistî ya Ezîz ê Cewo https://dirokurd.blogspot.com/2018/04/netewnave-kurd-u-nave-welate-wan-di.html .
(9) Evidence on the Ethnic Division of the Hurrians / I. M. DlAKONOFF Institut Vostokovodenija Leningrad, U.S.S.R
10) Çavkanîya 9-an
(11) The Cambridge history of iran Volume 2  - The Median and Achamenian Periods/ rupel 45 46. Rastîya dîrokî ya Xorrî-Mitan ev e.
(12)Çavkanîya 8-an
(13)(Herodot - Dîrok, Pirtûka 7-em, beşa 62-an)
(14) Xwerû ji zêr hatîye çêkirin, 20 cm. dirêjahî, 8 cm. jî bilindahîya wê heye û 75 gram e. Persan heman erebe di şeran de bi kar anîye. Herodot jî destnîşan dike ku, Pers bi tevahî çekên Medan bi kar tanîn û di koka xwe de ew çek yên Medan bûn, ne yên Persan...

Dê bidome...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)